Îdianame 8 meh piştre hate amadekirin lê dadgehê qebûl nekir

  • rojane
  • 13:19 16 Cotmeh 2024
  • |
img
ÎZMÎR - Derheqê xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Funda Akbulut de ku tevî 5 rojnamegeran hatibû binçavkirin, 8 meh piştre bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. Dosya ji 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re hate şandin lê dadgehê dosya qebûl nekir. Dosyaya têkildarî 3 rojnamegerên din hêj nehatiye temamkirin. 
 
Di 13’ê sibatê de polîsan bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan, Delal Akyuzû û Tolga Guney, nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin, nûçegihanê Gazeta Duvarê Cîhan Başakçioglû û xebatkara çapemeniyê ya DEM Partiyê Fatma Funda Akbulut hatin binçavkirin. Îdianameya têkildarî Akbulut hate amadekirin. Îdianame bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” hate amadekirin û ji 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re hate şandin. Dadgehê, bi sedema ku di dosyayê de sûcê “Alîkariya fînansî daye rêxistinê” heye dosya qebûl nekir û ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê re şand. 
 
Akbulut, ev 8 meh in di hefsa malê de ye û di îdianameya wê de îfadeyên şahida eşkere Buse Aslan, daxuyaniyên çapemeniyê yên dişopand, 5 hevdîtinên li ser telefonê û danûstandina pereyan weke sûc hatine nîşandan. Îtîrafkar Buse Aslan îdia dike ku pereyê kovara Jineolojiyê ji hêla Akbulut ve hatiye komkirin û hesabên medyaya dijîtal a TJA’yê bi kar tîne. 
 
DERSA DEF’Ê DI ÎDIANAMEYÊ DE HEYE 
 
Her wiha 5 hevdîtinên li ser telefonê jî di îdianameyê de cih girtin. Hevdîtinên têkildarî dovîz û pankartên derheqê bêkariyê de weke sûc hatin nîşandan. Pankartên weke “Bêkarî, xizanî û hejarî nabe pêşeroj”, “Ne ji bo şer bûdçeya ji bo gel” û hwd. weke “delîlên sûc” hatin nîşandan. 
 
Hevdîtina Akbulut a têkildarî dersa defê bi Jinartê re kirî jî weke delîl hate nîşandan. 
 
KIŞANDINA DÎMENAN SÛC E
 
Akbulut, çalakiyên TJA û HDP’ê yên têkildarî cînayetên jinan, qetilkirina Nagihan Akarsel, salvegera çalakiyên Geziyê, tecrîd û panelan şopandibû û dîmen û wêne girtibû. Kişandina çalakiyan û parvekirina wan jî weke sûc hate nîşandan. 
 
ÎDIAYA ’10 HEZAR TL ALÎKARIYA FÎNANSÎ JI RÊXISTINÊ RE KIR’ 
 
Li gorî rapora MASAK’ê ya di îdianameyê de cih girtî; ji bo pereyên Akbulut şandin an jî jê re hatine şandin ku bi giştî 10 hezar TL nagirin, îdiaya “alîkariya fînansî daye rêxistinê” hate nirxandin. Kovarên Jineolojiyê û wêneyên Akarsel ên li mala wê hatine dîtin, pirtûkên Rengê Xemrî yê Siyaseta Kurd û Nîşeyên Dersan ên Jineolojiyê jî weke sûc hatin nîşandan. 
 
4 ROJNAMEGER BI MEHA YE TÊN MIJÛLKIRIN
 
Li hêla din derheqê nûçegihanên MA’yê Tolga Guney, Delal Akyuz û nûçegihana JINNEWS’ê Melîke Aydin ku hefteyê du rojan îmzeyê didin û nûçegihana MA’yê Semra Turan de jî hêj biryar nehatiye dayin. 
 
YILIDIRM: PÊVAJOYÊ DIRÊK DIKIN
 
Ji parêzerên dosyayê Abdulmecît Yildirim bi bîr xist ku Akbulut di hefa malê de ye û wiha got: “Nirxandina vî cezayî 3 mehan carekê li ser dosyayê tê kirin. Wê jî bo formalîteyê û bi awayekî ku em tev li nebin dikin. Ferqa hefsa malê û girtinê nîne. Em nizanin ev dem dê çiqas dirêj bibe. Me ji bo rakirina cezayê hefsa malê daxwazname da 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran. Lê ji ber ku dosya ji ji 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran re şandiye, xwest ew biryarê bidin. Anku dirêjbûna vê pêvajoyê tê wateya dirêjbûna hefsa malê jî. Hefsa malê êdî veguheriye cezayê. Dema dosya di qonaxa dozgeriyê de muxatab hebûn lê niha em nizanin dê daxwazê ji kîjan dadgehê bikin.” 
 
AKBULUT: VEGUHERÎ CEZAKIRINÊ
 
Akbulut jî têkildarî îdianameyê axivî û wiha got: “Ev nêzî 9 meh in tevî sê hevalan em di hefsa malê de ne. Îdianame hate amadekirin. Li ser îfadeyên şahideka eşkere ku nizanim kî ye, di hefsa malê de têm ragirtin. Ji mafên şexsî û azadiya xwe bêpar dimînim. Êdî ev veguyeriye cezayê. Hêj roja danişînê jî diyar nîne. Em dixwazin ev pêvajoya tavilê bi dawî bibe.” 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

27/03/2025
14:22 Bakirhan: Çareseriya pirsgirêka Kurd mecbûriyet e
14:22 Bernameya Cejna Remezanê ya DEM Partiyê diyar bû
13:55 Li fakûlteya Alî Îsmaîl Korkmaz boykot dest pê kir
13:20 10 kesên li Îzmîrê hatin girtin li girtîgehê hatin derbkirin
13:19 Nehiştin rojnameger têkevin Zanîngeha Anadoluyê
12:20 Berdevkê Hamasê di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest da
11:44 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê 2 serlêdanên cuda kirin
11:43 Rojnameger Yagiz Barût hate berdan
11:42 Hezar û 876 kes hatin binçavkirin û 260 kes hatin girtin
10:53 BAC: Ji rojnamegerê Beluc agahî nayên girtin
10:18 Li Şirnexê 11 herêm hatin qedexekirin
10:17 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin
10:03 Di şewata hotêlê de hejmara miriyan derket 2’yan
09:48 Nicolas Walder: Divê Tirkiye jidil nêzî pêvajoyê bibe û gavên şênber biavêje
09:47 Welatiyên Kirşehîrê yên tev li Newrozê bûn: Em bi hêvî ne
09:20 7 rojnameger hatin berdan
09:09 Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin: Hêviya me geş e
09:00 ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN
08:30 Li Enqereyê gelek kes hatin binçavkirin
08:28 Di çalakiya ODTU’yê de gelek kes hatin binçavkirin
08:23 Li Uludagê şewat derket
26/03/2025
16:32 Hesabê X'ê yê 12 rêxistinên jinan hat astengkirin
16:11 Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi Partiya Gelecekê re hevdîtin kir
16:05 Ji ciwanan ji bo 'Meşa Amarayê' bang
14:12 Ji ÎHD’ê nameya têkildarî 'qeyûm' ji Wezareta Karên Navxweyî re
12:27 Ji 337 nivîskar û akademîsyen banga 'tifaqa demokrasiyê'
10:46 Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
10:18 Li Îzmîr û Antalyayê 20 kes hatin girtin
09:58 Di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê 8 kes hatin kuştin
09:03 'Pêkanîna aştiyê niha berpirsiyariya hikûmeta tirk e'
09:00 ROJEVA 26'Ê ADARA 2025'AN
25/03/2025
16:52 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
16:17 Jin li dijî fihûşê meşiyan: Em ê hesabê bipirsin
15:48 7 rojnameger hatin girtin
15:38 Ekolojîst û hiqûqnas çûn serdana gundiyên berxwedêr
15:37 Li Dêrsîmê çalakiya karkerên ku qeyûm ji kar derxistine
15:29 Sevtap Akdag a DEM Partiyî nehate berdan
15:28 Şandeya DEM Partî û DBP’ê ji bo ‘pêvajoyê’ çû serdana Goran
15:22 Boykota li zanîngehan didome
15:12 OHD: Divê biryara Baroyê were betalkirin û şaredar li karê xwe vegerin
15:02 Ji Tulay Hatîmogullari ji bo Îmrali bangewazî
14:36 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe aşkera bû
13:35 Li Enqereyê gelek xwendekar hatin binçavkirin
12:52 Der heqê Egîtîm Senê de lêpirsîn hate destpêkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari: Ya ku divê qonaxa duyemîn derbas bike dewlet û îktîdar e
12:04 Ji bo îfadeyê bang li Şaredarê Beyoglûyê hat kirin
11:57 Dozger biryara xwe guherand: Rojnameger bi daxwaza girtinê sewq kir
10:48 Cerdevan darên li herêmên şer tên birîn difiroşin
10:30 Seroka EMEP’ê ya Eskîşehîrê hate binçavkirin
10:27 Xwendekarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:20 Di protestoya birîna daran de mudaxaleya leşkeran
10:14 Ji ber krîza aborî xelk meha Remezanê zehmet derbas dike
09:58 154 roj in têkildarî 'mafê hêviyê' tu gav neahatine avêtin
09:27 Protestoyên li Enqereyê duh bi şev jî domiyan
09:25 Stewrê xemla biharê li xwe kir
09:11 Hevserokê Meclisa Gel ê Mexmûrê: Divê ev firsenda sedsalî ji dest neçe
09:00 'Divê aqilê dewletê polîtîkaya xwe li ser bingeheke aştiyane bimeşîne'
09:00 Banga beşdariya li danişîna çeteya fuhûşê ya li Şirnexê
09:00 ROJEVA 25’Ê ADARA 2025’AN
24/03/2025
16:50 ÎHD’ê xwest der heqê Mansur Yavaş de doz were vekirin
16:38 Çalakiyên li Belucistanê didomin
16:35 Li Xezeyê di hefteyekê de 730 kes hatin qetilkirin
16:15 Li Cizîrê jinek hate qetilkirin
16:12 Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyeke nû da destpêkirin
16:10 Ji Îmamoglû peyam: Rewşa me baş e
16:02 DFG'ê bîlançoya binpêkirinên di 5 rojên dawî de aşkera kir
15:39 Li Îran û Rojhilat 15 jin hatin qetilkirin
15:33 Berdevka DEM Partiyê: Divê Ocalan bikare bi her kesî re hevdîtinê bike
14:40 Di doza ‘Vegerandina li Jiyanê’ de ji bo 194 leşkeran ceza hat xwestin
14:34 Der heqê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Gundê Sakiroyê hate bombebarankirin
14:13 10 parêzer di bin çavan de ne
14:02 Di 5 rojan de hezar û 133 kes hatin binçavkirin
12:59 DEM Partî û DBP dê biçin serdana Herêma Federe ya Kurdistanê
12:55 DYA û Rûsya ji bo agirbestê civiyan
12:36 Di du rojan de hezar û 45 êriş hatin kirin
12:35 DFG û MKG: Divê rojnamegeran demildest bên berdan
12:27 Ji Amedê ber bi Amarayê ve dê meş were lidarxistin
12:12 MYK’a DEM Partiyê civiya
12:10 Di doza Komkujiya Madenê ya Amasrayê de cezayên mîna xelatê hatin dayin
11:52 ‘Divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe’
10:52 Qeyûmê Wanê ‘Pirtûkxaneya Jinan’ veguherand keştiya protokolê
10:45 Yagiz ê HDP’î radestî Tirkiyeyê hate kirin
10:17 Walîtiyê giliyê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê kir
10:09 Ji jinên Beluc ên hatine binçavkirin agahî nayên girtin
09:54 Protesto di tevahiya şevê de domiyan: Dîmenên tundiya polîsan derketin holê
09:42 ‘Gel xwedî li bangê derket û îktîdar nikare jinedîtî ve bê’
09:17 Hejmara şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin derket 13’an
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2025’AN
08:24 Li Edeneyê gelek kes hatin binçavkirin
08:21 Li Stenbol û Îzmîrê serdegirtinên malan
08:20 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
23/03/2025
17:38 Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî hate avakirin
17:37 Ozel: Têkoşîna hevpar dê bi heman biryardariyê bidome
Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi girtinan, bi demokrasiyê heye
17:20 Li Antalyayê Newroza 'azadiyê'
17:07 Tulay Hatîmogullari: Têkoşîn mafek e
16:59 Li Stenbolê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:55 Newroza biheybet a Stenbolê bi dawî bû
16:53 Sebahat Tûncel: Hêvî heye, ji bo aştiyê em bi xwe bawer in
16:52 Gulistan Sonuk: Li Stenbolê derbe hate kirin