Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re: Îdia û rastî

  • rojane
  • 10:19 28 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi Omer Ocalan re nêzî saetek û nîvan hevdîtin kir. Yek ji mijara herî zêde tê mereqkirin jî gotinên Abdullah Ocalan in. Têkildarî naveroka hevdîtinê spekûlasyonek tê kirin. Vaye îdia û rastî. 

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di çareseriya pirsgirêka kurd de xwedî roleke diyarker e, berdewam e û ev mijar yek ji rojeva sereke ya gelê kurd e. Siyaseta kurd ev saleke ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan, di asta kûrewî de kampanyayan li dar dixe. Bi geşedanên herêmê re pirsgirêka kurd jî girantir bû û vê jî bendewariya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re zêde kir. Di serdemeke wiha de piştî 43 mehan bi Abdullah Ocalan re hevdîtin hate kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir, têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal X’ê ragihand ku hevdîtin kiriye lê têkildarî naverokê tu agahî parve nekir. 
 
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 1’ê cotmehê di sala nû ya qanûnsaziyê ya Meclisê de silav da Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê. Piştre jî têkildarî Abdullah Ocalan çendek daxuyanî da û Omer Ocalan çû Girtîgeha Girava Îmraliyê. Van geşedanan jî bi xwe re pirsa “Gelo pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê dike?” anî. 
 
PIRSÊN BERSIVÊN WAN TÊN MEREQKIRIN 
 
Nîqaşên piştî daxuyaniyên Bahçelî dest pê kirin, bi hevdîtina Omer Ocalan re zêdetir bûn. Niha jî her kes mijara behsa xeberê li gorî bendewariyên xwe yên polîtîk dinirxîne. Bi giştî mirov dikare mijar û pirsên bersivên wan tên mereqkirin weke “Gelo pêvajoyeke çareseriyê ya nû heye yan na”, “Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hatiye kirin eleqeya xwe bi pêvajoya nû ya behsa xeberê re heye yan na”, “Gelo dewlet bi Ocalan re hevdîtinê dike yan na, heek hevdîtinan bike gelo vê pêvajoyê bi hev re plan dikin an jî gelo mijarên ku li ser lihevkirin hene yan na” û “Gelo Abdullah Ocalan têkildarî van pirsan tiştek gotiye yan na” rêz bike. 
 
Tiştekî pir xwezayî ye ku raya giştî, siyaset û derdorên civakî yên li Tirkiyeyê geşedanên têkildarî pirsgirêka kurd a derketiye derveyî sînoran mereq bike û agahiyan bixwaze. Çareserkirina pirsgirêke kurd a ji raya giştî, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û derdorên civakî veşartî, meşandina wê pêvajoyê ya li pişt deriyên girtî, ne hewldaneke xwezayî ye. 
 
BEREVAJÎKIRINÊN ÎKTÎDAR Û MUXALEFETÊ 
 
Bi ser hevdîtinê re hefteyek derbas bû lê hêj jî nayê zanîn bê ka di hevdîtinê de çi hatiye axaftin, peyam an jî bangawaziyeke Abdullah Ocalan hebû yan na, di vê mijarê de ne îktîdarê ne jî Omer Ocalan tu agahî parve nekirine. Her du alî jî pir bêdeng tevdigerin. Lê belê medyaya nêzî îktîdarê, ji vê rewşê sûd digire û di çarçoveya stratejiya ragihandinê de hewl dide raya giştî arasteyî stratejiya xwe bike. Gotar û nûçeyên ku bi heman pênûsan hatine nivîsandin, xizmetê ji heman armancê re dikin tên weşandin. Di naveroka van nivîsan de îdiayên weke “Ocalan banga çekberdanê li PKK’ê kiriye” û “Ocalan ji rêxistina xwe re name şandiye lê rêxistinê guh nedaye Ocalan” tên kirin û dixwazin binhişekî ava bikin. Li hêla din medyaya muxalîf jî bi heman awayî tevdigere. Ew jî bi îdiay3en weke “Ocalan bi îktîdarê re lihev kiriye”, “Ji bo Ocalan mal hatiye girtin”, “Ocalan welatên garantor û temînatên hiqûqî weke şert daniye pêş” û hwd. dikin. Bi vî awayî jî hewl didin di ava şolî de nêçirvaniya masiyan bikin. 
 
Baş e lê çiqas ji van îdiayan rast in û çiqas jê spekûlasyonên ji bo avakirina binhişê ne? Li gorî çavkaniyên jêbawer ên li ser mijarê serwext, girîng e ku mirov li îdiayên tên kirin û mijarên raya giştî mereqa wan dike binêre. 
 
DI HEVDÎTINÊ DE ÇI HATE AXAFTIN?
 
Ya yekemîn; tê mereqkirin bê ka têkildarî mijarên di demên dawî de nîqaş li ser tên kirin hatiye axaftin an na. Li gorî çavkaniyan; Omer Ocalan di 23’yê cotmehê de bi tena serê xwe çû Giravê. Hevdîtin jî weke serdana malbatê pêk hat. Lewma jî weke parçeyeke pêvajoya nû zêdetir, ya rast ew e ku weke hevdîtineke malbatê were nirxandin. Mîna her carê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina nêzî saetek û nîvan de têkildarî mijarên pergalî, dîrokî û civakî û geşedanên heyî de nirxandin kiriye. Gotiye ku daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî girîng dibîne lê heke derfet çêbibin jî xwedî wê hêza çareseriyê ye ku pirsgirêkê bi rêyên aştiyane û demokratîk çareser bike. Lê belê pêvajoyeke nû nebûye rojev û têkildarî vê nirxandin nehatine kirin. 
 
GELO RAYEDARÊN DEWLETÊ BI ABDULLAH OCALAN RE HEVDÎTINAN DIKIN? 
 
Ya duyemîn; yek ji mijara herî zêde li ser spekulasyon tê kirin, gelo Abdullah Ocalan bi dewletê re hevdîtinan dike yan na. Li gorî agahiyên çavkaniyan daye; heke bi dewletê re hevdîtin çêbibin jî ev yek di hevdîtinê de qet nebûye rojev û Abdullah Ocalan di vê mijarê de tu nirxandin nekirine. 
 
GELO OCALAN ÇI BANGAWAZÎ KIRIN?
 
Ya sêyemîn; di hevdîtinê de Abdullah Ocala tu bang ne li rêxistina xwe, ne ji dewletê re ne jî ji aliyên sêyemîn nekiriye. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; Ocalan tenê nirxandina “Heke şert û merc ava bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîkim ku vê pêvajoya pevçûn û tundiyê bikişînim ser zemîneke hiqûqî û siyasî” kiriye. Ji bilî vê tu bangawazî nekiriye. Her wiha berevajî gotinên li ser çapemeniyê tê îdiakirin, qala pêvajoyeke çareseriyê ya nû, hêzên garantor an jî tu şert pêşkeş nekiriye. 
 
OCALAN KÎJAN MIJAR NIRXANDIN? 
 
Di esasê xwe de ji aliyên sansasyonel û rojevî zêdetir, têkildarî pergala modernîteya kapîtalîst de nirxandinên kûr kir. Belavbûna Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ya di asta kûrewî de rû dide û girêdayî wê, geşedanên li Rojhilata Navîn bi hûr û kûr nirxandiye. Ji hêla dîrokî û civakî ve têkiliyên kurd-tirkan nirxand û bal kişand ser girîngiya rê û rêbazên çareseriyê yên demokratîk. 
 
BILA QEYDÊN HEVDÎTINÊ BÊN EŞKEREKIRIN
 
Ji bilî vê çarçoveyê, tevahiya îdiayên li ser çapemeniyê tên parvekirin tu rastiya xwe nîne. Lê belê heke daxwazeke ji bo agahdarkirina raya giştî yan jî îradeyeke çareseriyê hebe, ji ewil divê ji bo bidawîkirina manîpulasyon û îdiayên nerast û jehrînekirina pêvajoyê di serî de îktîdar piştre jî Omer Ocalan raya giştî agahdar bike. 
 
Jixwe qeydên hevdîtina di navbera Abdullah Ocalan û Omer Ocalan de di destê îktîdarê de ne. Li gorî çavkaniyan, heke îktîdar ji vê aciz be bila tavilê eşkere bike û her kes hîn bibe bê ka Abdullah Ocalan çi gotiye. Abdullah Ocalan çi bang li rêxistina xwe kiribe, bila îktîdar derfetê bide ku raya giştî û her kes pê bizane. Bi eşkerekirina naveroka hevdîtinan re îktîdar dikare rê li ber manîpulasyonan û zimanê jehrîkirinê jî bigire. Heke vê neke,  wê demê ev helwest dê wisa bê fêmkirin ku dixwazin bi veşartî hiştina hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re, di çarçoveya stratejiya ragihandinê de ji manîpulasyonan sûdê bigirin. 
 
GELO ÎKTÎDAR ÇIQAS JIDIL E?
 
Çavkaniyan, da zanîn ku PKK’ê rojek piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ragihand ku dê li gorî biryara Abdullah Ocalan tevbigerin û ev yek pir girîng bû. Çavkaniyan, gotin ku tiştekî dîrokî bû ku tevahiya pêkhateyên tevgera siyasî ya kurd deklare kirin ku ew ê piştgiriyê bidin îradeya Abdullah Ocalan raber dike. Lê tevî vê rastiyê jî, weşanên ku ji destê heman pênûsan derdikevin vê yekê nabînin û bi israr hewl didin binhişekî ava bikin û gotin û kiriyarên îktîdarê bidin qebûlkirin. 
 
Li gorî çavkaniyan, îktîdar li rexekî dibêje “Pêvajoyeke çareseriyê ne ya berê ne jî di formateke nû de tune ye” û li hêla din jî weke ku “pêvajoya çareseriyê” hebe tevdigerin, li bendê ye ku tavilê encamekê bi dest bixe û ev yek jî nîşan dide ku cidî û jidil nînin. Heke wiha bidome dê fikar û gumanên gelê kurd, raya giştî ya demokratîk û her kesên dixwazin pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin roj bi roj zêdetir bibin. 
 

Sernavên din

01/11/2024
13:50 Peyamên Roja Kobanê: Berxwedana dîrokî didome
13:48 Li girtîgehan di 5 salan de 2 hezar û 258 kesan jiyana xwe ji dest da
13:28 Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê çap kiribû biryara komkirinê hate dayin
13:20 Alim, Dayik û Pîr: Divê dewlet destê xwe ji baweriyan bikişîne
12:31 Gemîcîoglû 26 caran rakirine nexweşxaneyê: Divê demildest bê berdan
12:00 Bakirhan: Abdullah Ocalan got ‘ruhê muzakereyan mezin bikin’
11:52 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:21 Berteka li dijî qeyûm: Berdewama polîtîkaya neçareseriyê
11:09 Li Sûltangaziyê jinek hate qetilkirin
10:41 Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!
10:30 Piştî biryara AYM’ê 4 girtî hatin berdan
10:10 Dê li Avzêmên Mûnzûrê keşif bê kirin: Em ê destûrê nedin talanê
09:36 Rojnameger ji ber çêkirina nûçeyan hatin sûcdarkirin!
09:20 Serokê ÎHD'ê Yilmaz: Astengiya li ber çareseriyê tecrîd e
09:00 Li ser Çemê Hêzilê HES'eke din jî tê çêkirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2024'AN
07:53 Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê hate berdan
31/10/2024
20:33 Bertekên li dijî qeyûm: Dest ji darbeya li hemberî vîna gel berdin
16:33 Gava ewil a qeyûm: Wêneyên Ozer ji bîlboardan jê dike
16:27 TJA û DBP: Em ê derbeya li dijî gel qebûl nekin
15:17 DEM Partiyê li dijî qeyûm banga têkoşînê kir: Dem dema yekitiyê ye
15:16 Xebatkara Yenî Yaşamê hate binçavkirin
15:14 Ozel ji bo Esenyûrtê bang kir: Darbe li îradeya gel hate kirin
15:11 Cezayê hefsê dan rojnamegerên girtin protesto kirin
15:00 Gel li Qada Esenyurtê kom dibe
14:50 Di hevdîtinên bûdçeyê de bertek nîşanî tayînkirina qeyûm dan
14:42 Civîna DEM Partiyê bi dawî bû: Em desteserkirina îradeyê qebûl nakin
14:38 ÎHD: Jiyana girtiyê nexweş Gemîcîoglû di xetereyê de ye
14:29 Li dijî qeyûm banga kombûna li Qada Esenyûrtê hate kirin
14:25 Pêvajoya îtîrazê ya li dijî encamên hilbijartinên Herêma Federe ya Kurdistanê dest pê kir
14:22 Bertek nîşanî girtina parêzer Sarsilmaz dan: Em ê serî netewînin
14:08 Ji Wezîr Tunç daxuyaniya têkildarî tecrîdê
14:07 Dema binçavmayinê ya 20 kesên li Stenbolê hate dirêjkirin
14:05 TEV-DEM: Divê mirovahî xwedî li Rojava derkeve
13:45 Şaredariya Esenyurtê hate dorpêçkirin
13:35 Ji bo girtiyê nexweş Gemîcîoglû banga hevpar: Bila were berdan
13:21 Turk-Îş: Sînorê birçîtiyê bû 20 hezar û 431 lîre
12:59 Cezayê li rojnamevan Jîna Muderîs hatiye birîn, tê bicihanîn
12:51 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:01 Çawişê pispor bi 12 kîloyên tiryakê hate girtin
11:57 Piştî desteserkirina îradeyê li meqamê şaredariyê wêne kişand
11:12 Şanoya Bajar bi lîstika 'Çalakiya Malçêkirî' xwe ji bo Rojên Şanoya Jinê amade dike
11:09 Dogan: Dixwazin li ser Ozer peyamê bidin Stenbolê
10:45 Komîsyona Lêkolînê ya Meclisê: Divê em serkeftina bi hev re bikin armanc
10:42 Doza Emîne Şenyaşar hat lidarxistin
10:27 Platforma Saziyên Demokratîk li dijî qeyûm banga berxwedanê kir
10:25 MYK’a DEM Partiyê li Stenbolê dicive
10:24 Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin!
10:01 Berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin: Biryar ne hiqûqî ye
09:48 Îdianameya rojnamegerên di hefsa malê de hate qebûlkirin
09:27 Îfadeya Ahmet Ozer: Îradeya gel tê xespkirin
09:26 Qeyûm tayînî Şaredariya Esenyûrtê hate kirin
09:03 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê: Divê cîhan deynê xwe bide
09:01 Amediyan ji bo çareseriyê îşaret bi meclisê kir: Divê em nexapin
09:01 Berwarî: Ji ber binpêkirina qada hewayî divê giliyê Tirkiyeyê bê kirin
09:01 Ji ber fabrîqe û makîneyan karê necariyê tune dibe
09:00 Rojnamevan Koyluoglû: Ji bo avakirina hikûmeteke nû YNK yekane alternatîf e
09:00 ROJEVA 31’Ê COTMEHA 2024’AN
30/10/2024
23:55 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer hat girtin
23:07 DEM Partî: Hevserokên me yên giştî û endamên MYK'ê wê li Stenbolê bin
23:02 Rojnameger Degerê giliyê kesên ku gefan lê dixwin kir
21:46 Şaredarê Esenyûrtê Ozer bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
20:59 Hevşaredara Dêrikê ya berê Sabahat Çetînkaya hat girtin
19:54 'Nobeta Azadiyê' di hefteya 645’an de ye
18:20 Kaplan ê ku emeliyat bû bi îşkenceyê hat binçavkirin
16:24 Mele Reşît Irgat jiyana xwe ji dest da
16:16 Parêzerê Ahmet Ozer: Tevî biryara sînordarkirinê jî agahî li çapemeniyê hatin belavkirin
16:00 Li ber Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin
15:29 Bakirhan: Divê ‘Mafê hêviyê’ were pêkanîn
14:54 Ji bo Hatîce Onaran a girtî banga ‘bikevin nava liv û tevgerê’ hate kirin
14:18 Erdogan û Tunç pirsa ‘mafê hêviyê’ bêbersiv hiştin
14:07 Li Cizîrê qezaya trafîkê: Kesek mir
13:34 Encamên fermî yên hilbijartina Herêma Kurdistanê hatin aşkerekirin
13:32 Helbestvan Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:23 AYM’ê ji bo girtiyan biryara ‘binpêkirina azadiya derbirînê’ da
13:21 Li Cizîrê 5 kes bi lêdanê binçavkirin
13:09 Bakirhan: Tecrîdê rakin bila birêz Ocalan bi awayek azad tevbigere
12:52 Şewata li Çiyayê Gabarê vemirî
12:42 Cenazeyê girtiyê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dabû dan malbata wî
11:37 DEM Partiyê û CHP’ê bertek nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan
11:33 Medenî Ferho: Aqilê marjînal nikare pirsa kurd çareser bike
10:48 Li Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
10:33 Weqfa Mezopotamyayê kursa folklor û edebîyata gelêrî li dar dixe
09:57 Ji bo girtina 19 kesan îdiaya ‘îstîhbarî’ kirine hincet
09:49 Cûdî, Gabar û Besta ji şîrketan re tê pêşkeşkirin
09:24 Bi vegotina Abdullah Ocalan pergala 'îşkenceyê' ya Îmraliyê
09:20 Jin dê di 25'ê Mijdarê de li qadan bin
09:18 Gulseren Yolerî: ‘Mafê hêviyê’ bi guhertina qanûnî pêkan e
09:16 Rojnamevan Mehmûd: Bi êrişan jiyana hevpar hedef tê girtin
09:15 Şêniyên Wanê: Şer were sekinandin dê krîza aborî jî çareser bibe
09:02 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2024'AN
08:52 Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin
29/10/2024
16:53 Girtiyê gotibû ‘Dê min bikujin’ bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:53 Werîşe Mûradî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî kir
15:53 Dayikên Aştiyê serdana Emîne Şenyaşarê kirin
15:28 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
15:15 Kesê dê bibe serokê Hîzbullahê hate diyarkirin
15:08 259 koçber vegeriyan Mûsilê
13:24 Ji DEM Partiyê banga ‘komara demokratîk’
13:14 Leşkeran bi ser zozanê de girtin: Koçer û şivan hatin binçavkirin