Pirsgirêka kurd a carnan heye carnan nîne!

  • rojane
  • 10:41 1 Mijdar 2024
  • |
img
AMED - Îktîdara AKP’ê di nava 22 salan de her cara dixitime berê xwe da pirsgirêka kurd û li deriyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da. Ji ber ku gavên şênber neavêt pêvajo xitimîn û zimanê wê yê di nîqaşên ser pêvajoya nû de jî “baweriyê” nade. 
 
Ji damezirandina komarê heta niha gelek partî bûn îktîdar û her carê guherîn lê nêzikatiya li hemberî pirsgirêka kurd tu caran neguherî. Ji ber polîtîkayên tunehesibandin û înkarê, pirsgirêk hêj kûrtir bû. Gelek partî ji ber neçareserkirina pirsgirêkê, tune bûn û çûn. Ji ber neçareseriyê, krîzên aborî, siyasî û civakî tu caran xelas nebûn. Ev rewş, di 22 salên îktîdara AKP’ê de jî qet neguherî. AKP a ku bi sozên demokrasî û mafên mirovan bû îktîdar, car bi car têkildarî çareseriyê gotin kir lê demekî kin piştre dîsa serî li înkarê da. 
 
'HEKE TU BIBÊJÎ PIRSGIRÊK TUNE YE, PIRSGIRÊK NAMÎNE’ 
 
Piştî ku AKP bû îktîdar, di 30’ê mijdara 2002’yan de dawî li Rewşa Awarte (OHAL) a li bajarên bakurê Kurdistanê anî. Tayyîp Erdogan ê AKP’î di 22’yê kanûna 2002’yan de li paytexta Rûsyayê Moskovê çû serdana înşaeta Navenda Bazirganiya Tirk û nêrîna xwe ya têkildarî pirsgirêka kurd eşkere kir. Karkerên kurd ên li ser înşaetê ji Erdogan re gotin; “Divê pirsgirêka kurd çareser bibe.” Erdogan jî weke bersiv got; “Heke tu bibêjî pirsgirêk tune ye, pirsgirêk ji holê radibe. Em dibêjin pirsgirêkeke wiha tune ye.” 
 
Erdogan, di sala 3’yemîn a îktîdara partiya xwe de îcar hate Amedê û got; “Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e.” Lê tevî van gotinan jî tu gav neavêt. Demekî kin piştre di 24’ê adara 2006’an de li Zozanên Şênê ya Mûşê çekên kîmyewî bi kar anî û 14 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Erdogan wê demê serokwezîr bû û di 28’ê adara heman salê de ji bo tundiya polîsan a li dijî çalakiyên gel jî wiha got: “Jin jî be, zarok jî be, kal jî be çi pêwîst bike dê were kirin.” 
 
Piştî gotinên Erdogan, polîsan li Amedê êrişî merasîma definkirina cenazeyên 6 HPG’iyan kir. Çalakiyên protestoyî li gelek bajaran belav bûn û zarok jî di nav de 13 kes hatin qetilkirin. Bi sedan kes jî birîndar bûn. 
 
PÊVAJOYA OSLOYÊ
 
AKP a ku ji siyaseta şer nekarî encamekî bi dest bixe, di sala 2008’an de bi rêya MÎT’ê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dest bi hevdîtinan kir. Di sala 2008’an de pêvajo di navbera Misteşarê MÎT’ê Emre Taner û Abdullah Ocalan de li Îmraliyê dest pê kir. Welatê koordînator jî Norweç bû û li bajarê Norweçê Osloyê di navbera rêveberên Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û rayedarên dewletê de hevdîtin hatin destpêkirin. Ev hevdîtin, weke “Hevdîtinên Osloyê” di dîrokê de cih girtin û çendek hatin kirin. 
  
Erdogan, beriya hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2009’an careke din hate Amedê. Erdogan vê carê jî got; “Hûn dixwazin ji vê re bibêjin pirsgirêka kurd hûn dixwazin bibêjin pirsgirêka Başûrrojhilat an jî pirsgirêka Rojhilat bibêjin yan jî weke dawî bibêjin pirsgirêka kurd. Em çi jî jê re bibêjin, me têkildarî wê xebat dan destpêkirin.” 
 
Serokkomar Abdullah Gul jî di 11’ê adara 2009’an di serdana Tehranê de ji bo pirseke têkildarî pirsgirêka kurd got; “Dê tiştên baş çêbibin.” Gul, di 9’ê gulanê di dema vegera ji serdana Pragê de jî wiha got: “Dixwazin bibêjin pirsgirêka terorê, dixwazin bibêjin pirsgirêka Başûrrojhilat an jî pirsgirêka kurd, ev meseleye meseleya herî girîng a Tirkiyeyê ye û divê teqez were çareserkirin.” Di daxuyaniyan de çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û muzakere derdiketin pêş. 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina bi parêzerên xwe re ya di sala 2009’an de ji bo gotinên Abdullah Gul ev nirxandin kir: “Daxuyaniyên birêz Gul girîng in. Bi taybet jî dema em li dîroka têkiliyên tirk-kurdan dinêrin, dibe ku encamên ku roleke dîrokî bilîzin biafirîne. Ez jî dê di vê mijarê de berpirsyartiya xwe bicih bînim. Hewce nake bitirsin. Ev her du gel, heke gelên kurd û tirk bi hev nekevin, kesek nikare tiştekî bike. Weke du gelan heke em vê pirsgirêkê çareser bikin, dê pêşiya Tirkiyeyê vebe û Tirkiye bibe welatê pêşeng ê Rojhilata Navîn.” 
 
ENDAMÊN KOMA AŞTIYÊ HATIN GIRTIN
 
Li ser bangawaziya Abdullah Ocalan, 4 jê zarok bi giştî 34 kes ku weke Koma Aştiyê dihat pênasekirin, di 19’ê cotmeha 2009’an de ji Qendîl û Mexmûrê hatin û ji Deriyê Sînor ê Xebûrê yê li navçeya Silopiya ya Şirnexê ketin Tirkiyeyê. Koma Aştiyê ji hêla bi deh hezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Îktîdarê li dijî gotinên komên nîjadperest û neteweperest paşvegav avêt. Lewma jî hatina koma duyemîn a ji Ewropayê hate betalkirin. Demekî kin piştre jî derheqê 30 kesên di koma ewil de cih girtin doz hatin vekirin û 17 jê hatin girtin. 
 
OPERASYONÊN KCK’Ê
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), di 11’ê kanûna 2009’an de biryara girtina Pratiya Civaka Demokratîk (DTP) da. Parlamenteriya siyasetmedarên kurd Ahmet Turk û Aysel Tugluk hatin betalkirin. Di 25’ê kanûnê de jî li dijî siyasetmedarên kurd bi navê “Operasyonên KCK’ê” operasyona qirkirina siyasî hate destpêkirin. Siyasetmedar, rojnameger, hiqûqnas, rewşenbîr û nivîskar jî di nav de bi hezaran kes hatin girtin û binçavkirin. 
 
GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ
 
Îktîdara ku careke din serî li polîtîkayên ewlekariyê da, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê jî girantir kir. Ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve destûr nehate dayin Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji ber ku tecrîda li Îmraliyê hate girankirin û agahî ji Abdullah Ocalan nedihatin girtin, girtiyên PKK û PAJK’î di 12’ê îlona 2012’an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Bi hezaran kes tev li çalakiyê bûn û 68 rojan domiya. Di encama çalakiyê de deriyên Îmraliyê hatin vekirin. 
 
Abdullah Ocalan bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtin kir û got ku greva birçîbûnê gihiştiye armanca xwe û banga bidawîkirinê kir. Di vê pêvajoyê de Tayyîp Erdogan beşdarî bernameyeke televîzyonê bû û got ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinan dikin. Bi domdarî Hevserokê Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) Ahmet Turk û Parlamentera Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Êlihê Ayla Akat Ata di 3’yê çileya 2013’an de çûn Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. 
 
MUTEBEQETA DOLMABAHÇEYÊ
 
Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de got; “Ev 20 sal in ez ji bo aştiyê hewl didim.” Hevdîtin heta 5’ê nîsana 2015’an domiyan. Ev yek, di heman demê de bû destpêka pêvajoya ku weke “Pêvajoya çareseriyê” dihat pênasekirin. Bi avabûna atmosfera çareseriya demokratîk re di 21’ê Adara 2013’an di Newroz Amedê de danezanek hate xwendin û Abdullah Ocalan banga “Bila çek bêdeng bibin û êdî fikir û siyaset biaxive” kir. 
 
Pêvajo nêzî 2 salan domiya û di 28’ê sibata 2015’an de Mutebeqeta Dolmabahçeyê hate ragihandin. Di mutebeqetê de têkildarî pirsgirêka kurd, çareseriya demokratîk û sererastkirinên di destûra bingehîn de dihat vegotin. Piştî ragihandina mutebeqetê her kes li benda gavavêtinê bû. Lê Erdogan ev mutebeqet înkar kir. 
 
ÊRIŞ 
 
Bi vê daxuyaniya Erdogan re hevdîtinên di 3’yê çileya 2013’an de dest pê kirin, di 5’ê nîsana 2015’an de hatin bidawîkirin. Bi bidawîbûna hevdîtinan re AKP dîsa vegeriya kodên xwe yên berê. Di vê pêvajoyê de li gelek bajaran bombe hatin teqandin. Di pêvajoya ber bi hilbijartinên 7’ê hezîrana 2015’an de li dijî avahiyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Edene û Mêrsînê êrişên bombeyî hatin lidarxistin. Her wiha di 5’ê hezîrana 2015’an de li dijî mitînga partiyê ya li Amedê êrişa bombeyî hate kirin. 
 
AKP a ku di hilbijartinên 7’ê hezîranê de encama dixwest bi dest nexist, konsepta şer xist meriyetê û biryar da ku hilbijartin jinûve were lidarxistin. Hilbijartin di 1’ê mijdarê de dîsa hate lidarxistin. Beriya wê jî di 22’yê tîrmeha 2015’an de li Pirsûs a Rihayê bombe hate teqandin û 33 ciwan hatin qetilkirin. Di 22’yê tîrmehê de jî li Serêkaniyê ya Rihayê du polîs hatin kuştin û AKP’ê bi vê hincetê, di 24’ê tîrmeha 2015’an de bi balafirên şer êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê kir. Kesên di çarçoveya bûyera weke hinceta bidawîkirina pêvajoyê hatibû nîşandan hatin girtin, hatin berdan lê bûyer nehat ronîkirin. 
 
PLANA TÊKBIRINÊ 
 
Derket holê ku di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) a di 30’ê cotmeha 2014’an de AKP’ê “Plana Têkbirinê” ya ji 10 xalan pêk dihat amade kiriye û xistiye meriyetê. Di çarçoveya vê planê de parêzbendiyên gelek parlamenterên HDP’ê hatin betalkirin û hatin girtin. Her wiha li şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) qeyûm hatin tayînkirin û hevşaredar hatin girtin. Li gelek bajarên Kurdistanê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Bi sedan kes hatin qetilkirin û bi dehhezaran kes hatin koçberkirin. 
 
PEYAMA ABDULLAH OCALAN 
 
Piştî pêvajo bi dawî bû, sepanên OHAL’ê careke din li bajarên bakurê Kurdistanê ketin meriyetê. Bi referandûma sala 2017’an ve êdî derbasî “Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê” kete meriyetê û bi vê yekê re zextên li ser gel jî zêdetir bûn. Tecrîda li Îmraliyê bêhtir giran bû. Hevdîtinên Abdullah Ocalan ên bi malbat û parêzeran re hatin astengkirin. Ji ber rewşa agahînegirtina ji Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de greva birçîbûnê hate destpêkirin. Çalakî li tevahiya girtîgehan belav bû. Ji ber zexta raya giştî, piştî 8 salan di sala 2019’an de cara ewil parêzer çûn Îmraliyê û 5 hevdîtin li dar xistin. Abdullah Ocalan, helwesta xwe ya di mijara aştî û çareseriyê de domand û di hevdîtina 2’yê gulana 2019’an a bi parêzeran re de got ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hewcehî bi lihevkirineke civakî û muzakereyên demokratîk heye. Abdullah Ocalan, ev peyam da raya giştî; “Helwesta me ya li Îmraliyê ew e ku helwesta xwe ya di Danezana Newroza 2013’an de bêhtir kûr bikin û zelaltir bikin û bi biryardarî didomînin. Ji bo me aştiyeke birûmet û çareseriya siyaseta demokratîk sereke ye.” 
 
Abdullah Ocalan, di hevdîtina dawî ya bi parêzerên xwe re ya di 7’ê tebaxa 2019’an de jî diyar kir ku ji bo çareseriyê amade ye û ev tişt anî ziman: “Ez hewl didim ji bo kurdan cih vekim, werin em pirsgirêka kurd çareser bikin. Em dibêjim ku dikarim di nava hefteyekê de rewşa pevçûnan û îxtîmala wê ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez ji xwe bawerim, ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet û aqilê dewletê jî tişta pêwîst bike.” 
 
HEVDÎTINA TELEFONÊ YA DI NÎVIYÊ DE HATIYE QUTKIRIN 
 
Piştî vê dîrokê, li Îmraliyê tecrîda girankirî kete meriyetê. Piştî zêdebûna fikarên di raya giştî de, birayê Abdullah Ocalan di 25’ê adara 2021’ê de li ser telefonê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Abdullah Ocalan bertek nîşanî şêweyê hevdîtinê û astengkirina hevdîtina bi parêzeran re da û ev hişyarî kir: “Gelo dê ev pirsgirêk di demên pêş de çawa be? Ev pirsgirêka tenê dikare bi rêya hiqûqê were çareserkirin. Heke hevdîtinek were kirin, divê ev bi parêzeran re be. Ji ber ku ev rewş hem rewşeke siyasî hem jî hiqûqî ye.” Piştre jî telefon di niviyê de hate qutkirin. 
 
Ji bo rakirina tecrîda mutleq a li Îmraliyê, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserî cîhanê kampanya hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li bajarên Kurdistanê û li gelek navendên cîhanê bi milyonan kesan çalakî û xwepêşandan li dar xistin. Kesayetên navdar ên cîhanê û yên Xelata Nobelê wergirtin tev li vê kampanyayê bûn. 
 
Dema kampanya didomiya, Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî di 2’yê cotmehê de gaveke balkêş avêt. Bahçelî, silav da Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û parlamenterên DEM Partiyê. 
 
Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya di 22’yê cotmehê de têkildarî tecrîda Abdullah Ocalan li xwe mikûr hat û ji bo “Mafê hêviyê” şertê “tesfiyekirina rêxistinê” danî pêş. 
 
HEVDÎTINA PIŞTÎ 43 MEHAN
 
Ji Abdullah Ocalan 43 mehan agahî nedihatin girtin û piştî 43 mehan, biraziyê Abdullah û Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan di 23’yê cotmehê de li Îmraliyê hevdîtin kir. Omer Ocalan têkildarî hevdîtinê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal peyam parve kir. Omer Ocalan got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Tecrîd didome. Heke şert û merc ava bibin, ez xwedî wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoya pevçûn û tundiyê veguhêzim ser bingeheke hiqûqî û siyasî.” 
 
Her wiha Erdogan jî piştgirî da gotinên Bahçelî. Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan, di axaftina xwe ya di 30’ê cotmehê de xwedî li gotinên Bahçelî derket û ev tişt anî ziman: “Muxatabê me yê esasî, birayên me yên kurd bi xwe ne.” 
 
ÊRIŞ Û QEYÛM
 
Lê belê di serdemeke ku nîqaşên behsa xeberê dihatin kirin de dewleta tirk careke din êrişî Herêma Federe ya Kurdistanê û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Demekî kin piştre jî Şaredarê Esenyurt a Stenbolê Ahmet Ozer ku bi rêbaza “Lihevkirina Bajar” hatibû hilbijartin, girt û li şûna wî qeyûm tayînnkir. 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

22/04/2025
09:48 Tevî biryara AYM'ê jî nayê berdan
09:26 Li Bazara Şivanan bazarî dest pê kir
09:03 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî girtîgehên wekî bîran didome
09:02 Berdana girtiyê nexweş 6 mehan hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 22'Ê NÎSANA 2025
21/04/2025
23:13 Girtiya nexweş Ozge Ozbek ji bo dermankirinê hat tehliyekirin
22:58 Ji Omer Çelîk daxuyaniya der barê 'pêvajoyê' de: Dibe ku di vê mehê de geşedanên nû çêbibin
20:47 Ji Abdullah Ocalan ji bo Onder peyam
16:21 Ji bo Dayika Aştiyê Sakîne Arat mewlûd hate dayin
16:11 DEM Partiyê têkildarî Ahmet Turk daxuyanî da
15:50 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
14:56 Rojnamegera polîsên gef lê xwar serî li ÎHD’ê da
13:54 Şandeya HDK, DBP û DEM Partiyê li Hewlêrê ye
13:49 Parêzeran bertek nîşanî girtina Kozagaçli dan
13:23 Xelk naxwaze li mêrgên Amedê GES bên çêkirin
12:06 Bijîşkên Onder: Metirsiya li ser jiyana wî didome
12:05 Papa Francis jiyana xwe ji dest da
12:02 Lêgerîna tazî ya li dijî xizmên girtiyan ji Wezareta Dadê pirs kir
11:44 Li Xakûrkê teqîn: 3 cerdevan birîndar bûn
11:02 Xwebûn bi manşeta ‘Em ji hêza xwe bawer in’ derket
10:48 Ekrem Îmamoglû dê ji ber ‘dîplomayê’ îfadeyê bide
10:27 Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin
10:20 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
09:55 Çavê girtî Boltan nabîne, destê wî tune ye: Tevî biryara DMME’yê jî nayê berdan
09:18 'Cotkar li ber tunebûnê ne, bila zirara wan were tenzîmkirin'
09:05 Ji bo girtiyê nexweş serî li wezaretê hate dayin
09:04 Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin
09:02 'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’
09:01 Kuçukbalaban: Ji bo Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet bi kar bînin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN
20/04/2025
17:00 Hewldana 78’iyan: Em piştgiriyê didin hemû geşedanên aştiyê esas digirin
16:37 Xelkê Suryan Cejna Paskalyayê pîroz kir
16:37 Ji bo girtiyê nexweş Çam banga berdanê hate kirin
16:14 Serdanên ji bo nexweşxaneya Onder lê tedawî dibe didomin
15:58 Zozanên Hesendînê îcar jî ji bo baregeha leşkerî tê talankirin
15:24 ‘Daxwaza me ya ji bo azadiya birêz Ocalan dê neguhere’
15:24 Jinan li Amedê şitil danîn
14:40 DEM Partî: Serokwekîlên Koma me dê bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin
13:55 Hevşaredar li Serhedê civiyan: Di rojevê de xebat û bang hene
13:16 Artêşa tirk di du rojan de 358 caran êriş kir
13:16 Li Sûrê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
13:15 Li Seyhanê êrişî avahiya DEM Partiyê hate kirin
12:49 Li Miksê cerdevanekî kesek kuşt
12:49 Operasyona ‘ewlehiyê’ ya li Kampa Holê di roja 3’yemîn de didome
11:10 Ji DEM Partiyê peyama Cejna Paskalyayê
10:47 Îlham Ehmed: Divê partiyên Kurd bibin yek û mafên Kurdan misoger bikin
10:25 Unsal: Divê Tirkiye pêdiviyên banga Ocalan cîbicî bike
09:52 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:50 Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve
09:49 DSÎ ava gundiyan difiroşe gundiyan
09:25 Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin
09:04 Newala Tekoranê bi xemla xwe geştiyaran mest dike
09:01 Kesên xizmên xwe di pevçûnê de winda kirine: Ji bo aştiyê divê gav bên avêtin
09:00 ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2025’AN
19/04/2025
16:22 Ji bo rawestandina darvekirina 85 Belucan banga lezgîn
16:16 Bi girseyî beşdarî şîna Ûçûkan û Dala bûn
16:10 Rewşa girtiyê nexweş Çam di xetereyê de ye
15:27 Li Êlihê hevdîtina jinan: Wê ‘Jin, jiyan, azadî’ bi ser bikeve
15:08 Rejîma Îranê 5 sal cezayê girtîgehê li mamostaya zimanê kurdî birî
14:33 Li aqûbeta Yedîgolê ku 44 sal berê hat windakirin hat pirsin
14:20 Xizmên windayan: Bila rastî derkevin holê, kiryar bên darizandin
13:13 Di operasyona li Kampa Holê de 16 DAÎŞ’î hatin girtin
12:35 Li Îtalyayê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:44 Mirina biguman a Rojîn Kabaîşê: Parêzer dê hevdîtinê bi dozger re bikin
09:30 Îhaleya li dijî mewzûatê ya qeyûm hat betalkirin
09:09 Rêwîtiya koçeran a ber bi Qerejdaxê dest pê kir
09:04 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 640 roj in di çalakiyê de ne: Divê pergala Îmraliyê bê hilweşandin
09:02 ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2025'AN
18/04/2025
18:59 Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyê
16:26 Ayşegul Dogan: Xetere didome, lê em bi hêvî ne
16:17 Civînên cotkaran ên li Agiriyê dewam dikin
16:04 Ji girtiyên Doza Kobanê peyam ji bo Onder: Dilê me bi te re ye
16:02 Rêxistinên hiqûqê girtina Kozagaçli protesto kirin
15:53 Li dijî binçavkirinên li Belucistanê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin
15:48 Li Wanê di êrişa çekdarî de kesek hate kuştin
15:42 Doza bi daxwaza betalkirina biryara tayînkirina qeyûm hat lidarxistin
14:38 Sendîka û rêxistinên pîşeyî: Di 1’ê Gulanê de em li Kadikoyê ne
14:12 Tevî agirbestê jî êrişên Tirkiyeyê didomin
14:07 Hikûmeta Alman firotina balafiran şer a ji Tirkiyeyê re veto kir
13:26 Bi ser gundên Belucan de hat girtin: Kesek hat kuştin, 18 kes hatin binçavkirin
13:22 Li Kampa Holê operasyona ewlehiyê hate destpêkirin
13:06 Îdama Heydaranlu hate taloqkirin lê nehiştin bi malbatê re hevdîtinê bike
12:58 Doza Reşît Kîbar ji ber eywan biçûk bû hate taloqkirin
11:52 Di doza çalakiyên Saraçhaneyê de dosyayên rojnamegeran hatin cudakirin
11:47 Girtiyê nexweş Çam: Ger wiha bidome ez ê nekarim sax ji vir derkevim
11:10 Çawişê pispor ê hat tehliyekirin gef li malbatê xwar
10:50 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:28 HDK dê ‘Hevdîtinên Civaka Demokratîk’ li dar bixe
10:25 Alî Onder: Kekê min bi destê keça xwe girt
10:08 Nexweşxaneyê ji bo Onder got: Rewşa wî neguheriye, metirsiya jiyanî didome
09:50 Rewşa girtiyên nexweş birayên hev Nebîoglû nebaş e: Nikarin di girtîgehê de bimînin
09:49 Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê tê avakirin
09:03 Ayşe Mînaz a TJA'yî: Jinên kurd dibin hedefa hemû mekanîzmayan
09:02 Li Şirnexê semînera 'bibe îtirafkar': Dê malbat gilî bikin
09:00 Ji AYM'ê ji bo 'cezayê protestoya Efrînê' biryara binpêkirinê
09:00 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2025’AN
17/04/2025
16:26 Selçûk Kozagaçli hate girtin
16:07 Rejîma Îranê li 7 jinên hunermend stran qedexe kir
16:03 Bakirhan: Hêvîdarim ev piştevanî bi xwedîderketina li têkoşîna aştiyê bidome
15:53 Dayikên Aştiyê çûn serdana Onder