Bakirhan: Ocalan dixwaze mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin

  • rojane
  • 11:08 2 Mijdar 2024
  • |

AMED - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê li Amedê tev li civîna gel bû, îşaret bi çareseriya pirsgirêka kurd kir û wiha got: “Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê civîna gel li dar xist. Gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdarî civînê bûn.
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan ê di civînê de axivî, îşaret kir ku pergala kapîtalîst din ava krîzeke mezin de ye. Bakirhan bal kişand ku hewl tê dayîn krîza heyî bi şer û tundiyê were derbasklirin û da zanîn ku navenda şer jî Rojhilata Navîn û Kurdistan e. Bakirhan ê got ku “em hem ji şer û pevçûna li Rojhilata Navîn re hem jî ji desthilat û muxalefeta li Tirkiyeyê re fikriyateke weke rêya sêyemîn pêşniyar dikin” û destnîşan kir ku meseleya welat a herî mezin pirsgirêka kurd e. 
 
Bakirhan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em niha ji kesên welat bi rê ve dibin re dipirsin, welat weke ku hûn dibêjin bi ewle ye? Divê em rûnin û li ser vê nîqaşan bikin. Tu welatên ku pirsgirêka xwe bi xwe çareser bikin nayê lîstika hêzên hegemon ên navneteweyî. Wê pirsgirêka ewlehiyê ya welatekî ku aştiya xwe ya navxweyî û civakî pêk anîye nebe. Welatên ku pirsgirêka wan a ewlehiyê hene welatên ku di nava xwe de pirsgirêkan dijîne. Ji ber wê yekê li pêşiya Tirkiyeyê firsendên dîrokî hene. Divê têkiliyên kurdan û tirkan ji roja ku tirk ketine Anatoliyayê heta niha bên lêkolînkirin. Têkiliyên ku tirkan bi kurdan re li ser hîmê bingehîn ê rast ava kirine, di dîrokê de her tim rê li ber serketinên nû û destpêka pêvajoyên nû vekirine. Heke em ji Milazgirê heta şere Serxwebûnê li dîrokê binêrin, têkiliyên bi kurdan re ku li ser bingeheke rast ava bûne her tim bi başiya gel û baweriyan encam bûne. Lê hinekan ev ne dîtine naxwazin bibînin. Têkiliyên dîrokî yên kurdan û tirkan kirine amûrên desthilata xwe. Lê ji niha û şunde an dê di rojên pêşiya me de van têkiliyan qebûl nekin an jî dê di bingeheke demokratîk de têkiliyên kurdan û tirkan bikin wesîleya bingeheke jinûve.
 
PEYAMA OCALAN DA 
 
Em li ku ne? Em li vir in, di vê mijarê de tu caran fikrên me nehatin guherîn. Em têkiliyên kurdan û tirkan ên li ser bingeheke demokratîk diparêzin û piştevaniya wê dikin. Di demekî nêz de ji bo vê yekê firsendên dîrokî derketin holê. Piştî ku wekîlê me Omer Ocalan bi birêz Ocalan ê 44 meh bûn hevdîtina wî ya bi malbatê û parêzeran re dihate astengkirin hevdîtin kir, di gelek beşên civakê de hêviyek ava bû. Mirovên bi awayekî neyînî li kurdan dinêrîn piştî hevdîtinê gotin bila ev mesele bi awayekî were çareserkirin, bingeheke wê ya girîng heye. Belê birêz Ocalan gotineke gelek zelal got. Got ku ‘Heke şert û merc çêbibin ez xwediyê wê hêza teorîk û pratîk im ku vê pêvajoyê ji bingeha şer û tundiyê veguhêzim bingeha hiqûqî û siyasî. Ez amade me ku tevkariyê bikim û ji xwe bawer im’. Em jî dibêjin ku şansekî zêde derket holê. Birêz Ocalan dixwaze ev mesele bi diyalog û muzakereyê were çareserkirin. Partiya ku wî avakiriye KCK’ê jî daxuyanî dan û îşaret bi birêz Ocalan kirin. 
 
Hevalên hêja niha hêj tu pêvajo nînin. Dema em hin qenalan vedikin maşalah her tiştî diaxivin, li cihên ku em lê nînin çareser dikin. Li Tirkiyeyê kevneşopiyeke wiha heye. Bi nîqaşên ku muxatabên wan nînin pirsgirêk tên nîqaşkirin. Muxatab bi xwe nîne, gotina wî nîne lê hinek gelek caran li ser şiroveyan dikin. Hêj di asta nîqaşê de ye. Dê veguhere pêvajoyekê em ji vê zêde ne piştrast in. Li hemberî me desthilatek û hevkarên wê hene. Bawer bikin em jî nizanin çiqas ji dil in û dê vê meseleyê bi diyalogê çareser bikin an na.”
 
DEM PARTÎ JI BO PÊŞXISTINA BINGEHA MIZAKEREYÊ HEYE
 
Berovajî çapemeniyê dîplomasiyeke veşartî tune ye, hevdîtinek tune ye.  Em hewl didin girêdayî çapemeniyê û gotinên akrorên deshilatdariyê û yên girêdayî wê nirxandinekê bikin. Em niha li ku ne? Em bi dil û can dixwazin ku ev nîqaş veguherin pêvajoyekê. Em ji bo mizakereyê hene, DEM Partî ji bo dîyalogan amade ye û ji bo pêşxistina bingeha mizakereyê heye.  DEM Partî bi hemû hilbijêr û rêxistina xwe tiştên hêvîdêr yên herî biçûk jî dinirxîne.  Ji ber vê yekê divê em van nîqaşan ji nêz ve bişopînin. Tiştên ku em îro li vir bi we re parve dikin, divê hûn jî bi gelê me û gelên din re parve bikin. Divê welatî şaş neyên agahdarkirin. Divê welatî hem ji çapemeniya desthilatdariyê û hem jî ji nîqaşên neteweperst û nijadperest bi bandor nebin. Em ê herin û bi gelan û kedkaran re hevdîtinan pêk bînin. Em ê bi her kesî re hevdîtinan pêk bînin û sekna partiya xwe ya têkildarî vê mijarê nîşan bidin. 
 
EM Ê RÊXISTINA XWE MEZINTIR BIKIN
 
Potansıyeleke me ya mezin heye û ger em vê potansiyela xwe bi awayekî rast birêxistin bikin û bixin meriyetê wê demê tu wateya kesên ku van nîqaşan bi rê ve dibin û awayê nîrîna wan a ji mijara berbehs re namîne. Bi rastî jî ger em kesên dildarên çareserkirina vê mijarê baş birêxistin bikin, tu pergal nikare li pêşiya vê daxwazê bibe asteng.  Divê em vê aştiyê di nava civakê de belav bikin. Yên aşitiyê pêk bînin gelên Tirkiyeyê, kesên li vê salonê ne û kesên li vê salonê yên ku wê xwe bigihînin milyonan in.  Ji ber vê yekê hewce ye mijara berbehs veguhere pêvajoyekê lê belê li holê pêvajoyek tune ye.  Tişta ku vê pêvajoyê biafirîne hêza me bi xwe û birêxistinbûna me ye. Hêza we bi qasî gotin û rêxistina we ye.  Ger rêxistina we bi hêz nebe, tu qîmeta gotina we jî nabe. Her çend gotina we rast jî e tu qîmeta wê nabe. Mixabin ku di roja me ya îroyîn de û li seranserê cîhanê siyaset bi vî rengî ye. Ji ber vê yekê em ê birêxistinbûna xwe mezintir û bihêztir bikin.  Em ê tifaqên xwe pêş bixin û bi her kesên aligirên aştiyê re hevdîtinan pêk bînin. 
 
DIVÊ DI NAVA CIVAKÊ DE AŞITÎ WERE BELAVKIRIN
 
Aşıtî tişteke wisa ye ku her kesî eleqedar dike. Hemû gelên ki Tirkiyeyê eleqedar dike. Herî zêde jî jin û ciwanan eleqedar dike.  Madem aşitî her kesî eleqedar dike, wê demê divê birêxistinbûna me li seranserê Tirkiyeyê be. Piraniya kedkaran xizan in, hatine cihêkirin, keda wan tê îstîsmarkirin û nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Memleket ne demokratîk e û azadî tên binpêkirin. Ji ber vê yekê beşeke mezin heye ku em têkildarî vê meseleyê bi wan rehevdîtinan pêk bînin.  Ji ber wê yekê berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên we.  Divê em meseleya ku aşitî ji bo her kesî baş e ragihînin li her derê û bikin daxwaza her kesî ya hevpar. Ev yek mijara me ya sereke ye.  Yek ji sedema girîng ya kombûna me ya îro ev e.  Hûn daxilî vê yekê bibin, hûnê ragihînin û hûn ê birêxistin bikin. Bi vî awayî em dikarin van nîqaşan veguherînin pêvajoyekê.  Berovajî vê yekê ger em bibêjin ku pêvajoyeke xemsar heye û bi veşartî tê meşandin, em ê bi rewşa pêvajoya çareseriyê re ya di salên 2013-15’an de rû bi rû bîmînin.  Em ê bi darê dewletê û dadgehan re rû bi rû bimînin.  Pergalan tu caran ji bo ku wan bi xwe xwestiye, serî li çareseriyê nedane. Hemû caran di çarçoveya daxwazên sazî, civak û gelan de pêk hatiye.
  
DEWLET LI KU DISEKINE?
 
Hemû avaniya me ya rêxistinî li vê salonê ye, em ê gelekî hewl bidin. Niyeta dewletê baş jî be, xirab jî be em ê ji bo pêkanîna aştiyê hewl bidin.  Birêz Ocalan ev yek bi awayekî zelal anî ziman ku tiştekî ji vê qîmettir jî tune ye. Birêz Ocalan got ku kerem bikin, bingeha hiqûqî û siyasî pêk bînin, ez amade me. Wê demê em dibêjin jî dibêjin ku Birêz Ocalan dibêje ku ger bingeh were avakirin; ‘Ez amade me’ wê demê kerem bikin wê bingehê ava bikin, werin em ava bikin.  Bawer bikin ku em nizanin bê ka aqilê dewletê û desthilatdarî têkildarî vê yekê li ku disekine, lê belê em ê bersiva vê yekê di rojên pêş de hîn bibin. 
 
ÇARESERÎ GIRÊDAYÎ GELAN E
 
Li aliyekî ev nîqaş hene û li aliyekî jî zilm, krîza aborî, qirkirina jin û xwezayê û pirsgirêkên ciwanan berdewam dikin. Her roj ciwan bi talûkeya tiryakê re rû bi rû ne û roj nîne ku jin nayên qetilkirin. Roj nîne ku xweza neyê talankirin.  Em ê li aliyekî hewl bidin ku ev nîqaş veguherin pêvajoyekê û li aliyekî jî têkoşîn û berxwedana xwe ya heya niha bidomînin.  Li ku grevek û neheqiyek hebe em ê li wir bin û polîtîkayên desthilatdariyê rexne bikin. Em ê li rex kesên tên qetilkirin bin. Em ê li hemberî van bêhiqûqî û neheqiyan ji hemû gavan bêtir li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê em daxwaz dikin ku bêyî xemsarî, ji bo ku ev nîqaş veguhere pêvajo û aştiyeke civakî em bizanibin ku aktorên sereke gel bi xwe ne.
    
JI ÇARESERIYÊ RE ERÊ, JI TASFIYEYÊ RE NA
 
Ev pêvajo, pêvajoyeke gelekî girîng e. Di vê pêvajoyê de zêdetir daxuyaniyên saziyên me yên rayedar gelekî girîng in.  Divê ev pêvajo ji nêz ve were şopandin.  Bi kurtasî ez dikarim bibêjim ku em ji bo çareseriyê amade ne. Lê belê bila tu kes vê pêvajoyê di çarçoveya bidestxistina meqam û desthilatdariyê de pênase neke. Ji pêvajoyê re erê lê belê ji tasfiyeyê re na. Ger bi rastî jî jiyaneke birûmet pêk were, Tirkiye demokratîk bibe em ji bo çareseriyê  amade ne.  Bila tu kes hêviyên xwe ji dest nede, em bi hêz in û me serî netewandiye. Me têkoşîna xwe heya îro aniye.  Di van pevçûnên 40 salî de her kesî bedêl daye.  Yên ku wê encamekê bi dest bixin, ew kes in ku bedêl û ked dane.’’ 
 
Piştî axaftinan civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
 

Sernavên din

25/04/2025
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne