Li Stockholm û Malmoyê çalakî: Serkeftin nêzîk e, em têkoşînê mezin bikin

  • cîhan
  • 21:14 2 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di mîtîng û meşên li Stockholm û Malmoyê de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê perspektîfan berpêş dike û wiha hat gotin: "Em nêzî serketinê ne, werin em têkoşînê mezin bikin." 

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî“ de Kurdistanî û dostên wan li paytexta Swêd Stockholm û bajarê Malmoyê meş û mîtîng li dar xistin.
 
STOCKHOLM
 
Çalakgerên li meydana Norrabantorget a paytext Stockholmê li hev civiyan. Çalakiya ku bi pêşengiya NÇDK-Swîsre û Meclîsa Jinan a Amarayê pêk hat, tevî hewaya sar jî bi tevlîbûneke xurt ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de silavkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a bi rêya biraziyê xwe Omer Ocalan rê kiribû bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin; timî dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" hatin berzkirin.
 
‘PLANÊN TASFIYEYÊ BI BERXWEDANÊ HATIN ASTENGKIRIN’
 
Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal piştre mafê axaftinê girt û hevdîtina Abdullah Ocalan a bi biraziyê xwe re li Îmraliyê pêk anî bi bîr xist. Kartal amaje bi vê yekê kir ku tecrîd nehatiye şikandin û got, "Tevî her tiştî jî agahîgirtina ji Rêber Apo girîng e." Kartal da zanîn ku tecrîd didome, lê hevdîtin bi saya berxwedana gel pêk hatiye. Kartal destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo tasfiyekirina têkoşîna azadiyê hemû hêza xwe bi kar anî û destnîşan kir ku planên tasfiyeyê bi berxwedanê hatin astengkirin.
 
Remzî Kartal bal kişand ser Şerê Cîhanê yê 3’yemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e, Remzî Kartal destnîşan kir ku Kurd di Şerê Cîhanê yê Yekem de ne amade bûn, lê rêxistinyina kurdan di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de dewleta tirk tirsand. Kartal anî ziman ku dibe ku helwesta dewleta tirk a xapandinê be û bi bîr xist ku bi hinceta cezayê dîsîplînê îro bi hevdîtina malbatê re qedexe kirin.
 
'EM PIR NÊZÎ SERKEFTINÊ NE'
 
Kartal bal kişand ser serpêhatî û ezmûna Tevgera Azadiyê û got, "Tevgera azadiyê nayê xapandin." Di dawiyê de Kartal da zanîn ku Kurd gelekî nêzî serkeftinê bûne û banga mezinkirina têkoşînê kir.
 
Piştî axaftinan girse li kolanên herî qelebalix ên Stockholmê bi berzkirina dirûşmeyan meşiyan. Gelê Stockholmê eleqeyeke mezin nîşanî meşê dan, ciwanan broşur belav kirin û der barê tecrîdê de agahî hatin dayîn. Piştî meşa 3 kîlometreyî girse gihîşte ber meclîsê.
 
Li vir li ser navê Serokê Şaxa Ciwanan a Partiya Çep Dûrî Korsman, ji Komîteya Rojava Nîsse, ji Partiya Komunîst a Şoreşger Walter û Anarşîstên Afganî-Îranî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava û fikrên Abdullah Ocalan çiqasî girîng in û peyamên azadiyê ji bo Ocalan hatin dayîn.
 
MALMO
 
Bi dehan Kurdistanî ji bo evlî mîtînga ji bo azadiya Abdullah Ocalan li Malmoyê bibin li ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li bajarê Herlev ê Danîmarkayê li hev civiyan û ber bi Malmoyê ve derketin rê.Bi sedan Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku li Malmoyê hat lidarxistin bûn.
 
Di mîtîngê de gelek axaftin hatin kirin. Çend xalên ji axaftinan wiha ne:
 
“Rêber Apo tekane mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd û kaosa li Rojhilata Navîn e. Divê her kes li Kurdistan û Rojhilata Navîn li hemberî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berpirsyariya xwe bi cih bîne. Ji ber ku di şexsê Rêber Apo de her kesê ku ji xwe re dibêje Kurd, mirov, demokrat û sosyalîst tê darizandin.
 
Rêber Apo ku li girava Îmraliyê dîl tê girtin, tevî hemû pêkanînên dijmirovî û êşkenceyên psîkolojîk ên dewleta Tirk a faşîst, perspektîfên çareseriya pirsgirêka Kurd pêşkêşî gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Kurdistanê dike. Parastina Rêber Apo parastina mirovahiyê ye. Parastina Rêber Apo parastina xwe, parastina şehîdan û parastina hemû nirxên afirandinê ye. Divê her kes ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û ji holê rakirina kaosa Rojhilata Navîn berpirsyariyê bigire ser milê xwe.”
 
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên beşdarî mîtîngê bûn bênavber dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ji Serok Apo re azadî, ji Kurdistan re statu", "Bijî tekoşîna gelê Kurd" û "Bimre Fasîzma AKP-MHP'ê" berz kirin.

Sernavên din

25/04/2025
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne