Esenyûrtiyan bertek nîşanî qeyûm dan: Bêhiqûqîtî û bêedaletî ye

  • rojane
  • 09:00 3 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Şêniyên navçeya Esenyûrtê ku bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyûrtê dan, diyar kirin ku divê gel li dijî qeyûm hîn bêhtir li ber xwe bide. 

Ahmet Ozer ê ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê adarê de li navçeya Esenyûrtê ya Stenbolê bi "lihevkirina bajêr" wekî şaredar hat hilbijartin, di 30'yê cotmehê de hatibû binçavkirin. Li şûna Ozer, Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy wekî qeyûm hat tayînkirin. Şaredariya Esenyûrtê navçeya herî mezin a Tirkiyeyê ye. Di heman demê de piştî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, şaredariya budçeya wê herî zêde ya Stenbolê ye. Di heman demê de bi nifûsa xwe piranî jê kurd û koçber in, balê dikişîne. Şêniyên navçeyê bertek nîşanî girtina Ozer û tayînkirina qeyûm dan. 
 
‘EZ JI AMASYAYÊ ME LÊ LI PIŞT AHMET OZER IM'
 
Alî Emîrel diyar kir ku gelê Esenyûrtê bertekên xwe bi çûna mitînga li dijî qeyûm nîşan daye û got: “Dema ku welat di vê rewşê de be û zarok li nexweşxaneyan bên qetilkirin, ji bo guhertina rojevê çi ji destê wan tê dikin. Em heta dawiyê bi Ahmet Ozer re ne. Ez ji Amasyayê me. Ez muameleya ku ji aliyê polîsan ve li me tê kirin bi tundî şermezar dikim. Ez ji bo vîna xwe çûm mîtîngê, lê tu tişt nema ku polîsan ne anî serê me." 
 
CHP'Ê REXNE KIR: BILA LI DIJÎ QEYÛM LI BER XWE BIDIN
 
Yakûp Mandûz diyar kir ku desthilatê her tiştê ku xwest kiriye û bertek nîşanî vê bêdengiyê da û got: “Wekî gel me duh jî ew li Esenyurtê dîtin îro jî. Tê talankirin û wêrankirin. Yên li ser bêdeng dimînin. Ez li vir bi taybetî CHP’ê sûcdar dikim. Divê CHP di vê mijarê de tevbigere. Divê ew bêdeng nemîne. Divê li dijî qeyûman li ber xwe bide. Ji sedî 50'yê wê be, ji sedî 50'yê din jî yê CHP'ê ye. Çima CHP di vê mijarê de bêdeng dimîne? Li Meydana Esenyûrtê tu ji kê bipirsî heya ber dev tije bûye. Yên desthilatdar çi dixwazin digirin, kê dixwazin îşkence dikin, kê dixwazin dixin zindanan. Vê carê jî gel dibe sûcdar. Ger pêşengiya gel bê kirin, dikarin gelek tiştan bikin. Lê pêşeng tune. Wan mînak e. Li Wanê gelek hewl dan, lê nekarîn bi dest bixin. Ji ber ku gelê Wanê berxwedaneke mezin nîşan da. Ew berxwedêr bû û şaredariya xwe bi dest xist." 
 
Îbrahîm Ozgokçe anî ziman ku ew bi Ozer re ne û neheqiya li wî hatiye kirin li hemû gelê Esenyûrtê hatiye kirin. Ozgokçe diyar kir ku gelên bira wê her tim bi Ozer re bin û got: “Dê duayên me her tim pê re bin. Em hildibijêrin û ew di cî de êriş dikin."
 
Ekrem Ozer ê ku di hilbijartinan de dengê xwe daye Ahmet Ozer jî diyar kir ku qeyûm pêkanîneke li dijî demokrasiyê ye û polîtîkayeke ne exlaqî ye. Ozer diyar kir ku tayînkirina qeyûm û girtina Ozer bi operasyona ferasetê pêk hatiye û got: “Ev polîtîkaya tirsandinê ye. Tu kêmasî û pêkanînên şaş ên birêz şaredar nînin. Ji ber ku helwêsteke wî ya bi armanca eşkerekirina rûyê qirêj yê siyasetê hebû, tiştekî bi vî rengî anîn serê şaredar. Karên wî yên pir xweş hebûn. Bi pergaleke rêveberiyê ku li cîhanê bibe mînak, dest bi rêveberiya navçeya Esenyûrtê kir. Ez tayinkirina qeyûm şermezar dikim." 
 
‘EM QEBÛL NAKIN'
 
Akîf Yilmaz diyar kir ku qeyûm neheqî, bêhiqûqî û bêedaletî ye û got: “Em wek gelê Esenyûrtê vê bêhiqûqiya ku li Ozer tê kirin qebûl nakin. Ji ber ku kurd bû qeyûm tayîn kirin. Em wekî gel li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Şaredarekî ku ji aliyê gel ve dihat hezkirin. Bi her kesî re, hem ciwan û hem jî mezin, hem dost û hem jî heval bû. Em bêsebr li benda wî ne." 
 

Sernavên din

25/04/2025
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin
14:36 Li Amedê bernameya Roja Rojnamegerên Kurd
14:28 Li gelek bajaran starta 'Aştî û Civaka Demokratîk'
14:14 Hevşaredar Şedal û Zeydan beraet kirin
14:06 Qedexeya derketina derveyê welat a rojnameger Gok dîsa nehat rakirin
13:52 10'emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê dike
13:11 DEM Partiyê têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd daxuyanî da
13:03 Ji bo tayînkirina qeyûmê li şaredariya Şîşliyê betal bibe doz vekirin
13:03 Girtiyê nexweş Çam ku krîza dil derbas kir dîsa şandin girtîgehê
13:02 Cenazeyê Çelîk piştî 6 salan dan malbatê
12:45 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Divê geşedanên ku pêvajoyê bileztir bikin hebin
12:24 Di doza Nîmet Tanrikûlû de taloqkirina 'yek kirina' dozê
12:18 Girtî Uysal: Em birin hucreya yek kesî
12:13 Li Tişrînê alî nêzî lihevkirinê ne
11:48 Li Wanê mirina bi guman a jinekê
11:46 Dixwazin kana madenê mezintir bikin
11:45 Mazlûm Ebdî: Konferansa Neteweyî wê di 26 'ê Nîsanê de were lidarxistin
11:33 Li Balikesirê mirina bi guman a jinekê
11:33 Ji parêzeran ji bo Îmraliyê serlêdan
11:24 Roja Rojnamegerên Kurd: Em mîrateya berxwedana 127 salan in
11:22 Li Hesandinê jiyan di xetereyê de ye
10:59 Welatî ji bo çareseriyê îşaret bi parlamentoyê dikin
10:49 Erdogmûş: Divê têkoşîna aştî û demokrasiye tenê li ser milê Kurdan nemîne
10:40 Ji ber ‘boykotê’ şanoger bi lînçê re rûbirû man
10:19 6 xizmên xwe di pevçûnê de winda kir: Ger dewlet samîmî be divê gav bavêje
09:51 Berwarî: Eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin dê Iraq zirarê bibîne