Bertekên li dijî qeyûman mezin dibin: Em ê rê nedin qeyûman

  • rojane
  • 16:24 4 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Serhedê û navçeya Cizîrê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî hatin lidarxistin û ev peyam hate dayin: “Em ê rê nedin xespa qeyûman.” 

Li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm hatin tayînkirin. Tayînkirina qeyûman li bajarên Serhedê û navçeya Cizîr a Şirnexê bi çalakiyan hate protestokirin. 
 
COLEMÊRG
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Gever a Colemêrgê têkildarî mijarê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê, gelek deverên navçeyê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin. Meclisên Dayikên Aştiyên, Hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizgul û Şoreş Dîrî, endamên meclisa şaredariyê, endamên şaxên ÎHD û OHD’ê yên Colemêrgê û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî xespkirina îradeyê em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hate hilgirtin. 
 
Çalakvan ji rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê heta pêşiya kargeha Zagrosê ya li sûkê meşiyan. Di meşê de dirûşmên “Qeyûm xesp e, em rê nadin qeyûm” û “Bijî berxwedana gelê kurd” hatin berzkirin. Piştî meşê jî Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez axivî. 
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê careke din dirûşmên “Bijî berxwedana gelê kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Qeyûm xesp e, em ê rê nedin xespê” û “Na j xespê re” berz kirin û heta avahiya rêxistinê meşiyan. 
 
ÎDIR
 
Li Îdirê jî bi pêşengtiya DEM Partî, DBP û TJA’yê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî li avahiya DEM Partiyê hate dayin û li gel hevşaerdaran gelek welatî jî tev li bûn. Hevserokê DBP’a Îdirê Mûrat Yerlîkaya di daxuyaniyê de got ku darbeya qeyûm li dijî îradeya gelê kurd hatiye kirin û ew vê xespa qeyûm nas nakink û rê nadin. Yerlîkaya, bang li gel kir ku li dijî vê xespê dengê xwe derxînin. 
 
 AGIRÎ
 
Rêxstinên DBP û DEM Partiyê yên Agiriyê jî li avahiya rêxistinê daxuyanî dan. Hevşaredarên Agiriyê Hazal Aras û Mehmet Akkuş, endamên meclisa giştî ya bajar, endamên meclisa şaredariyê û gelek welatî tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarteke reş a bi kurdî ya “Şaredarî yên me ne, em nahêlin hûn desteser bikin” hate hilgirtin. Girseyê gelek caran dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” berz kir. 
 
Daxuyanî ji hêla Hevserokê DEM Partiyê yê Agiriyê Mehmet Umut Dogruer ve hate xwendin. 
 
DEM Partî, DBP, Dayikên Aştiyê û TJA’yê li navçeya Bazîdê jî li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê li dijî qeyûm li ber xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” hate berzkirin. Metna hevpar ji hêla endamê meclisa şaredariyê Tekîn Keskîn ve hate xwendin. Daxuyanî bi dirûşm û çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû. 
 
 MÛŞ
 
Hevşaredara DEM Partiyê Tûba Sayilgan, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên bajar jî ji bo protestokirina tayînkirina qeyûman li navenda bajar çûn serdana esnafan. Di serdanê de esnafan diyar kirin ku ew qeyûman naxwazin û divê gel xwe bi xwe birêve bibe. 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî çalakî hate lidarxistin. Çalakî li Kolana Hunerê hat lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Şirnexê Abdullah Gungen di çalakiyê de axivî û got ku dîrok xwe dubare dike. Gungen, bang li îktîdarê kir ku ji vê biryara xwe vegere û wiha domand: “Careke din dest danîn ser destkeftiyên gelê kurd. Ev yek xesp û talan e. Lê ji bo azadî û demokrasiyê çi bedel hewce bike em amade ne bidin. Em ê li dijî vê zordestiya wan li ber xwe bidin. Li Rojhilata Navîn her îktîdara zordest neçarê têkçûnê ye. Em ê li hemberî êrişên we serî netewînin. Gelê kurd bihêz e û dê li ber we serî netewîne.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî çalakvanan bi dirûşma “Qeyûm dê hesabên bidin gel” çalakiya rûniştinê li dar xistin. Girseyê, çalakiya xwe bi strana “Batmanê Batmanê” bi dawî kir. 
 
ÇEWLIG 
 
Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Çewligê jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de dovîzên “Dest nede îradeya min” û “ Na ji qirkirinên siyasî re” hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Sepanên qeyûm, darbeyeke siyasî ya li dijî îradeya gel e. Em vê pergala darbekar qebûl nakin û teslîmî zordestiyê nabin. Şaredarî yên gel in, em xespkaran nas nakin.” 
 
DÊRSIM 
 
Li ser Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê gelek welatî hatin gel hev û tayînkirina qeyûman hate protestokirin. Hevşaredarê Dêrsimê Cevdet Konak, Serokê Giştî yê DEDEF’ê Alî Riza Bîlîr, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Dêrsimê û gelek welatî tev li bûn. Çalakvanan ji Sûka Binerd heta Qada Seyîd Riza meş li dar xist. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev”, “Roj dê were dê dewran biguhere AKP dê hesabê bide gel” û “Em ê rê nedin qeyûman” hatin berzkirin. 
 
Li ser navê platformê Serokê EMEP’ê yê Dêrsimê Ergîn Tekîn daxuyanî xwend. Tekîn, diyar kir ku êrişên ji bo tesfiyekirina siyaseta demokratîk a gelê kurd ji sala 1994’an ve didomin û dubareyeke 30 salan a îflaskirî ye. Tekîn, got ku tayînkirina qeyûman, darbeyeke eşkere ya li dijî vîna gel e. 
 
Tekîn, diyar kir ku tayînkirina qeyûman gefeke li ser îradeya siyasî ya hemû gelên Tirkiyeyê ye û xwest ku hemû gelên Tirkiyeyê li dijî xespê têkoşîneke hevpar bimeşînin. 
 
Piştî daxuyaniyê jî çalakiya rûniştinê hate lidarxistin. 
 
RIHA 
 
Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê jî li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Îradeya gel nayê xespkirin, em ê rê nedin qeyûm” hate hilgirtin. Hevserokê OHD’a Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke di daxuyaniyê de got ku qeyûm, darbeyeke li djiî mafê bijartin û hilbijartinê ya gel e. Oyke, tayînkirina qeyûm weke binpêkirineke mezin nirxand û got ku îktîdarê şaredarî xesp kiriye, tercîhên gel tune hesibandiye û xwest ku îktîdar tavilê dev ji hiqûqa cuda ya li dijî gelê kurd berde. Oyke, banga li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî vê neheqiyê dengê xwe derxînin. 
 
‘BIRYAREKE DERHIQÛQÎ YE’
 
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel jî dosyayên bi xwe re anî nîşanî gel da û got ku dosyaya derheqê Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan de hêj biencam nebûye. Oncel, da zanîn ku tu eleqeya lêpirsîna hatiye vekirin jî bi Karayilan re tune ye. Oncel xwest ku biryara tayînkirina qeyûm were betalkirin û got: “Em ê heta dawiyê li dijî vê derhiqûqtiyê bisekinin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî ev tişt anî ziman: “Qeyûm, darbeyeke li dijî îradeya jinan e. Em ê qebûl nekin. Hewl didin bi darê zorê serî bi me bidin tewandin. Me tu caran serî netewand û dê netewînin.” 
 
Daxuyanî bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. Çalakiya gel a li pêşiya şaredariyê jî hêj didome. 

Sernavên din

26/11/2024
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand
13:36 DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serî li wezaretê bide
13:01 Helbestvan û nivîskar jî hatin binçavkirin
12:45 Bakirhan ji îktîdarê re got: Di hewza vala de soberî nayê kirin
12:42 Bahçelî: Em li bendê ne ku di navbera Îmrali û DEM Partiyê de pêwendî çêbibin
11:36 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:19 AKP-MHP’ê destûr neda di balafiran de xizmeta kurdî were kirin
11:03 MKG’ê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û got: Tavilê berdin
10:15 Hozan Diyar: Heta tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe pêşketineke mayinde nabe
09:40 Ji jinên girtî nameya 25'ê Mijdarê: Têkoşîna li dijî tundiyê bi xweparastinê pêkan e
09:22 Li Amedê berfa ewil a îsal bariya
09:04 Di êrişên Îsraîlê de 12 filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
09:04 Franzîska Stîer: Qeyûm parçeyeke ji zilma li ser gelê kurd e
09:03 Li bazaran dema deynkirinê
09:01 Li Gabarê dîmenên nû yên talankirina xwezayê
09:01 ROJEVA 26’Ê MIJDARA 2024’AN
08:48 Li gelek bajaran bi ser malan de hate girtin: Hevşaredar û rojnameger hatin binçavkirin
25/11/2024
22:52 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê pirsgirêka hatçûnê ya 30 salî çareser kir
21:55 Bi hezaran ji ji Karakoyê bang kirin: Em jiyanê dixwazin
21:49 Li Amedê meşa girseyî: Jin, jiyan, azadî olan da
21:46 Li Mexmûrê meşa 25'ê Mijdarê
17:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê
16:40 Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
16:29 Rêxistinên Elewiyan li Dêrsimê bang kirin: Em qeyûmê xespkar qebûl nakin
15:04 Li kampusa zanîngehê pankarta bi 3 zimanan pankarta 'Jin jiyan azadî' vekirin
14:59 Tifaqa Dêrsimê ji bo piştevaniyê çû serdana Sarigul
14:39 Di meşa 25’ê Mijdarê ya li Êlihê de hêrsa li dijî qeyûm
14:30 'Tundî herî zêde li girtîgehan tê kirin'
13:54 Li Mêrdînê liv û tevgera leşkerî: Koçer ji herêmê tên derxistin
13:47 Nifûsa Iraqê hat eşkerekirin
13:47 Cenazeyê zarokê winda bûbû di Çemê Zê de hate dîtin
13:46 ÎHD’ê ji bo Hatîce Onaran banga tehliyeyê kir
13:33 Li Wanê meşa 25’ê Mijdarê: Dê jinên li ber xwe didin bi ser kevin
13:24 Hedefa ewil a qeyûman kurdî û navendên jinan bûn
12:59 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê herî kêm 114 jin hatin qetilkirin
12:52 Hêzên rejîmê kolbereke jin qetil kirin
12:45 TJA: Hûn dê dengê me yê Jin, jiyan, azadî li Taksîmê bibihîsin
12:41 Li Dîlokê jinek hate qetilkirin
12:15 Peyama MKG’ê ya 25’ê Mijdarê: Em ê têkoşînê mezintir bikin
12:00 Levent Tuzel: Ji bo çareseriyê divê makezagon bê sererastkirin
11:32 Polîsan derb kirin û dozgeriyê derheqê wan de lêpirsîn vekir
11:19 Îtîraza rojnamegerê cezayê muebbetê lê hate birîn red kirin
11:04 Çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê: Di 10 mehan de 316 jin hatin qetilkirin
10:56 Zilamên li dijî tundiyê çalakî li dar xistin: Heta jin azad nebe civak jî azad nabe
10:37 Bi hinceta ‘bifikar e’ pirtûka wî bi xwe nivîsandî nedanê
10:21 Ji bo kampanyaya pereşandina ji girtiyan re bang kirin
10:09 Li Mêrdînê rengên payîzê
10:09 Li Qoserê ji ber barîna zêde malek tebiqî: 2 kes birîndar bûn
10:08 Bi boneya 25’ê Mijdarê 9 saziyên jinan hatin vekirin
09:00 ROJEVA 25’Ê MIJDARA 2024’AN
09:00 Ji bo bajarên Bakur hişyariya barînan hate kirin
08:59 Li Dêrsimê berf bariya
08:38 Bîrsen Orhan: Em ê dev ji vegotina heqîqetê bernedin
08:29 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Heta Hetayê Jin Jiyan Azadî’ derket
24/11/2024
16:46 Ma Musicê li Stenbolê şaxa xwe vekir
16:08 Hevşaredar Bîrsen Orhan sewqî edliyeyê hate kirin
15:59 Jinan li qadan got: Jin, jiyan, azadî
15:21 Qeyûm li gelek bajaran hatin protestokirin
14:17 Ozel: Meseleya esasî ya qeyûman, cezakirina gel e
14:07 ‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’
14:06 Zilaman li dijî qedexeyê dirûşma 'Jin jiyan azadî' berz kirin
13:34 Li Şirnex û Erziromê xespkirina îradeyê hate protestokirin
13:16 Tulay Hatîmogûllari: Me serî li ber rejîma faşîst netewand û dê netewînin
12:56 Jin li dijî xespkirina îradeyê meşiyan: Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin
12:33 AYM’ê ji bo guhdarîkirina hevdîtina girtiyan biryara binpêkirinê da
12:30 Hîzbullahê êrişî Îsraîlê kir
12:30 NADA: Çareserî azadiya jinê ye
12:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Xweparastin û berxwedan’ derket
11:55 Halîde Turkoglû: Qedexekirina ‘Jin, jiyan, azadî’ nîşaneya tirsa wan e
10:59 Li Afyonê di qezayê de 30 kes birîndar bûn
10:58 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ji bo îfadeyê çû emniyetê
10:45 Sewalvan li şûna îthalatê piştgiriyê dixwazin
10:17 Berteka li dijî qeyûm: Dê neviyên Seyîd Riza serî netewînin
10:05 Mukaddes Erdogdu Çelîk: Ji bilî Konfederalîzma Demokratîk tu çareserî nînin
09:20 Gunduz ê 31 sal in girtî ye ji doza ‘heqaret li serokkomar kiriye’ beraet bû
09:02 Dr. Achkar: Li Lubnanê hewcehî bi têkoşîna jinan a rêxistinkirî heye
09:01 Jinên Êzidî êdî xwedî hêz û birêxistinkirî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN
08:36 Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi şertê hefsa malê hate berdan
23/11/2024
20:49 Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li ser Pira Deh Derî olan da
20:44 Walîtiya Amedê dirûşma ‘Jiyan jiyan azadî’ qedexe kir!
16:51 Li gelek bajaran protestkirina qeyûman: Em ê serî netewînin
16:44 Li Cizîrê di meşa 25'ê Mijdarê de tecrîd hat protestokirin
15:59 Li Êlihê qeyûm hat protestokirin: Em biryara ku vîna gel tune dihesibîne nas nakin
14:45 Çalakiyên 25'ê Mijdarê: Em ê têkoşîna azadiyê bilind bikin
13:42 Dayikên Şemiyê: Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo edaletê bernedin
13:37 Li Wanê JINKART hat belavkirin
13:09 Çîrokên kesên kiryarên wan nehatî eşkerekirin