Dogan bang kir: Divê dewlet tişta dibêje pêk bîne

ENQERE - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nîqaşên ser pêvajoya nû nirxand û wiha got: “Kerem bikin, vaye em amade ne û li vir in. Birêz Ocalan jî got ku amade ye. Wê demê hûn jî gotinên xwe bicih bînin û taloq nekin.” 

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî mijarên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Dogan, diyar kir ku di hilbijartinan de gel nîşan daye ku qeyûman naxwaze û wiha got: “Lê dîsa qeyûm li şaredariyan hatin tayînkirin. Welat, li gorî Destûra Bingehîn nayê birêve birin.” 
 
Dogan, destnîşan kir ku tevî êrişan jî dê xelk dev ji mafên xwe bernede û wiha domand: “Bi sala ye hûn van rêbazan diceribînin û li benda encamekî ne. Hûn dibêjin qey dê gel dev jê berde. Lê bedela wê çi jî be dê dev jê bernedin. Nabêjin qeyûm, dibêjin demokrasiya herêmî. Nabêjin derbe, dibêjin azadî û ji bo vê mafên xwe yên demokratîk bi kar tînin. Baş e lê hûn çi dikin? Gel ji piştve kelemçe dikin, zarokan binçav dikin û di bin sedemên dîmenên nexweş. Hem li îradeya gel qeyûm tayîn dikin hem jî dibêjin mafê we yê bijartin û hilbijartinê tune ye.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ TUNDIYÊ DA
 
Dogan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibêjin ‘hûn li ku jî bin dê nekarin hilbijêrin, dê nekarin bên bijartin, hûn nikarin siyaseta demokratîk bikin, heke hûn bibin parlamenter em ê we bigirin, wekîltiya we betal bikin, heke hûn bibin şaredar dê li şûna we memûran tayîn bikin, em ê endamên meclisa we nas nekin, meclisa şaredariyê fesh bikin û nehêlin hûn xwe birêve bibin.’ Hem xesp dikin hem jî nahêlin xelk li dijî vê xespê mafê xwe yên berxwedana demokratîk bi kar bîne. Bi Muameleyeke dij-demokratîk û bi îşkenceyê êrişî gel dikin. Kesên kî ne çi ne nayê zanîn, kumik li serê wan û bi rûpoş, bi awayekî dermirovî welatiyan îşkence dikin, hûn dê van kesan berdin kolanan û weke ku qet tiştekî neqewimî be bêdeng bimînin. Ev bi roja ye em dipirsin, sedema vê tundiya li kolanan çi ye?”
 
'ÇI FEYDEYÊ WÊ JI BO WELAT BÛ?’ 
 
Dogan, wiha domand: “Ma heta niha çi feydeyê qeyûman ji bo Tirkiyeyê bû? Hûn bi nelirêtî, xespkirina îradeyê û derbeyê tên naskirin. Îcar ji bo înkarkirina qeyûm jî dibêjin ‘dûrxistina ji peywirê ya demkî.’ Heta niha we çend hevşaredar dîsa li peywirê vegerandine? Em ê destûrê nedin hûn van şaredariyan pêşkeş bikin. 
 
BANGA BAHÇELÎ GIRÎNG E
 
Heke em bên ser bangawaziyên Bahçelî. Helwesta DEM Partiyê pir eşkere ye. Em hinek tespîtên Bahçelî girîng dibînin. Banga ji bo birêz Ocalan dike girîng e. Bêguman qebûlkirina muxataban krîtîk e. Her wiha dibêje di teklîfa xwe de biisrar e û ev jî girîng e. Her wiha tespîta ji bo tecrîdê jî girîng e. Weke ku di helwesta DEM Partiyê de nediyariyek hebe nîşan didin. Lê ev rast nîne. DEM Partî dibêje ku em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Raya giştî ya Tirkiyeyê nabihîse û tecrîd didome. Di nava peyama sê rêzikan de gelek peyam hene. Hûn tecrîdê ranakin û şert û mercên birêz Ocalan balê dikişîne ser jî ava nakin.
 
MA ÎKTÎDAR DEM PARTÎ YE?
 
Weke DEM Partiyê me got ku em amade ne. KCK’ê daxuyanî da û got; ‘Heke şert û merc bên avakirin em amade ne.’ Lê raya giştî pêşniyarên têkildarî çareseriyê nabihîse. Bi tu awayî daxilî van nîqaşan nayê kirin. Piştre jî dibêjin DEM Partî tişta pêwîst nakin. Ma îktîdar DEM Partî ye? Bloqa îktîdarê bang li kê dike. Kî dikare tecrîdê rake,  îktîdar. Wê demê hûn xwe li benda çi digirin? Hûn çima şert û mercan ava nakin. Vaye em amade ne, li vir in, ji çareserî û guftûgoyê re hene. Gelo dewlet xwedî nêzikatiyeke giştî ye yan na? Dewlet amade ye? Em jixwe amade ne. Birêz Ocalan jî amade ye. Wê demê bi gotina xwe bikin û bi demê re nevehêlin. 
 
HEVSEROKÊ ME BI ZANEBÛN HEDEF NÎŞAN DAN 
 
Serok Tuncer çendek roj berê got; ‘Di tûrê me de aştî heye, guftûgo heye, muzakere heye. Ji bo vê jî bedel hatine dayin, êş, windahî û sirgûn hene. Em dixwazin ev bi dawî bibin.’ Bi rastî jî mîna birêz Bakirhan gotibû, di tûrikê wan de jî qeyûm û lêpirsîn hene. Hewl didin DEM Partiyê bêdeng bikin. Xuyaye ku bi sala ye tiştekî hîn nebûne û di heman polîtîkayan de israr dikin. 
 
Wezareta Karên Hundir derheqê Hevserokê Giştî Tuncer Bakirhan de kirariya qanûnî daye destpêkirin. Pir eşkereye bê ka di vê axaftinê de çi tê gotin. Lê belê axaftina wî hate berevajîkirin. Hinek kes derketine û axaftina birêz Bakirhan bi zanebûn berevajî kirine. Îcar ev kirina wan sûc e. Hevserokê me dibêje ku dê li dijî vê xespê mafê xwe yê protestoyê û berxwedanê biparêzin û têbikoşin.” 
 

Sernavên din

02/05/2025
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin