Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e

MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku bala wan esasî li ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan dê bibe çareseriya meseleya kurd. Dê bingeha berxwedan û têkoşîna me ev be.” 

 
Di serdemeke ku li Tirkiyeyê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd nîqaş tên kirin de îktîdarê li şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê qeyûm tayîn kir. Gelek derdoran tayînkirina qeyûman weke israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de pênase kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman axivî. 
 
Bayindir, bi bîr xist ku di cotmehê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan îktîdar hinek nîqaşan dimeşîne. Bayindir, bal kişand ser girîngiya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin û wiha got: “Gelê kurd û dostên wan ev 2 sal in li her devera cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têdikoşe. Her wiha 69 kesên Xelata Nobelê wergirtin bang kirin. Têkoşîna gelê kurd, hemû kesên azadîxwaz û bindest daxilî vê pêvajoyê kir û veguherandin têkoşîna ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan.” 
 
‘OCALAN DIXWAZE LI SER BINGEHA DESTÛRA BINGEHÎN ÇARESER BIKE’ 
 
Bayindir, bi lêv kir ku êdî nîqaş li ser çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tên kirin û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk û destûra bingehîn çareser bike. Ev mijar li Tirkiyeyê necidî û bi dilekî nexweş tê nîqaşkirin. Îktîdara AKP-MHP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya birêz Ocalan nexşerêyeke zelal nîşan nade. Li gorî pêdiviyên xwe nîqaş dikin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji 1993’yan heta niha di vê meseleyê de îradeya xwe nîşan dide. Hêj jî xwedî heman seknê ye. Dixwaze vê meseleyê li ser bingeheke demokratîk û statûyeke di destûra bingehîn de cih digire çareser bike. Di vê nexşerêyê de jî biisrar e.” 
 
Têkildarî hevdîtina Parlamenter Omer Ocalan a li Îmraliyê jî Bayindir ev nirxandin kir: “Di hevdîtinê de birêz Ocalan got; ‘Ez hem ji hêla teorîk hem jî ji hêla pratîkî ve dikarim meseleyê çareser bikim û ji zemîna tundî û pevçûnan derxînim.’ Lê em dibînin ku îktîdara AKP û dewletê çareseriya pirsgirêka kurd di çarçoveya ‘şer’ û ‘terorîzmê’ de dibîne û êriş dike. Ji 1’ê mijdarê ve bi sedan heval û rêhevalên me bi operasyonên siyasî û leşkerî re rû bi rû man. Îktîdar, şer û tundiyê girantir dike. Niha jî qeyûm tayînî îradeya gelê kurd kirin. Armanca ji vê em dizanin. Divê kurd ji rojevên xwe yên esasî dûr nekevin. Rojeva me jî çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya birêz Abdullah Ocalan e.” 
 
‘KURD ÊDÎ HÊZEKÎ NAVNETEWEYÎ NE’
 
Bi domdarî Bayindir got ku her cara aqilê dewletê û îktîdar dixitime serî li xespkirina îradeyê, operasyonên leşkerî û hwd. didin. Bayindir, wiha got: “Polîtîkayên wan bi vî rengî bûn. Lê dema em li rewşa Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku polîtîkayên AKP-MHP’ê xitimî ne. Şert û merc û hevsengiyên Rojhilata Navîn diguherin. Meseleya kurd êdî bûye meseleyeke navneteweyî. Gelê kurd êdî bûye hêzekî navneteweyî. Lewma îktîdara AKP’ê nikare wiha bi erzanî nêzî têkoşîn û îradeya gelê kurd bibe. Ji 2016’an heta niha qeyûman tayînî îradeya gelê kurd dike. Erê baş e we çi bi dest xist? Tu tiştek bi dest nexistin.” 
 
‘EM TUNEHESIBANDINA ÎRADEYA GELÊ KURD QEBÛL NAKIN’ 
 
Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bilî înkar, zilm û pişaftinê tu polîtîkayeke îktîdarê nîne û wiha pê de çû: “Heke pêvajoyek bi pêşengtiya birêz Ocalan were destpêkirin, em ê piştgiriyê bidin. Dê ev yek li Tirkiyeyê deriyê gelek tiştan veke. Dê bibe sedema aramiya li Tirkiye û Kurdistanê. Nexwe dê gelê kurd, rêxistin û saziyên me li ber xwe bidin. Lê em rêya çareseriyê jî nîşan didin. Bahçelî îro li gorî sînor û zimanê xwe qal dike. Çi dibe bila bibe û kengî dibe bila bibe çareserî dê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya makeqanûnî ya çareseriya pirsgirêka kurd bi encam bibe. Ji bilî vê tu çareseriyên din bi ser nakevin. Her alî li gorî xwe dinirxîne. Ev ne meseleyeke wisa ye ku bi veşarî were nîqaşkirin. Muxatabê meseleya kurd diyar e. Heke pêvajo bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be, em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin. Em ji bo vê amade ne. Em ê tunehesibandina îradeya gelê kurd qebûl nekin.” Gelê kurd îro li her kolana Kurdistanê li ser pêya ye û li ber xwe dide.” 
 
'BALA ME LI SER AZADIYA OCALAN E’
 
Bayindir, daxuyand ku dê têkoşîna gelê kurd di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan de be û ev nirxandin kir: “Lewma di têkoşîna gelê kurd de xitimînek tune ye. Ya ku xitimî AKP-MHP ye. Bi tayînkirina qeyûman me dît ku di ajandaya wan de nexşerêya çareseriyê tune ye. Desteserkirina vîna gelê kurd heye. Heman rêbazan diceribînin. Bila her kes bizane ku dê tu caran nekarin encamê bi dest bixin. Heke Tirkiye di vê polîtîkayê de israr bike dê bi serûser bikeve. Gelê kurd êdî hêzeke navneteweyî ye û hêza me ji ya îktîdara AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê jî mezintir e. Divê her kes baş bi vê bizane. Em ê ji bo çareseriya meseleya kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah têbikoşin. Ji her alî ve xebat û têkoşîna me dê di vê çarçoveyê de be. Dê esasê berxwedan û têkoşîna me ev be. Bila bi vê bizanin. Em ê li Kurdistanê berxwedaneke dîrokî raber bikin.” 
 
‘XELK MUXATAB NÎŞAN DA’
 
Bayindir, bal kişand ser mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd careke din nîşan da ku muxatabê esaî birêz Abdullah Ocalan e. Mesele, dikare bi pêşengtiya birêz Ocalan çareser bibe. Ev meseleye dikare bi azadiya birêz Abdullah Ocalan çareser bibe. Gelê kurd rê nîşan da û êdî yên ku d3e biryarê bidin îktîdara AKP-MHP’ê ye. Di polîtîkaya înkar û tunehesibandinê de israr dikin. Em dixwazin ev meseleye bi pêşengtiya birêz Ocalan bê çareserkirin. Hemû sazî û rêxistinên me li ser vê esasê têdikoşin.” 
 
MA / Şîlan Çîl - Omer Akin

Sernavên din

02/05/2025
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin