STENBOL - Çalakiya protestokirina qeyûm a li pêşiya Şaredariya Esenyurtê didome. Wekîlên CHP’î ketin hundirê şaredariyê.
Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurt a Stenbolê berdewam in. Cîgirê Waliyê Stenbolê Can Aksoy ku weke qeyûm li Şaredariya Esenyurtê hate tayînkirin, nahêle endamên meclisa şaredariyê yên CHP’î bikevin hundir. CHP’iyê li pêşiya şaredariyê “Nobeta Demokrasiyê” digirin jî hewl didin bikevin hundirê şaredariyê.
Îro di danê sibehê de endamên meclisê xwestin bikevin hundir lê polîsan nehiştin. Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir li ser telefonê bi Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş re hevdîtin kir. Başarir, got ku destûr hatiye dayin tevî 4 parlamenteran bikevin hundir. Li ser vê yekê parlamenter ketin hundir.