AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Civîna Meclisa Şaredariyê ya Asayî ya meha mijdarê bi tevlibûna gel li dar xist.
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Civîna Meclisa Şaredariyê ya Asayî ya meha mijdarê bi tevlibûna gel li dar xist. Civîn, bi serokatiya Hevşaredar Serra Bucak û Dogan Hatûn hat lidarxistin û tevî endamên meclisê, gelek welatî jî tev li bûn. Welatiyan daxwaz û pêşniyarên xwe kirin. Di civînê de sînevîzyoneke ku xebatên şaredariyê vedibêje hate pêşandan.
BUCAK: EM DESTÛRÊ NADIN XESPKIRINÊ
Hevşaredar Bucak di civînê de bal kişand ser tayînkirina qeyûman û şermezar kir. Bucak, got ku îradeya gel tune hatiye hesibandin û ev tişt anî ziman: “Qeyûman di van 8 salan de şaredarî wêran kirin û vala kirin. Bajarên me ji hêla civakî û aborî ve wêran kirin. Em vê qebûl nakin. Em li gel wê ne ku hevşaredarên hilbijartî, endamên meclisê, hemû yekîneyên xebatkaran bibin dengê gel. Şaredarî yên me ne, em rê nedin xespkirina wan.”
HATUN: HEKE HÛN NEKARIN BIRÊVE BIBIN WÊ DEMÊ BI DILWÊREKÎ BIBÊJIN
Hevşaredar Dogan Hatun jî got ku cara ewil e civîneke ji gel re vekirî li dar dixin. Hatun, diyar kir ku endamên meclisê yên ji partiyên din tev li civînê nebûne û wiha pê de çû: “Tayînkirina qeyûman nîşan dide ku ev îktîdar nikare vî welatî birêve bibe. Em weke êrişkariyeke vê rewşê dinirxînin. Heke çareseriyeke li gel wan hebûya dê pêşkeşî gel bikirana û bi lihevkirinekê dê hemû pirsgirêk çareser bûbûna. Dema nikare pirsgirêkan çareser bike, berê gelan dide hev. Heke hûn nekarin vî welatî birêve bibin, wê demê bi dilwêrekî vê bibêjin. Hûn dikarin welêt bibin hilbijartinê û xwe paşve bikişînin. Heqê we nîne hûn berê gelên vî welatî bidin hev.”
Welatiyên di civînê de nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.
Di civînê de xalên rojevê dan ber dengdanê. Herî dawî jî welatiyan nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkeş kirin.