NAVENDA NÛÇEYAN - Muzîkjenê alman Konstantin Wecker ev bang kir: “Wekî me ji bo Nelson Mandela kiribû, ji bo ‘Azadî ji Ocalan re’ em li seranserî cîhanê kampanyayê bidin destpêkirin.”
Kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” ku bi beşdariya nivîsar, rewşenbîr û akademîsyenan li 74 welatan hatibû destpêkirin didome. Tevlibûna kampanyayê roj bi roj zêdetir dibe. Muzîsyen û aktîvîst Konstantîn Wecker bi dîmenekî piştgiriya xwe ya ji bo kurdan nîşan da û destnîşan kir ku azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şertê bingehîn ê çareseriyeke aştiyane û adil a pirsgirêka kurd e.
Wecker, êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şengal û başûrê Kurdistanê weke binpêkirina hiqûqa navneteweyî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir. Wecker, wiha got: “Aştî û edaleta civakî mafê gelê Kurdistanê û Rojava ye. Ji bo çareseriyeke aştiyane û adil a gelê Kurdistanê divê Abdullah Ocalan bê berdan. Berdana wî şertê bingehîn ê paşerojeke aştiyane û demokratîk a li Kurdistanê, Tirkiyeyê û herêmê ye."
Bi domdarî Wecker ev bang kir: “Rojava me hemûyan eleqedar dike. Pêwîstiye gelê Rojava niha bi piştgiriya me ya navneteweyî heye. Çawa ku me ji bo Nelson Mandela kir, ji bo azadiya Ocalan jî li cîhanê em dest bi kampanyayekê bikin.”