ÊLIH - Kesên ku li Êlihê beşdarî çalakiya li dijî qeyûman bûn, ji bo mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" ku wê di 17'ê Mijdarê de bê lidarxistin, bangawazî kirin û gotin: "Em tecrîdê rakin û qeyûman bişînin."
Platforma Saziyên Demokratîk wê di 17'ê Mijdarê de li Çerxerêya Basinê ya Êlihê mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" li dar bixe. Mîtîng wê li dijî qeyûmên tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê, Şaredariya Xelfetî ya Rihayê û Şaredariya Esenyûrtê hatine kirin bê lidarxistin. Her wiha tê payîn ku têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û tecrîda Îmraliyê jî peyam bên dayîn.
‘EM Ê LI DIJÎ TECRÎDÊ LI QADAN BIN'
Halîm Bayram ê di berxwedana li dijî qeyûman de cih girt, diyar kir ku desthilat ji aliyekê ve "pêvajoya nû" nîqaş dike, ji aliyê din operasyonên xwe yên leşkerî û siyasî yên li dijî kurdan jî didomîne. Bayram bal kişand ku têgehên "azadî û demokrasiyê" daxwazên kurdan dihewînin û got: "Gelê kurd bêyî şert û merc ji bilî azadiyê tiştekî din naxwaze û qebûl nake."
Bayram diyar kir ku wê di mîtîngê de îşaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê kirin û got: "Gelê kurd bi vê mîtîngê re wê diyar bike ku tişta ku rêberên wan dibêje girîng e û daxwazên wan ên bingehîn in. Kurd wê biqîrin ku aştî ancax bi azadiyan watedar û pêkan e. Wê tu kes polîtîkayên tasfiyekirin û tunekirinê qebûl neke. Jixwe sedema van polîtîkayên qeyûman jî şantaj e."
Endama Meclisa Şaredariya Êlihê Zeynep Aslanê jî got: "Dema ku ez li pergalê dinêrim, dibînim ku bêhiqûqî heye. Dema dosyayên me dan YSK'ê tu pirsgirêk derneket. Niha jî mafên hilbijêran xesp dikin. Ez di komîsyona gihaniyê de me. Wekî ciwaneke ji Êlihê, ji bo Êlihê projeyên min ên pir xweş hebûn. Min dixwest ez van projeyên xwe pêk bînim, lê sibehekê gava ez şiyar bûm, min dît her der dagirkirî ye. Lê em ê dîsa bi berxwedanê şaredariyên xwe bistînin. Ji bo vê jî em ê tim li qadan bin."
Aslan ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê bang kir û got: "Em hemû bi hev re xwedî li îrade û nasnameya xwe derkevin. Em ê hebûna xwe bidomînin û ji bo vê jî li kolanan bin. Divê em tecrîda li ser Abdullah Ocalan bişkînin. Heya em vê tecrîdê neşikînin, em ê tune bibin."
‘EM XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVIN'
Nûhat Altan jî wiha got: “Beriya qeyûm, gotin 'em destê aştiyê dirêjî we dikin', lê bi destê xwe yê din jî ço dirêj kirin. Em polîtîkayên qeyûmtiyê qebûl nakin. Ger dilê we û aştiyê hebe, em amade ne. Na, ger hûn bêjin 'em şer dixwazin', jixwe em tim di şer de ne. Polîtîkaya we jî nîşaneya vî tiştî ye. Wis atengijîn e ku nizanin wê çi bikin." Altan ji bo mîtînga 17'ê Mijdarê bang kir û got: "Em vê tecrîdê bşikînin û qeyûman bişînin."
Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Nûrten Uzumcuyê jî diyar kir ku cara sêyemîn e qeyûm tayînî Şaredariya Êlihê hatiye kirin û got: "Du serdem e qeyûm tayînî şaredariyê tê kirin. Me dît ku bê qeyûm çaw amudaxileyî jinan, destkeftiyên jinan û saziyên jinan dikin. Qeyûman ji xeynî talanê tu tişt neanîn vî bajarî. Êdî divê em ji rejîma qeyûman re bêjin 'Na.'" Uzumcuyê bang li her kesî kir ku di 17'ê Mijdarê li dijî xespkirina vînê deng derxîne.