Sekreterê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê: Ji bo çareseriyê divê Abdullah Ocalan azad bibe

  • cîhan
  • 10:39 14 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis anî ziman ku ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan karibe di çareserkirina pirsgirêka kurd de bi rola xwe rabe, divê azad bibe û got: "Divê karibe bi hevrê, endamên partiyê û gelê xwe re diyalogê çêbike."

Ji piştevanên kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re" Sekreterê Neteweyî yê Yekîtiya Partîzanên Îtalyayê (ANPI) ku bi sed hezaran endamên xwe hene Fabrizio De Sanctis, ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re li ser tecrîda li Îmraliyê û bûyerên dawî axivî.
 
HEVDÎTIN GELEKÎ ERÊNÎ YE
 
Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis anî ziman ku hevdîtina li Îmraliyê gaveke erênî ye, lê belê kêm e û destnîşan kir ku dîlgirtina Abdullah Ocalan bi temamî dîlgirtina gelê kurd e. De Sanctis got: "Hevdîtina ku bi Abdullah Ocalan re hate kirin teqez gelekî erênî ye. Ocalan ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke lîderê siyasî tê dîtin. Min jî firsend dît ku serdana Amedê bikim û bi nûnerên gelek komeleyan re hevdîtinê bikim. Her carê hate gotin, mehkûmkirina Ocalan tê wateya mehkûmkirina Kurdan hemûyan. Ev rewş weke astengkirina azadiya siyasî ya Kurdan tê dîtin; eger lîderê wan li vê yekê rast tên, hingî difikirin ku ji bo wan jî wê encamên nebaş rû bide."
 
DI ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊ DE NEBE NABE
 
De Sanctis destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka kurd de nebe nabe û got: "Bi dîtina min ev hevdîtin dikare bibe ronahiyeke biçûk ku ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê veguhere rojeke mezin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd firsendeke mezin heye, di rewşeke bi vî rengî de ji nû ve qedexekirina hevdîtinên bi Ocalan re rewşeke gelekî cidî ye. Xuya ye li ser tedbîreke nû ya tecrîdê biryar hatiye dayin û ceza çend mehên din hatiye dirêjkirin. Dûrxistina sê şaredarên hilbijartî jî di nava vê de ye."
 
PÊWÎSTÎ BI WÊREKIYA SIYASÎ HEYE
 
Sekreterê Neteweyî yê ANPI Fabrizio De Sanctis ragihand ku Abdullah Ocalan di peyama xwe de ya ji bo raya giştî şand, bi şênberî nîşan da ku ew alîgirê çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e û got: "Peyama Ocalan peyamek bi dilxwaziya ji bo aştiyê ye. Divê destûr jê re bê dayin ku karibe bi roleke siyasî rabe. Ji bo nîqaşkirina şert û mercên çareseriya rêyên siyasî û aştiyane yên pirsgirêka Kurd divê ji bo Meclîsa Tirkiyeyê bê vexwendin. Ji bo rû bi rû bûna siyasî ya vê rewşê û axaftina bi Birêz Ocalan re ku bi milyonan mirovî temsîl dike, pêwîstî bi wêrekiyê heye."
 
JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ AZAD BIBE
 
De Sanctis destnîşan kir ku ji bo Abdullah Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de karibe bi rola xwe rabe, divê bi rengekî fîzîkî azad bibe û got: "Ocalan divê weke mirovekî azad karibe biaxive. Karibe bi rengekî azad biaxive, diyalogê bi hevrê, endamên partiyê û gelê xwe re dîne. Ji bo karibe pozîsyona xwe ya siyasî îfade bike û nîqaş bike, divê xwedî hemû amûran be. Ji bo karibe bi roleke rastî ya siyasî rabe divê azad bibe."

Sernavên din

09/12/2024
15:04 Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir
14:37 Rewşa dawî ya Minbicê
14:28 TEV-DEM’ê banga ‘Em li rex hêzên HSD’ê cih bigirin’ kir
14:08 Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê: Divê êrişên ser Kurdan bên rawestandin
13:27 Çima êrişî Minbicê dikin?
13:02 Navçeya Zirganê hat bombekirin: Welatiyek hate qetilkirin
12:54 MKG’ê rapora Mijdarê eşkere kir: 38 rojnameger hatin darizandin
12:00 Dîlan Durmuş ji ber ku ‘bijîşkên welidînê’ tune bûn jiyana xwe ji dest da
11:44 Di qezaya helîkopterê de mîrlîwayek jî di nav de 6 leşker mirin
11:44 ‘Divê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî bibe û birêz Ocalan azad bibe’
10:52 Di êrişa SÎHA’yan a dewleta tirk de 12 sivîl hatin qetilkirin
10:51 Jin li dijî tundiyê teknîkên parastinê hîn dibin
10:09 KCK: Li Sûriyeyê çaraserî bi Neteweya Demokratîk mimkun e
10:00 Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir
09:51 KNK: Têkçûna destkeftiyên Rojava têkçûna statuya Başûrê jî
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe