* Rojnameger Ragîp Dûran anî ziman ku divê di çareseriya pirsgirêka kurd de alî di nava şert û mercên wekhev de bin û got: "Tirkiye di warê muzakere û bazariyê de ne xwedî ezmûn e. Tenê ezmûnek wê heye; dibêje 'Ya teslîm bibin an em ê bişewitînin û hilweşînin.'"
* Hevşaredara Mêrdînê Devrîm Demîrê tayînkirina qeyûman wekî "Ev polîtîka polîtîkaya dijminatiya kurdan e" nirxand û Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê jî got: "Armanca qeyûman ew e ku civakeke yekreng û yekzayend bi rê ve bibin."
* Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngolê diyar kir ku desteserkirina îradeyê ne qanûnî, siyasî ye û got: "Me wekî DEM Partiyê bi hinceta ku ev pêkanîn wekî tayinkirina qeyûman a li hemû hilbijartiyan e, me doz vekir."
* Metîn Serhat, girtiyê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 1 a Sûlûcayê ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, diyar kir ku bi pêkanînên 12'ê Îlonê re rû bi rû ne.
* Di Doza Qontaxê de polîsê tîmên taybet hatibû girtin û Dozgerê Dadgeha Bilind “îtîraza awarte” ya li dijî girtinê hatibû kirin qebûl kir û xwest biryar were betalkirin. Parêzer Mûrat Tîmûr got ku divê polîsê behsa xeberê ji sûcê “kuştina mirovan” were darizandin lê ji bo tehliyekirina wî hewldanên awarte hene.
* Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok diyar kir ku dê di 16’ê mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tev li mitînga li Kolnê bibin û wiha got: “Gelê me dê xwedî li felsefeya Rêber Apo derkeve.”
* Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman ên li Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê berdewam bikin. (10.00-18.00)
* Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (11.00-19.00)
* Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re dê têkildarî taloqkirina tehliyeya Elîf Yaş li Şaxa ÎHD’a Stenbolê daxuyaniyê bide. (12.00)
* Seyîd Riza û hevalên wî dê li Dêrsim, Mêrsîn û Îzmîrê bên bibîranîn. (12.30-18.00) ZINDÎ
* Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari dê bi Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû re hevdîtinê bikin. (16.00)
* Komeleya Wêjekaran a Amedê dê çalakiya destpêkirina 5’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê li Navenda Çand Amedê li dar bixe. (18.30)