Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê

  • rojane
  • 09:25 20 Mijdar 2024
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Fadîle Yilmaz ku ji ber zext û zordariya dewletê ji xaka xwe hate koçberkrin û li Mexmûrê bi cih bû, diyar kir ku jiyana wan bi saya paradîgmaya “azadîxwaziya jinê” ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan guherî û jinên jinedîtî ve dihatin bûn pêşengên civakê. 

Her yek ji Kurdên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem (Mexmûr) dijîn xwedî çîrokeke dramatîk in. Sedema bingehîn a li pişt van çîrokan ew e ku ew neçar bûne ku bibin penaber. Bi taybetî dema mijar dibe jin, ev êş şopên kûr di bîrê de dihêle. Di salên 1990'yan de li Kurdistanê gelek gund weke "herêmên ewlehiyê taybet" hatin îlankirin. Li gel vê konsepta dewletê bi ser gundan de girt û cerdevanî li şeniyên herêmê da ferzkirin. Şeniyên herêmê ku ev ferzkirina dewletê qebûl nekirin jî rastî tundî, îşkence, kuştin û qetilkirina dewletê hatin. Yek ji wan bajaran jî Şirnexê bû. Li gundên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê bi dehan gund bi darê zorê hatin valakirin û piştre jî hatin şewitandin. Welatiyên ku di xeta welatparêziyê de gav neavêtin jî berê xwe dan Herêma Federe ya Kurdistanê. Welatiyên ku li vir jî bi rojan rêyan de man rastî zilm û zordariya PDK'ê hatin. Kampa Mexmûrê di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat avakirin. Kampa ji Kurdên ku piştî ku Tirkiye di sala 1994'an de ji ber sedemên ewlehiyê reviyan li vir hatin bicihkirin. 
 
Di vê pênaberiyê de kesên ku herî zêde rastî tundî, zilm û zordariyê hatin jî helbet jin bûn. Jinên ku piştî li kampê hatin bicihkirin dest bi jiyaneke nû kirin.  Bi fikriyata “Modernîteya demokratîk” li her qadên jiyanê pêşengî kirin. Yek ji van jî Fadîle Yilmaz a ji gundê Nireh ê Qilebanê ye. Fadîle Yilmaz, li gundê Nêrehê dayik bûye û mezin bûye û bi malbata xwe re neçar maye ji van xakan koç bike. Mîna hemû penaberan, ew jî travmaya giran a terikandina axa xwe û tiştên ku di rêya koçberiyê de jiyaye, dijî. Fadîle Yilmaz, niha jî li li Wargeha Mexmûrê di bin dorbêça PDK'ê ya bejahî û ya dewleta tirk a hewayî de dije. Fadîle Yilmaz, serpêhatiya xwe ya koçberiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot. 
 
VALAKIRINA GUND 
 
Fadîle Yilmaz, diyar kir ku ji ber ku wan cerdevanî qebûl nekir ew ji xaka xwe penaber bûn û wiha got:" Bavê mn 7 keç û du kur hebûn. Me jiyana xwe li gundan derbas kir. Hemû kar û xebat li ser milê me jinan bû. Di dema me de jin zêde nedihatin naskirin. Di demê bapîr me de gundên me girtin. Ji her gundekî hin kes birin. Ew kesên birin geliyê Bedlîsê îşkence kirin û qetilkirin. Heta ku hestiyên van mirovan jî nehatin dîtin. Di dema me de jî ev zilm berdewam kir. Qimeta kurdan wê demê li cem dewletê nebû. Hê wê demê dijminatiya wan destpê kir. Dewlet tu car nebû dostên me û dê nebe dostê me. Ew zilma wan hê destpêka zayina kurdan destpêkiriye û heta niha didome. Wê demê li ser her jineke kurd, ciwaneke kurd û zarokeke kurd zilma dewletê hebû. Di salên 90’î de zilma dewletê di asta herî jor de bû. Yek jinek nediwêrî ji mala xwe derbikeve. Wê demê ti pêşengiya jinan nebû, jin di malê de dihatin hepskirin. Navberekî leşker ketin nava gundê me û cerdevanî ferzkirin. Gotin wê herkesek,'çeka dewletê rake' lê kesekî ev qebûl nekir." 
 
'ME GOT QESTA BIRAYÊN XWE BIKIN'
 
Fadîle Yilmaz, bi lêv kir ku ew ji ber zext û êrişên dewletê ketin riyên koçberiyê û got ku wan xwest ku xwe ji vê zilmê xelas bikin û ev tişt anî ziman: “Ji ber zext û êrişên dewletê em reviyan. Dema ku em di malên xwe de digotin,' em ê agirî berdin malên we' Wê demê tîmên taybet ê dewletê hebûn. Keseke bi navê Yildirim hebû di nav van de. Bi pêşengiya vî wan çeteyan êriş li ser malan digirin. Ewqas anîn serê me ku em reviyan. 
 
Êdî rewş gihişteke asteke wisa xerab ku me nedikarî deriyê mala xwe ji kesekî re vekin. Hikûmetê evqasî zilm kir. Carekî hatin gundê Ziravik bi wesayita zirxî bi gulebaran reşandin. Di malekî de 2 zarok di hembêza dayika xwe de hatin qetilkirin. Bi wan re dayika wan jî qetilkirin. Di wê malê de çend kes qetilkirin. Êdî şeniyên gund tirsiyan û gundên xwe berdan û reviyan. Wexta ku gundên xwe berdan me jî got,' Kurdistana Başûr rizgar bûye em ê biçin qesta birayên xwe bikin' piştre me rewş dît û em ji gundê xwe derketin û derbasî Cizîrê bûn. Malbata min jî her yek aliyekî ve reviya. Niha di gundê me de malbata min tune ne. Ji xwe gundê me xerabe ye. Piştî ku em sê mehan li Cizîrê man me li wir jî îdare nekir. Em bi rêyan ketin. Piştre milet kom bi kom derbas dibûn. Di riyan de noqteyên ku em lê disekînin em bi hefteyan diman û piştre em dîsa bi rêketin. Her roj helikopter li ser serê me digeriyan. Heta ku di bombardimanê de  li Şeranişê sê pêşmergeyên YNK'ê şehîd ketin. "
 
RÊWÎTIYA KOÇBERIYÊ
 
Dayika Fadîle Yilmaz, bal kişand li ser zehmetiya rêwîtiya koçberiyê û diyar kir ku PDK'ê ji bejahî û dewleta tirk jî ji hewayî êrişî wan dikir Fadîle Yilmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her roj serê sibehê me zarokên xwe hildigirtin û em diçûn şikeftan de me xwe ji helîkopteran veşart. Ew zarok di hembêza me de ji ber dengê teyaran ditirsiyan û dicemidîn. Wan jî her yek deqîqe carekî em ji hewayî bombardiman dikirin. PDK'ê ti mudexele nedikirin û nedigot,'Dema ku em ji ber Saddam reviyan çûn van em xwedî kirin' bi şev bi piyan em ji kampê derketin. Di rê de ne av hebû, ne xwarin hebû. Ava ku benzin di nav de hebû me dida zarokên xwe. Dîsa PDK'ê bela xwe ji me venedikir û ji dewleta tirk re dibû alîkar. 
 
Wê demê li Zaxo grevên birçîbûnê destpêkirin. Sedemê vê greva birçîbûnê jî ew bû ku gelê ku li bakur hatiye weke penaber qebûl bikin. Vê çalakiyê encam girt û Netewên Yekbûyî jî piştgirî da. Lê em hê di riyan de bûn. Piştre em birin geliyê qiyamet. Ava wê derê hebû û me li wir jiyan kir. Lêbelê PDK her roj dihat dora me digirt. Kesek nedikarî derbikeve. Dayik tenê derdiketin pêdiviyên malê pêk tînan. Dema ku zilamek yan jî ciwanek derdiket girtin dibirin. Şivaneke me hebû û navê wî Mehmûd bû. Şivan bû û li ber pezê xwe bû. Li wir berçavê me qetilkirin û pezê wî jî birin û çûn. Em demeke dirêj li geliyê qiyametê man. Piştre ambargo danîn ser me. Sê mehan nehiştin ku kesek ji malê derbikeve. Em gelek mexdûr bûn. Pariyê nan nebû ku bixwin." 
 
'BI SAYA FELSEFEYA OCALAN EM HETA ROJA ÎRO HATIN' 
 
Bi domdarî Fadîle Yilmaz anî ziman ku jinên ku hem ji aliyê dewletê ve û hem jî ji aliyê hişmendiya serdest a mêr ve dijîn li wargehê li gel naskirina fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jiyaneke nû avakirin û bûne pêşengên civakê û wiha pê de çû: “Lê me dîsa jî serê xwe netewand. Me jiyan ava kir. Me nîsk diheriya dikir nan. Dayikên ku diçûn berûyan gule li wan reşandin. Jinên ku birîndar bûn çêbûn. Her carê êrişî me dikin. Gelek kes jî li wir PDK'ê kuştin. Me pariyê xwe bi hevre parve dikir. Rojekî rê li me girtin û bi ser kampê girtin. Bijîşkên wan di nav me de bû. Me rê li bijîşkên wan girtin û di nav xwe de hiştin. Yek kes derketiba digirtin dibirin. Çend rojan bijîşk di nav me de man û piştre me berdan. Piçek bela xwe ji me vekirin. Ew tundî, ew zilm, xîzanî hemû me jinan dît. Zarok di malê de birçan de digiriyan jin pê diqehirîn. Gelek zarok jî mirin. Ji xwe kesê ku tişt ji malê re tînan jî jin bûn. 
 
Bi saya birêz Abdullah Ocaln jin hate nasîn. Beriya wî tu mafê jinan nebû. Jin bindest bûn. Me xwe nas kir û em niha di her qadên jiyanê de pêşengiye dikin. Bi saya felsefeya serokatî em heta roja îro hatin. Ew tundiya li ser jinan hatiye kirin, ew zilma ku jinan hatiye kirin her tişt yek û yek vegot. Jinan mafê xwe naskir. Jina ku weke bindest dihate dîtin bû qehreman. Jin niha dikare her derê xwe biparêze û jiyanê birêve bibe. Devereke weke Başûrê Kurdistanê dema ku tu diçî mêvaniyê nahêlin ku jin bên civata ku mêr tê de rûne. Lê piştî ku me felsefeya Rêber Apo naskirî ew kirasê zilmê li ser me rabû. Li ku derê jinek hebe divê ku xwedî li felsefeya Ocalan derbikeve."
 
'LI DIJÎ ZILM Û TUNDIYÊ EM Ê TEBIKOŞIN'
 
Fadîle Yilmaz, anî ziman ku di wargehê de tevî êrişên PDK'ê û dewleta tirk jî ew weke jin li ber xwe didin û axaftina xwe wiha qedand: “Me sozek daye heta ku rih di canê me de be em ê doz û fikrê birêz Ocalan biparêzin û bidin jiyan. Li vir em di bin dorbêça PDK'ê de ne. PDK li bêjahî û Tirkiye jî li hewayî êrişî me dike. Ev êrişên li ser me tu caran bi dawî nebûn. Belkû mînaka şenber a kurdbûnê ya herî zelal wargeha Mexmûrê ye. Lê li vir me jiyaneke nû ava kiriye. Her çiqas bi êrişên xwe dixwazin ku vî berhemê ku me avakiriye tune bikin jî dê nekarin. Çawa ku em bi pêxas bi rojan bi birçî, tî di rêyan de man û me dev ji welatparêziya xwe berneda em ê îro jî bernedin û li dijî zilmê, tundiyê heta dawiyê têbikoşin.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

22/11/2024
16:10 Li Êlihê li dijî qeyûman banga mezinkirina têkoşînê hate kirin
15:58 ‘Hûn nikarin îradeya gel teslîm bigirin’
15:05 Di sê salan de 87 serlêdanên têkildarî hewldanên sîxûrkirinê: Lêpirsîn tune ne
14:18 Tedawiya dayika Aklîmeyê didome
14:05 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
14:04 Xebatên lêgerînê yên ji bo dîtina ciwanê winda didomin
13:27 Navenda Piştevaniya Jinê ya qeyûm girtibû dîsa hate vekirin
13:19 Li Amedê ‘Komxebata di aboriyê de jin’ hat lidarxistin
12:46 Polîsan di bin çavan de strana ‘Olurum Turkiyem’ dan guhdarkirin
12:15 Înîsiyatîfa Hunerê ya ji bo Azadiyê li Êlihê ye: Em ê piştevaniya xwe bidomînin
12:00 Doza rojnameger Kizilkaya û Çaralan hate betalkirin
11:59 Ji bo rojnameger Osman Akin biryara beraetê hate dayin
11:38 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:37 Ayşegul Dogan: Li şûna domandina tecrîdê guh bidin dengê Ocalan
11:29 Walîtiyê di roja danişînê de agahî xwestiye!
11:04 Nobeta li Dêrsimê hatiye destpêkirin didome
11:02 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re: Em li cem zarokên xwe bin
10:29 Hevseroka Giştî ya ESP’ê Hatîce Denîz Aktaş: Rêya çareseriyê ji Îmraliyê re derbas dibe
10:18 AYM’ê ji bo îşkenceya polîsan biryara binpêkirinê da
09:39 Parêzer Kaya: Ger pirgsirêka kurd neyê çareserkirin, wê hin kesên din werin çareser bikin
09:38 TSK'ê doza tazmînatê li malbatên HPG'iyên hatin kuştin kir
09:05 Armanca ‘Qanûna Rewşa Kesî’ çi ye?
09:04 Welatiyên îzmîrî: Azadiya jinê tê wateya hebûna jiyanê
09:00 ROJEVA 22’YÊ MIJDARA 2024’AN
21/11/2024
20:49 Hejmara kesên ku di êrişên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan 44 hezarî derbas kir
19:57 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
19:21 Ji Înîsiyatîfa ji bo Azadiyê Huner li dijî qeyûm banga piştevaniyê
19:01 Ûgûr Kaymaz û bavê wî li ser gorên xwe hatin bibîranîn
18:34 Ji girtiyên jin re kart hatin şandin
16:39 ‘Civaka azad dê bi têkoşîna jinan bê avakirin’
16:26 Li pêşiya Şaredariya Xelfetiyê bang kirin: Qeyûm tu ji ku yî?
16:02 9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê
15:52 Cezayê li Konak hatiye birîn li Dêrsimê hat protestokirin: Em ê serî netewînin
14:43 Bîlîcî yê ku Soylu weke referans nîşan da sextekar derket
14:22 Hevserokên Giştî û Erbakan daxuyaniyê didin
14:20 DAD’ê ji bo Şaredariya Dêrsimê banga piştevaniyê kir
13:27 Nobeta li Xelfetiyê: Em bi hilbijartinê hatin, bi qeyûm naçin
13:21 DEM Partî çû serdana YRP’ê: Çareseriya pirsgirêka kurd dê ji bo aştiya Rojhilata Navîn sûdewer be
13:04 Li Çiyayê Bagokê liv û tevgera SÎHA’yan
12:55 Di doza rojnameger Kaya de dê li benda biryara Dadgeha Bilind bisekinin
12:50 Dîroka hevdîtina hevserokên giştî ya bi Ozgur Ozel re diyar bû
12:45 Kampanyaya pereşandina ji girtiyan re hate destpêkirin
12:32 Nobeta li Dêrsimê didome: Em ê destûrê nedin xespkirina îradeyê
12:01 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:30 Qeyûmî zilamek li Koordînatoriya Midûriyeta Jinan tayîn kir
11:09 Cezayê rojnameger Paksoy hate erêkirin
10:48 ‘Tirkiye yan dê Îmraliyê weke muxatab bibîne yan jî dê bikeve rewşa Îranê’
10:13 MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive
10:12 Mamosteyên kurdî bertek nîşanî qeyûm dan û îstîfa kirin
10:00 Ji bo Abdullah Ocalan 6 mehên din jî hevdîtina bi parêzeran re hat qedexekirin
09:42 Di hewayên sar de rawestgeha ewil dibe biharatfiroş
09:26 Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir
09:26 Ji AYM’ê biryara têkildarî ‘pasaportê’
09:25 Li girtîgehê axaftina bi tirkî li girtiyan tê ferzkirin
09:05 Siyasetzan Onal: Wê Trump helwesta xwe ya berê dubare neke
09:01 Ji jinên wanî banga meşê
09:00 Hinceta cezayê ku li Sûbaşî hatiye birîn: Xebatên kurdî
09:00 ROJEVA 21’Ê MIJDARA 2024’AN
20/11/2024
16:43 Li Xelfetiyê hevşaredar hatin astengkirin
16:28 DEM Partiyê bertek nîşanî cezayan da: Hûn ê weke derbekar bên bîranîn
16:22 Çalakiyên 25’ê Mijdarê: Banga tevlibûna meşa Taksîmê hate kirin
15:49 Hatîmogûllari: Divê tecrîd rabe û Abdullah Ocalan biaxive
15:33 Ji TUAY-DER’ê ji bo girtiyan kampanyeyeke nû
15:25 Roja Mafên Zarokan: Polîtîkaya necezakirinê biterikînin, peymanên navneteweyî pêk bînin
14:15 Rojnameger Namik Taranci li ser gora xwe hate bibîranîn
14:07 Tezkereyên parêzbendiyan şandin Komîsyona Têkel a Meclisê
13:41 6 sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevşaredarê Dêrsimê Konak
13:17 Li Hevşaredarê Colemêrgê Akiş 9 sal cezayê hefsê hate birîn
13:13 Nobeta li Xelfetiyê di roja 17’emîn de didome
13:07 Encama Pêşbirka Resman a Ceylan Onkolê diyar bû
13:04 DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
12:49 Tora Mafên Zarokan a Amedê hat damezrandin
12:21 Li Wanê civîna ‘seferberiya xwerêxistinkirinê’
12:17 Li Amedê otobûs bi rengê binevşî hatin xemilandin
12:03 Hevserokên DEM Partiyê yên Êlihê: Berxwedana me dê bidome
11:28 Ji 5 hezar û 216 serlêdanên binpêkirinan tenê 22 jê di cih de hatine lêkolînkirin
11:11 Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin
10:53 Helîn Umît: Tiştekî ji PKK’ê re hatiye nîne
10:36 'Gelê kurd nîşan da ku kesek nikare îradeya wan manîpule bike’
10:13 Dozgeriyê ji bo talankirina daristanên Şirnexê got 'li gorî hiqûqê ye'
09:44 Pirtûka ‘Sosyolojiya Azadiyê’ bi spanî hate weşandin
09:40 Hunermend Hozan Aydin krîza dil derbas kir
09:36 Hinceta cezayê dane rojnamegerên jin: Destûr negirtin, li hişyariyê guhdarî nekirin
09:26 Rojnameger Sonuk sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
09:25 Ji Qilebanê ber bi Mexmûrê ve çîroka têkoşînê
09:21 Serra Bûcak: Me pergala ku qeyûm hilweşand ji nû ve çalak kir
09:02 ‘Cezayên îdamê yên li Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîziyê hatine birîn girêdayî pirsgirêka kurd in'
09:01 Înfaza wî hat şewitandin û ji bo dîroka berdana wî 'heta mirinê' hat nivîsandin
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2024’AN
19/11/2024
16:24 Di wesayîta çawişê pispor de 63 kîloyên tiryakê hatin girtin
16:19 Kekê Yuksekdag hate definkirin
16:15 Qeyûm şaredarî veguherand emniyetê
16:10 Şînên Bayar û Bozkurt bi girseyî hatin ziyaretkirin
16:06 TJA'yê li Amedê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar xist
15:44 Dayikên Aştiyê li Meclisê axivîn: Nifteya aştiyê di destê Ocalan de ye
15:33 ‘Çareserî ne li derve li hundir e’
15:15 Taloqkirina tehliyeyan li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê hate protestokirin
14:45 Rapora ÎHD’ê: Di salekê de li bakurê Kurdistanê mafê jiyanê yê 36 zarokan hate binpêkirin
14:19 Li Dîlok û Agiriyê pêngava ‘seferberiya rêxistinbûnê’
13:42 Wêneyê muhîmeta di mala malbata Guranê de derketî holê