DEM Partî li pêşiya wezaretê ye: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin

  • jin
  • 13:04 20 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû li pêşiya Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivî û got ku di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin û bal kişand ser qanûnên heyî. 

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, Serokekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û endamên meclisê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê li ber Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî axivîn. Jinan pankartên bi nivîsa "Em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, li dijî tundiya dewletê ya li ser jinan di serhildanê de ne", û "Jin jiyan azadî" hilgirtin. 
 
‘WEZARET ERKÊN XWE PÊK NAYÎNE’ 
 
Halîde Turkoglû di daxuyaniyê de diyar kir ku bi starta 7'ê Mijdarê dane re wan li her qadê tundî bi her awayî eşkere kirine. Halîde Turkoglû bal kişand ser rola Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya di warê tundiya li ser jinê de ya di serdema desthilatdariya AKP'ê ya 22 salan de li dijî her cure destkeftiyên jinan û wiha got: “Divê ev wezaret li dijî tundiya li ser jinê têbikoşe, lê berovajî vê yekê dike. Destkeftiyên jinan hedef digire. Wezareta ku divê dawî li xizaniya jinê  bîne, berovajî vê dike.  Digel ku divê ev wezaret mafê jiyanê yê zarok û jinan biparêze û îstismarkirina zarokan ji holê rabike, lê dîsa jî dema ku dor tê ser rêgezên qanûnî yên wekî zewaca di temenê biçûk de gotinek nabêje. Dema ku ev wezareta ku  divê pirsgirêkên jinên astengdar û jinên ku ji lênêrîna astengdaran berpirsyar in çareser bike, zarok û jinên astengdar li van navendên rehabîlîtasyonê dikek hedefa tundiyê. Ev wezaret der barê vê yekê de tu daxuyaniyê nade. Li herêma erdhejê jin dibin hedefa tundiyê, xizaniyeke kûr dijîn û pêwîstî bi kêmkirina bandorên erdhejê heye, ev wezaret erkên xwe yên li herêma erdhejê bi cih nayîne, li dijî tundî û îstîsmara ku li ser jinan tê kirin dernakeve.” 
 
BUDÇEYA WEZARETÊ
 
Halîde Turkoglû, diyar kir ku wezaretê bi zîhniyeta serdest a mêr re tifaq çêkiriye û wiha pê de çû: “Wezaret di dema hevdîtinê budçeyê de bi zîhniyeta serdest a mêr li pişt deriyên girtî lêkolîna budçeyê dike. Li şûna ku pirsgirêkên jinan çareser bike, budçeya xwe bi polîtîkayên malbata serdest a mêr çêdike. Ev wezaret jinan naparêze. Çawa ku mafê jiyanê yê jinê naparêze, di nava civakê de jî di pozîsyona parastina wekheviya jin û mêr de cih nagire. Em îro li vir in ku polîtîkayên vê wezaretê eşkere bikin. Em ê eşkere bikin, çawa ku em eşkere bikin, divê em gotinên xwe jî zêde bikin. Em îro li vir ji gelek cihan hewl didin têkoşîna jinan, daxwazên jinan û gotinên jinan bînin ziman. Em dixwazin ev wezaret li ser mafên jinan bixebite û polîtîkayên 'çawa zêdekirina destkeftiyên jinan', bi tevgerên jinan re bê cem hev, bi siyasetmedarên jin re bê cem hev û li ser çawaniya pêkanîna siyaseteke hevpar nîqaş bike. Lêbelê Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî wezaretek e ku bi mêran re tifaqê çêdike. Yanî îttîfaqa xwe ava kir da ku zîhniyeta serdest a mêr di vê civakê de hîn zêdetir mezin bibe, zayendperestî serwer bibe û li her derê nîqaşên tundiyê û cudakarî zêde bibin."
 
'YA SEREKE XWEPARASTIN E’
 
Halîde Turkoglû wiha berdewam kir: “Tifaqek wisa ava kiriye ku li şûna ku bi tevger, însiyatîf û platformên jinan re bixebite, bi komeleyên ku li gorî xwe maqûl in re dixebite. Ji ber ku dema bi Rêveberiya Karûbarên Diyanetê re dixebite, bi zîhniyeteke ku wekheviya jin û mêr li dijî cewherê xwe dibîne, pêk tîne. Vê yekê bi Diyanetê re pêk tîne ku dibêje zewaca di temenê biçûk de rewa ye. Dema ku li ser vê bingehê polîtîka dimeşîne, saziya perwerdehiyê ji bo vê zihniyetê di gelek waran de mezin bike, her hewl dide. Dibe ku her hewl bidin, polîtîkayên ku jin û şîdetê dimeşînin pêk bînin, lê weke jinên ku ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, divê em bi têkoşîna xwe xweparastin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Hatina me ya îro ji rastiya me ya rêxistinbûyî tê. Têkoşîna azadiya jinê, xweparastina rast a jinê ye. Bi gotineke din dema ku jin serî hildidin û dengê xwe bilind dikin, ji bo rawestandina kuştina jinan têdikoşin. Ji ber ku dema ev wezaret erka xwe pêk neynin, em sûcên wan li kolan û qadan eşkere dikin da ku erka xwe bi cih bînin.
 
LI VÎ WELATÎ HER ROJ HERÎ KÊM 3 JIN TÊN QETILKIRIN
 
Mixabin li vî welatî şer li dijî jinan tê meşandin. Her roj qetlîam li jinan tê kirin. Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekbûyî, di sala 2023’an de li cîhanê her 10 deqîqeyan jinek tê qetilkirin. Ev bûyereke tirsnak e. Mixabin li vî welatî her roj herî kêm 3 jin tên qetilkirin. Serdestên vî welatî li kîjan bajarî dibe bila bibe, bi polîtîkayên ku di derbarê jinan de diafirînin hejmara kuştina jinan zêde dikin. Em li vir dîsa we hişyar dikin. Polîtîkayên ku hûn hildiberînin dibin sedema komkujiyan. Jin li her derê û bi her awayî dibin hedefa tundî û cudakariyê. Em dizanin ku îro jin ji şîdeta aborî bigire heta şîdeta fizîkî, ji şîdeta zayendî heta şîdeta hestyarî û şîdeta dîjîtal bi gelek şêweyên şîdetê re rû bi rû ne. Di têkoşîna li dijî vê tundiyê de em ê têkoşîna xwe ya rêxistinbûyî mezin bikin û xweparastinê pêk bînin.
 
QEYÛMAN HER TIM JIN HEDEF GIRTIN
 
Ev welat hem li erdnîgariya Rojhilata Navîn hem jî di nava xwe de dev ji polîtîkayên şer bernade. Em dizanin ku jin û zarok hedefa her şerî ne. Nîşaneya van polîtîkayên şer jî antîdemokratîkbûn, rawestandina azadiyê û paşguhkirina wekheviyê ye. Îro jî van polîtîkayan xwe weke polîtîkayên qeyûm nîşan dide. Qeyûmên ku li Xelfetî, Êlih, Mêrdîn, Colemêrg û Esenyurtê hatine wezîfedarkirin polîtîkayên ku demokrasiya herêmî rawestînin ne. Ev polîtîkayên ku dibin sedem ku civak hêviya xwe ya aştî û azadiyê rawestîne. Em dizanin ku qeyûmên ku 8 sal in hatine tayînkirin her tim jin kirine hedef. Em ê bi hevserokatiyê û pergala nûnertiya wekhev a li dijî zîhniyeta qeyûm a ku îradeya jinan desteser dike û mafê hilbijartinê distîne, bi biryar bin û em ê vê biryardariyê mezin bikin." 
 
ROJA MAFÊN ZAROKAN A CÎHANÊ
 
Îro 20'ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan e û em ber bi 25’ê Mijdarê ve diçin. Mixabin îro kes nikare behsa zarokan û mafên wan bike. Rojeva me ya sereke qetlîamên zarokan, zarokên ku rastî îstîsmarê hatine, yan jî zarokên ji ber xizaniyê jiyana xwe ji dest didin, yan jî bi keda zarokan tên îstismarkirin e. Belê, em behsa van dikin. Lê dema ku divê em bahse mafê jiyanê yê zarokan û rastiya hebûna wekhev a di nava vê civakê de li vî welatî bikin, zêdebûna komkujiya zarokan bûye rojeva me ya sereke. 20'ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Bîranîna li Dijî Sûcên Nefretê ye. Hedefa sereke ya polarîzekirina siyasetê li vî welatî kesên xwedî nasname û meylên zayendî yên cuda ne. Em dizanin ku ev kîn jî vediguhere qetlîamekê. Em weke yên ji bo jinê, ji bo wekhevî û azadiyê têdikoşin, em ê bi hev re têbikoşin ku bi hemû cudahiyên xwe di nava vê civakê de hebûna xwe bimeşînin. Di vî warî de em ê têkoşîna xwe ya rêxistinî ya li dijî gotinên nefretê û sûcên nefretê berfirehtir bikin. Di 25’ê Mijdarê de em ê li her derê, li her qadê serhildana xwe ya li dijî her cure tundiyê mezin bikin. Em ê li kêleka hev bibêjin em di jiyana azad û wekhev de israr dikin, li dijî tundiya mêr-dewletê di serî de ne, em ê hevgirtina xwe mezin bikin, em ê bibin serhildana jinan û têkoşîna me û hêrsa me wê hîn zêdetir bibe. Têkoşîna me ya azadî û wekheviyê wê bibe pirsgirêka bingehîn a vî welatî. Em dizanin ku jin wê bi ser bikevin, bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan wê jiyan û hevgirtin pêk were."
 

Sernavên din

12/05/2025
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da
11:35 Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye
11:28 Êrişên Hindistan û Pakistanê yên li dijî hev zêde dibin
11:27 Dema ku giliyê gardiyan kir, bû gumanbar
11:18 Ji bo Sirri Sureyya Onder li Semsûrê şîn hate danîn
11:08 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:50 Der barê rojnamevan Kanbal de doz hat vekirin
10:25 Rêwîtiya koçeran dest pê kir
10:03 Welatiyên li bazara taxê: Çareserî banga Ocalan e
09:54 Hevdîtinên çareseriyê yên di meseleya Kurd de
09:53 Dîcle Anter: Sirri ji bo hevrûbûna bi rastiyan re têkoşiya
09:32 Çelîk ê piştî 31 salan hate berdan li warê xwe bi coş hate pêşwazîkirin
09:26 Li girtîgehên Antalyayê 90 girtiyên nexweş hene: Girtiyan berdin
09:05 Dîmenên nû yên li Gabarê birîna daran derket holê
09:04 Li Şirnexê gel nikare ji xizmetên tenduristiyê sûd bigire
09:02 ‘Sererastkirina qanûnî ya ji bo mafê hêviyê gaveke bivênevê ye'
09:01 Xizmên girtiyan: Em hem li benda aştiyê hem jî li benda gotinên Abdullah Ocalan in
09:00 ROJEVA 9’Ê GULANA 2025’AN
08/05/2025
16:46 Arinç: Divê dewlet kesên di pêvajoyê de cih digirin biparêze
16:37 Li Amedê xwendekarên hiqûqê Onder bi bîr anîn
16:29 Bi hinceta ‘tililî’ û ‘hembêzkirinê’ ceza dan 9 girtiyên jin
16:22 Di meha Nîsanê de 8 jê zarok 152 karkeran jiyana xwe ji dest dan
15:42 124 kesan xatir ji Onder xwestin: Te li dilê me tevan aştî nivîsand
15:17 Doza Oner ê bi wesayîta zirxî hatibû qetilkirin birin îstînafê