Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome

  • ciwan
  • 10:08 27 Mijdar 2024
  • |
STENBOL - Endamên Meclisa Ciwanan a HDK’ê diyar kirin ku nayê qebûlkirin ku îktîdar “Mafê hêviyê” bike mijara bazariyê û wiha gotin: “Dê têkoşîna me ya li dijî polîtîkayên tecrîd û qeyûm bidomin.” 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin didome. Gelê kurd û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd, di serî de Ewropa li gelek welatên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” dabûn detspêkirin. Pêngav dikeve sala duyemîn û çalakî û xwepêşandan jî didomin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî tecrîda li ser Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman axivîn. 
 
‘MAFÊ HÊVIYÊ’ NABE MIJARA BAZARIYÊ 
 
Alî Talay anî ziman ku dewlet hewl dide şerê heyî li gorî daxwazên xwe bi dawî bike û wiha got: “Îktîdar, ‘mafê hêviyê’ dike mijara bazariyê. Divê mirov li benda çareseriya îktîdarê nesekine. Divê ciwan jî di vê çarçoveyê de bixebiin. Niha çareseriyek nîne lê weke ku hebe nîşan didin. Gelek derdorên civakê jî ji vê bawer dikin. Îktîdar dibêje yan dê bi ya min bikin an jî dê qeyûm tayîn bikim. Îktîdar ne li gel çareseriyê lê li pey tesfiyeyê ye.” 
 
Talay, bal kişand ser polîtîkaya tayînkirina qeyûman û wiha pê de çû: “Gel bi rêjeye ji sedî 60-70’ê nûnerên xwe hildibijêre lê tavilê qeyûm tayîn dikin. Qeyûm ne tenê nenaskirina vîna gel, her wiha hêviyên ciwanan jî tune dike. Ne tenê kurdan lê hemû derdorên piştgiriyê didin kurdan jî hedef digirin. Roj bi roj zext zêdetir dibin û têkoşîna me jî dê bidome.” 
 
‘QEYÛM TAYÎNÎ ÎRADEYA GEL KIRIN’
 
Ekîn Aksu jî destnîşan kir ku cihên qeyûm lê hatine tayînkirin bi taybet hatine hilbijartin û ev tişt anî ziman: “Dema em li Êlihê dinêrin, cihê herî zêde Hîzbullah heye ye. Yek ji cihên herî zêde dewlet şerê taybet lê dimeşîne ye. Yek ji cihên herî zêde îradeya jinê xurt lê derketî ye. Lewma dewletê berê xwe da wir. Xelfetî ji bo me cihekî dîrokî û girîng e. Dêrsim jî yek ji wan cihan e ku her tim rastî qirkirinê hatiye. Anku bi zanebûn ev der hedef girtin.” 
 
Ekîn Aksu, got ku bi tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Esenyurtê re modêla “Lihevkirina Bajar” hedef hatiye girtin û wiha domand: “Îradeya gelê kurd qebûl nakin. Piraniya xelkê Esenyurtê kurd in. Bi dengên kurd û tirkan hate standin û bi tayînkirina qeyûm re ev îradeya hevpar hedef hat girtin. Li dijî van êrişan û xespan ciwan û gel amade ye îradeya xwe biparêz e.” 
 
QEDEXEYA HEVDÎTINÊ YA 6 MEHAN 
 
Ekîn Aksu, bi lêv kir ku medyaya îktîdarê di mijara “pêvajoyê” de civakê dixapîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtina li Îmraliyê hevdîtina malbatê bû û bersiveke zelal ji Îmraliyê hate dayin. Heke jidil bûna dê ev yek bikirana rojev. Piştre 6 meh qedexeya hevdîtinê da. Heke jidil bûna dê bikirana rojev. Dê çareserî bi kê re were kirin? Hat gotin ku muxatabê çareseriyê li Îmraliyê ye. Heke muxatab Îmrali be wê demê çima 6 meh qedexe dan? Heke çareserî çêbibe dê bi Îmraliyê bibe. Ew jî bi vê dizanin. Devlet Bahçelî li Meclisê got. Rastiyeke wiha heye lê biryara qedexeyê didin. Anku jidil nînin. Berdewamiya polîtîkayeke bi salan didome ye.” 
 
Bi domdarî Ekîn Aksu bal kişand ser krîza aborî, pirsgirêkên xwendekarên zanîngehê û ciwanan û got ku divê ciwan xwe birêxistin bikin û têbikoşin. 
 
'REV ÇARESERÎ NÎNE’
 
Harun Tayyîp Turkan jî bi lêv kir ku îktîdar nahêle gelê kurd xwe bi xwe birêve bibin û got: “Pratîka tê kirin, pratîkê mêtingeriyê ye.” Turkan, bal kişand ser koçberiya ciwanan a ber bi welatên cuda ve û anî ziman ku sedema vê polîtîkayên xelet ên îktîdarê ne. Turkan, anî ziman ku rev çareserî nîne û divê ciwan li kolanan û li her qadên jiyanê xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. 
 

Sernavên din

29/11/2024
22:23 DEM Partî: Bila gelê me mafê xwe yê protestoyê bi kar bîne
22:18 DBP: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
19:53 Qeyûm tayinî Şaredariya Miksê hat kirin
16:26 Hevberdevkê HDK’ê Kenanoglû: Qeyûm li pişt bariyerên betonan hefsî ne
16:06 Bakirhan: CHP dikare ji bo çareseriyê rola xwe bilîze
Ozel: Em amade ne rola xwe bilîzin
15:04 Li Miksê esnaf hatin ziyaretkirin
15:02 5 rojnameger bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
14:55 Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Ozel dest pê kir
14:51 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
14:43 Qeyûmî cîgirên hevşaredar ji peywirê girt û li şûna wan AKP’iyek tayîn kir
13:18 Navê Tahir Elçî li kolana lê hatibû qetilkirin, kirin: Dê bibe sembola aştiyê
12:47 Ozel ji dozger Gurlek re got: Nebe amûra hin kesan
12:35 Pevçûnên di navbera artêşa Sûriyeyê û HTŞ’ê de didomin: Hedef rêya M5’ê ye
12:30 Qonaxa dîrokî ya li Qersê bi hilweşînê re rû bi rû ye!
12:29 Rojnameger, siyasetmedar û sendîkavan sewqî edliyeyê hatin kirin
12:26 Hevşaredarê Miksê Hazir: Li ser talîmatê ceza dan
12:24 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:22 Ji ber ‘dermanê epîlepsiyê’ êrişî girtî Bayir kirin
12:21 Derheqê cîgirê Şaredarê Esenyurtê Yalçin de biryara binçavkirinê hat dayin
10:00 Parêzer Zeynep Karayilan: Divê ji bo ‘mafê hêviyê’ sererastkirinek bê kirin
09:21 Ji bo ceza bidin xwe li benda hevşaredarbûna wî girtine!
09:12 Berdevka YPJ’ê: Pergala baviksalariyê dê bi modernîteya demokratîk tune bibe
09:03 'Li dijî asîmlasiyonê divê li her derî Dibistana Zarokan a Ma Musîcê bê avakirin'
09:02 Sedema beraetkirina rojnamevan Dicle Muftuoglûyê
09:01 Mûstafa Sarigul: Dixwazin tayînkirina qeyûman nîşanî muxalîfan jî bidin
09:00 Ji dêrsimiyan berteka li dijî qeyûm: Hûn nikarin kesên hilbijartî ji peywirê bigirin
09:00 ROJEVA 29’Ê MIJDARA 2024’AN
28/11/2024
22:22 9 nivîskar û rojnamevan hatin berdan
16:20 Ketin û derketina li herêmên qirkirina xwezayê lê tê kirin hat qedexekirin
16:18 Banga ‘Pêşî li darvekirina jinên têkoşer bigirin’ li rayedaran kirin
15:41 Nehiştin Hevşaredarên Êlihê derbasî şaredariyê bibin
15:33 'Mafê tenduristiyê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin’
15:17 Tahîr Elçî li gelek bajaran hat bibîranîn: Faîlan derxînin holê
14:40 Tahir Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
13:59 Di 2025’an de dê 21 girtîgehên nû bên vekirin
13:50 AYM’ê ji bo cezayê ji ber çalakiya 'Komploya 15’ê Sibatê’ hatiye dayin got ‘binpêkirin e’
12:43 Li 21 siyasetmedaran 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn
12:09 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê sibe dê bê lidarxistin
11:59 Navê wî li kolana lê hatibû qetilkirin hate kirin
11:52 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Li gundê Burmadereyê qeyûm hate tayînkirin
11:04 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:59 Hevşaredar Gulistan Sonuk: Dê têkoşîna me bidome
10:27 Parêzer Ortaç: Lihevkirina civakî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e
10:23 Tahir Elçî li cihê lê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
09:35 Mûrat Karayilan: Dê nekarin ji vê rêbazê encam bigirin
09:18 Hewldanên li dijî Şengalê çi ne?
09:08 Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne
09:07 Çareya ji bo şer, krîza avhewayê û koçberiyê: Civaka ekolojîk-komunal
09:06 'Li dijî qeyûman xurtkirina xeta têkoşînê divê'
09:04 Banga ji bo mitînga 'Em nikarin debara xwe bikin'
09:00 ROJEVA 28’Ê MIJDARA 2024’AN
27/11/2024
22:56 Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evînê dest bi greva birçîbûnê kirin
22:53 Rêyên 98 gundên Amedê hatin vekirin
16:55 Bertek nîşanî qeyûm dan û ji civînê derketin
16:51 Doza Ahmet Gun ê hatibû qetilkirin hat taloqkirin
16:19 Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin
15:21 Ciwanên êrişên dewleta tirk kişandin ji hêla PDK’ê ve hatin binçavkirin
14:48 Li Edeneyê qeyûm hatin protestokirin
14:35 Erdogan dîsa gef xwar
14:01 Ji binçavkiriyan 10 jê anîn Enqereyê
13:39 Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî binçavkirinan dan: Em paşvegavê naavêjin
13:38 Helbestvan, akademîsyen û rojnameger 2 roj in binçavkirî ne
13:10 Li Peyasê loqenteya gel hate vekirin
13:10 'Jin, jiyan azadî' li Meclisê ye
13:09 Wezareta Dadê: Em daxwaznameya DEM’ê dinirxînin
12:54 Li Londonê polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd de girtin
12:38 Li Dêrsimê qeyûm û binçavkirin hatin protestokirin
11:47 Kesên li Çanakkaleyê hatin binçavkirin hatin berdan
11:44 Gotûbêja Sabahat Tuncel ji hêla rektor ve hat betalkirin
11:30 Peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kete meriyetê
10:58 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Hevalên me berdin
10:39 Li Şirnexê rêyên bajarokek û 7 gundan hatin girtin
10:38 Piştî erdheja li Bedlîsê hişyar hate kirin
10:27 Li 3 bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:08 Ciwanên HDK’î: Dê têkoşîna me ya li dijî qeyûm û tecrîdê bidome
10:03 Li karwanê ragihandina azad deng û rengekî nû zêde bû: Ajansa Welat
09:25 Li Wanê rêyên 158 gundan ji ber berfê hatin girtin
09:12 Di ser kuştina belavkarê rojnameyê Işik re 31 sal derbas bûn
09:07 Av. Sarsilmaz: Wê girtina min bibe sedema ku ez têkoşînê mezin bikim
09:03 Ji Şaredariya Silopiyayê xizmeta li ser esasê jinê
09:02 Kadriye Dogan: Qeyûm êrişa li pergala hevserokatiyê ye
09:01 Di doza MCG Towerê de ji bo peywirdarê cemaweriyê doza lêpirsînê nehat dayîn
09:00 ROJEVA 27’Ê MIJDARA 2024’AN
26/11/2024
21:52 Li meclisê dirûşma 'Jin jiyan azadî' hat berzkirin
21:50 Li Dêrsimê 4 kes hatin girtin
16:45 Li emniyetê lêgerîna tazî li rojnameger Alayumat hate ferzkirin
16:33 Binçavkirina rojnamegeran dê sibe li Amedê bê protestokirin
16:27 DBP û DEM Partiyê bertek nîşanî binçavkirinan dan
16:14 Li Dêrsimê qeyûm hat protestokirin: Pêşeroj dê ya berxwedêran be
15:30 Ozel: Heke li ser bingeha mutebeqeta civakî be em jê li gel in
15:25 Kesên hatin binçavkirin tînin Enqereyê
15:18 Li Wanê piştgirî dan kampanyaya ‘pereşandina ji girtiyan re'
14:43 Li Agiriyê berf bariya
14:43 Danişîna Emîne Şenyaşarê hate taloqkirin
14:04 Hevserokên giştî ji bo hevdîtina li Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan
13:54 Li 30 bajaran 231 kes hatin binçavkirin
13:45 DFG: Rojnamegerên binçavkirî berdin
13:43 Girtiyê nexweş nabin nexweşxaneyê
13:39 Ahmet Turk îdiaya hevdîtina bi Bahçelî re derewand