Binçavkirin li gelek bajaran hatin protestokirin

  • rojane
  • 16:19 27 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Binçavkirina zêdetirî 200 kesan ku rojnameger, siyasetmedar, parêzer, akademîsyen, helbestvan û nivîskar jî di nav de ne, li gelek bajaran hatin protestokirin. 

Di serdegirtinên malan ên li Amed, Şirnex, Dêrsim, Bedlîs, Riha, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Çanakkale û gelek bajarên din de rojnameger, siyasetmedar, parêzer, akademîsyen, helbestvan û nivîskar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Binçavkirin, li gelek bajaran hatin protestokirin. 
 
STENBOL
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li avahiya komeleyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Operasyonên siyasî bi dawî bikin, Nûmet Tanrikulu-Erdogan Alayumat û hemû binçavkiriyan berdin” hate hilgirtin. Ji partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî got ku heke bangî kesên hatine binçavkirin bihata kirin ew bi xwe dê ji bo îfadeyê biçûna û diyar kir ku ew binçavkirinan qebûl nakin. 
 
EREN KESKÎN: DEWLET AŞTIYÊ NAXWAZE 
 
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî diyar kir ku dewleta tirk ji salî 90’î heta niha tundiya xwe didomîne û wiha got: “Dewlet aştiyê naxwaze. Tevahiya hevalên me yên hatine binçavkirin sivîl in. Di destê wan de çek tune ye. Anku dewlet dibêje em siyaseta sivîl naxwazin. Ewlehiya canê tu kes ji me nîne. Mafên me yên protesto û xwebirêxistinkirinê hene. Lê dewlet tevekan binpê dike. Kesek dengê xwe nake. Jixwe ferqa muxalefeta navendî ji îktîdarê nîne. Em ê heta dawiyê van hevalên xwe bişopînin.” 
 
'MUAMELEYA DIJMINATIYÊ KIRIN’
 
Ji demezirînerên Tevgera 78’an Celalettîn Can jî pêvajoya binçavkirina hevjîna xwe Nîmet Tanrikulu ku parastvana mafên mirovan û yek ji damezirînerên ÎHD’ê ye vegot. Can, ev tişt anî ziman: “Serê sibehê li derî xistin. Bêserûber lêgerîn kirin. Gotin ku ji bo girtina Nîmetê hatine. Dema me pirsa ‘di destê we de belge heye?’ jê kirî, gotin ‘endamtiya KCK’ê.’ Gotin ‘Divê em komputer belge û hwd. bibin.’ Endamtiyên KCK û DEM Partiyê jî di nav de ji bo Nîmetê gelek endamtî rêz kirin. Bi saetan li qereqolê dan sekinandin. Nehiştin parêzer hevdîtinê bikin. Saet di 13.00’ê de birin. Dê di roja înê de derxînin dadgehê. Muameleya dijminatiyê dikin.” 
 
Endama Navenda Rêveberiya SODAP’ê Fatma Înce jî xwest ku hemû binçavkirî bên berdan û binçavkirin şermezar kir. Cîgirê Serokê Giştî yê EMEP’ê Levent Tuzel jî anî ziman ku dewlet dixwaze gel bêzar bike û got: “Weke parastvanên mafên mirovan, aştî û demokrasiyê em dixwazin ev zext bi dawî bibin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û têbikoşin.” 
 
MÊRSÎN
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman boneyê li Parka Ozgur Çocukê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Kesên bêhiqûqî hatine binçavkirin berdin” hilgirtin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev binçavkirin nîşaneya bêhêzbûna îktîdarê ye. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. 
 
EDENE
 
Li Edeneyê jî bi heman boneyê li pêşiya edliyeyê daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de binçavkirina endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Şîar Rîşvanoglû hate şermezarkirin. Parêzer Baran Taygun Metîn di daxuyaniyê de got ku binçavkirina bêyî agahiya baroyê binpêkirina hiqûqê ye. Serokê Baroya Edeneyê yê berê Mengucek Gazî Çitirik jî anî ziman ku ew dikarin bi rêya mezinkirina têkoşînê û piştevaniyê pêşî li êrişan bigirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Nûnertiya DÎSK’ê ya Herêma Egeyê jî têkildarî binçavkirina Serokê Giştî yê Genel-Îşê ya DÎSK Remzî Çalişkan û Serokê Genel-Îşê ya Mêrsînê Kemal Goksoy li pêşiya SGK’a Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Binçavkirin û zext nikarin me bêzar bikin. Em ê li dijî bêhiqûqtiyê serî netewînin” hate hilgirtin.  Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari binçavkirin şermezar kir û got ku ew ê teslîmî neheqî û bêhiqûqtiyê nebin. 
 

Sernavên din

19/05/2025
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin