Zozan Bor a li midûriyeta polîsan hat tacizkirin: Kevalên min hê jî di binçavan de ne

  • jin
  • 09:08 28 Mijdar 2024
  • |

WAN - Perwerdekara wêneyan Fatma Zozan Bor ku di pêşangeha 25'ê Mijdarê ya li Tetwanê hat vekirin de hat binçavkirin, diyar kir ku li midûriyeta polîsan rastî taciza fizîkî û devkî hatiye û got: "Wêneyên min hê jî di binçavan de ne."

Di çarçoveya projeya Komeleya Aryen Huner a "Ji Çaran Çar, Jin Huner" de, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê li Tetwan a Bedlîsê, li Navenda Bazirganiyê ya Yaşamê (AVM) pêşangehek hat vekirin. Pêşengeh ku berhemên hnermendên jin lê cih digirtin, piştî demekê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û perwerdekara wêneyan a Komeleya Aryen Huner Fatma Zozan Bor hat binçavkirin. Tabloyên Zozan Borê ên li pêşangehê jî ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin. Zozan Bor a ku piştî binçavkirinê li Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê lêgerîna tazî lê hat ferzkirin, peyama "Em ê têkoşîna xwe bidomînin, em ê tu carî paşve gav neavêjin" da.
 
‘EM DIXWAZIN JINAN BIGIHÎNIN HUNERÊ'
 
Zozan Borê destnîşan kir ku wan projeya "Ji Çaran Çar, Jin Huner" pêk aniye û di van xebatan de tenê bi jinan re huner çêkirine û wiha got: “Me tenê bi keda jinan berhemên hunerî afirandin. Di çarçoveya lêkolînan de me atolyeyên di warê wênesaziyê de li dar xist. Me pêşangehek ji kevalên van atolyeyan çêkir û li wir nîşan da. Me pêşangeha yekem li Wanê li dar xist. Me xwest ya duyemîn jî li navçeya Tetwan a Bêdlîsê pêk bînin. Armanca me ew bû ku em hunera jinê li her derê bigihînin jinan."
 
Zozan Borê diyar kir ku tevî hemû destûrên pêwîst ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê ve bi ser pêşengehê de hatiye girtin û wiha got: "Heta ku xebatên amadekariya pêşangeha me dewam dikirin, kesên ku unîfroma ne li wan û û nasname nîşan nedidan, mudaxileyî pêşangeha me kirin. Dema ez vegeriyam berî ku karê pêşangeha me bi dawî bibe, kevalên min di destê wan de bûn û perçeyên wan diketin erdê. Ji ber vê yekê min bertek nîşan da û min pirsî: 'Tu kî yî û çi dikî?' Ji min re got 'Ez midûrê polîsan im, dewlet im, çi bixwazim dikarim bikim.' Wêneyên min hatin desteserkirin."
 
‘LÊGERÎNA TAZÎ, TACÎZA DEVKÎ Û FÎZÎKÎ'
 
Zozan Borê bilêv kir ku li Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê rastî lêgerîna tazî, heqaretan û tacîzê hatiye û wiha got: “Ez rastî tacîza fîzîkî hatim. Ev destwerdan û nêzîkatî ne asayî ne. Ev nêzîkatî destwerdana li çand û hunera kurdî ye. Me di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinê de xebatên xwe meşand û hemû xebatên me bi mijara jinê, bi keda jinan bû. Em rastî bêtehemûliya dewlet û pergalê ya li hemberî jinê û keda jinê hatin. Em berî rastî tacîza polîsên sivîl bên jî, ji aliyê polîsên li wir hatibûn peywirdarkirin dihatin tacîzkirin. Tevî ku me berê jî telefon kiribû û me gotibû çima û bi çi armancê pêşangeh hatiye lidarxistin jî, em rastî vê helwestê hatin. Ew cihekî şaredariyê bû û me hemû destûrên pêwîst standibûn."
 
KEVALÊN WÊ HÊ JÎ DI BINÇAVAN DE NE!
 
Zozan Borê anî ziman ku zext û destwerdan ne asayî bûn û wiha got: “Di rojeke wiha watedar de ev destwerdan qet ne asayî bû. Xebatên hatin desteserkirin ji bo bîranîna jinên hatin qetilkirin hatibûn çêkirin. Xebatên me yên ku bi navên hemû jinên li çar aliyê cîhanê hatine qetilkirin, hatin desteserkirin. Ev kar, pir baş dihatin kirin. Mudaxileyên ku li gel, sazî û hunermendên ku tundiyê nîşan didin tên kirin, ji bo asayîkirina tundiyê ye. Du xebatên me hê jî li Midûriyeta Polîsan a Bedlîsê girtî ne. Her çiqas ez hatim berdan jî keda min li min venegerandin. Me hemû pêvajoyên qanûnî yên pêwîst dane destpêkirin. Dema me li Tetwanê pêşangehek li dar xist, gel gelekî kêfxweş bû û got ku cara yekem e tiştekî wiha dibîne. Hewl dan pêşî li vê rewşê bigirin. Destûr nehat dayîn ku xebateke hunerî bê çêkirin, mudaxile kirin û xwestin gel çavtirsandî bikin. Em destûrê nadin tiştekî ku ne di çarçoveya daxwazên me de be. Em nêzîkatiyên bi vî rengî qebûl nakin."
 

Sernavên din

19/05/2025
09:02 'Divê tevgereke jinan a enternasyonalîst bê avakirin’
09:00 Hinek xanî bi bîr û berxwedanê tên avakirin
09:00 ROJEVA 19'Ê GULANA 2025'AN
18/05/2025
20:18 Ji Abdullah Ocalan peyam: Pêdivî bi peymaneke nû heye
19:03 Ji Bahçelî nexşerê: Bila komîsyoneke ji 100 kesan pêk tê were avakirin
17:23 Îsraîlê li dijî Xezeyê êrişeke mezin da destpêkirin
17:14 Li Tekîrdagê komeleya zimanê Kurdî hate vekirin
16:45 Şandeya DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
16:04 Di bahoza li DYA’yê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:36 Kaytan û Altûn li Qada Şêx Seîd ji hêla bi hezaran ve hatin bibîranîn
14:51 Birayê Denîz Poyraz hate berdan
14:45 Girseya ji Mêrdînê hatî ber bi Qada Şêx Seîd ve meş li dar xist
14:40 Hevalê qawîşê yê Riza Altûn jî di bîranînê de ye: Em ê xwedî li bîranîna wan derkevin
14:22 Jinan beriya bîranînê meş li dar xistin: Dê têkoşîna me de bijîn
13:54 Ji bo bîranînê li Amedê ne: Divê Ocalan azad bibe
13:52 Di Lijneya Giştî ya Şaxa ÎHD’a Amedê de banga ‘gavan biavêjin’ li dewletê hat kirin
12:52 Di Sempozyuma Zimanê Kurdî de siyaset hate rexnekirin
12:41 Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
12:18 DEM Partî: Kesên me di Gulanê de winda kirin rêya me ronî dikin
12:17 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn bi rê ketin
10:56 Kesên li Dêrsimê tev li bîranînê bûn: Aştî yekalî nabe
10:42 Çanakkale bi pileya 4.4’ê hejiya
10:41 Xwişkên Mazlum Dogan: Ya dikeve ser milê me ew e ku em di rêya wan de bimeşin
10:07 Li girtîgehên herêma Akdenizê 80 girtiyên nexweş hene
09:54 Ji Îzmîrê ber bi Enqereyê ve têkoşîna kedê
09:54 ‘Em ê têkoşîna Kaytan û Altûn bidomînin’
09:28 Dîmenên îşkenceya li bin çavan 5 sal in nehatiye lêkolînkirin
09:28 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
09:02 Rewşa girtiya nexweş a 76 salî roj bi roj girantir dibe
09:02 Salên Altûn ên li Dîlokê: Tovê azadiyê reşand
09:01 Xelkê Cizîrê piştgiriyê dide pêvajoyê: Divê dewlet gavên hewce biavêje
09:00 ROJEVA 18’Ê GULANA 2025’AN
17/05/2025
17:14 Rola çapemenî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin
17:12 Kaytan û Altûn sibê li Amedê tên bibîranîn
17:11 Ji şardariyê daxuyaniya li ser beytan
16:09 Mihrîcana Fîlman a Uçan Supurge destpê dike
16:07 Ji bo girtiyên nexweş Avci û Balataci bangewazî
16:04 ‘Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir: Mirov bi zimanê xwe mirov e
15:44 Xizmên windayan li 4 bajaran pirsîn: Hezkiriyên me li ku ne?
15:24 Daxuyaniya hevpar a 255 saziyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
14:47 Bakirhan: Ji bo aştiya civakî divê rûbirûbûn pêk were
Buldan: Heke winda neyên dîtin aştî nîvco dimîne
14:45 Li Dêrsimê berxwedan bi ser ket: Girse dimeşe navendê
14:33 Daxwaza komisyona heqîqetê ji bo kesên hatine windakirin
14:21 Cemîl Bayik: Em paradîgmayeke nû bi pêş dixin
13:57 TJA: Em aktorên pêvajoyê ne
13:46 Li Dêrsimê Kaytan û Altûn ji aliyê hezaran ve hatin bîranîn
13:39 Behsa birayê xwe ku jê re digot ‘Heval’ kir: Bi xwedî derketina pêvajoyê em dikarin nirxên wan biparêzin”
13:37 Mafê tedawiya Zeyneb Celaliyan tê astengkirin
13:36 Li Mexmûrê çalakiya li hember ambargoyê didome
12:03 JI Dayikên Şemiyê banga heqîqet û rûbirûbûnê
11:39 Hevalê Çaran yê heman qawîşê: Hewldanên wan vala neçûn
10:48 Ji Hakî Karer hîn bû ku Kurd e
10:10 Serokê Giştî yê EHP’ê: Armanca PKK'ê ya sosyalîzmê girîng e
09:39 Ji bo 6 kesan doza ‘Newrozê’ hate vekirin
09:33 Viyan Tekçe: Em ê mafê xwe biparêzin
09:18 Ji bo bibîranîna li Qada Şêx Seîd bangewazî
09:03 ‘PKK peywira xwe anî cih niha dora dewletê ye’
09:02 Raportor Amor: Biryara PKK'ê hêvî dide mirov divê firsend neyê xerckirin
09:00 ROJEVA 17'Ê GULANA 2025'AN
16/05/2025
17:33 Di doza ‘azardana zarokan’ de 82 sal cezayê hefsê hat dayin
16:32 Li Licê hestiyên ku tê texmînkirin aîdî mirovan e hatin dîtin
15:52 Civînên jinan ên DEM Partiyê dewam dikin
15:28 Wêneyê Abdullah Ocalan ê 42 sal berê hat weşandin
15:26 Rêveberê KURDÎ-DER'ê yê Geverê serbest hat berdan
14:35 Dosyaya Ozbahçecî ku polîsan kuştibû şandin krîmînala cendirmeyan
13:30 Der heqê rojnameger Boltan de lêpirsîn hate destpêkirin
13:20 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang hate kirin
13:19 Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerandin zimanê Yewnanî
13:19 Cezayê polîsê Berkîn Elvan qetil kiribû hate erêkirin
13:05 Kongreya NADA’yê di roja 2’yan de bi komxebatan dest pê kir
12:02 Cîvaknas Kuçukaydin: Gaveke nû hate avêtin, guherîn dê hinek biêş be
11:44 Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn: Tu caran serî netewandin
11:27 'Ev pêvajo mîrateya Çaran e'
10:58 Li Colemêrgê nexweşiya tevekê hat tespîtkirin
10:51 Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:48 Mêşvanan berê xwe dan zozanan
10:24 Sabrî Ok: Ji xwe û bi Rêber Apo bawer bin
Besta Botan: Têkoşîna li ser zemîna siyaseta demokratîk dest pê dike
10:03 Ji bo bîranîna li Dêrsimê bang: Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve
10:02 Serlêdana emniyetê ya ji bo 'guhertina îmarê' hat redkirin
10:02 Riza Altûn vegot: Baş birêxistin dikir û mamosteyekî zîrek bû
09:27 Li Şirnexê ji ber hişkesaliyê 300 hezar donimên dexl û danê hişk bûn
09:17 Ji bo vegotina ‘pêvajoyê’ li 12 tax û 72 gundan çûn serdana 5 hezar malbatan
09:03 Komeleyên herêmê: Divê em beşdarî pêvajoyê bibin
09:01 Parêzer Zeynep Karayilan: Dê çareserî di şexsê Abdullah Ocalan de pêk bê
09:00 ROJEVA 16’Ê GULANA 2025’AN
08:43 Dayika girtiyê nexweş di qezayê de jiyana xwe ji dest da
08:39 Li Mêrdînê jinekê bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da
15/05/2025
21:23 Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajaran hat pîrozkirin: Statuya Kurdî nas bikin
17:04 ‘Em ê xeyalên Altûn û Kaytan pêk bînin’
16:40 Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhej çêbû
16:32 Ji bo bîranîna Kaytan û Altûn a li Amedê bang hate kirin
16:28 Rojnameger Furkan Karabay hate girtin
15:47 Tekmenûray ê piştî 32 salan hate berdan: Em ê têkoşînê bidomînin
15:46 Mexmûriyan li dijî ambargoyê çalakî dan destpêkirin
15:35 Derhêner Alî Ozgenturk wefat kir
14:48 Di doza rojnameger Çoban de dê mutalaa bê amadekirin
14:10 Girtiyê nexweş ê li dijî lêgerîna tazî derketî hate derbkirin
13:36 Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî 'Girtîgehên bi tîpa bîrê' didome
13:22 Bayindir û Bakirhan beşdarî bîranîna Kaytan û Altûn bûn
13:16 Banga ‘Bila Kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdehiyê’ kirin