'Êriş bi tevî li dijî gelên herêmê ne'

  • rojane
  • 09:35 2 Kanûn 2024
  • |
img

STENBOL - Endama Meclisa Giştî ya HDK'ê Esengul Demîrê bal kişand ser êrişa komên cîhadîst ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û got: "Em eşkere bibêjin ku êriş bi tevahî li ser gelên herêmê ye."

Pevçûnên di navbera Hemas-Îsraîl û Îsraîl-Libnanê de bû sedema destpêkirina pevçûnên rawestandina şer li Sûriyeyê. Koma cîhadî ya ku wekî baskê Sûrî yê El-Qaîde tê naskirin, ku di sala 2017'an de navê xwe yê El-Nusra guhert û kir Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û grûpên paramîlîter ên bi piştgirîya Tirkiyê di 26'ê Mijdarê de dest bi êrişa li ser Helebê kirin. Komên cîhadîst ên bi piştgiriya Tirkiyeyê ku Heleb ji hêzên rejîmê standibûn, berê xwe dan Hama û Humûsê. Kurdên ku di dema êrişa dewleta tirk a li ser Efrînê de koçî Tel Rifatê kirin û kurdên li Taxa Şêx Mexsûd a Helebê di bin gefa komên ser bi Tirkiyê de ne. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî amadekariyên xwe yên li dijî metirsiyên şer ên li herêmê didomînin.
 
 
Endama Meclisa Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîrê bandora pevçûnên li ser gelên herêmê nirxand û diyar kir ku bi êrişan re Îsraîl dixwaze li Rojhilata Navînê bi kêmkirina bandora Îran û Rûsyayê re ji xwe re cih çêbike. Esengul Demîrê da zanîn ku ev êriş wekî rewşeke ku rêxistinên cîhadîst ji nû ve xwe birêxistin kirine û dest bi êrişan kirine nayên ravekirin û got: "Bi taybetî bi êrişa Helebê re dibe ku were fikirîn ku hêza rejîma Sûriyeyê qels bike û bandora wê ya li wê herêmê bişikîne. "
 
Esengul Demîrê diyar kir ku divê ev êriş tenê wekî lawazkirina hêza rejîma Sûriyeyê neyê nirxandin û diyar kir ku êrişên li ser Helebê yekser piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Hîzbullahê de pêk hatine. Esengul Demirê got: "Divê em bifikirin ku li vir planeke din ketiye meriyetê. Dema ku em lê dinêrin ev kom kî ne, profîlên wan çi ne, komên çawa ne, em dikarin bibêjin ku ew komên ku ji aliyê DYE'yê ve tên destekkirin. Serokê HTŞ'ê di demên nêz de bi yekîneyên îstîxbarata amerîkî re hevdîtin pêk anî. Piştî van hevdîtinan êrişî Helebê hat kirin. Ev kom ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên destekkirin. Ji ber vê yekê dibe ku ev êriş wekî tevgereke DYA'yê û Îsraîlê ku dixwazin dirûv bidin siyaseta Rojhilata Navînê bên xwendin."
 
'TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE KOMÊN CÎHADÎST'
 
Esengul Demîrê diyar kir ku di êrişê de mudaxileya Tirkiyeyê jî heye û got ku Tirkiye piştgiriyê dide van komên cîhadîst û bi her awayî piştgiriyê dide wan. Esengul Demîrê destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze xwe bigihîne sînorên Mîsakî Mîlliyê û naxwaze kurd li Sûriyeyê destkeftiyan bi dest bixin û got: "Tirkiye dixwaze otobanên M4 û M5 bixe bin kontrola xwe. Kontrolkirina van rêyan tê wateya kontrolkirina herêmê. Armanceke din a ji nû ve çalakkirina sînorên Kerkûk û Mûsilê jî ew e ku Tirkiye naxwaze li derveyî vê pêvajoyê bimîne. Tirkiye vê pêvajoyê wekî firsendekê dibîne û dibe ku bi rêya komên di bin kontrola xwe de êrişî Kobanê bike. Yanî di demeke wiha de ku komên cîhadîst di dewrê de ne, Tirkiye bi dorpêçkirina herêmên di destê kurdan de ne dixwaze xwestekên xwe pêk bîne." 
 
BANDORA ŞER A LI TIRKIYEYÊ
 
Esengul Demîrê anî ziman ku geşbûna şerê li Sûriyeyê rasterast bandorê li gelên Tirkiyeyê dike û wiha got: "Tirkiye piraniya budceya xwe ji bo li vir cihekî ji xwe re ava bike bi kar tîne. Ji bilî dijminatiya xwe ya kevneşopî ya li hemberî kurdan û perspektîfa ku divê kurd tiştekî bi dest nexin, dixwaze li Rojhilata Navînê bibe diyarker. Tirkiye ev 10 sal in bi taybetî di polîtîkaya derve de hewl dide cihekî ji xwe re çêbike û heta niha jî vê helwesta xwe diparêze. Ev nêzîkatî bêguman dibe sedem ku li Tirkiyeyê gelek pirsgirêk mezin bibin û veguherin rewşên ji hev cuda. Ev jî dê aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê ji ber pêkhateyên cîhadîst ên ku bi wan re hene têk bibe, li vir cih ji wan re tê vekirin û dê aramiya gelên herêmê têk bibe. Ev pêkhateyên ku di warê ewlehiya navxweyî de jî pirsgirêkan derdixînin holê, ji ber budceya ku ji bo şer hatiye terxankirin, em rastî xizaniyeke cidî tên. Sedemên sereke yên enflasyona ku em îro pê re rû bi rû ne, ji ber budçeya ku Tirkiye di şer de razandiye bi xwe ye. Ji ber vê yekê dewleta tirk ji bo polîtîkayên xwe yên berfirehbûnê bidomîne, biryarên ku alozî û aştiya navxweyî ya li welêt têk bibe, digire."
 
Esengul Demîrê diyar kir ku dagirkirina cihên niştecihbûnê ji aliyê komên cîhadîst ve û serîranekirina rejima Sûriyeyê ya li hemberî vê yekê, wê bibe sedema propagandayeke nû ya cîhadî. Esengulê kirinên DAIŞ'ê bibîr xistin û got ku divê gelên ku li herêmê najîn jî li hemberî vê yekê rabin.
 

Sernavên din

26/12/2024
09:39 HDK wê di 2025'an de gelan û baweriyan bîne cem hev
09:36 Danişîna doza Narîn Guranê dest pê kir
09:36 Di êrişa Îsraîlê de 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
09:35 Di komkujiyê de birayê xwe, di têkoşîna edaletê de dayika xwe winda kir
09:18 Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye
09:10 Dosyeya ku nakeve ber demboriyê bi hinceta '7 sal derbas bûye' hat redkirin
09:04 Rêveberê PYD'ê yê Kobanê: Em xwedî wê hêzên ne ku dikarin yên di dest xwe de biparêzin
09:04 709 mirin, 8 hezar û 521 astengiyên derketina derve, gelek binpêkirin
09:01 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2024'AN
08:37 Doza Narîn Guranê: Bersûc anîn edliyeyê
25/12/2024
23:03 Elewiyên sûriyeyî daketin qadan: Li Humûsê qedexeya derketina derve
19:40 Ji ÎHD'ê banga 'hevrûbûna bi komkujiyan re'
19:24 Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Akoren hat binçavkirin
19:22 Siyasetmedar Mûsa Kûrhan jiyana xwe ji dest da
16:18 DFG û MKG: Rojnamegerên girtî berdin
16:10 MKG û DFG hatin ziyaretkirin
15:42 Berxwedana li ser sînor di roja 13’an de ye: Dawî dê muhteşem be
15:38 Leşkeran di bin çavan de îşkence lê kirin û gotin ‘dema ketî wisa bû’
15:13 Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin
14:16 DEM Partiyê ji bo girtiyên nexweş serî li ÎHÎK’ê da
13:51 ‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’
13:33 Cezayê pereyan dan wesayîtên kesên tev li şîna Daştan bûn
13:23 Rojnameger Akyuz li dijî hefsa malê serî li DMME’yê da
13:22 Xwestin hevşaredara hatiya îxrackirin îstîfa bike
11:46 Xeznewî: Heta niha tu caran ji bo tifaqa Kurd hêviyeke wiha mezin çênebûbû
11:13 ‘Ji bo ewlehiya hemû zarokan em xwedî li doza Narînê derkevin’
10:56 Ji balafira li Kazaxistanê ketî 28 kes sax hatin rizgarkirin
10:47 Tulay Hatîmogûllari: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
10:36 Dadgehê biryara girtina GOÇÎZDER’ê da
10:34 Salih Muslim: Em parçeyeke Sûriyeyê ne û dixwazin daxilî çareseriyê bibin
09:56 MEDYA - DER xwe ji bo serdema nû amade dike
09:54 Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!
09:35 Di Komkujiya Roboskê de 2 birayên wê hatin qetilkirin, mala wê hat gulebarankirin û ji ber zextê bar kirin
09:06 Pînto: Dê azadiya Ocalan tevkariyê li çareserkirina meseleya kurd bike
09:05 Di sala 2024’an de peyama jinan aşkera bû: Jin, jiyan, azadî
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2024'AN
24/12/2024
16:18 HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên dawî eşkere kir
16:12 Li Hesekê bi hezaran kes ji bo piştevaniya bi HSD’ê re meşiyan
16:06 Bompeya gazê ya ku Uytunê 18 mehî kuşt, nayê dîtin!
15:27 Ji sînorê Qamişloyê bang kirin: Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin!
15:01 Li ser sînorê Pirsûs-Kobanê nobet: Divê rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:53 Dewleta tirk depoyên genim ên Girê Spî bombebaran kir
14:38 Bakirhan: Divê dev ji mijûlkirinê berdin û hevdîtin bi Ocalan re bên kirin
13:47 IFJ: Rojnamegeran berdin
13:47 DEM Partî: Îktîdar di mijara hevdîtina bi Abdullah Ocalan re de siyaseta mijîlkirinê dimeşîne
13:09 Partiyên Tifaqa Kurdistanî: Heke Kurd bibin yek dê muxatab bên girtin
12:44 Bakirhan: Ji 205 welatan tenê Tirkiye li dijî mafên Kurdan e
11:55 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:54 Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê hatin derbkirin
11:31 Temel: Hişmendiya dewletê ku bikaribe ji çareseriyê re bibe bersiv heye gelo?
11:11 Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye
11:01 Li Kanîreşê otobûsa rêwiyan wergeriya: 2 kes mirin, 16 kes birîndar bûn
11:00 Li Balikesîrê di febrîqeyê de teqîn: 12 kes mirin, 3 kes birîndar bûn
10:44 'Me berê Kobanê çawa parastibe dê îro jî wisa biparêzin’
10:26 Abdullah Ocalan di hevdîtina 23’yê Cotmehê de ji bo Sûriyeyê çi got?
09:48 Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin
09:47 'Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modelek e ji bo Sûriyeyeke pirnasnameyî'
09:09 Ji bo girtiyên nexweş banga hestiyariyê
09:04 Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tehliyeya 7 girtiyan hate astengkirin
09:03 Tundî zêde bû, bijîşkan koç kir, di tenduristiyê de rizandin çêbû
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN
08:55 Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê
23/12/2024
21:22 Mezlûm Ebdî bi ENKSˋê re civiya
21:18 Li Cizîrê mirineke biguman
16:53 ÎHD’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bang kir
16:09 Ciwanan li ser dîwaran nivîsand: Cîhan û Nazim rûmeta me ne
16:05 DJV’ê ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bang li Tirkiyeyê kir
15:57 Temellî: Ji bo serlêdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan hêj bersiv nehatiye dayin
15:27 Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve
15:24 Xwest ji bo Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn Komîsyona Lêkolînê bê avakirin
14:57 Derheqê rojnameger Medîne Mamedoglû de lêpirsîn hate destpêkirin
14:49 Bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran dan: Heqîqet hedef hate girtin
14:40 Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin
14:22 Ahmet Hakan ê Tahir Elçî kiribû hedef îcar jî qetilkirina rojnamegeran parast
14:20 Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin
14:01 Êrişa li Bendava Tişrînê hate têkbirin
13:20 Rapora CHP’ê: Qeyûman bandor li 11 milyon û 202 hezar hilbijêran kirin
13:03 Doza rojnameya Ozgur Gundemê hate taloqkirin
12:57 Derheqê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîn hate destpêkirin
12:55 Seroka IFJ’ê: Tirkiye bi şêwazê mafyayê rojnamegeran hedef digire
11:14 Nivîskarê Fransî Franceschi: HTŞ ajandaya Erdogan bi cih tîne
10:27 ‘Berxwedana li Rojava ji bo pêşeroja Rojhilata Navîn pir girîng e’
10:10 Dayika Cîhan Bîlgîn: Pênûsa wê li erdê nehêlin
09:58 Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve
09:56 'Ji bo polîtîkaya berfirehkirina Tirkiyeyê tu hincet nîne'
09:55 Makîneya Nazim dê tomarkirina heqîqetê bidomîne
09:01 Hevserokên DEM Partiyî: Divê Abdullah Ocalan were berdan
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2024'AN
08:50 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Pênûsa heqîqetê bûn” derket
07:10 DEM Partî DBP’ê bi Talabanî re hevdîtin kir
07:05 Di êrişa dewleta tirk de li Kobanê dayikek û zaroka wê hatin qetilkirin
07:00 Li Stenbolê 7 rojnameger û 2 siyasetmedar hatin girtin
22/12/2024
17:09 9 jê rojnameger 14 kes bi daxwaza girtinê sewqî edliyeyê hatin kirin
15:47 Li Reqayê 18 DAIŞ’î hatin girtin
15:41 Êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê hatin protestokirin
15:16 Qetilkirina rojnamegeran hate protestokirin: Bûn dengê Rojava
15:15 DFG û MKG çûn serdana şîna rojnameger Nazim Daştan
15:05 DEM Partiyê bertek nîşanî lêpirsînan da
14:54 Rewşa girtiyê nexweş Arslan giran dibe: Li ber mirinê ye
14:46 Jinan şîna Cîhan Bîlgîn bi meşekê ziyaret kirin