Mavîoglû: Şertê ewil bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ye

  • rojane
  • 10:15 3 Kanûn 2024
  • |
img
AMED - Rojnameger Ertugrul Mavîoglû ku yek ji wan kesên danezana “Em dixwazin hêvî bikin û îxtîmala aştiyê mezin bikin” îmze kiribû, wiha got: “Heta ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bidome ne pêkan e têkildarî pêvajoya aştiyê gavên şênber bên avêtin.” 
 
Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (European Forum For Freedom and Peace - EFFP) di sala 2018’an de li bajarê Berlînê ya Almanyayê bi konferansa li dar xistî re dest bi xebatan kir. Armanca forumê ew e ku aliyên şer li ser zemîna guftûgoyê bîne gel hev û têkoşîna aştiyê veguhêze qada navneteweyî. Di nava salê de bi konferansên li Eindhoven, Koln û Berlînê xebatên xwe xurtir kir. Herî dawî bi beşdariya 273 hunermend, akademîsyen, rojnameger û siyasetmedaran danezana “Em dixwazin hêvî bikin û îxtîmala aştiyê mezin bikin” weşandin. 
 
Yek ji kesên danezan îmze kirî jî rojnameger Ertugrul Mavîoglû bû. Mavîoglû, têkildarî xebatên EFFP’ê, polîtîkaya Tirkiyeyê ya pirsgirêka kurd û geşedanên heyî axivî. 
 
‘HETA TECRÎD RANEBE AŞTÎ PÊKAN NÎNE’ 
 
Mavîoglû, da zanîn ku konferansên EFFP li dar dixe ne tenê zemîna nîqaşan e û wiha got: “Di heman demê de balê dikişîne ser binpêkirinên ji ber şer zêdetir dibin û hilweşîna civakî. Şerê ku ev bi sala ye didome, ne tenê bû sedema mirina bi dehhezaran kesan. Her wiha ji hêla aborî, civakî, ekolojîk û zayendî ve jî li Tirkiye û Kurdistanê rê li ber wêraniyeke mezin vekir. Ev xebat jî ji bo jiholêrakirina wêraniya şer û pevçûnan li ber vekirî û gavên ji bo aştî û demokrasiyê ne. Têkoşîna aştiyê tenê bi niyetên baş nameşin. Divê gavên şênber bên avêtin. Yek ji şertên ewil ên pêvajoya aştiyê jî, bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê ye. Hevdîtina birêz Abdullah Ocalan a bi Omer Ocalan re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Heta ku ev tecrîd bidome, pêkan nîne têkildarî pêvajoya aştiyê gavên şênber bên avêtin. Jixwe di daxuyaniya piştî hevdîtinê de peyama herî girîng ew bû ku digot tecrîd didome.” 
 
‘DIVÊ MAF BÊN MISOGERKIRIN’
 
Bi domdarî Mavîoglû got ku divê dewlet ji xwe re dersan ji pêvajoya 2013-2015’an bigire û ev tişt anî ziman: “Alî bêtemînat hatin hiştin û gotinên nefretê domiyan. Sedema sereke ya bidawîbûna pêvajoyê jî ev bû. Divê mafên aliyan bên misogerkirin, tecrîd bi dawî bibe û gel bê qanehkirin ku li dora aştiyê bicive. Muzakere bi vî awayî dikarin bitendurist bên domandin. Yek ji tişta din a hêviya aştiyê tune dike jî polîtîkayên şer ên îktîdarê û zimanê wê yê nefretê ye. Şer ne tenê weke pevçûn, her wiha weke şêweyekê mêtingeriyê tê domandin. Îktîdar, bi rêya şer ranta aboriyê dixwe. Milyarên pereyê Tirkiyeyê ji bo çek û şer tê veqetandin. Di vê pêvajoyê de divê medya û nûnerên wan zimanê nefretê bi kar neyînin. Heke alî piştî 40 salan ji bo pêşîlêgirtina rijandina xwînê rûnin, wê demê divê ji gotina nefretê dûr bikevin, mafên gelê kurd bên qebûlkirin û ji bo aştiyê gavên micid biavêjin.” 
 
‘MAF NABIN MIJARA BAZARIYÊ’
 
Rojnameger Mavîoglû bi lêv kir ku mafên sereke yên gelê kurd bi sala ye tên xespkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mijarên weke zimanê dayikê, xwe bi xwe birêvebirin û berdana girtiyên nexweş nabin mijara bazariyê. Di pêvajoya berê de berdana girtiyên nexweş şertê yekemîn bû lê bicih ne anîn. Kesên saxlem ketin girtîgehê li wir jiyana xwe ji dest dan. Lewma divê mirov pir xurt piştgiriyê bide têkoşîna aştiyê.” 
 
‘EFFP JI BO AŞTIYA MAYINDE DIXEBITE’
 
Ertugrul Mavîoglû destnîşan kir ku yek ji armancên EFFP’ê ew e ku têkoşîna aştiyê di asta navneteweyî de mezin bike û axaftina xwe wiha qedand: “Hewl dide wêraniya şer bi xwe re anî bike rapor û belge bike. Em kêmasiyên di pêvajoya aştiyê ya berê de çêbûn tespît dikin û pêşniyarên nû dikin. Her wiha ji tecrûbeyên navneteweyî sûd digirin û dê konferansan li dar bixin. Şer ne tenê kurdan, bandorê li hemû gelan dike. Sedema sereke ya krîza aborî ya Tirkiyeyê lêçûnên şer in. Pereyê divê bidin teqawid û karkeran, weke bombe li deşt û çiyayan dibarînin. Divê ev rastî bi gel re bên parvekirin û ji bo xurtkirina têkoşîna aştiyê bêhtir hewldan hebin. Weke forum armanca me jî ew e ku bêhtir sûdê bidin pêvajoya aştiyê ku mayinde bibe.” 
 
MA / Delal Akyuz

Sernavên din

09/12/2024
09:46 Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike
09:00 ROJEVA 9’Ê KANÛNA 2024’AN
08:30 Meclisa Leşkerî ya Minbicê: Em derbasî qonaxa duyemîn a parastinê bûn
08:30 Xwebûn bi manşeta ‘Parastina Rojava Ferz e!’ derket
08/12/2024
16:25 Ji Rûsyayê daxuyaniya der barê Esed de: Ji Sûriyeyê derketiye
15:49 Meclisa Leşkerî ya Minbicê li dijî êrişan li ber xwe dide
13:43 Nêzî 400 malbatên hatin tehliyekirin gihîştin Tebqayê
12:08 Avahiyên cemaweriyê yên ji rejîmê mayî di bin kontrola Hêzên Ewlehiya Hundirîn de ne
11:59 Gundên Minbicê hatin bombebarankirin
11:54 Li Ewropayê êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin
11:49 Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû
11:04 Kovara hejmara nû ya Jinê derket
10:44 Mazlum Ebdî: Em dibin şahidê kêliyên dîrokî
10:22 Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet
10:05 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Îdîayên ku em vekişiyane, nerast in
10:01 Di televizyona fermî ya Sûriyeyê de hat ragihandin ku hikûmeta Şamê hilweşiyaye
09:43 Ji DAIŞ'ê û El Nusrayê ber bi HTŞ'ê ve
09:32 DBP ber bi kongreyê ve diçe: Wê beriya kongreyê konferans û hevdîtin bên lidarxistin
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2024'AN
08:54 HTŞ'ê Şamê bi dest xist, rejîma Esad hilweşiya
08:46 Rêveberiya Xweser rewşa awarte îlan kir
07/12/2024
17:17 Li Wanê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînan hate vekirin
17:16 Li Bulamê atolyeya şerê taybet: Li her qadê em xwe birêxistin bikin
17:03 Rêveberiya Xweser: Armanca dewleta tirk qirkirina komî ye
16:52 HSD'ê got ku li Minbicê êrişên komên paramîlîter hatine têkbirin
16:41 Gultan Kişanak: Qedera Rojava qedera kurdên li vê derê ne
16:24 KONGRA-GEL banga seferberiyê kir
16:09 Derket holê ku kesê bi tiryakê hatî girtin cerdevan e
16:00 HDK’ê foruma ‘Ji şer re na’ li dar xist: Banga têkoşîna hevpar
15:35 Li 2 bajaran ji bo girtiyên nexweş banga azadiyê hate kirin
15:09 TMMOB li Xelfetiyê çû serdana nobeta li dijî qeyûm
15:06 ‘Ji bo çareseriya krîzên piralî divê pirsgirêka kurd were çareserkirin’
14:24 Li çar bajaran aqûbeta windakiriyan hate pirsîn
14:11 Dayikên Şêmiyê aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:20 Platforma Piştevaniya Edaletê hate ragihandin
13:08 Jin li dijî qeyûman meşiyan: Em ê serî netewînin
11:34 Li Dêrsimê xwendekarek hate girtin
11:32 Li Colemêrgê ji bo AKP’iyan îstîhdama kar a taybet
11:31 Doza Narîn Guran: Piraniya rastiya madî derket holê
11:30 Li Bedlisê rêzeqeza: 31 kes birîndar bûn
10:55 Êrişa dewleta tirk û komên paramîlîter a li ser Minbicê hate şikandin
10:40 Binpêkirinên li Girtîgeha Sulucayê: Nahêlin girtî bi kurdî sihbetê bikin
10:35 Rojnameger Karadaş: Sûriye jinûve tê dîzaynkirin
09:53 Mamosteya qeyûm ji peywirê dûrxistî: Ez piştgiriyê nadim wê zilmê
09:21 Girtiyê di dema tedawiyê de kelemçekirina destan red kir hate derbkirin
09:05 Wê li Amedê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan' bê vekirin
09:05 'Eleqeya ji bo kurdî baş e, em pêşangehê veguherînin firsendekê'
09:03 Hevserokên KNK'ê: Çareseriya şerê Rojhilata Navîn nexşerêya Abdullah Ocalan e
09:00 Hunermendên Rojavayê: Li hemberî êrişên dagirkirinê divê her hunermend helwesta xwe zelal bike
09:00 ROJEVA 7’Ê KANÛNA 2024’AN
08:40 Amed di nav mijê de ma
06/12/2024
19:32 Meclisa Şêxmesûd û Eşrefiyê bang li gel kir: Guh nedin îdiayan
19:21 Meclisa Leşkerî ya Dêrezorê: Em ji bo parastina gel derbasî navenda bajêr bûn
14:24 Meclisa Çand û Hunerê ya Konseya Bajar a Amedê hat avakirin
14:01 KURDÎGEH dê kongreyê li dar bixe
13:12 ÎSÎG: Di Mijdarê de 164 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:11 Mehmet Turgay piştî 32 salan hate berdan: Berxwedan jiyan e
13:11 Mazlum Ebdî: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
11:38 Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:35 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya Mijdarê eşkere kir
11:28 Di doza Narîn Guranê de dozgerî mutalaa da
11:17 Li Geverê operasyoneke din a leşkerî hate destpêkirin
10:14 Ji ber fikrên xwe tehliyeya wî hate taloqkirin
09:59 Amed di nava mijê de ma
09:52 ‘Lêgerîna tazî’ û tundiya dihat înkarkirin vegotin
09:51 Dayikên Aştiyê: Şer çareserî nîn e
09:21 Margaret Owen: Divê hemû dinya ji bo Rojava bikeve nava tevgerê
09:03 Rojnamegerê ji Minbicê Yehya Elo: Çete yek gavek jî pêş ve neçûne
09:02 Salih Muslîm: Em amadekariya şerê gel ê şoreşgerî dikin
09:01 Li Nisêbînê Komeleya Çand û Hunerê ya Rengînê vedibe
09:00 ROJEVA 6’Ê KANÛNA 2024’AN
05/12/2024
21:49 Êrişî Minbicê hat kirin: 2 xwişk û bira hatin qetilkirin
21:42 Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 34 partiyan daxuyanî
19:50 Rêxistina Efûyê: Li Xezeyê Sûcê şer tê kirin
18:47 Hêzên rejîma Sûriyeyê vekişiyan, HTŞ ket Hamayê
16:39 Li Minbicê bîlançoya êrişan
16:32 Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê: Berxwedana gelê me dê bidome
15:38 Gelek koçberên Şehbayê hatin dorpêçkirin û gelek jê hatin revandin
14:59 Dayikên Aştiyê li dijî şer banga têkoşînê kirin
14:26 DEM Partî li Meclisê nelirêtiyên qeyûman teşhîr dikin
14:18 Li Wanê berteka li dijî êrişan: Sînorên we yên çêkirî nikarin me ji hev qut bikin
14:12 Ayşegul Dogan: Heke hûn xwedî polîtîkaya şer nebin wê demê guftûgoyê bidin destpêkirin
14:03 Bertek nîşanî zextên ser fuara pirtûkan dan: Em sepanên faşîzan red dikin
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
13:31 Nehiştin Aşkan tev li şîna dayika xwe bibe
13:06 AYM: Nabe ku tenê li gorî îfadeyên şahidên nepen biryar were dayin
12:40 Ji bo rojnameger Oruç biryara beraetê hat dayin
12:03 DEM Partiyê têkildarî Zeydan daxuyanî da: Dev ji lîstikên siyasî berdin
11:37 Di 10 rojan de 147 kes hatin binçavkirin
11:32 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana DÎSK’ê
11:08 Waniyan bertek nîşanî biryara Dadgeha Bilind dan: Em vê neheqiyê qebûl nakin
10:53 Der barê hevşaredarên hedef hatibûn nîşandan de biryara neşopandinê
10:42 Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê: Em ê rê nedin ku şaredariyê xesp bikin
10:24 Prz. Ozlem Gumuştaş: Divê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk were
09:53 Biryara ÎGK’ê: Dê mehekê ji cezayê dadgehê dayî zêdetir di girtîgehê de bimîne
09:38 Li girtî Geylanî ‘rawesta amadeyî’ ferz dikin
09:27 EHP û SYKP: Divê em li dijî êrişên li ser Rojavayê bitêkoşin
09:24 Li Îranê bi pileya 5,6’ê erdhej çêbû
09:20 Hunermend: Li dijî qeyûman divê li her derî têkoşîn bê xurtkirin
09:03 Amedî baweriyê bi nêzîkatiya desthilatê ya li 'çareseriya pirsgirêka kurd' nayînin