Bîlançoya şerê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê hate eşkerekirin

  • rojane
  • 11:23 13 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN  - Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya şerê 3 rojan ê li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê eşkere kir û got di pevçûnan de 210 endamên komên paramîlîter hatine kuştin. 

Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê der barê têkbirina êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê; Fermandariyê diyar kir ku hêzên wan li dijî êrişên ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqazaqê berxwedaneke mezin dimeşînin û wiha got: “Hêzên me piştî 3 rojan, êrişên dijwar têk birin û kirin ku çete neçar bimînin birevin.”
 
Bi domdarî hate diyarkirin ku tevî lihevkirina agirbestê ya bi navbeynkariya DYA’yê jî dewleta tirk û komên paramîlîter bi dehan caran bi çekên giran êriş birine ser hêzên wan û wiha hate gotin: “Zêdetirî 20 balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê yên ji cureya Akinci êrişî pira Qereqozaqê û bendava Tişrînê ya li başûrê rojhilatê Minbicê kirin. Di navbera hêzên me û çeteyan de êrişên dijwar derketin.
 
GELEK SERÇETE HATIN KUŞTIN
 
Dewleta Tirk a dagirker a ku bi hewayî piştgiriyê dide çeteyan, bi balafirên bêmirov bendava Tişrînê bombebaran kir. Di encamê de zirareke mezin gihand bendavê. Her wiha herêmên pevçûnên hêzên me û nuqteyên hêzên me bi zêdetirî 160 caran bi balafirên bêmirov bombebaran kirin. Bi vê yekê dewleta Tirk hewl da berxwedana hêzên me asteng bike lê şervanên me bi taktîkên şerê nû derbên giran li çeteyan dan, kemîn ji wan re danîn û gelek çete tevî serçeteyan kuştin, tank û alavên wan ên leşkerî rûxandin.
 
BI BERXWEDANA HÊZÊN ME ÊRIŞ HATE TÊKBIRIN
 
Bi ruhê înîsiyatîf û berxwedana dîrokî, şervanên me bi pêşengiya YPJ’ê sing bi sing li hemberî bi dehan çeteyan şer kir. Di encama berxwedana hêzên me de hewldana kontrolkirina çeteyan ji pira Qereqozaq û bendava Tişrînê re têk çû. Şervanên me planên wan ên qirêjî yên dizîn û talankirina mal û milkên gelê Sûriyeyê têk birin. Bi wê re plana dewleta Tirk a dagirker a kontrolkirina bendavê û bikaranîna wê wek belgeyeke şantajkirinê li dijî gelê me li tevahî herêmên Sûriyeyê têk çû.”
 
BÎLANÇOYA ŞER Û PEVÇÛNAN
 
Di berdewamê de Meclisa Leşkerî bîlançoya şerê 3 rojan a li Pira Qereqozaqêû Bendava Tişrînê eşkere kir û ev daneye parve kir: “Di pevçûnan de 142 çete li Bendava Tişrînê, 68 çete li Pira Qereqozaqê û tevî 13 serçeteyan bi giştî 210 çete hatin kuştin. Bi sedan çete birîndar bûn. Di pevçûnan de 28 wesayît li Bendava Tişrînê û 11 li Pira Qereqozaqê bi giştî 39 wesayîtên leşkerî hatin rûxandin. Hêzên me 2 tankên dewleta tirk li Bendava Tişrînê û 4 li Pira Qereqozaqê bi giştî 6 tank rûxandin. Hêzên me 5 balafirên xwekuj xistin. Di pevçûnan de li Bendava Tişrînê 20 motorsîklêtên çeteyan hatin rûxandin.”
 
8 ŞERVANAN JIYANA XWE JI DEST DAN
 
Fermandariya Giştî ya Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku di pevçûnan de 8 şervanên wan jiyana xwe ji dest dane û 13 jî birîndar bûn. 

Sernavên din

03/06/2025
11:54 Li gorî TUÎK'ê di meha Gulanê de enflasyon ji sedî 35,41 e
11:45 Dadgehê, qedexeya li ser navê 'Mem û Zîn' rakir
11:36 Ji MKG'ê rapora meha Gulanê: 5 lêpirsîn, 6 doz, 1 girtin
11:23 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Siyaseta demokratîk ji çekan xurttir e
10:27 Jinên Kurd li 4 parçeyên welêt ji bo azadî û mafên xwe têdikoşin
09:58 ENAG: Enflasyon di meha Gulanê de ji sedî 3,66 zêde bû
09:20 Di meha Gulanê de li Îranê 152 kes hatin darvekirin
09:13 Li Marmarîsê erdhej: Kesek mir
09:07 Bîra Dêrsimê hedef tê girtin
09:05 Juliana Gozen: Divê em bibin kirdeyên pêvajoyê
09:04 Li ODTU'yê Koma Lêkolînên Kurdî hat avakirin
09:02 'Pêkanîna mafê hêviyê berpirsyariyeke exlaqî û hiqûqî ye'
09:01 Li dijî 'qanûna qetlîamê' li ber xwe didin: Bila vekişin
09:01 Di êrîşa kîmyewî de keça xwe winda kir: Êş bi aştiyeke mayînde derbas dibin
09:00 'Divê destûra bingehîn a nû rengê jinê nîşan bide'
09:00 Hevjîna dadgêr bi yek tikandinê ve dora 8 mîlyon pere winda kir
09:00 Dîmenên nû li ser talana daran a li Gabarê: Bi sedan ton dar hatine jêkirin
09:00 ROJEVA 03'E HEZÎRANA 2025'AN
02/06/2025
16:50 Ciwanên ku pêşengên şoreşger bi bîr anîn hatin berdan
16:49 Prf. Alex Callinicos piştgirî da banga Ocalan
16:49 Mîhrîcana Boreka Kurd dê di 9'ê Hezîranê de were lidarxistin
14:48 10'emîn Pakêta Darazê dê sibê di Lijneya Giştî ya Meclisê de bê nîqaşkirin
14:38 Xwestin hevşaredarên ku ji peywîrê hatin dûrxistin bên berdan
13:35 Rojnameger Elîf Akgul tehliye bû
13:35 Li Rojhilat di mehekê de herî kêm 10 jin hatin qetilkirin
13:10 Partiya Şoreşger a Yekbûyî : Em li cem gelê Kurd cih digirn
11:51 Serokkomarê nû yê Polonyayê bû Newrockî yê mihafezekar
11:50 Tedawiya Zeynep Celaliyan tê astengkirin
11:48 Piştî hevdîtinê daxuyanî: Dê li meclîsê komîsyon bê avakirin
11:45 Muhsîn Melîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Mînîbusa ku karkerên çandiniyê tê de bûn qulipî: 24 birîndar
11:29 Li Kolorado êrîşa molotofkokteylan: 8 birîndar
11:27 Hevdîtinên Rûsya-Ûkraynayê di bin êrîşan de destpê dikin
10:56 Li Wanê coşa Lîga 1’emîn
10:55 Kûrtûlmûş DEM Partî ziyaret kir
10:53 'Ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê divê em bibin yek'
10:10 ‘Di wextê derasayî de betlaneya meclisê mijarek bipirsgirêk e’
09:58 'Divê em hemû bi hev re aştiyeke adil û wekhev pêk bînin'
09:00 Qedexe ye lê ew hem cerdevan in, hem jî keya ne
09:00 Dr. Îsmet Konak: Şerê Rûsya û Ûkraynayê veguheriye girêka Gordîon
09:00 ROJEVA 2'Ê HEZÎRANA 2025'AN
01/06/2025
16:43 Gergerlîoglû: 10’emîn Paketa Darazê hêviyên gel şikandin
16:33 Temellî: Beriya çêkirina destûra bingehîn divê rê were paqijkirin
16:07 Li Hindistanê ji ber karesata musonê 32 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:23 Şandeya Koma Çep a PE’yê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
15:16 Greva karkeran di roja 4’an de ye: Em ê dev jê bernedin
13:46 ‘Ji bo tu bûyerên din ên mîna ya Narînê çênebin em ê bixebitin’
13:27 Îsraîlê êrişî Xezeyê kir: Herî kêm 26 kes hatin qetilkirin
12:51 Tulay Hatîmogûllari ji îktîdarê re got: Bi gotinê sifir nabe zêr
11:46 Wezarata Dadê: Li girtîgehan 4 hezar û 291 zarok hene
11:20 Jinên tev li meşa li Amedê bûn: Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe
11:01 ‘Gava ewil a avadaniya jinê ya enternasyonal bi NADA’yê hate avêtin’
10:31 Xizmetên di 45 salan de li Curnê Reş nehatine kirin di salekê de hatin kirin
09:53 Eren Keskin: 10’emîn Pakêta Darazê ji bo çareseriyê hêvî nade
09:44 Xebatkarê şaredariyê ji ber tacîza li dijî zarok hate girtin
09:35 AKP’ê nekarî dervehiştina ‘muebbeta girankirî’ biparêze
09:15 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya têkildarî sererastkirina Covîd-19’ê hat redkirin
09:04 Kovara Jinê bi manşeta ‘Windakirî, Jin û Têkoşîn’ derket
09:02 Başbûna aboriyê girêdayî pêvajoyê ye
09:00 ROJEVA 1’Ê HEZÎRANA 2025’AN
08:15 10'emîn Pakêta Darazê hat erêkirin
08:13 Mîhrîcana Fîlman a Nûjiyan bi coşeke mezin bi dawî bû
08:12 Meşa 'Ji Yuksel Koç re azadî'
08:06 TEV-ÇAND'ê ji malbata Bavê Teyar re name şand
31/05/2025
17:43 Hevserokê Koma Çep a PE'yê Schirdewan çû serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
16:54 Jin ji bo meşa ‘çareseriya demokratîk’ kom bûn
16:52 Meşa 'Çareseriya Civakî' ya jinan: Divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
15:57 Ji bo daxwaza ‘Ji Kurdî re statû’ dê bimeşin Tirba Ehmedê Xanî
15:43 Serbestberdana girtiyên nexweşên giran Nebîoglû û Başdaş hat xwestin
15:23 Panela 'mafê hêviyê': Maf nabin mijara bazarê
15:06 DEM Partî: Ji bo Pakêta Darazê ya 10'emîn em ê pêşniyarpirsekê pêşkêş bikin
15:00 Ekîn Ceren hate bibîranîn: Di têkoşîna me de dijî
14:58 Çalakiya xizmên windayan: Çalakiyên ku 30 sal in tên lidarxistin dê bidomin
14:24 Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
14:18 Komxebata 'Têkoşîna li Dijî Tiryakêşiyê’: Divê em xetek xurt a têkoşînê ava bikin
14:01 Şandeya Rêveberiya Xweser çû Şamê: Pêvajoya diyalogê didome
13:46 30 sal in Dayikên Şemiyê çalakî li dar dixin
12:35 DEM Partî: Divê li hemberî îradeya gel rêz bê girtin
12:21 Ji Wezareta Karê Derve yê Îngîltere daxuyaniya PKK’ê: Gaveke girîng e
12:11 Ji hevserokên DBP û DEM Partiyê peyama salvegera Geziyê
12:03 Hatîmogullari beşdarî çalakiya xizmên windayan bû: Divê rûbirûbûn pêk were
11:39 Îsraîlê êrîşî baregehên leşkerî yên li Sûriyeyê kir
11:37 Ji CHP'ê biryara civîna awarte
11:33 ‘Bêyî gavên demokratîkbûnê pêşketina pêvajoyê ne mumkin e’
11:18 Li Hezexê mirina bi guman a çawişek pispor
10:41 Topuz : Medyaya îktîdarê pêvajoyê jehrî dike
09:44 Li Japonyayê li dijî Kurdan êrîşên nîjadperest
09:37 Divê jin rêxistinbûna xwe mezin bikin
09:04 Ji bo FîlmAmedê zêdetirî 600 serlêdan
09:03 Di karesata keştî ya ku 61 kes mirin de ceza zêde bû
09:00 ROJEVA 31'Ê GULANA 2025'AN
08:55 Li dijî ÎBB'ê operasyona pêla 5'emîn: Biryara binçavkirina 47 kesan
30/05/2025
15:59 Li Qoserê ciwanekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:54 Kurtulmuş: Em piştgiriyê dixwazin
Ozel: Pêvajoya Meclis daxil nebe serkeftî nîne
15:42 DEM Partiyê ji bo namzetaya Serokatiya Meclisê serlêdan kir
14:34 Ji bo rojnamevan Yildiz Tar biryara tehliyeyê
12:57 'Tora Parlamenteran dê hêza jinan a di siyasetê de zêde bike’
12:02 Namzetê Serokatiya Meclisê yê DEM Partiyê diyar bû
11:54 Di doza Temel de ji bo bersûcan biryara desteserkirinê hate dayin
11:38 Dayika Îpek Er: Rayedaran soza xwe bi cih neanîn