Ozturk: Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve

  • rojane
  • 09:58 15 Kanûn 2024
  • |
img

AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî pêş bikeve û got: “Hêza gelê Kurd û pergala wan ava kirî dê pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike.” 

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk geşedanên dawî yên li Sûriyeyê nirxand û nerazîbûna gelê Sûriyeyê ya li hemberî rejîma Beşar Esad bi bîr xist. Ozturk, diyar kir ku rejîma Baasê bi komkujiyan bersiv da daxwazên gel û da zanîn ku DAIŞ’ê ji vê rewşê sûd girtiye û qadeke berfireh dagir kir. 
 
Ozturk, bi bîr xist ku DAIŞ li Kobanê bi pêşengtiya jinan hatiye sekinandin û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê jî di tevahiya vê pêvajoyê de bi destê çeteyan êrişî destkeftiyên Kurdan kirin. Armanca Tirkiyeyê ew e ku destkeftiyên Kurdan ku bedelên giran hatine dayin tune bike. Lê negihişt vê armanca xwe.” 
 
'KOBANÊ DÎROK NIVÎSAND’
 
Di berdewamê de Ozturk gotina serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a “Kobanê jî li ber ketinê ye” bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Kobanê neket, dîrok nivîsand. Nasnameyên cuda li wir li ber xwe dan û maf û rûmeta mirovahiyê parastin. Piştî şikandina hêza DAIŞ’ê, li Rojava pergaleke nû hat avakirin. Dema mirov li vê pergala li gorî bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye avakirin dinêre, cihê herî birêxistinkirî, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.” 
 
'TIRKIYE LI SÛRIYEYÊ ÇARESERIYÊ NAXWAZE’ 
 
Ozturk, got ku Tirkiye ji roja ewil heta niha êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û ev nirxandin kir: “Qadên sivîlan, saziyan hedef digire û sivîlan qetil dike. SÎHA û ÎHA’yên wan xelkê me qetil kirin. Ji bo pergal tam rûnene dixwazin wir vala bikin. Îro dîsa bi destê çeteyan heman tiştan dike. Dixwazin wir tune bikin. Ev yek vê nîşanî me dide, Tirkiye naxwaze li Sûriyeyê çareserî hebe. Dixwaze destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hebûna wan tune bike. Divê her kesên ji xwe re dibêjin mirov, li dijî êrişên Tirkiyeyê bisekine. Heke ev êriş wiha bidomin, dê aramî neyê Sûriye û Rojhilata Navîn. Tişta li Rojava tê parasin, mirovatî ye, demokrasî, pêkvejiyan û azadî ye. Divê ev pergal li tevahiya Rojhilata Navîn belav bibe.” 
 
HÊZA KU DÊ PÊŞEROJA ROJHILATA NAVÎN DIYAR BIKE 
 
Berdan Ozturk, destnîşan kir kul hêza ku dê pêşeroja Rojhilata Navîn diyar bike,  hêza gelê kurd û pergala afirandin e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke zîhniyeta DAIŞ û OSO’yê Sûriyeyê bigire destê xwe, dê hejmara mirinan zêde bibe. Lewma divê pergala Rojava li Rojhilata Navîn belav bibe. Hemû nasname xwe tê de dibînin. Têkoşîna hevpar a li dijî êrişên ser Rêveberiya Xweser girîng e. Bi berpirsyartiya gelê Bakur, hêzên demokratîk ev gef dikare were tunekirin.” 
 
'DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’
 
Ozturk, gotina Abdullah Ocalan a “Pirsgirêka Kurd bi rêya şer û zilmê çareser nabe” bi bîr xist û axaftina xwe wiha qedand: “Qala pêvajoyekê tê kirin lê ev ne pêvajo ye. Ev, bi gotinan nabe. Heta pratîk nebe tu qîmeta gotinên ‘ez ê wiha bikim, nizanim çi bikim’ tune ye. Birêz Ocalan ji xwe got; ‘Ez ji hêza xwe ya teorîk û pratîk bibawer im. Ez dikarim vê pirsgirêkê ji zemîna şer derbasî zemôına siyasetê bikim.’ Lewma jî ev yek ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin e. Birêz Ocalan ji bo bikare rola xwe bilîze, divê ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Dê bandorê li Tirkiye, Iraq, Sûriye, Îran û li tevahiya Rojhilata Navîn bike. Heke pirsgirêka Kurd çareser bibe, dê bandora xwe li her 3 parçeyên din ên Kurdistanê bike. Dê bandorê li herêmê bike.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 
 

Sernavên din

08/06/2025
09:00 Li Mûşê dê Meclisa Jinê ya Bajar bê avakirin
09:00 ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:50 Li Deryaya Marmarayê erdhej
08:33 Li Kolombiyayê, di êrîşa çekdarî de namzetê Serokkomariyê bi giranî birîndar bû
07/06/2025
16:53 Meclisa Jinan a DEM Partiyê çû serdana Dayikên Aştiyê
16:36 Ji bo girtiyên nexweş Ruzgar û Boran banga tehliyeyê
15:27 Pervîn Bûldan: Em ji pêvajoyê bawer in, ji ber ku Ocalan heye
15:16 Xizmên windayan: Bila hestiyên me bidin, bila goreke me hebe
15:16 Li Amedê hejmara kesên ji ber şewatê hatine binçavkirin derket 5'an
14:52 Hafiz Akdemîr dê li cihê ku hatiye qetilkirin bê bibîranîn
14:52 Dayikên Şemiyê: Me qet cejn pîroz nekir
14:41 AKP'ê DEM Partî ziyaret kir: Wê hiqûqa xwîşk/biratiyê bi hev re ava bibe
13:57 Li Dîlokê mirina bi guman a jin û zarokekê
11:29 Pîrozbahiya cejnê ya DEM Partî û MHP'ê: Cihê çareseriyê meclis e
10:31 33 sal derbas bûn: Kujerên Hafiz Akdemîr hê jî nehatine aşkerakirin
10:19 Destdirêjî li 3 xwendekaran kir: Ji ber sûcekî din hate girtin
09:57 Rêxistinên hiqûqî dê ji bo 'mafê hêviyê' serî li Konseya Ewropayê bidin
09:01 Jin dê vê havînê li dijî 'Sala Malbatê' xwe birêxistin bikin
09:01 Sezîn Ûçar a ESP'î: Ji bo pêvajo bi pêş ve biçe divê 'mafê hêviyê' pêk were
09:01 Dîmenên xweşik ên Çiyayê Gilîdaxê: Yên ku dibînin heyran dimînin
09:01 Bi dawîbûnek bû destpêka azadiya aboriya wê
09:00 Azmûn nêz dibin: Derfet wekhev nîn in, xeyalên ji bo çûyîna derveyî welat
09:00 Kana madena Olmez ê AKP'î zirarê dide tenduristiya welatiyan
09:00 ROJEVA 07'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:55 Şaredarê ku bi elektrîkê ket bi giranî birîndar bû
06/06/2025
16:57 Taziyeya kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan tê ziyaretkirin
16:35 Di arefeya cejnê de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan
15:55 Girtiyê 30 salî Kar hat berdan
15:09 Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî şewatê lêpirsîn da destpêkirin
13:15 Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari pîrozbahiyên cejnê
12:11 Dr. Miley: Ji bo azadiya Ocalan divê pêşketin hebe
11:48 Li Colemêrgê goristan hatin ziyaretkirin
11:47 Li Eskişehirê ji bo xwendekaran lêpirsîna 'Îmamoglu'
11:35 Kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dan hatin definkirin
11:35 Ji bo teqawitan cejn nîn e!
11:34 Welatiyên li Rihayê: Bi mafên wekhev jiyana bi hev re pêkan e
10:47 'Di Pakêta Darazê de wekhevî nîn e'
10:27 Ji ber zextên psîkolojîk ên şaredariyê civaknas nexweş ket
09:20 Bi navê 'malbata pîroz' êrîşên li ser mafên jinan
09:07 Ji Alain Baiou ji Ocalan re name: Em heta dawiyê li cem te ne
09:01 Girtiyên nexweş ên li Edene û Osmaniyeyê li ber mirinê ne
09:01 Soydan Akay: Divê berdêla çekdanînê aştî û avakarina civaka demokratîk be
09:00 ROJEVA 06'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:11 Vedat Aydin li ser gora xwe hat bibîranîn
07:51 Hejmara kesên di şewata li Amedê de jiyana xwe ji dest dan derket 4'an
05/06/2025
17:44 Kesên ku di 5'ê Hezîranê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em dê aştî û demokrasiyê bînin
16:38 Li gelek bajaran serdana goristanan: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
16:21 Der barê nexweşê şîzofrenî yê ku polîsan lê da bû û wî gilî kiribûn de biryar
16:14 Li Ebexê 'Bostanê Bajar a Jinan' hat vekirin
15:44 Di êrîşa Îsraîlê de 3 rojnamevan jiyana xwe ji dest dan
15:38 Di êrîşên Tirkiyeyê de 2 HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dan
15:32 Kampanyaya 'Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim' hat destpêkirin
15:25 Li Basayê nexweşiya tebekê
15:22 DEM Partî: Parastina xwezayê û civaka demokratîk hev temam dikin
14:48 Welatiyên teqawid: Aborî bi aştiyê baş dibe
12:50 5 şaredarên CHP'î ji peywirê hatin dûrxistin
12:09 Dîwana Kongreya 12'emîn a PKK'ê : Ji bo bicihatina biryaran pêwîstî bi siyaseta demokratîk û misogeriya qanûnî heye
10:47 Ji DEM Partiyê biryara '1950 civîn'
10:30 Ji DBP'ê têkildarî Qetlîama 5'ê Hezîranê daxuyanî
10:27 Li Çanakkaleyê bi pîleya 4.8 erdhej
09:07 31 sal in girtî ye ji ber ku negot 'ez bêalî me' serbestberdana wî 8 mehan hat taloqkirin
09:06 'Eger kiryar neyê cezakirin, wê sibe rê li ber mirinên mezintir veke'
09:05 Qeyrana aboriyê li mazata ajalan bandor kir: Dê aborî tenê bi aştiyê ve baş dibe
09:03 Roja Hawirdorê ya Cîhanê: Krîza avhewayê mezin dibe
09:02 ‘Ji ber ku hevjînê wê dadgêr e, qanûn nayê binpêkirin’
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2025'AN
04/06/2025
16:40 Li Licê û Pîran serdana goristanan
15:31 Li Îzmîrê greva karkeran bi dawî bû
15:04 Rapor: Binkirasên xizmên girtiyan jî kontrol dikin
14:38 Ji DEM Partiyê li hember dîmenên binçavkirinê bertek: Bêçareya siyasî
13:59 Li Wanê ji bo protestoya qeyûm ceza
13:55 Li Qoserê mirina jinekê ya bi guman
13:30 Biryarên ku Abdullah Ocalan pêşkêşî kongreyê kirin
13:21 Li Îzmîrê grev di roja 7'emîn de ye
13:20 DFG: Di meha Gulanê 78 rojnameger hatin darizandin
12:50 Serxwebûnê xatir xwest: Ji bo destpêkeke nû…
12:44 Di teqîna 5'ê Hezîranê de birayî wî hatibû qetilkirin: Divê dewlet lêborînê bixwaze
11:54 Tevahiya perspektîfa ku Abdullah Ocalan ji kongreyê re şand
11:26 10' emîn Pakêta Darazê hate qebûlkirin: 8 xal hatin derxistin
11:18 Li Rihayê di du salan de li hemberî 6 hezar û 287 zarok û jinan 13 sûc hatin kirin
10:38 Girtiyê nexweş ê ku hat berdan Başaran: Di pakêta darazê de tiştên dihatin hêvîkirin tunebûn
10:32 Piştî kongreyê yekem lêkolîn: Piştgiriya ji bo biryara PKK'ê ji sedî 71.5 e
10:19 Ji OHD'ê têkildarî 'mafê hêviyê' plana çalakiyê ya 3 mehan
09:53 Andy Carl: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê tevlêbûna rêberên siyasî şert e
09:39 Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger: Divê sosyalîst di pêvajoyê de perpirsiyariyê tevbigerin
09:22 Lêpirsîna ÎBB'ê: Şaredar jî di nav de 22 kes hatin girtin
09:07 Analîstê daneyan Stevenson: Teknolojiya sûnî di îstîsmara zarokan de xetereyeke nû ye
09:06 Piştî dekbaz nehatin dîtin tedbîr ji bo malên şîrketa firoşkarê krîpto hate dayîn
09:05 Halîde Turkoglû: Bila hemû jin di ronesansa Rojilata Navîn de cih bigrin
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2025'AN
07:40 Li Helebê ji bo azadiya Ocalan meş hat lidarxistin
07:39 Nameya ku Abdullah Ocalan ji bo kongreya PKK'ê şandibû hat weşandin
03/06/2025
15:26 Li Mêrdînê gel Şîrketa GES'ê ji gund qewirand
15:24 Zîhniyeta ku bi salan e neguheriye: Yên binçavkirî bi yek rêz derxistin pêşberî kamerayan
15:11 Ji bo statû û perwerdehiya Kurdî meşiyan Tirba Ehmedê Xanî
15:01 Karsazên hatin kuştin hatin bîranîn: Aştî rûbirûbûn e, darizandina kujeran e
14:14 Bahçelî: Eşkere ye ku rêyeke me ya din nîne
14:07 Di roja 6'emîn a grevê de bang li şaredariyê kirin
12:42 Tulay Hatîmogullari: Dema me zêde nîn e, pêwîstî bi paqijiya rê heye
12:39 Navên Durre Kaya û Muhsîn Melîk dê li Curnê Reş bên parastin