‘Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê bingeh were amadekirin’

  • rojane
  • 12:04 19 Kanûn 2024
  • |

EDENE  - Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz di “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” de li Edeneyê axivî û diyar kir ku çareseriya pirsgirêkan, paradîgmaya Abdullah Ocalan e. Sumeyye Boz, wiha domand: “Ji bo birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze divê şert û merc bên amadekirin.”

Platforma Saziyên Demokratîk di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya demokratîk” de ji Amedê ber bi Enqereyê ve “Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê” dan destpêkirin. Meşvan, gihiştin Edeneyê. Bi sedan kesên li Xaçerêya Karasuyê ya Taxa Daglioglû ya navçeya Seyhanê hatin gel hev. Meşvan, bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Di çalakiyê de lolîpopên “Ji çareseriyê re erê, ji tesfiyeyê re na”, “Berxwedan jiyan e”, “Em di çareseriyê de biisrar in, em ê bi ser kevin”, “Em ji hêza teorîk û pratîk bibawer in”, “Jin, jiyan, azadî”, “Berxwedand ê bidome, silav ji azadiyê re”, “Em rê nadin talanê” û “Tecrîd didome” û pankarta “Meşa çareseriya demokratîk” hatin hilgirtin. Welatiyan, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan”, “Bijî bexwedana gelê me” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Meşvanan li vir daxuyanî dan. 
 
‘EM Ê LI ENQEREYÊ DAXWAZÊN GELÊ XWE BIQÎRIN’
 
Hevserokê MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat ewilî axivî û spasiya pêşwaziyê kir. Canpolat, destnîşan kir ku li Kurdistanê krîzeke mezin heye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn krîzeke mezin heye. Li dijî gelan şer tên meşandin. Jin û zarok tên qetilkirin. Em dixwazin ji vir heta Enqereyê û tevahiya dinyayê em şer naxwazin. Em dixwazin ku çareseriyek çêbibe. Salek û nîv e ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan kampanya me didome. Li hemû dinyayê û li welatê me berdewam dike.”
 
Kerem Canpolat bi bîr xist ku di salên 2013-2015’an de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek muxatabeke fermî pê re dan û standinê dikir û wiha domand: “Aramî û xweşî li welatê me çêbûbû. Em dixwazin ji bo ev aramî çêbibe tecrîd were rakirin û çareserî pêk were. Em dixwazin desthilatdariya AKP-MHP’ê îradeya gelan binpê neke. Gelê me aştî û çareseriyê dixwaz e. Em dixwazin gelê xwe û hemû gelan ji van krîzan biparêzin. Gelê me li her bajarî gotin ku em dixwazin hûn li Enqereyê banga aştiyek mayînde bikin. Em dixwazin dengê aştî û azadiyê li hemû Tirkiyeyê belav bibe.”
 
‘RAKIRINA TECRÎDÊ BES NAKE, DIVÊ BIRÊZ OCALAN AZAD BIBE’ 
 
Endamê Kongreya Îslamî ya Demokratîk Emîn Ay jî bal kişand ser armanca meşê û ev tişt anî ziman: “Navê meşa me çareseriya demokratîk û azadiyê ye. Ev meşa me ji bo hemû neteweyan, baweriyan û çandan e. Ji bo hemû bindestan em dibêjin azadî. Rêberê vî gelî navnîşana çareseriya demokratîk û aştiyê ye. Muxatabê çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e. Rakirina tecrîdê tenê ne bes e. Divê birêz Ocalan azad bibe. Ji bo ku Tirkiye ji van krîzan xelas bibe, divê demildest bi awayek fizîkî birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe. Divê şert û mercên ji bo azadiya birêz Ocalan bi lez werin pêkanîn. Divê parlamento bi nûnertiya xwe rabe. Divê demildest vê rewşa heyî û zilma tê kirin ji holê rakin.”
 
‘NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ BIRÊZ OCALAN E’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî axivî û got: “Em ji bo çareseriya demokratîk û ji bo azadiya Ocalan ji Amedê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Fikr û têkoşîna rêzdar Ocalan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn wek nexşerêyekê ye û gelek girîng in. Ji aliyekî ve yên banga aştiyê dikin ji aliyekî ve jî meşa me asteng dikin. Ev yek û dîmenê li vir nêzikatiya wan nîşan dide. Em dibêjin ev pêşîlêgirtin rê li ber çareseriyê digire.”
 
Sumeyye Boz destnîşan kir ku çareserî û azadî tenê ne ji bo gelê Kurd lê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê hewcedariyeke û axaftina xwe wiha qedand: “Wan jî navnîşan nîşan da û em jî carek din bang li hemû aliyên Tirkiyeyê dikin ku tenê navnîşanek heye ew jî paradîgmaya birêz Ocalan e. Divê bawerî bi hêza teorîk û pratîk a birêz Ocalan bê anîn û demildest azadiya wî pêk were. Heta em bigihîjin armanca xwe û birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe û çareserî pêk were, wê têkoşîn û berxwedana me bidome.”
 
Meşvan piştî hevdîtina li Edeneyê, derbasî Mêrsînê bûn û wê li vir jî daxuyanî bê dayîn û bi nûnerên rêxistinên sivîl re hevdîtin bê kirin.
 

Sernavên din

13/01/2025
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn
14:31 Li Bendava Tişrînê pevçûnên dijwar diqewimin
14:30 Yuksekdag: Çi bikeve ser milê me em amade ne bi cih bînin
14:29 DBP dê serdema nû bi heman hevserokên giştî bidomîne
14:05 Dayikên Aştiyê li pêşiya edliyeyê çalakiya rûniştinê li dar dixin
12:42 Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çû serdana Fîgen Yuksekdag
12:32 Eren ê 30 sal girtî ma, hat berdan
12:30 Bi hezaran kes li pêşiya edliyeyê ne: Kelûmelên qirtasiyeyê sûc hesibandine
12:23 Bakirhan: Pirsgirêka ewlehiyê ya esasî, feraseta Kurdan tune dihesibîne ye
11:58 Bayindir: Roj roja berxwedan û xwebirêxistinkirinê ye
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes berpirsyariyê li xwe bigire
11:38 Wekîl û malbat negirtin avahiya edliyeyê
11:12 Kurê girtiyê nexweş Elçîçek: Em ji ber xetereya ser jiyana wî ditirsin
11:11 Endamên DEM Partiyê: Ji bo çareseriyê divê gavên samîmî bên avêtin
10:58 Li Amedê ‘Pirtûkxaneya Berhemên Jinan’ tê vekirin
10:44 Li dijî tecrîdê bedena xwe dabû ber agir: Em li Serokê xwe xwedî derkevin
10:40 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 16’an
10:39 Hevşaredarên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:33 Dayikên li dijî hewldana qeyûm li ber xwe didin: Ji vê polîtîkayê çareserî nabe
10:27 7’emîn Kongreya Asayî ya DBP’ê dest pê kir
10:13 'Îftirayên' Akbiyik bi beraatê encam dibin
09:55 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:54 Estukyan: Bi gotinên 'terorîstanê' ve diyalog dewam nake
09:52 Saîpnazarova ya Qazaxistanî: Zimanê Kurdî pir dewlemend e
09:36 Pîrozbahiyên Serê Salê dest pê dikin
09:16 Daştan bi belgefîlma ‘73’yê rastiya Şengalê vegot: Dê xeyalên wî nîvco nemînin
09:00 ROJEVA 12’Ê ÇILEYA 2025’AN
11/01/2025
16:43 Li sê bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî
16:12 Dosyeya Pexşan Ezîzî ji daîreya înfazê ya ceza re hat şandin
16:08 Rojnamegerên hatin qetilkirin li Qamişloyê hatin definkirin
15:44 Ji Nêrgiz Mihemedî ji bo Pexşan Ezîzî bang
15:39 Ji QSDˈê têkildarî îdiaya 'wesayîta bombebarkirî' daxuyanî
15:32 Li Amedê daxuyaniya ji bo qeyûm
15:27 Cizîrî li dijî qeyûman meşiyan
14:49 Qereqozaq hat topbarankirin: 2 zarok birîndar bûn
14:32 Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
14:20 Dayikên Şemiyê ji bo 'Komkujiya Basanê' edalet xwestin
13:46 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê destên xwe bidin destên Abdullah Ocalan
13:43 Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
13:29 Ji Meclisa Jinan a DEM Partiyê ji bo Pexşan Ezîzî çalakî
12:58 Banga li dijî cezayên darvekirinê: Nebin hevkarê sûcan
11:29 Berxwedana li ber Şaredariya Akdenîzê di roja 2'yan de ye
11:23 Sewqiyata leşkerî ya ber bi Amêdiye ve berdewam dike
10:30 Ji bo protestokirina Komkujiya Parîsê bi hezaran kes bi rê ketin
10:14 Di 10 rojan de 147 kes hatine binçavkirin
09:51 Ji ber Şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
09:48 SYKP: Çi dikeve ser milê me em ê pêk bînin
09:33 Hevseroka Giştî ya KESK'ê Koçak: Divê her kes rola xwe bilîze
09:12 Hat îdiakirin ku jina bejna wê 1.76 metre xwe bi destê derî ve daliqandiye: Gumanbar çawîşê pispor e
09:04 Hîle û xurdeyên 'endamtiyê' yên Partiya Sedsala Nû derketin holê
09:01 Hevserokê Giştî yê DAD'ê Kete: Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkan e
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2025'AN
10/01/2025
19:06 Ji KCK'ê daxuyaniya 'pêvajoyê'
18:59 Ji bo Rojîn Kabaîşê meş
16:19 Temenê wî mezin kiribû ceza lê hatibû birîn: Piştî 30 salan hate berdan
16:09 Rapora girtîgehên Herêma Egeyê ya OHD’ê: Di 2024’an de binpêkirin zêde bûn
15:34 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê civîna meclisê hat lidarxistin
15:26 Bakirhan banga ‘hinek cidî bin ev rê ne tu rê ye’ li îktîdarê kir
15:13 Doza Hrant Dînk taloqî 7’ê Sibatê hate kirin
14:58 Gel ber bi Bendava Tişrînê ve diherike
14:32 Berxwedana li pêşiya şaredariya dorpêçkirî didome
13:53 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin
13:39 Turkyilmaz: Heta Ocalan azad nebe pêvajo dest pê nake
13:16 14 rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran: Çapemenî azad e, nayê sansûrkirin
12:56 Saeta ziyaretên ji bo Demîrtaş û Yuksekdag diyar bûn
12:45 Bîranîna Komkujiya Garê: Dê têkoşîna edaletê bidome
12:36 Danişîna doza Dayikên Şemiyê hate taloqkrin
11:57 Rojnamegerên jin ên girtî sewqî Girtîgeha Marmarayê hatin kirin
11:50 Polîsan tundî li xebatkarê paqijiyê yê şaredariyê kirin
11:41 Di qezaya li Nisêbînê de 2 ciwanan jiyana xwe ji dest dan
11:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:29 Karayilan: Ma li ku hatiye dîtin ku bi şer û gefan aştî tê kirin?
10:59 Gel li pêşiya Şaredariya Akdenîzê kom dibe
10:10 Kurên Agaçhanli yê AKP’î ku gumanbarên cînayetê ne ev 4 meh in winda ne
09:43 Berdevkê KKP'ê: Ji bo pêvajoyê divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:43 Hiqûqnas Kanar: Wekî Mandela divê ji bo Abdullah Ocalan jî şert û mercên wekhev bên pêkanîn
09:32 Gef li girtiyê nexweş hatin xwarin
09:22 DEM Partiyê bang li her kesî kir ku bên pêşiya Şaredariya Akdenîzê
09:12 DEM Partî: Îktîdar dev ji pratîkên xwe yên darbekar bernade
09:01 PSAKD: Elewî rastî qirkirineke 'taybet' tên
09:00 Bertek nîşanî nevekirina tunelên li ser rêya Colemêrgê dan
09:00 ROJEVA 10’Ê ÇILEYA 2025’AN