ŞIRNEX - Evîn Kara ku 34 salan li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke bênavber da û di şoreşa jinê de cihê xwe girt. Xwarziya Evîn Kara, Suna Kara wiha got: “Tenê bihosteke xaka Kurdistanê nemaye ku şopa heval Evînê li ser nebe. Evîna me kuştin lê bi hezaran Evîn li Kurdistanê şîn bûn."
Emîne Kara (Evîn Goyî) di sala 1974'an de li bajarokê Şêxanê yê girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê ji dayik bû. Bajarokê Şêxanê ku di vê serdemê de êrişên dewletê li ser zêde bûn, di sala 1994'an de ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û malbata Evîn Kara û hin malbatên din neçar man ku ji gundê xwe koç bikin. Evîn Kara ku ji zarokatiya xwe ve bû şahida zilm û zordariya li ser Kurdan û di sala 1988'an de tev li refên PKK'ê bû.
LI DIJÎ DAIŞ'Ê TÊKOŞIYA
Evîn Kara ku yek ji pêşengên têkoşîna jinê ye, li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di eniya herî pêş de şer kir. Bi hezaran malbatên Êzidî ku di êrişên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê di sala 2013’an de koçî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn, pêşwazî kir û pêdiviyên wan pêk cîbicî kir.
Evîn Kara ku di şoreşa Rojava de di xebatên siyasî, rêxistinî û parastinê de cih girt, di avakirina komun û meclisan de roleke girîng lîst. Piştî ku di şerê li dijî DAIŞ'ê de birîndar bû, ji bo dermankirinê çû Ewropayê. Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Emîne Kara (Evîn Goyî) di 23'yê Kanûna 2022'yan di êrişa li dijî Komeleya Çand û Hunerê ya Ahmet Kaya de li Parîsê tevî hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil hate qetilkirin.
Xwarziya Evîn Kara, Sûna Kara bi minesebata salvegera qetilkirina wê, Evîn Kara ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegot.
JI PÊŞENGTIYA MALÊ BER BI PÊŞENGTIYA ŞOREŞÊ VE
Sûna Kara, diyar kir ku Evîn Kara anku xaltiya wê her tim di nava civatê de weke keseka rêzdar dihate dîtin û got ku piştî wê gelek jin bandor bûn û di nava têkoşîna azadiya jinê de cihê xwe girt. Sûna Kara, wiha domand: “Evîn Goyî di zarokatiya xwe de kesek a pêşeng bû. Di zarokatiya xwe de, di nava lêgerînê de bû. Jiyana ku lê dihate ferzkirin qebûl nedikir. Hem di dibistanê de û hem jî di malê de ew helwesta wê û sekna wê bandor li derdora wê dikir. Keseka bi rûken bû û mirovî ji wê hêz digirt. Dema ku ew cem mirovî mirovî digot çiyayek li pişt mirov e. Dema ku ew cem mirovî bû pirsgirêkên heyî bi hêsanî çareser dikirin. Wê ev taybetmendiya xwe ji dayika xwe standibû. Ji ber ku di malê de her tiştek destê dapîra min de bû. Debara malê wê dikir û mal wê birêve dibir. Bapîra min jî keseka di halê xwe de bû. Di wî demî de û di wî temenî de di nava vê pergala baviksalarî û desthilatdar de jinbûn zehmet bû. Di wê demê de diçû dibistanê û herkesî nedikarî ku biçe dibistanê. Xaltiyên min ên ji wê mezintir hene lê yek ji wan neçû. Heval Evîn tişta ku li wê dihate ferzkirin qebûl nedikir. Di demên herî zor û zehmet de tev li rêxistinê bû. Heta ku tevlibûna wê ya di nav rêxistinê de jî hatiye qebûlkirin pir dem derbas bû.”
LI ÇAR PERÇEYÊN KURDISTANÊ TÊKOŞIYA
Sûna Kara, bi lêv kir ku Evîn Kara ji Bakur heta Rojava tu der nehiş ku tê de nexebitî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Bakur di şertên herî zor û zehmet de pêşengtî ji şoreşa jinê re û Tevgera Azadiyê ya Kurd re kir. Her wiha li Başûr di nav partiya bi navê PCDK’ê de cih girt. Li Başûr jî pêşengtî kir. Li Başûr ji bo her jinekî di nav xebatan de cih girtin pir zehmet bû lê wê ev zehmetî nas nekirin. Her wiha li Şengalê li dijî DAIŞ'ê şer kir. Bû şahida bi hezaran jin û zarokên Kurd ên hatine revandin. Di şoreşa rojavayê Kurdistanê de jî pêşengtî kir. Di şert û mercên herî zehmet de, di çeperên herî pêş de li ber xwe da. Piştî ku di şerê şoreşa rojavayê Kurdistanê de birîndar bû, ji bo tedawiyê derbasî Ewropayê bû. Piştî ku hat vê derê pir zor û zehmetî kişand. Min bi xwe şahidiya wî tiştî kir ku çiqasî zehmetî kişand. Ji bo wê zehmet bû ku keseka ji pêşengtiya Şoreşa Rojava bike derbasî Ewropayê bibe. Li Ewropayê daxwaza penaberiyê kir lêbelê Fransayê ev daxwaza wê red kir. Di demen pêvajoya tedawiyê de tu caran dudilî nejiya. Tu caran dev ji tekoşîna xwe bernade û berdewam kir. Heta ku ev komploya qirêj li dijî wan hat kirin.”
‘TIŞTA KU HERÎ ZÊDE EW ÊŞANDÎ ŞEHADETA RÊHEVALÊN WÊ BÛ’
Suna Kara, anî ziman ku xaltiya wê di şoreşa jinê de pêşengtî kir û got ku di vê şoreşê de tişta ku herî zêde ew êşandî jî şehadeta rêhevalên wê yên jin bûn û got: “Heval Evîn herî zêde jî ji bo bihêzkirina jinê li ber xwe da. Jin dê çawa bikaribe li berxwe bide, pêş bikeve û bikaribe pêşengiyê bike tekoşiya. Di xebatên xweser de jî hema hema pêşengtî ji hemû xebatên jinan re kir. Di Şoreşa Rojavê de, di şoreşa Şengalê de pêşengtî kir. Li ber xwe da û şahidiya gelek rêhevalên xwe yê ku di çeperan de bi qehremanî şehîd bûn, kir. Heval Evîn gelek rêhevalên xwe yên jin di vê tekoşînê de winda kir. Van şehadetên rêhevalên wê bandoreke mezin lê kir. Mirovek a pir xwezayî bû. Ji ajalan pir hez dikir. Dema ku carekî hatiye Mexmûrê sivoreyeke wê hebû. Pir jê hez dikir. Tu carî ji rengê reş hez nedikir. Her tim digot; ‘Dîroka me Kurdan tarî kirine ji ber wê em Kurd ji tarî hez nakin. Em ji ronahiyê hez dikin.’ Ew sekna wê ya berxweder di temenê biçûk de dest pê kir. Mirovek a bihêz bû û berxwedêr bû. Piştî tevlibûna wê gelek jin ji wê bandor bûn û tev li rêxistinê bûn.”
'DIVÊ FRANSA HESABA VÊ BIDE'
Suna Kara, da zanîn ku xaltiya wê bi hevkariya Tirkiye û Fransayê hate qetilkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Heke wisa nebûya niha ji zû de kujer bihatina darizandin. Qetilkirina wê ne rasthatinek bû. Ev hatibû plankirin û ew kes ne bi tena serê xwe bû. Heke ku heta niha dewleta Fransayê ev kes nedarizandibe, ev tê wê wateyê ku şirîkê wan e. Ev bûyereke plankirî bû. Ev bi hevkariya Tirkiye û Fransayê pêk hat. Heke ku hikûmeta Fransa bibêje ku destê me tê de nîne, wê demê bila bidarîzine, bila kujeran derbixe holê. Divê ku Fransa vê hesabê bide û kujeran demildest derbixîne. Dibe ku Evîna me kuştibin lêbelê li ser vê axê bi hezaran Evîn şîn bûn. Ew sekna heval Evîn li çar perçeyên Kurdistanê bû mînak. Tenê bihosteke xaka Kurdistanê nemaye ku şopa heval Evînê li ser nebe. Pir bandor li ser min jî kir. Ne tenê di nava rêxistinê de, di heman demê de di nava malbatê de keseke pêşeng bû. Dema ku di malê de diaxivî herkesî ew guhdar dikir û ew weke keseka pîroz didît. Min jî timî dixwest keseka mîna wê bim.”
MA / Zeynep Durgut