Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir

  • jin
  • 11:51 22 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê yên derveyî welat bang li hemû gelê başûrê Kurdistanê û bi taybet jinan kirin ku li dijî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. 

Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê yên li Derveyî Welat têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li tevahiya xelkê başûrê Kurdistanê û bi taybet li jinan hate kirin ku li dijî êrişan dengê xwe bilind bikin. 
 
Daxuyanî wiha ye:  
 
“Hilweşîna dîktatoriya Beşar Esed û guhertinên ku di civaka Sûriyeyê de pêk hatine, her çendî cihê dilxweşiyê be jî, li aliyê din divê di pêşerojê de bi hesasiyet û berpirsyarî di pêkhateya rêveberiyê de, ji nû ve birêxistinkirina yekeyên jiyana gelan û civakan, rêgezên jiyana hevbeş û bidestxistina maf û azadiyên hemûyan de bê tevgerkirin. Li gel hilweşîna sîstema leşkerî û rejîma Beşar Esad, çeteyên dewleta Tirk êrişî Rêveberiya Xweser û hêzên HSD’ê kirin. Ev yek ji bo jiyana bi hezaran sivîl û penaberên me yên li kampên Şehba û herêmê bûne metirsiyeke mezin.
 
PARASTINA RÊVEBERIYA XWESER ERKA ME YE
 
Weke em hemû dizanin, heta îro jî êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê berdewam in. Gelê me dizane ku ji sala 2012’an ve rojavayê Kurdistanê bi xwîna kur û keçên me kariye li rojavayê Kurdistanê xweseriya demokratîk ava bike. Parastina vê destkeftiya demokratîk erka her yek ji me jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat e.
 
Çawa ku em ji bo Kobanê rabûn ser lingan û bi ruhê berxwedana Kobanê me kolanên Ewropa, Amerîka, Kanada û hemû cîhanê şiyar kirin, divê em niha jî bi heman ruh û hestê Berxwedana Kobanê rabin ser lingan. Ev modela demokratîk a ku derketiye holê mafê her kesî diparêz e ku xwe bi şoreş û ruhê jina azad îspat kiriye. Divê destkeftiyên azadiya jinê yên weke hêvî, parastina jîngehê û avakirina neteweya demokratîk weke nefesa xwe pêwîst bê dîtin û parastin.
 
ARMANCA ÊRIŞAN QIRKIRINA GELÊ KURD E
 
Niha dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji vê pêşketinê nerazîne û dixwazin vê destkeftiya mezin careke din û bi rengekî din têk bibin. Armanca wan qirkirin û tunekirina gelê Kurd û pêşketinên wan e. Çend keç û jinên Kurd ji aliyê hêzên terorîst ve hatine revandin û heta niha jî xelkê navçeyên derdora Kobanê di bin dorpêçê de ne. Heta niha jî çarenûsa gelê herêmê ne diyare û ji bo hefteyekê agirbest hatiye ragihandin.
 
Ev yek ji her kesê re zelal û eşkereye ku plana dewleta Tirk û çeteyên wê ya ji bo êriş û şerekî wêranker û nemirovane ye. Ji bo vê yekê em weke jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat bang li raya giştî dikin ku di zûtirîn dem de zextek mezin bikin da ku ev şer û qirkirina çaverêkirî raweste û şerê terora dewleta Tirk a li dijî gelê me were rawestandin.
 
Tevlibûna me hemû azadîxwazên Kurd û bi taybetî jinên Kurd dikare hem bibe piştgiriyeke xurt ji bo berxwedana Rojava û Kobanê û hem jî di zexta ji bo azadiya girtiyan û komkirina alîkariyên madî û manewî ji bo gelê Kurd li Rojava de rolek baş bileyîze.
 
Ji bo naskirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi awayekî fermî, hewldan tê meşandin.
 
BANGA JI BO XELKÊ BAŞÛR
 
Em bang li hemû gelê Başûrê Kurdistanê û bi taybet jinan dikin ku li dijî vî şer û dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de deriyê Sêmelka (Fişxabûr) bê vekirin da ku alîkariyên madî bigihêjin xwişk û birayên me yên rojavayê Kurdistanê.” 
 

Sernavên din

18/01/2025
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike