RIHA - Wênekeşa Nazim Daştan ku di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de tevî hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin, di destê hempîşeyê wî Dogan Cîhan de heqîqetê dinivîse.
Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de dema êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin, li ser rêya di navbera Qereqozaq û Bendava Tişrînê de ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Wênekeşa Nazim Daştan ku di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de tevî hevala xwe ya rojnameger Cîhan Bîlgîn hate qetilkirin, di destê hempîşeyê wî Dogan Cîhan de heqîqetê dinivîse.
Ji rizgarkirina Reqa û Tebqayê heta dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê, di gelek kêliyên dîrokî de Nazim Daştan bi wênekêşa xwe li qadê bû û wênekêşa wî niha jî ji hêla hempîşeyê wî Dogan Cîhan ve hate dewrgirtin. Rojnameger Dogan Cîhan anî ziman ku di demeke êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter didomin de tevî Daştan çûye xeta Minbic û Helebê û wiha got: “Di şeva 30’ê Mijdarê saet derdora 11’an, ji min re peyama; ‘Tu amade yî?’ şand. Min jî got; ‘Ez amade me.’ Ew çû Minbicê û ez jî derbasî aliyê Helebê bûm. Dema me xwe amade dikir, nizanim çima lê makîneya xwe da min. Cara ewil bû li Rojava min nûçegihantiya şer dikir. Ew xwedî tecrûbe bû. Her tim ji min re digot bê ka dê çi bikim an jî nekim. Piştî çûyî, her tim li min digeriya û digot hişyar be. Û niha jî makîneya wî di destê min de ye û li eniyan di qeydê de ye.”
Bi domdarî Cîhan anî ziman ku wî her tim bi Daştan re li ser rojnamegeriyê nîqaş dikir û Daştan jî tecrûbeyên xwe bi wî re parve dikir. Cîhan, got ku bi taybet jî di mijara ku li cihên pevçûnan mirov agahiyan bide hev dê baş bibe de hemfikir bûn. Cîhan, destnîşan kir ku herî dawî di 3’yê Kanûnê de Daştan li Tebqayê dîtiye û axaftina xwe wiha qedand: “Li Tebqayê bi şev saet derdora 4.30’ê me ji hev xatir xwest û em çûn. Ew çû Minbicê û ez jî çûm xeta Heleb-Dêr Hafirê. Makîneya wî bi sala ye şahidiya rojên dîrokî yên Kobanê, Reqa û Minbicê kir. Niha jî ew makîne bi min re ye û ez hewl didim li xeta eniyê wan kêliyên dîrokî ragihînim.”
MA / Ceylan Şahînlî