Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê nobet hate destpêkirin

  • rojane
  • 14:20 23 Kanûn 2024
  • |

RIHA - Li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Di çalakiyê de bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî hate dayin.

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li sînorê navçeya Pirsûsê ya Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Parlamenterên DEM Partiyê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. 
 
Tevî hewldanên astengkirinê yên polîsan jî bi sedan kes li ser rêya Kobanê-Pirsûsê hatin gel hev û beriya nobetê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankartên "Rojava rûmeta me ye" û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin hatin hilgirtin.” Girseyê her wiha dovîza “Em bi hev re bi ser ketin dê bi hev re biparêzin” hilgirt. 
 
‘DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE’
 
Hevserokê DBP’a Amedê Şîrîn Gurbuz di daxuyaniyê de wiha got: “Êrişên li dijî Kobanê di heman demê de li dijî vê derê tên kirin. Em bangî hemû kesî dikin; em bibin yek, PDK jî di nav de. Li ser sînorê Kobanê em dibêjin êdî bes e. Em, berxwedana Kobanê silav dikin. Bijî berxedana Kobanê. Ev sal dê bibe sala azadiya Abdullah Ocalan. Deriyên Îmraliyê vekin. Heke çareserî bibe, ev yek dê bi saya felsefeya birêz Ocalan bibe. Em tecrîdê şermezar dikin. Çareserî bi muxataban dibe, birêz Ocalan jî muxatab e. Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe.” Piştre jî Hevseroka DEM Partiyê ya Dîlokê Zozan Ayhan axivî û wiha got: “Divê êriş tavilê bi dawî bibin. Divê aştî demildest bê. Em, qetilkirina rojnamegeran şermezar dikin.” 
 
‘EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN CIWANÊN KURD’
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan jî bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran da û ev tişt anî ziman: “Em, qetilkirina rojnamegeran şermezar dikin. Gelê kurd ji bo aştiyeke birûmet hewl dide. Em dijminatiya tu kesî nakin. Kurd dixwazin li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi aştiyane bijîn. Li Kobanê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke mezin hate dayin. Dinyayê Kobanê bihîst. Kurd dixwazin mîna hemû gelên cîhanê wekhev bijîn. Kesek polîtîkayên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava qebûl nake. Li Rojava li dijî xwişk-birayên me şerek heye. Statû, mafê Kurdan e. Em piştgiriyê didin hêzên Kurdan. Divê her çar parçeyên Kurdistanê berê xwe bidin Rojava. Divê Kurd weke şandeyekê biçin Şamê. Kurd, destê aştiyê li jor nahêlin. Em ji bo aştiyê amade ne. Em siyaseta demokratîk dimeşînin. Em ê mafên xwişk-birayên xwe yên li Rojava biparêzin. Me koletî qebûl nekir û dê qebûl nekin. Fikr û nêrîn çiqas cuda jî bin divê her kes bi hev re hewl bide.” 
 
JI BO NAZIM DAŞTAN Û CÎHAN BÎLGÎN DAXUYANΠ
 
Têkildarî qetilkirina Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn jî li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rojnameger Ceylan Şahînlî axivî û wiha got: “Hevalên me ji ber heqîqetê hedef hatin girtin û hatin qertilkirin. Parastina Nazim û Cîhanê ji bo me mijara rûmetê ye. Em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wan derkevin.” 
 
‘EM ŞOPDARÊN ŞEHÎDÊN ÇAPEMNIYÊ NE’
 
Nûnerê DÎSK Basin-Îşê Hakki Boltan jî anî ziman ku hemû cîhanê bi saya nûçeyên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê hay ji rastiya li Rojava bûn û ev tişt anî ziman: “Heta ku Çapemeniya Azad hebe dê rastî di tariyê de nemîne. Em, şopdarên şehîdên Çapemeniya Azad in.” 
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” bi dawî bû.  
 
 

Sernavên din

14/06/2025
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn
09:34 Welatiyên Mexmûrê piştgirî dan banga Ocalan: Divê firsend ji dest neçe
09:34 Îranê bi fuzeyan êrîşî Îsraîlê kir
09:02 Welatiyên Dêrsimê: Bila êrîş rawestin, meclîs komîsyonê ava bike
09:01 Di vê pêvajoyê de azmûna desthilatdariyê: Rêveberiyên herêmî
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2025'AN
13/06/2025
22:49 7’emîn Rojên Ma Musicê di roja 2’yan de domiya
22:34 Îranê bi fuzeyan êrişî Îsraîlê kir
22:25 Netanyahu: Êriş dê bidomin, Îran dê bersivê bide
22:12 Êrişên Îsraîlê didomin: Li Tehranê dengê teqînan
22:02 Reyhan Hacioglû ji girtîgehê derket: Dê li cihê min hiştibû bidomînim
21:53 DEM Partî: Êrişên Îsraîlê zirarê didin gel û sivîlên herêmê
21:48 Netanyahu bi Trump û Putîn re hevdîtin kir
21:41 Enqere bi rojeva êrişên Îsraîlê civiya
21:33 Ekîncî ku piştî 30 salan hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
21:18 Konseya Ewlekariyê ya NY’ê li ser daxwaza Îranê dê îro bicive
17:59 Êrişên li dijî Îranê: 78 kes mir û 329 kes birîndar bûn
17:55 KCK’ê têkildarî êrişên Îsraîlê daxuyanî da
16:06 Li Pirsûsê hevdîtina DEM Partiyê ya bi cotkaran re: Em bi berhemdêran re ne
16:05 Bakirhan dê biçe serdana partiyên siyasî
16:04 Bexdayê hemû rêyên ber bi Herêma Kesk ve diçin girt
15:54 Erdogan: Îsraîl, herêmê ber bi felaketê ve dibe
15:48 Ji bo mexdûrên şewatê komîsyona piştevaniyê hate avakirin
15:43 Lîderên 3 welatan bi rojeva Îranê hevdîtin kirin
15:27 Pezeşkiyan: Em ê bersiveke xurt û dijwar bidin
15:06 Bernameya Hefteya Koçberiyê aşkera bû: Vegerin xaka xwe
14:57 Kakşar Oremar: Ev êriş ji bo Îran dev ji hilberandina çekên nukleerî berde hate kirin
14:26 Li Şirnexê şewat derket
14:24 Li Şemrexê şewat: Li cihekî hate tefandin li cihekî dîtir derket
14:05 Ji Trump daxuyaniyeke nû: Êrişên din dê bêrehmtir bin
13:51 Li Sûriyeyê çi diqewime?
13:50 Der heqê girtiyên li Herêma Federe ya Kurdistanê agahî hatin xwestin
13:27 Îsraîl: Qonaxa ewil a êrişan temam bû
13:26 Rojnameger Reyhan Hacioglû tehliye bû
12:45 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:45 Îranê banga civîna lezgîn li NY’ê kir
12:43 NATO: Êrişa Îsraîlê ya li dijî Îranê yekalî ye
12:21 Prof. Kotharî: Divê berê me li Abdullah Ocalan be
12:03 Ji bo tundiya li rojnamegerên jin hatiye kirin biryara neşopandinê hat dayin
11:48 Li Îranê li şûna kesên hatin kuştin hin kesên nû hatin wezîfedarkirin
11:23 Tirsa desthilatan mafên bingehîn ên gelan e: Zimanê dayikê
11:13 Li Şemrexê agir bi daristanê ket
11:12 Li Miksê zarokekî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
11:07 Li Sêwasê erdhej çêbû
11:06 Tirkiyeyê bertek nîşanî êrişên Îsraîlê da
11:06 Qeyûmî civaknas ji bo paqijkirina daşiran peywirdar kir!
10:36 Îranê muzakereyên bi DYA’yê re da sekinandin
10:32 Michael Hardt: Ez biryara Ocalan pîroz dikim û piştgiriyê didim
10:31 Rêveberê Odeya Bazirganiyê ya Rihayê: Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:57 Dayikên 3 jinên li Silopiyayê hatine qetilkirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
09:36 Dê ciwan di konferansa ‘Civaka Demokratîk’ de bicivin
09:30 Îsraîl: Îranê ji bo êrişê zêdetirî 100 balafirên bêmirov ên biçek şand
09:04 Trump: Heke bersiv were dayin em ê Îsraîlê biparêzin
09:04 Iraqê qada xwe ya hewayî ji hemû balafiran re girt
09:02 4 rojnameger hatin binçavkirin
09:01 ‘Li gorî nêrîna çep modela herî zêde hêviyê dide Rêveberiya Xweser e’
09:00 Welatiyên Enqereyê têkildarî pêvajoyê çi difikirin?
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2025'AN
08:48 Kesên di êrişa Îsraîlê de hatine kuştin
08:38 Ji DYA’yê daxuyaniya ewil: Di operasyonê de rola me tune ye
08:37 Netenyahu: Heta gef ji holê tê rakirin dê operasyon bidome
08:34 Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin
08:33 Îran: Îsraîlê ji bo xwe dawiyeke biêş amade kir
08:19 Îsraîlê êrişê Îranê kir: Serfermandarê Giştî Bakirî hate kuştin
12/06/2025
16:41 Li Xelfeliyê rojên pirtûkan dest pê kir
16:24 Ahmet Tekîn piştî 31 salan hate berdan
16:14 Li Qoserê trafo teqiya: 115 gund bê ceyran man
16:09 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 81 hezar û 686 TL ye
16:00 Navê Onder li Stenbolê li parkekê hate kirin
15:47 Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê ya Amedê hat avakirin
15:31 ÎHD’a Colemêrgê banga berdana girtiyên nexweş kir
14:25 Ji bo endamê HPG’ê Kocaman şîn hate danîn
14:06 Ji HPG'ê daxuyaniyeke girîng: Artêşa Tirk bi hemû cureyên çekan êrişên xwe didomîne
13:56 Tora Navbeynkarên Jin a Akdenîzê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
13:47 ÎSÎG: Di 12 salan de herî kêm 770 zarokan di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:38 Rojnameger Rahîme Karvar tehliye bû
13:25 Baroya Amedê: Hejmara zarokên karker ên qeydkirî derket nêzî milyonek û nîvê
12:08 Li Hindistanê balafira rêwiyan ket
12:02 Ferîdun Yazar li ser gora xwe hate bibîranîn
11:25 TAJÊ ji bo 19 jinên Êzidî ku hatibûn şewitandin name ji NY’ê re şand
10:37 DEM Partî: Peywira herî lezgîn avakirina komîsyonê ya li Meclisê ye
10:33 Fransa: Me di navbera Tirk û Kurdan de navbeynkarî kir