Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mewlûd hatin dayin

  • rojane
  • 14:40 23 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku dema geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin hatibûn qetlkirin, li cihên şînê mewlûd hate dayin. 

Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ku dema êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin, mewlûd hate dayin. 
 
Ji bo Nazim Daştan li navçeya Giyadîn a Agiriyê şîn hatibû danîn û îro mewlûd hate dayin. Rêveberên MEBYA-DER’ê yên Wan û Agiriyê, TUHAY-DER, KURDÎGEH, DBP û DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê, Parlamenterên DEM Partiyê Nejla Demîr, Heval Bozdag,  Mahmut Dîndar, hevşaredarên Bazîd û Giyadînê û gelek kes tev li mewlûdê bûn. Piştî xwendina mewlûdê, rêz hate girtin. 
 
‘EM Ê BIBIN ŞOPDARÊN TÊKOŞÎNÊ’
 
Hevseroka Şaxa MEBYA- DER’ê ya Wanê Hanim Kaya diyar kir ku Çapemeniya Azad tarîtiyê ronî dike û wiha got: “Hevalên me bi nûçeyên xwe rastî û heqîqeta raxistin ber çavan û derewên dewleta tirk derxistin holê. Hevalên me Cîhan û Nazim lewma hatin hedefgirtin û qetilkirin. Li ku derê Kurdek hebe dê ev têkoşîn bidome û dê doza zimanê dayikê û azadiya Kurdistanê bike. Di şexsê hevalên me Nazim û Cîhanê de em bejna xwe li ber hemû şehîdan ditewînin. Em soz didin ku dê xeyala wan a Kurdistana azad pêk bînin. Em ê bibin şopdarên rêya wan.” 
 
Parlamenter Nejla Demîr jî ev tişt anî ziman: “Di nava êrişên 5 salên dawî de 13 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin şehîdkirin. Ev êriş sed sal in didomin û sedhezaran Kurd hatin qetilkirin. Bila bizanin ku gelê Kurd ne Kurdên berê ne. Mafên xwe diparêze û dê biparêze.” 
 
JI BO CÎHAN BÎLGÎN LI MIDYADÊ MEWLÛD HATE DAYIN 
 
Ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn jî li navçeya Midyadê ya Mêrdînê şîn hatibû danîn û di roja dawî ya şînê de mewlûd hate dayin. Bi sedan kesên tev li şînê bûn, dovîzên ku wêneyên Cîhan Bîlgîn li ser bûn hilgirtin û meş li dar xistin. Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin”, “Cîhan û Nazim rûmeta me ne” û “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” berz kirin û piştî meşê rêz girtin. 
 
Piştre jî Hevseroka MEBYA-DER’ê Gurbet Tekîn axivî û got ku ew ê têkoşîna Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan mezintir bikin. 
 
‘DÊ PÊNÛSA WAN LI ERDÊ NEMÎNE’
 
Li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Ahmet Kanbal axivî û got ku rojnameger ji ber lêgerîna xwe ya heqîqetê hatine qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Her du hevalên me jî li ser şopa şehîdên Çapemeniya Azad bûn. Em li vir careke din soz didin wan ku dê mîrasa wan li pey xwe hiştî bişopînin û heqîqetê li erdê nehêlin. Em ê bibin şopdarên rêya wan û pênûsa wan li erê nehêlin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş jî anî ziman ku bi saya Çapemeniya Azad tevahiya cîhanê hay ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bûye û wiha got: “Tenê di nava mehekê de 61 êriş ser çapemeniyê hatin kirin. Tirkiye, hewl dide heqîqetê tune bike. Ne tank, ne top ne jî SÎHA dê nekarin heqîqetê tune bikin. Armanc, tunekirina Kurdan e. Ji Şêx Seîd heta niha me serî netewand û dê netewînin. Bi saya pênûsên Cîhan û Nazim her kesî hay ji berxwedana gelê Kurd bû. Lewma em ji bo wan deyndar in. Lewma divê em xwedî li mîrateya wan derkevin. Têkoşîna me ya ji bo jiyan û xeyalên me dê bidome.” 
 
KATÎBE BÎLGÎN DAXWAZA CENAZEYÊ KEÇA XWE KIR 
 
Herî dawî jî dayika Cîhan Bîlgîn, Katîbe Bîlgîn axivî û xwest cenazeyê keça wê li bajarê wê were definkirin. Katîbe Bîlgîn, ev tişt anî ziman: “Ji bo ku hemû hezkiriyên wê bikarin biçin serdana gora wê, ez dixwazin cenazeyê wê bînin vê derê. Min ew bi saxî nedît qet nebe bila bikarim biçim serdan gora wê. Dixwazim Cîhana min û Nazim bibin wesîleya aştiyê. Serê me tevan sax be.” 
 
Şîna, di saetên piştre de jî berdewam kir. 
 

Sernavên din

22/01/2025
12:39 Navên 45 kesên di şewata hotêlê de mirin diyar bûn
12:38 Duran Kalkan: Heke hûn cidî bin wê demê gavan biavêjin
11:37 Ciwanê polîsan bi wesayîta zirxî dabû ser: Hatim derbkirin lê bijîşk muayene nekir
11:18 Rojnameger Eylem Babayîgît hate binçavkirin
10:56 Şandeya DEM Partiyê li Îmraliyê ye
10:54 Nameya binpêkirin vedigot weke ‘xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê’ hat hesibandin!
10:33 Ji ber bêdengiyê bertek nîşanî rojnameger û rêxistinên pîşeyî dan
10:03 Rojnameger Koyluoglû: Du kes nahêlin hikûmeta nû were avakirin
09:37 Jina filistînî gihişt pitika xwe ya ‘dîl’ hatibû girtin
09:23 Xizmên girtiyan: Pirsgirêk li ser maseyê çareser dibe
09:22 Raphaëlle Primet: Di çareserkirina meseleya Kurd de Ocalan kesayeteke bêhempa ye
09:17 Şandeya DEM Partiyê îro diçe Îmraliyê
09:03 Iraqê guherîna di ‘Qanûna statûya şexsî’ de erê kir
09:02 Xizmên windayan ji bo gengeşeyên meseleya kurd çi dibêjin?
09:01 Parêzer Mizrak: Divê êrişên ku mafê jiyanê binpê dikin bên rawestandin
09:00 ROJEVA 22’YÊ ÇILEYA 2025’AN
08:47 Di 2 hefteyan de 240 kes hatin binçavkirin
08:21 Polîsan îşkence li ciwanê bi wesayîta zirxî dabûn ser kirin
21/01/2025
20:28 3 sal ceza li Aysel Tûglûkê hat birîn
19:26 Li Wanê qetilkirina sivîlên li Bendava Tişrînê hat protestokirin
16:39 Nobeta Azadiyê ya li Strasbourgê di hefteya 657’an de didome
16:37 Kesên li Tişrînê hatin qetilkirin hatin oxirkirin
16:09 Girtiyên rojhilatî banga tevlibûna grevê kirin
16:08 HSD’ê bîlançoya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya 2024’an eşkere kir
15:58 Hilbijartiyên Bask û Katalan ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
15:57 Hejmara kesên di şewatê de jiyana xwe ji dest dayin derket 66’an
15:56 ÎHD’ê ji bo Sûriyeyê bang kir: Mekanîzmaya pêşîlêgirtina komkujiyên sivîlan ava bikin
15:15 Di êrişa Tişrînê de 2 sivîl hatin qetilkirin û 20 jî birîndar bûn
15:14 Keça Bavê Teyar a di girtîgehê de peyam şand
14:22 Dewleta tirk careke din sivîlên li Tişrînê bombebaran kir
14:05 Komeleya Wêjekarên Kurd dê serdegirtina ‘bi korsanî’ ji dozger bipirse
13:31 Li Akdenîzê tayînkirina qeyûm hat protestokirin
13:11 Şandeya kesên pispor hat avakirin: Derenceya şewatê tune bû
12:56 Wekîla AKP’î deriyê şaredariyê şikand û civîn li dar xist
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin