Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye

  • rojane
  • 11:11 24 Kanûn 2024
  • |

AMED - Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”  

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî,  Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke hevpar didin. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat tê dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên partî û saziyên din jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Dimilî pankarta “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” hate hilgirtin. 
 
Metna hevpar ji hêla endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBP’ê Bêrîvan Helen Işik ve tê xwendin. 
 
‘STATÛKOYA LI SER ÎNKARÊ HATIYE AVAKIRIN PERÇE PERÇE DIBE’
 
Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” wiha ye: 
 
“Li cîhanê û herêma me pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Sînorên sed sal berê ji hêla hêzên serdest ve hatine xêzkirin û statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere. Wekî sed sal berê îro jî Kurdistan di navenda van pêşketin, guherîn û veguhrînan de cih digire. Statûkoya li ser înkara kurd û Kurdistanê hatî avakirin perçe perçe hildiweşe û rewşek polîtîk ya nû derdikeve holê. Ev rewş di serî de gelê Kurd ji bo hemû gel, bawerî û çandên herêmê derfeta destpêkeke nû dide. Hêvî ew e ku pergaleke hemû pêkhateyên vê axê bi nasname, reng, deng û mafên xwe, bi awayek wekhev bijîn, bê avakirin. Lê mixabin hişmendiya nijadperest û yekperest a dewletên herêmê di siyaseta red û înkarê de israr dike. 
 
HILWEŞÎNA REJÎMA BAASÊ DERFETA AVAKIRINA PERGALEKE DEMOKRATÎK DIDE 
 
Rejîma Sûriyeyê ku perçeyek pergala li ser înkara gelan hatibû avakirin, piştî şerê navxweyî yê 14 salan, di nav du hefteyan de hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baasê re cardin derkete holê ku tu îktîdar û serweriyên li ser siyaseta red û înkara gel, bawerî û cudahiyan hatiye avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire. Têkçûyîna rejîma Baasê û perçebûna statûkoya li ser hîmê red û înkarê ji bo avakirina pergalek wekhev û demokratîk derfetê dide. Divê li Sûriyeyê pergaleke hemû gel, bawerî, çand û cudahiyan digire nav xwe bê avakirin. Ji bo vê pêwistî heye demildest pêvajoyek siyasî bê destpêkirin û çarenûsa Sûriyeyê ji hêla hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Durzî, Êzîdî, Elewî, Nûsayrî û Suniyan ve bê teşekirin. 
 
DIVÊ HEMÛ HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ RÊZÊ JI ÎRADEYA GEL RE BIGIRIN 
 
Ji bo Sûriyeyeke nû nabe ku ne hêzek hundirîn cardin desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike; ne jî hêzên derveyî polîtîkayên xwe bisepînin. Dubarekirina polîtîka û rêbazên nijadperest, yekparêz, red û înkarê dê kûrkirina şerrê heyî pêvetir tu encamê nede. Divê hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmî ji îradeya gel û pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn re rêzdar bibin. Ji bo avabûna pergaleke demokratîk hewil bidin û alîkar bibin. Di vî milî de yek ji dewleta zêde berpirsyarî dikeve ser milê wê jî Tirkiye ye. Lê mixabin kirinên Tirkiyeyê yên çend hefteyên dawiyê dijberî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê û hem jî gelên herêmê ne. Ji ber ku pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nekiriye, Tirkiye hewil dide ku polîtîkaya xwe ya red û înkarê li tevahiya herêm û cîhanê belav bike. 
 
TIRKIYE DIXWAZE TEVAHIYA ROJAVA DAGIR BIKE
 
Tirkiye ku 14 sale bênavber êrişî destkeftî û statûya rojavayê Kurdistanê dike, bi têkçûna rejîma Baasê re lez da êrişên xwe. Tirkiye dixwaze bi tevahî Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Her çiqas bi destê komên çete bê kirin jî ev êriş bi biryar, organîze û alikariya Tirkiyeyê tên meşandin. Gelê Kurd baş dizane ku ev êriş û hewildanên dagirkirina Rojava encama polîtîkayên red û înkara gelê Kurd a sed salên dawiyê ye. Hişmendiya nijadperest a Tirkiyeyê li kû derê bibe bila bibe, naxwaze Kurd bibin xwedî statû û maf. Polîtîka û kirinên Tirkiyeyê ne li Tirkiyeyê û ne jî li Sûriye û Iraqê pirsgirêkên heyî çareser nake, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike. 
 
BANGA JI BO GELÊ KURD: ROJ ROJA XWEDÎDERKETINA LI STATÛYA ROJAVA YE
 
Di vê çarçoveyê de berî her tiştî banga me li gelê Kurd e. Statûkoya li ser tunebûna gelê Kurd hatî avakirin, îro diheje û hildiweşe. Li dijî hemû êrîşan jî gelên Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de modela jiyana wekhev afirandiye. Lê dewletên nijadperest û zayendperest dixwazin vê modelê têk bibin û bi rêbazên nû gelê Kurd bêstatû bihêlin û hebûna wî ji holê rakin. Êdî tehemûla gelê Kurd ji bêstatûbûnê re nemaye. Koalîsoyana dewletên li dijî statûya gelê Kurd hilweşiyaye. Îro herî zêde Tirkiye û hevalbendên wê li dijî statû û mafên gelê Kurd derdikeve. Ji bo wê em sedsalek din bêstatû derbas nakin. Statûya rojavayê Kurdistanê ji bo me di ser her tiştî re ye. Roj roja xwedî derketina li Rojava û statûya vê perçeya Kurdistanê ye. Ji bo vê em bang li hemû gelê Kurd û pêkhateyên wî yên siyasiye ku bi hemû derfetên xwe ji bo misogerkirina statûya rojava bibin yek û hewil bidin. 
 
BANG LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ KIRIN
 
Banga me ya duyemîn ji bo raya giştî ya navneteweyî ye. Îro sedemek bingehîn a kaosa Rojhilata Navîn, perçekirina Kurdistanê û bêstatûhiştina gelê Kurd e. Ligel hemû polîtîkayên tunekirin, êriş û komkujiyan jî gelê Kurd îro wekî hêza îstiqrar û demokrasiyê ya herî bingehîn e. Ji bo vehisîna kaosa Rojhilata Navîn divê mafên gelê Kurd bên naskirin. Ji bo vê em wekî partî, sazî û dezgehên Kurdan bang li raya giştî ya navneweteyî dikin ku piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê û statûya gelê Kurd a li vir nas bikin û piştgirî bidin. Ev berpirsyariyeke mirovî, exlaqî û wijdanî ye. 
 
DIVÊ TIRKIYE ÊRIŞÎ STATÛ Û DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD NEKE
 
Banga me ya dawiyê jî ji bo gel û desthilatdariya Tirkiyeyê ye. Statû û mafên gelê Kurd,  kêm û qels nekin. Hebûna gelê Kurd hêmaneke zirarê dide gelê tirk nîne. Bi rastî jî ku behsa biratiya hezar salan bê kirin, divê îro Tirkiye êrişî destkeftî û statûya gelê Kurd a li Rojava neke, berovajî vê divê têkilî pêre deyne û piştgirî bide.
 
Bi vê boneyê em dibêjin roj roja parastina statûya Rojava ye. Werin em bi hev re Rojava biparêzin."
 

Sernavên din

21/01/2025
12:22 Meclisa Jinan a DBP’ê: Divê Ocalan azad bibe
11:46 Hejmara karkerên qeyûm ji kar derxistî derket 236’an
11:45 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:44 Rewşenbîran ji bo Abdullah Ocalan name ji Konseya Ewropayê re şandin
10:54 Ji bo girtiyê ku sewq kirin 5 hezar TL mesrefên lêçûnê xwestin
10:43 Hejmara binçavkiriyên li Stenbolê zêde bû
10:18 Bi ser BEKSAV’ê de hate girtin: Derî hatin şikandin, dest danîn ser enstrumanan
10:09 Parêzerên rojnamegerên hatine girtin: Biryar ji berê ve hatibû dayin
09:51 Li Kolombiyayê di navbera ELN û EMCB’ê de şer derket: 80 kes mirin
09:50 Kes serdagirtina ‘korsan’ a Komeleya Wêjekarên Kurd nagire ser xwe!
09:32 Gelek endam û rêveberên ESP û SGDF'ê hatin binçavkirin
09:18 Girtiyê ku kelepçe qebûl nekir nehat tedawîkirin
09:16 'Heta Abdullah Ocalan azad nebe aştî nabe’
09:05 Piştî 'Qanûna Komkujiyê' tundiya li heywanan û kuştina wan zêde bûye
09:00 ROJEVA 21’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin