NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeya ku bi komkujiya Dêrsim û Zîlanê re ji damezrandina xwe heya niha li hemberî kurdan hiqûqa şer binpê dike, piştî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê careke din bal kişand ser sûcên şer yên ku dike.
Piştî ku Tirkiye rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin qetil kir, sûcên şer ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin, dîsa ketin rojevê. Gelo Tirkiyeyê heta niha çend caran sûcê şer kiriye?
Paşeroja Tirkiyeyê ya komkujiykên li hemberî sivîlan xwedî paşxaneyeke dûr û dirêj e. Ji Dêrsim heya Zîlanê, ji Zîlanê heya Roboskiyê gelek komkujî pêk anîne.
SÛCÊN ŞER ÊN LI DIJÎ KURDAN
* Di 13’ê Tîrmeha 1930’yî de li Geliyê Zîlanê ya navçeya Erdîşê ya Wanê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin. 44 gundên ku di nav wan de gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesi, Bunizi, Pelexl û Kerx jî hene, li gor belgeyên fermî 15 hezar; lê belê li gor çavkaniyên cuda 40 hezar kes hatine qetilkirin.
* Bi biryara Lijneya Wezîran a di 4'ê Gulana 1937'an de li dijî Dêrsimê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û li gor belgeyên fermî di navbera salên 1937-1938'an de jin û zarok jî di nav de 13 hezar û 160 kes hatin qeyilkirin û 11 hezar û 818 kes hatin sirgûnkirin. Gelek keçên kurdên elewî ji aliyê leşkeran ve yan wekî “jin (hevjîn)” yan jî “ewladî" hatin dayîn.
*Di salên 1990’î de bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi deh hezaran kes hatin sirgûnkirin û herî kêm 17 hezar kes ji aliyê kontra û hêzên ewlekariyê yên dewletê ve bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin.
* Di 28’ê Kanûna 2011’an de sivîlên li Roboskiyê ji aliyê leşkeran ve li herêmê hatibûn girtin bi balafirên şer ên F-16 hatin bombekirin. Di vê êrişê de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
* Rojnameger her tim bûne hedefa Tirkiyeyê. Hedefgirtina rojnamegeran a ku di salên 90’î de bi qetilkirina Apê Mûsa dest pê kir, hê jî didome. Tenê di 5 salên dawî de di êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 13 rojnameger hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Vedat Erdemci, Seed Ehmed, Mihemed Hisên Reşo, Dilovan Gever, Zîzis Sînke, Nagihan Akarsel, Îsam Ebdullah, Necmedîn Feysel El Hac Sînan, Murat Mîrza, Gulistan Tara û Hêro Behaddîn, Nazim Daştan û Cîhan Bilgin di 5 salên dawî de ji rojnamegerên hatine qetilkirin in.
* Di daxuyaniya xwe ya roja 10'ê Kanûnê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandibû ku di binpêkirinên ku di sala 2024'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan hatine kirin, 162 kes hatine qetilkirin û 194 kes jî birîndar bûne.
BOMBEKIRINA QADÊN SIVÎLAN
Mijareke din a di nav sûcên şer de wêrankirina cihên sivîlan e. Tirkiye, di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek cihên sivîlan, bi taybet sîloyên genim, rafîneyên petrolê û nexweşxane wêran kirin. Hin êrîş wiha ne:
* Di 21’ê Kanûnê de dewleta tirk gundê Metîna yê Kobanê û derdora bajaroka Sirrîn bombe kir. Di vê êrişa Sikiyan de, sîloyên genim ên bajarokê Sirînê bûne armanca êrişan û herî kêm 300 ton genim hat asta ku neyê bikaranîn.
* Di 17’ê Kanûnê de di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Tirkiyeyê 5 caran bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) gundê Bîrxat–Îbrahîm Kurdo yê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî bombe kir.
* Di 21’ê Tebaxa 2024’an de balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta tirk Nexweşxaneya Dil û Çav û Nexweşxaneya Heyva Sor a bajarê Qamişlo bombe kirin. Di êrişê de birîndar û ziyanên madî çêbûn.
* Di êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê yên 6’ê Cotmeha 2023’an de, nexweşxaneyek li Qamişlo hat bombekirin û 10 kes birîndar bûn. Gund û tesîsên ceyranê yên derdora Dêrikê bûn hedef.
* Di 13’ê Kanûna 2022’yan de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê ragihand ku ji ber êrişên tund ên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 20’ê Mijdarê de li Kantona Kobanê ji 461 dibistanên li eniyê 16 dibistanên li eniyê hatine rawestandin. Desteya Perwerdeyê diyar kir ku di êrişên dawî yên Tirkiyeyê de dibistanên gundên Bexdîk, Xan, Qeremox, Cêşan, Werbîsan, Elîşar, Zormixar, Çarqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, ÇOzumê, Boban, Beyade û Çilxilo jî xera bûne.
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI DIJÎ SIVÎLAN Û DÎLGIRTIYÊN ŞER
Îşkenceya sîstematîk a Tirkiyeyê ya bi salan li ser gelê kurd di girtîgehan de berdewam dike. Gelek endamên PKK'ê yên hatine girtin di girtîgehan de rastî îşkence û muameleya xerab tên. Ji ber ku heta cenazeyên PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dane jî rastî îşkenceyê tê. Dîsa cenazeyên gelek sivîl û endamên PKK'ê yên di salên 90'î de di girtîgehê de hatibûn qetilkirin li bajaran hatin teşhîrkirin. Yek ji bûyerên herî girîng jî cenazeyê Kader Kevser Elturk (Ekîn Van) a ku di 10'ê Tebaxa 2015'an de li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, bi awayekî tazî ji çapemeniyê re hat pêşkêşkirin.
Li gorî rapora Tirkiyeyê ya 25'ê Çileya 2024'an, Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) diyar kir ku ji sala 2017'an û vir ve muameleya xerab û îşkence zêde bûye.
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
Tirkiye jî çekên kîmyewî û biyolojîk ên ku wekî sûcên şer tên dîtin, li ser gelê kurd bi kar anîn. Li gorî belgeyên fermî, Tirkiyeyê di Komkujiya Dêrsimê de cara yekem li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar aniye. Di nameya ku Alîkarê Karên Navxweyî yê wê demê Şukru Kaya ji Serfermandar Abdullah Alpdogan re şandibû de, tê dîtin ku fermana gaza jehrî ji Serokkomarê wê demê Kemal Ataturk û Serokwezîr Îsmet Înonû hatiye.
* Di telgrafa ku di 30'yê Adara 1937'an de ji Xarpêtê ji Wezareta Karên Navxweyî, Serokwezîrtî û Serfermandariyê re ji aliyê 4'emîn Mifetişê Giştî yê Serleşker Orgeneral Abdullah Alpdogan ve hatiye şandin de wiha tê gotin: "Min agir ji Fermandarê Alaya Balafiran û bombeyên gazê yên fetisîner û şewitîner ji Parastina Neteweyî xwestin."
* Her wiha bi biryara Lijneya Wezîran a di 5'ê Tebaxa 1937'an de "destûra kirîna gazên eleqedar bi bazariyeke nepenî hat dayîn.
* Daneyên cidî hene ku gazên kîmyewî li dijî PKK'ê hatine bikaranîn. Nêrînên zanyaran hene ku Tirkiye ji sala 2019'an vir ve di gelek êrişan de gaza kîmyewî bi kar aniye. Tirkiye nahêle şandeyên serbixwe vê mijarê lêkolîn bikin û bi lêkolînên sûc hewl dide kesên ku daneyan parve dikin an jî nêrîna xwe di vê mijarê de tînin ziman bêdeng bike.
PKK’ê dîmenên 2 gerîlayên ku di 18’ê Cotmeha 2022’yan de li herêma Avaşînê rastî êrişa kîmyewî hatin weşandin. Di dîmenê de ku hat weşandin, wiha hat gotin: "Li tunelên şer ên Werxelê şerekî pir dijwar û bênavber heye. Dijmin hema bêje her roj bi bombeyên giran teqînên mezin li ber deriyê tunelên şer dike. Piştî vê yekê yekser an jî di heman demê de gzên kîmyewî tên bikaranîn. Ji be rku teqîn di nava hev de hatine kirin tam nayê zanîn çi bûye. Heval Baz û Helbest di rojên cuda de rastî êrişa çekên kîmyewî hatine. Piştî teqîna mezin me agahî ji hevalna negirt. Lê heval xwe gihandin wan û ew anîn cihekî ewle. Hevalên çûn ew anîn jî tevdîr girtin. Gotin li wir ji ber teqînê bêhan teqîqemniyên cuda hebûne lê bêhan çekek kîmyewî ya berbiçav negirtine, lê gazeke gewr hebûye."
* HPG’ê di 17’ê Kanûna 2022’yan de ragihandibû ku di 5’ê Mijdara 2022’yan de 11 endamên wan ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.
* Li gorî bîlançoya HPG’ê ya 17’ê Cotmehê; di şeş mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî hatine bikaranîn.
MA / Berîvan Kûtlû