Sûcên şer ên Tirkiyeyê kirine!

  • rojane
  • 09:54 25 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiyeya ku bi komkujiya Dêrsim û Zîlanê re ji damezrandina xwe heya niha li hemberî kurdan hiqûqa şer binpê dike, piştî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê careke din bal kişand ser sûcên şer yên ku dike. 

Piştî ku Tirkiye rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin qetil kir, sûcên şer ên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine kirin, dîsa ketin rojevê. Gelo Tirkiyeyê heta niha çend caran sûcê şer kiriye?
 
Paşeroja Tirkiyeyê ya komkujiykên li hemberî sivîlan xwedî paşxaneyeke dûr û dirêj e. Ji Dêrsim heya Zîlanê, ji Zîlanê heya Roboskiyê gelek komkujî pêk anîne. 
 
SÛCÊN ŞER ÊN LI DIJÎ KURDAN
 
* Di 13’ê Tîrmeha 1930’yî de li Geliyê Zîlanê ya navçeya Erdîşê ya Wanê bi deh hezaran kurd hatin qetilkirin. 44 gundên ku di nav wan de gundên Hesenebdal, Exs, Kelle, Qizil Kilîse, Zorova, Binesi, Bunizi, Pelexl û Kerx jî hene, li gor belgeyên fermî 15 hezar; lê belê li gor çavkaniyên cuda 40 hezar kes hatine qetilkirin.
 
* Bi biryara Lijneya Wezîran a di 4'ê Gulana 1937'an de li dijî Dêrsimê operasyonên leşkerî hatin destpêkirin û li gor belgeyên fermî di navbera salên 1937-1938'an de jin û zarok jî di nav de 13 hezar û 160 kes hatin qeyilkirin û 11 hezar û 818 kes hatin sirgûnkirin. Gelek keçên kurdên elewî ji aliyê leşkeran ve yan wekî “jin (hevjîn)” yan jî “ewladî" hatin dayîn.
 
*Di salên 1990’î de bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi deh hezaran kes hatin sirgûnkirin û herî kêm 17 hezar kes ji aliyê kontra û hêzên ewlekariyê yên dewletê ve bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin.
 
* Di 28’ê Kanûna 2011’an de sivîlên li Roboskiyê ji aliyê leşkeran ve li herêmê hatibûn girtin bi balafirên şer ên F-16 hatin bombekirin. Di vê êrişê de 34 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
 
* Rojnameger her tim bûne hedefa Tirkiyeyê. Hedefgirtina rojnamegeran a ku di salên 90’î de bi qetilkirina Apê Mûsa dest pê kir, hê jî didome. Tenê di 5 salên dawî de di êrişên li dijî Herêma Kurdistana Federe û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 13 rojnameger hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn. Vedat Erdemci, Seed Ehmed, Mihemed Hisên Reşo, Dilovan Gever, Zîzis Sînke, Nagihan Akarsel, Îsam Ebdullah, Necmedîn Feysel El Hac Sînan, Murat Mîrza, Gulistan Tara û Hêro Behaddîn, Nazim Daştan û Cîhan Bilgin di 5 salên dawî de ji rojnamegerên hatine qetilkirin in.
 
* Di daxuyaniya xwe ya roja 10'ê Kanûnê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandibû ku di binpêkirinên ku di sala 2024'an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî sivîlan hatine kirin, 162 kes hatine qetilkirin û 194 kes jî birîndar bûne.
 
BOMBEKIRINA QADÊN SIVÎLAN
 
Mijareke din a di nav sûcên şer de wêrankirina cihên sivîlan e. Tirkiye, di êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek cihên sivîlan, bi taybet sîloyên genim, rafîneyên petrolê û nexweşxane wêran kirin. Hin êrîş wiha ne:
 
* Di 21’ê Kanûnê de dewleta tirk gundê Metîna yê Kobanê û derdora bajaroka Sirrîn bombe kir. Di vê êrişa Sikiyan de, sîloyên genim ên bajarokê Sirînê bûne armanca êrişan û herî kêm 300 ton genim hat asta ku neyê bikaranîn.
 
* Di 17’ê Kanûnê de di êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, Tirkiyeyê 5 caran bi Balafirên Bêmirov ên Çekdar (SÎHA) gundê Bîrxat–Îbrahîm Kurdo yê dikeve rojavayê bajarê Girê Spî bombe kir.
 
* Di 21’ê Tebaxa 2024’an de balafirên keşfê yên bêmirov ên dewleta tirk Nexweşxaneya Dil û Çav û Nexweşxaneya Heyva Sor a bajarê Qamişlo bombe kirin. Di êrişê de birîndar û ziyanên madî çêbûn.
 
* Di êrişên dewleta tirk ên li ser herêmê yên 6’ê Cotmeha 2023’an de, nexweşxaneyek li Qamişlo hat bombekirin û 10 kes birîndar bûn. Gund û tesîsên ceyranê yên derdora Dêrikê bûn hedef.
 
* Di 13’ê Kanûna 2022’yan de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê ragihand ku ji ber êrişên tund ên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di 20’ê Mijdarê de li Kantona Kobanê ji 461 dibistanên li eniyê 16 dibistanên li eniyê hatine rawestandin. Desteya Perwerdeyê diyar kir ku di êrişên dawî yên Tirkiyeyê de dibistanên gundên Bexdîk, Xan, Qeremox, Cêşan, Werbîsan, Elîşar, Zormixar, Çarqlî, Zorava, Sivtik, Korelî, ÇOzumê, Boban, Beyade û Çilxilo jî xera bûne.
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN ÊN LI DIJÎ SIVÎLAN Û DÎLGIRTIYÊN ŞER
 
Îşkenceya sîstematîk a Tirkiyeyê ya bi salan li ser gelê kurd di girtîgehan de berdewam dike. Gelek endamên PKK'ê yên hatine girtin di girtîgehan de rastî îşkence û muameleya xerab tên. Ji ber ku heta cenazeyên PKK'yiyên jiyana xwe ji dest dane jî rastî îşkenceyê tê. Dîsa cenazeyên gelek sivîl û endamên PKK'ê yên di salên 90'î de di girtîgehê de hatibûn qetilkirin li bajaran hatin teşhîrkirin. Yek ji bûyerên herî girîng jî cenazeyê Kader Kevser Elturk (Ekîn Van) a ku di 10'ê Tebaxa 2015'an de li Gimgimê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, bi awayekî tazî ji çapemeniyê re hat pêşkêşkirin.
 
Li gorî rapora Tirkiyeyê ya 25'ê Çileya 2024'an, Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) diyar kir ku ji sala 2017'an û vir ve muameleya xerab û îşkence zêde bûye.
 
BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ
 
Tirkiye jî çekên kîmyewî û biyolojîk ên ku wekî sûcên şer tên dîtin, li ser gelê kurd bi kar anîn. Li gorî belgeyên fermî, Tirkiyeyê di Komkujiya Dêrsimê de cara yekem li dijî sivîlan çekên kîmyewî bi kar aniye. Di nameya ku Alîkarê Karên Navxweyî yê wê demê Şukru Kaya ji Serfermandar Abdullah Alpdogan re şandibû de, tê dîtin ku fermana gaza jehrî ji Serokkomarê wê demê Kemal Ataturk û Serokwezîr Îsmet Înonû hatiye. 
 
* Di telgrafa ku di 30'yê Adara 1937'an de ji Xarpêtê ji Wezareta Karên Navxweyî, Serokwezîrtî û Serfermandariyê re ji aliyê 4'emîn Mifetişê Giştî yê Serleşker Orgeneral Abdullah Alpdogan ve hatiye şandin de wiha tê gotin: "Min agir ji Fermandarê Alaya Balafiran û bombeyên gazê yên fetisîner û şewitîner ji Parastina Neteweyî xwestin."
 
* Her wiha bi biryara Lijneya Wezîran a di 5'ê Tebaxa 1937'an de "destûra kirîna gazên eleqedar bi bazariyeke nepenî hat dayîn. 
 
* Daneyên cidî hene ku gazên kîmyewî li dijî PKK'ê hatine bikaranîn. Nêrînên zanyaran hene ku Tirkiye ji sala 2019'an vir ve di gelek êrişan de gaza kîmyewî bi kar aniye. Tirkiye nahêle şandeyên serbixwe vê mijarê lêkolîn bikin û bi lêkolînên sûc hewl dide kesên ku daneyan parve dikin an jî nêrîna xwe di vê mijarê de tînin ziman bêdeng bike.
 
PKK’ê dîmenên 2 gerîlayên ku di 18’ê Cotmeha 2022’yan de li herêma Avaşînê rastî êrişa kîmyewî hatin weşandin. Di dîmenê de ku hat weşandin, wiha hat gotin: "Li tunelên şer ên Werxelê şerekî pir dijwar û bênavber heye. Dijmin hema bêje her roj bi bombeyên giran teqînên mezin li ber deriyê tunelên şer dike. Piştî vê yekê yekser an jî di heman demê de gzên kîmyewî tên bikaranîn. Ji be rku teqîn di nava hev de hatine kirin tam nayê zanîn çi bûye. Heval Baz û Helbest di rojên cuda de rastî êrişa çekên kîmyewî hatine. Piştî teqîna mezin me agahî ji hevalna negirt. Lê heval xwe gihandin wan û ew anîn cihekî ewle. Hevalên çûn ew anîn jî tevdîr girtin. Gotin li wir ji ber teqînê bêhan teqîqemniyên cuda hebûne lê bêhan çekek kîmyewî ya berbiçav negirtine, lê gazeke gewr hebûye." 
 
* HPG’ê di 17’ê Kanûna 2022’yan de ragihandibû ku di 5’ê Mijdara 2022’yan de 11 endamên wan ji ber bikaranîna çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. 
 
* Li gorî bîlançoya HPG’ê ya 17’ê Cotmehê; di şeş mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî hatine bikaranîn.
 
MA / Berîvan Kûtlû

Sernavên din

18/01/2025
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin
09:06 Li mêrgan kanên xîzî tên çêkirin
09:00 ROJEVA 17’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:25 Gelek rojnameger hatin binçavkirin
08:24 Ciwanan qeyûm protesto kirin
06:23 Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî li Hewlêrê hevdîtin kir
16/01/2025
16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in