ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna bi hevşaredarên partiyê re de bal kişand ser serlêdana ji bo Wezareta Dadê kirin û wiha got: “Tişta divê were kirin ew e ku deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di civîna bi hevşaredarên partiyê re de axivî. Civîn, li navenda giştî ya partiyê hate kirin û li gel Hevserokê Giştî Tuncer Barkihan, endamên MYK’ê jî tev li bûn.
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Mehmet Ruştu Tîryakî di destpêkê de axivî û got ku ji bo şaredariyan di serdemeke zehmet de ne, ji hêla aborî ve hatine dorpêçkirin, gefa qeyûman didome, ji ber deynên qeyûman ên SSK’ê bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne.
HILBIJÊRÊN QEYûM HATIN TAYÎNKIRIN
Tulay Hatîmogûllari jî binpêkirinên di serdema hilbijartinê de bi bîr xist û tevî hîleyan jî hevşaredarên wan hatine hilbijartin. Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku wan di çarçoveya stratejiya “Lihevkirina Bajar” de destkeftiyên girîng bi dest xistine û got: “Encama herî girîng ew bû ku gel ji îktîdarê re got êdî bes e, got em hene û got; ‘hûn qeyûman jî tayîn bikin em ê tu caran dev ji partiya xwe bernedin.’ Her wiha bingeha serkeftinê, hevgirtina gel û baweriyan ên vî welatî bû.”
XESPKA QEYÛM
Tulay Hatîmogûllari wiha domand: “Jixwe em tevek xespa qeyûm dizanin. Êdî hilbijêrên AKP-MHP’ê jî li dijî rejîma qeyûm derdikevin. Ev rejîma bi tayînkirina qeyûman qayîl nebû, niha jî bi hinceta teserûfan nahêlin şaredariyên me bixebitin. Ev feraset, ji bo şaredariyên muxalîf nexebitin wiha dike. Saziyên ku bi salan her cureyên krediyê dan qeyûman, dema şaredarî ketin destê me yekser zivirîn. Dema rêveber diz bin yekser krediyan didin lê dema mijar dibe xizmeta ji bo gel, deriyan li ser me digirin. Di dema qeyûman de ev deyn ji qeyûman nexwestin lê piştî şaredarî ketin destê me dixwazin. Qeyûm pereyî didizin û fatûreyên wê ji gel re dibirin. Niha jî bi deynên SGK’ê hewl didin şaredariyan dorpêç bikin. Dixwazin wisa bikin ku şaredariyên ne AKP’î nekarin bixebitin.
RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ YÊN HATINE XURTKIRIN
Ji bo çavkaniyan biafirînin, me serî li gelek xebat û projeyên cuda da. Bi saziyên derveyî welat re me hevdîtin kirin, hewl didin şaredariyên bira pêş bixin. Bi vê rêyê dixwazin ji bo herêman çavkaniyên alternatîf biafirînin. Em naxwazin rêveberiyên herêmî ji hêla qesrê ve bên birêvebirin. Pîvana demokrasiyê, rêveberiyên herêmî yên hatine xurtkirin in.
MÛÇEYÊ KÊMTIRÎN
Şevê din kêmtirîn mûçe bêyî nûnerên karkeran hate diyarkirin. Û encam jî 22 hezar û 104 TL. Xelk li bendê bû ji sedî sed were zêdekirin lê ji sedî 30 zêde kirin. Bac, xerc û ceza ji sedî 43.93 zêde bûn lê ji bo kêmtirîn mûçeyê ji sedî 30 zem kirin. Di serdemeke ku li gorî TUÎK’ê enflasyon ji sedî 45 û li gorî ENAG’ê du qet zêdetir de ji sedî 30 zêde kirin. Ev yek bêwijdanî ye. Îktîdarê, 50 milyon kesên di bin sînorê birçîtî û xizaniyê de dijî ceza kir. Mimkin nîne em vê qebûl bikin.
EM DI EREFA ŞERÊ SÊYEMÎN Ê CÎHANÊ DE NE
Dinya, di erefa Şerê Sêyemîn ê Cîhanê de ye. Aloziyeke mezin heye. Rêveberiya Esad guherî û HTŞ ket cihê wê. Li dijî DAIŞ’ê û yên mîna wê herî zêde gelê Kurd têkoşiya. Kobanê sembola vê ya herî girîng e. Niha jî îktîdara Tirkiyeyê hewl dide destkeftiyên Rojava tune bike. Hem bi liv û tevgera leşkerî hem jî ya dîplomasî ji bo vê hewl didin. Divê rêveberiya nû ya Sûriyeyê demokratîk be û nasname û hebûna hemû gel û baweriyan nas bike. Ev yek, lezgîn û girîng e.
SÛRIYEYA DEMOKRATÎK
Heke Sûriyeyeke demokratîk û aştiyane ava bibe dê Tirkiye bêhtir di ewlehiyê de be. Em careke din bang dikin; ne we be hûn hewl bidin statûya gelê Kurd a li Rojava têk bibin. Jixwe li wir berxwedaneke mezin didome. Di serî de Pirsûs, li her derê nobetên me didomin. Dê ev çalakiyên me bidomin.
DAXWAZA HEVDÎTINA LI ÎMRALIYÊ
Bi hefteyan berê me ji bo hevdîtina li îmraliyê serlêdan kiribû lê hêj jî tu bersiv nehatine dayin. Em careke din bang dikin; biqasî av û nan pêdiviya me bi aştiyê heye. Pêdiviya me bi çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk heye. Pêdiviya me bi demokratîkbûna Tirkiyeyê heye. Di vê mijarê de em xebatên xwe berfirehtir dikin. Li ser vê hevdîtinê bi milyonan kes xistine nava bendewariyekê. Em vê ferasetê qebûl nakink. Tişta divê were kirin ew e ku tavilê deriyên Îmraliyê bên vekirin, bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin û ji bo projeya aştiyê ya nû xebat bên destpêkirin.
ME BI HEMÛ PARTIYÊN SIYASÎ RE HEVDÎTIN KIR
Weke her du hevserokên giştî û şandeya partiyê me bi hemû partiyên siyasî re hevdîtin kirin. Du rojevên sereke hebûn. Yek jê çareseriya pirsgirêka Kurd û ya din jî qeyûm bû. Di her du mijaran de jî em bi partiyan re hemfikir bûn. Hinek nuans hene lê dîsa jî baş bû. Peyama herî şênber jî ew bû ku li Meclisê 10 partiyên siasî ji bo rakirina qanûna qeyûm pêşniyarqanûn dan. Ev pir girîng bû. Dê ev xebatên me bidomin.
YEKITIYA NETEWEYÎ
Min ji bo we silavek anî. Di çarçoveya hevdîtinan de me bi sefîrên li Tirkiyeyê re jî hevdîtin kirin. Her wiha çendek roj berê em çûn Herêma Federe ya Kurdistanê. Me bi Serokê YNK’ê birêz Bafil Talabanî re hevdîtin kir. Em li ser van meseleyan axivîn. Du peyam derketin pêş; ya yekemîn yekitiya neteweyî ya gelê Kurd, ya din jî avakirina aştiya herêmê. Ji bo mezinkirin û parastina destkeftiyên gelê Kurd peyam hatin dayin. Birêz Bafil Talabanî silav li gelê Kurd ê li Tirkiyeyê û gelên piştgiriyê didin gelê Kurd re şand.
EM Ê XWE BÊHTIR BIRÊXISTIN BIKIN
Her ku em dibêjin aştî, ew bi ÎHA û SÎHA’yan êriş dikin. Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hevalên me yên rojnameger bûn. Ez wan bi rêzdarî bi bîr tînim. Her ku em dibêjin aştî ew binçavkirin û girtinan didomînin, girtiyên nexweş canê xwe didin, tecrîda li ser birêz Ocalan girantir dikin, li dijî Rojava operasyonan dikin, qeyûman tayîn dikin. Guherandina vê rewşê di destê me de ye. Divê em xwe bêhtir birêxistin bikin, bêhtir bixebitin û piştevaniyê mezin bikin. Heke em bi hev re ji bo ked û aştiyê têbikoşin dê bi ser kevin.”