‘Em li dora Şoreşa Jinê ya Rojava bibin yek’

  • rojane
  • 13:51 25 Kanûn 2024
  • |
img

ENQERE - Di encamnameya civîna Meclisa Jinan a DEM Partiyê de bal kişand ser êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û banga xwedîderketina li şoreşa jinê hate kirin. 

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya civîna xwe ya 22’yê Kanûnê eşkere kir. Di encamnameyê de ji bilî geşedanên heyî, nirxandinên rêxistinî û siyasî, jinan bal kişandin ser tiştên ku divê di dema pêş de bên kirin.
 
'ME TÊKOŞÎNA XWE MEZIN KIR’
 
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê veguheriye rejîmekê û baş kişand ser qetlîamên jinan, xizaniya jinan û polîtîkayên qeyûman. Hate diyarkirin ku jin di vê hawirdora şer de li dijî zextan têdikoşin. Encamname, wiha dom kir: “Em bi jinên ku li dijî kûrkirina feqîrî û betaliya jinan li ber xwe didin û li dijî îstîsmara kedê li ber xwe didin. Me têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinên koçber û penaber ên ji ber şer neçar man cih û warên xwe terk bikin, zêde kir. Dema ku asta şîdeta li ser jinê gihişte qetlîamê û desthilatdariyê di mêtingeriyê de israr kir, me jî di mezinkirina berxwedanê de israr kir. Em dengê têkoşîna bi rûmet a ji bo aştiyê ji her derê li dijî rejîma ku di şer de israr dike û siyasetê dike, bilind dikin.
 
TECRÎD LI PÊŞIYA ÇARESERIYÊ ASTENGÎ YE
 
Tecrîda ku li ser birêz Abdullah Ocalan tê meşandin, ne tenê pêşî li çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digire, di heman demê de bandorên şer jî kûrtir dike. Ji ber ku ev 100 sal in ku bi polîtîkayên înkarê yên îktidara AKP’ê, li hemberî gelê Kurd mêtingerî û tundiya sîstematîk li ser gelê Kurd dimeşîne, niha bi polîtîkayên berfirehkirina desthilatdariyê sînorên xwe derbas kiriye. Çeteyên ku ji aliyê hikûmetê ve tên birêvebirin, li hemberî jinan komkujiyan pêk tînin. Em weke jin niha hem li welatê xwe hem jî li Rojhilata Navîn di her aliyê şer de dijîn. Em jin dizanin ku; şerên hevpar ên pergala kapîtalîst a serdest a mêr, rejîmên dîktator ên netew-dewletan û êrişên çeteyan rûyê xuya yê planên hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn e. Di sedsala 21'em de şerê desthilatdaran bêsînor berdewam dike, qetlîaman rewa dike û bi awayekî derhiqûqî ji sedsala 20'em de ma ye.
 
Polîtîkayên qirkirinê yên Îsraîlê yên li dijî gelê Filistînê, şerê desthilatdariya AKP-MHP’ê yê li dijî gelê Kurd û destkeftiyên li Tirkiyeyê, hilweşîna rejîma Baas a bi geşedanên dawî yên li Sûriyeyê re, pêvajoya derbasbûna HTŞ’ê ya bi kûrkirina nakokiyan didome. Jin û gelê Sûriyê ji sala 2011’an ve bûne hedefa rejîma Baas û çeteyên ku îdîa dikin li dijî rejîmê şer dikin. Ji sala 2014’an û vir ve modelek ku bi pêşengiya jinên Rojava hatiye avakirin.
 
ROJAVA MIFTEYA ÇARESERIYÊ YE 
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di pêvajoya kaotîk a ku îro li Sûriyê tê jiyîn de mifteya rastîn a çareseriyê ye. Li dijî statukoya netew-dewletê çareseriyek e. Li dijî desthilatdariya mêr avakirina azadiya jinê ye. Li dijî polîtîkayên qirkirinê yên mezhebperestî, neteweperestî û zayendperestiyê peymana bi rûmet, jiyana hevbeş û aştî ye. Bi vê rastiyê em dizanin ku ew hedefa kesên ku li Rojhilata Navîn şerê hevpar û wekaletê didin meşandin e. Ev rastiya ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi dijminatiya Kurdan şoreşa jinan û gelan a Sûriyeyê dike hedef, destekê didin çeteyan.  Bi SÎHA’yan qetlîamên sivîlan pêk tîne, rola xweya li dijî vê şoreşê eşkere dilîze.  
 
AKP-MHP DÊ ŞER KÛRTIR BIKE
 
Em jin ti polîtîkayên ku pêşeroja jin û gelên Sûriyeyê dike hedef qebûl nakin. Li dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê ku wê şer kûrtir bike, em ê li her derê têbikoşin. Erka me ya sereke ew e ku em dengê têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinên têkoşer ên ji aliyê çeteyên SMO yên girêdayî dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bigihînin hemû jinan û em ê têkoşîna hevpar a li dijî şer berfireh bikin. Li dijî polîtîkayên şer dem hatiye ku ji Tirkiyeyê heta Sûriyeyê, ji Filistînê heta Afganîstanê têkoşîna jinan bê berfirehkirin. Ji ber ku em dizanin ku têkoşîna jinê wê ne guh bide rejîmên dîktator û ne jî yên çete.
 
BANGA MEZINKIRINA PIŞTEVANIYÊ 
 
Ji bo jinên Rojhilata Navîn û cîhanê, Şoreşa Jinê ya Rojava şoreşa jinê ya sedsala 21’ê ye. Mîrate û destkeftiya ku jinan bi hewldan, têkoşîn û tecrûbeyên xwe ji sedsala 21’an re hiştiye. Tu plan û polîtîkayên şer ên hikûmetan nikarin vê rastiyê biguherînin. Yên ku vê modela azadiya jinê ku garantiya jiyana wekhev û azad a jinên Sûriye û Rojhilata Navîn dike, weke metirsî dibînin, jinan înkar dikin û qetil dikin. Meclisa me ya jinan bang li hemû jinan kir ku li Nisêbîn û Pirsûsê nobetê bigirin û di vê qonaxa dîrokî de li dora Rojava bibin yek.  
 
LI DIJÎ ŞER DÊ BÊN GEL HEV
 
Meclisa me ya jinan wê bi rêxistinên jinan, akademîsyen, femînîst, siyasetmedar, sendîka, rêxistinên maf û edaletê, rêxistinên kedê, jinên ji gel û baweriyên cuda û bi taybetî li Tirkiyeyê ji bo têkoşîna li dijî şer ji bo ekolojiyê têdikoşin, bên cem hev. Di civînan de wê bên eşkerekirin ku polîtîkayên şer ên hikûmetê yên weke xizaniya jinan, tunekirina ekolojîk, rejîma îktîdar, tundiya mêr-dewletê, polîtîkayên şerê taybet, dijminatiya li koçber û penaberan bandoreke çawa li jiyana jinan û têkoşîna hevpar dike. Banga me ji hemû jinan û rêxistinên jinan re ev e: Werin em bi hev re têkoşîna avakirina aştiyeke birûmet bi pêşengiya jinan li dijî siyaseta şer mezin bikin. Yek ji girîngtirîn şert û mercên ku dê rewabûna xwecihî û navneteweyî ya sîstema ku li Sûriyeyê bê avakirin misoger dike û garantî dike, ew e ku jin di vê sîstema nû û avakirina wê de bibin xwedî gotin.”
 

Sernavên din

21/01/2025
08:53 Li navenda liyanê şewat derket: 10 kes mirin, 32 kes birîndar bûn
20/01/2025
16:32 Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga ‘seferberiyê’
16:24 6 rojnameger hatin girtin
16:21 Rojnameger Silêman Ehmed hate berdan
16:15 Êrişên ser Tişrînê li 3 navendan hatin şermezarkirin
15:50 Rojnamegerên serî netewandin hatin derbkirin
15:33 Li pêşiya Konsolosxaneya Îranê protestoya Pexşan Ezîzî
15:30 Li Akdenîzê qeyûm hate prostekirin: Polîs dizên mezin diparêzin
15:18 Rapora Girtîgeha Panosê: Di bin kontrola dozger de êriş li girtiyan kirin
14:48 Jin ji bo ‘aştiyê’ civiyan: Têkoşîna me ji bo jiyaneke azad e
14:36 Rojnameger li dadgehê îfadeyê didin
14:29 Doza ‘Meşa Azadiyê’ hat taloqkirin
13:55 Der heqê Îmamoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
13:50 Dewleta tirk depoya avê bombebaran kir
13:22 Ji 12 baroyan ji bo Tişrînê daxuyanî dan: Binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye
12:22 Dozgerî bêyî îfadeya rojnamegeran bigire bi daxwaza girtinê sewq kir
12:20 Jin ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ civiyan
12:04 HSD: 29 çete hatin kuştin û 15 jî birîndar bûn
12:00 Şandeya Îmraliyê serî li Wezareta Dadê da
11:52 Li dijî darvekirinan li Rojhilat biryara greva giştî hat dayin
10:32 Rojnamegerên binçavkirî birin edliyeyê
10:00 Der heqê Serokê Baskê Ciwanan ê CHP’ê de lêpirsîn hate vekirin
09:59 Baroya Mêrdînê bertek nîşanî êrişên ser Bendava Tişrînê da
09:59 Li Sêwasê erdhej pêk hat
09:53 Li Wanê rêya 255 gundan hat girtin
09:52 Filistîniyên hatin berdan li Şerîaya Rojava ne
09:49 Gel bertek nîşanî êrîşên li hemberî Tişrînê da: Zilm û aştî bi hev re nabe
09:48 Ji ber ‘birîna têlên qefesê’ ceza dan 6 girtiyan
09:31 Zexta ‘pêlavan’ li girtiyên jin dikin
09:31 Komîsyona Edaletê ya ji bo Rojîn Kabaiş: Em ê dozê bişopînin
09:00 ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2025’AN
07:35 Xwebûn bi manşeta ‘Bi canê xwe diparêzin’ derket
19/01/2025
16:36 Li Semsûr û Şirnexê çalakiya nobetê: Bêyî Rojava çareserî nabe
16:12 Karaagar di 32’yemîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
16:11 Bavê Teyar ê di êrişa Tişrînê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
15:34 Rojnameger ji ber xebatên xwe yên pîşeyî tên sûcdarkirin
15:32 Alî Bakirhan li Qersê hate definkirin
15:31 Polîsan bi ser Komeleya Wêjekarên Kurd de girtin
14:53 Hevberdevka HDK’ê: Abdullah Ocalan sermuzakerevan e
14:11 Hrant Dînk hat bibîranîn
13:25 Berxwedana li dijî qeyûm di roja 10’an de domiya
13:08 HSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir
12:59 6 rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
11:21 Îsraîlê Xeze bombebaran kir
11:17 Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê li Tişrînê hate qetilkirin
11:03 Ayşegul Devecîoglû: Pirsgirêk bi qasî ku tenê girêdayî berdana çekan neyê kirin cidî ye
10:29 Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
09:57 Salih Muslim: Çareseriya bi rêya diyalogê ji bo her kesî dê baştir be
09:45 Şandeya Îmraliyê dê sibe serî li Wezareta Dadê bide
09:42 Saman ê ÎHD’î: Divê tecrîda girankirî veguhere azadiyê
09:20 Ji bo bîranîna Narîn Guranê dê li Amedê pêşbirka çîrokan bê lidarxistin
09:00 Malbata Rojîn Kabaîşê dixwaze biryara nepeniyê ya ser dosyayê bê rakirin
09:00 ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
18/01/2025
16:22 Li Amedê Meclisa Tenduristiyê hat avakirin
16:19 Li Êlihê 18 karkerên din jî ji kar hatin derxistin
16:04 KCK: Çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe geşedana herî girîng a sedsala me
15:55 Xwestin girtiyên nexweş Kose û Elçîçek bên berdan
15:33 Li Bendava Tişrînê êrişî gel hat kirin: Mirî û birîndar hene
15:27 Rojnamevana binçavkirî: Em ê her tim rastiyê bêjin
15:24 Li Îranê du dadger hatin kuştin
15:19 Ji ÎHD û xizmên windayan li 4 bajaran çalakî
14:20 Li Pirsûsê forûma jinan: Em ê Rojavayê biparêzin
14:16 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Abdullah Canan pirsîn
13:59 Li Îdir û Şirnexê êrişên li ser Rojavayê hatin şermezarkirin
11:52 Cemîl Bayik: Tirkiye ji bo demokratîkbûyînê gav navêje
11:43 Orhan Karaagarê 30 salî 32 sal berê hat qetilkirin
09:59 Hunermend Akpolat: 22 salan jî bibirin em ê xebatên xwe bidomînin
09:52 Dayikên Aştiyê: Divê dewlet wekî Ocalan jidil be
09:32 'Şer pirsgirêkeke tenduristiya gel e'
09:05 Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê: Divê kurd bibin yek
09:02 Li Kurdistanê kampanyaya 'danîna şitilan'
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2025'AN
17/01/2025
16:18 Ji bo leşkerên bersûc ên doza Nezîr Tekçî biryara beraetê hat dayîn
16:11 Munîra Qazî: Xeyala bavê min li Rojava pêk tê
15:53 Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da
15:46 Lînka kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’
14:18 ‘Dê têkoşîna me ya li dijî xespkirina îradeyê bidome’
13:49 Hejmara rojnamegerên hatine binçavkirin zêde bû
13:48 Îtîraza li dijî rewşa girtî ya Nevzat Bahtiyar hate redkirin
13:48 DEM Partî li Stenbolê amadekariya kongreyê dike
13:28 DFG û MKG: Êrîş nikarin Çapemeniya Azad têk bibin
12:50 Tirkiyeyê di 40 rojan de li Tişrînê 2 jê rojnameger bi giştî 11 sivîl qetil kir
12:34 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:28 Ji bo dosyaya rojnamegeran biryara nepeniyê hat dayin
11:38 DBP: Em hevdîtinên li Hewlêrê pir girîng dibînin
11:26 Fermandarê CENTCOM’ê bi fermandarên HSD’ê re civiya
11:09 Cezayê disiplînê dan rojnamegera nexwest qerta ‘sûcdara terorê’ bixe stûyê xwe
10:56 Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 10’an de didome
10:39 35 partiyan li dijî êrişan bang li NY û Yekitiya Ereban kirin
10:38 Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncelê de girtin
10:37 Doza Halîse Aksoy hate taloqkirin
10:13 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat hate girtin
10:12 'Bi polîtîkaya wêrankirina ekolojîk ve xwezayê bêmirov dihêlin'
10:12 Endamê NLSR'ê Direhî: Pêşerojeke federal li benda Sûriyeyê ye
09:58 Şandeya Îmraliyê: Piştgiriya gel dê bibe hêmana sereke ya çareseriyê
09:40 Babatê ku 30 sal dîl hat girtin amadekariya vekirina pêşangehê dike
09:39 Ayfer Koçak: Heqê fîşekan ji berîka kedkaran derdikeve
09:32 MASAK nahêle Karahanê ku mal û milkên wî hatine desteserkirin deynê xwe bide
09:31 Malnişîn: Ji bo cezakirina dizan em li benda sindoqê ne
09:08 Serokê DTSO'yê Kaya: Em ê li Enqereyê hevdîtinê bi partiyên siyasî re bikin