ŞIRNEX - Derheqê Velî Encu de ku ji bo birayê xwe û 33 kesên di Komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin daxwaza edaletê kir, 17 doz hatin vekirin û 4 salan di girtîgehê de ma. Encû, got: “Ji Zîlanê heta Roboskê faîl tu caran nehatin girtin. Weke malbatên Roboskê em ji roja ewil heta niha li pey gotina xwe ne. Divê berpirsyarên komkujiyê bên darizandin.”
Li navçeya Qileban a Şirnexê li gundê Roboskê di 28'ê Kanûna 2011'an di encama bombebarana balafirên şer ên dewleta tirk de 34 sivîl hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûn lê hêj jî tu berpirsyar nehatine darizandin. Lê belê li malbatên qurbaniyan ên ji bo xizmên xwe li edaletê digeriyan doz hatin vekirin, hatin binçavkirin û girtin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di sala 2019'an de bi hinceta ku di 4’emîn salvegera komkujiyê di bîranîna li gund de pankart û al bi kar anîne, de der barê malbatên Roboskê de lêpirsîn da destpêkirin.
Serokê Komeleya Roboskê Velî Encû ku birayê wî Serhat Encû jî di komkujiyê de hatibû qetilkirin, ji ber ku têkoşîna edaletê dida û pêşengtiya vê têkoşînê dikir, der heqê wî de 17 doz hatin vekirin. Velî Encû di sala 24'ê Gulana 2019'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê " hate girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Encû ku ev saleke hatiye berdan bi minesebeta salvegera Komkujiya Roboskê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
'YEK BERPIRSYAR NEHATE DARIZANDIN'
Velî Encû bi lêv kir ku ji roja destpêkê heta niha wan malbatên Roboskê dev ji doza xwe ya edaletê bernedaye û wiha axivî: "Me malbatên Roboskê di roja destpêke de me çi gotibe em heman tiştan dubare dibêjîn. Daxwaza me çibû darizandina berpirsên vê komkujiyê ne. Daxwaza me cezakirina wan e. Îro di dewleta Tirkiyeyê de ev komkujiye weke asayî hate dîtin. Heta niha berpirsê tu komkujiyan nehate darizandin û cezakirin. Di vê komkujiyê de 34 mirovên me, birayên me, zarokên me bi awayeke hovane hatin qetilkirin. Di van 13 salan de me malbatên Roboskê yek carê dev ji têkoşîna xwe berneda. Her tişt diyar e. Kesên ku fermana vê bombebaranê dayin divê bên darizandin. Li şûna kujeran em malbatên Roboskê hatin darizandin. Em li benda çi ne û dewlet çi dike."
'JI ZÎLANÊ HETA ROBOSKÊ KUJER NEHATIN DARIZANDIN'
Encû, diyar kir ku di nava 13 salan de tu berpirsyar nehatine darizandin û got ku ji Komkujiya Zîlanê heta niha kujerên ku li ser gelê Kurd komkujî kirine nehatine darizandin. Encû, wiha domand: “Ev saleke ji girtîgehê derketime. Nêzî 4 salan di girtîgehê de mam. Li ser min doz vekirin. Ji Komkujiya Roboskê heta roja me ya îro têkoşîna ku me dayî ji bo ku me bi ceza bikin ji xwe re kirin hincet. Nêzî 17’an doz li min vekirin. Dem dem di mijarên cuda de em hatim darizandin. 13 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn lê hêj berpirsyar nehatine darizandin. Doza Roboskê îro bi gotina wan di dehlîzên Enqereyê de hate windakirin. Ew sozên dane me tevek vala derketin. Wê demê Erdogan, serokê îktîdarê bû. Bi me re hevdîtin kirin. Tu sozên xwe pêk ne anî. Di dîroka Kurdan de ji ber komkujiyan kesek nehatiye darizandin. Berovajî vê berpirsyarên van komkujiyan hatine terfîkirin û xelatkirin. Ji Komkujiya Zîlanê heta ya Dêrsimê, tu kes nehat darizandin. Di van komkujiyan de Kurd tên qetilkirin lewma berpirsyar nayên dîtin. Roboskê, Pirsûs, Enqere mînakên vê ne. Divê ku ev pergala dewletê biguhere û ev polîtîka bê bidawîkirin. Heta berpirsyarên Komkujiya Roboskê tên darizandin dê têkoşîna me bidome.”
DER HEQÊ WÎ DE 17 DOZ HATIN VEKIRIN Û 4 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA
Bi domdarî Encû anî ziman ku ji destpêka komkujiyê heta niha der heqê wî de 17 doz hatine vekirin û bi lêv kir ku li şûna kujer bên darizandin, têkoşina wan a rewa hate darizandin. Encû, wiha pê de çû: “Êşa me di 2011’an de çi be niha jî ew e. Li vir tiştek nehatiye guhertin. Heke ku têkoşîneke hevpar bê dayin em bawer dikin ku dê edalet çêbibe. Di sala 2012’an de der heqê min de doza yekemîn vekirin. Wê demê telefonên me hatin guhdarkirin. Beriya ku Emîne Erdogan nehat Roboskê me weke malbatan ji bo pêşwazîkirinê amadekariyên xwe kirin û civînên xwe li dar xistin. Carnan civînên me çêbûn. Ev hemû weke sûc nîşan dan û gotin, ‘tu çima malbatan kom dikî.’ Nêzî salekê telefona min guhdar kirin. Doza yekemîn ev bû. Dîsa bi ser parvekirinên min ê li ser hesabên medyaya civakî li min doz vekirin. Li vir bi rêya hesabên civakî me dengê xwe dida bihîstin. Derfetên me pir kêm bûn. Parvekirinûn me jî weke hincet nîşan dan, em hatin darizandin û her roj em daxwazî îfade dikirin. Her wiha carna çalakiyên me çêdibûn, em dimeşin ser goristanê, yan jî em çûn cihê bûyerê ev hemû weke hincet nîşan dan û em hatin darizandin. Tişta ku ji me dixwestin ew bû ku em bêdeng bibin. Dê wê pêvajoyê de fermandareke vê derê bang li malbatan kir û ji wan re got, ‘çima hûn dest ji vê têkoşînê bernadin? wisa bifikirin ku ev 34 di qezeyeke otobûsê de jiyana xwe ji dest dane.’ Malbatan bertek nîşanî vê gotinê dan. Wî jî got, ‘erê dewletê kuştin lê hûn ê çi ji dewletê bikin?’ Dewlet çiqas zilm bike, komkujiyan jî bike divê ku tu deng dernexînin û tişta ku kirine qebûl bikin. Em vî tiştî tu caran qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin. Zilmek mezin li me hat kirin, me êşeke mezin dît. Em tu caran ji bîr nakin, em li pişt daxwaza xwe ne.”
'BILA DI SERÎ DE KOMKUJIYAN RONÎ BIKIN'
Encû, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd û got ku heke ku rayedarên dewletê dilsoz bin divê ku ji ewilî komkujiyên pêk anîne ronî bikin. Encû, axaftina xwe wiha qedand: “Komkujiya Roboskê komkujiyeke mezin e. Di pêvajoya 2013-2015’an de jî me got, ‘heke ku hûn dilsoz bin û hûn bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, ji Roboskê destpê bikin.’ Niha jî heke ku dilsoz bin divê ku ji Roboskê dest pê bikin. Îro ev nîqaş tên kirin û rayedarên dewletê hin gotinan dibêjin. Lêbelê ev tenê bi devkî dimîne. Em gavên şenbêr dixwazin. Gavek ji vê jî bi ronîkirina Komkujiya Roboskê re divê destpê bikin. Heke ku wisa bû wê demê gelê Kurd dikare behsa çareseriyê bike û qaneh bibe. Divê berpirsyar bên darizandin ku em bizanin dilsoz in. Pêvajoyek destpê bike divê serî de berpirsyariyê van komkujiyan darizînin. Dema ku wisa bû wê demê em dikarin bêjin ku dilsoz in."
MA / Zeynep Durgut