RIHA - Rojnameger Erdogan Altan bal kişand ser rolên HTŞ'ê ya ku li Şamê bi desteka hêzên hegemonîk rêveberiyê bi dest xist û gava derkeve derveyî van rolan wê bi çi re rû bi rû bimîne û got: "Ya wê dilê hêzên global xweş bike yan jî wê bê tasfiyekirin."
Di 8'ê Kanûnê de li Sûriyeyê bi hilweşîna rejîma Baas a 61 salî re û li şûna wê bicihkirina rejîmeke bi serokatiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ), şerê cîhanê yê sêyem li Rojhilata Navîn ber bi qonaxeke din ve çû. HTŞ’ê ku desteka hêzên hegemonîk digire, heta ku Şamê bi dest nexist, bi zorekê re rû bi rû nebû. Di van rojên dawî de, bi taybetî li Lazqiye, Turtûs, Hama û Şamê, li dijî êrişên li ser baweriyên cuda yên etnîkî û olî, bi taybetî elewî û xiristiyanan, dengên nerazîbûnê bilind dibin. Bûyera kuştî û birîndaran ku li gelek cihan di encama bikaranîna çekên HTŞ'ê yên li dijî xwepêşandanan de çêbûn, hewldanên hin dewletên navneteweyî yên ku HTŞ'ê wekî "nerm" nîşan didin, pûç kir. Di vê çarçoveyê de gelek kes meraq dikin ka dê di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HTŞ’ê de danûstandinên çawa çêbibin û ji bo çareseriyeke mayînde gavên ku divê bên avêtin çi ne.
Rojnameger Erdogan Altan ku bi salan e geşedanên li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopîne ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa êrişa HTŞ'ê ya li ser Helebê, xwepêşandanên piştî dagirkirina Şamê, êrişên li ser Rêveberiya Xweser û kurdan kir.
‘HÊZEKE HTŞ'Ê YA KU ESAD BIXÎNE TUNE BÛ'
Altan bal kişand ser wê yekê ku HTŞ ne xwediyê wê hêzê bû ku di nava 12 rojan de li Şamê rejimê hilweşîne û wiha got: “HTŞ bi hêza xwe ew qas xurt nebû ku rejîma 61 salî hilweşîne. Di teşekirina Sûriyeya nû de destwerdana hêzên hegemonîk, bi taybetî NATO’yê hebû. Sûriye ne wekî welatên Rojhilata Navîn û Balkanan e. Gelek komên etnîkî û bawerî hene. Ji ber cihê xwe yê stratejik, rê li ber dagirkirinên hêzên hegemonîk vedike. HTŞ û 11 rêxistinên ku tê de hene dilê hêzên hegemonîk dibijîne xwe û hê jî di nav koma rêxistinên terorê yên Tirkiyeyê de ne. Lêgerînek heye ku vê yekê ji holê rakin lê hîna çênebûye. HTŞ, ji bo tiştên ku îro qewimîn, demeke dirêj hat amadekirin. Serokê HTŞ'ê Colanî di havînê de bi taximê cilan ê di konferanseke li Îdlîbê de sinyala vê yekê dabû. HTŞ hem di warê leşkerî û hem jî di warê îdarî de xwedî kapasîteyeke xurt nîne. Avaniyeke ku nikarîbû Idlibê jî bi rê ve bibe çawa ket Şamê? Li vir hêzên hegemonîk ketin dewrê. Îsraîl jî bi eşkere piştgirî da wê."
ROLÊN DANE HTŞ'Ê
Altan bal kişand ser wê yekê ku HTŞ di qada navneteweyî de du rolên bingehîn bi dest xistine û der barê rola yekem de ev tişt anîn ziman: “HTŞ dê Îranê û milîsên girêdayî wê ji xaka Sûriyê derxîne û rejîma Baas hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê siyasî ve ji holê rake. Di berdewamiya planê de wê Rûsya bi temamî ji Sûriyeyê û Behra Spî were derxistin. Ji bo vê jî komên HTŞ'ê ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatin destekkirin. Tirkiye di tasfiyekirina rejîmê de roleke cuda lîst û piştgirî da komên HTŞ’ê. Hêzên rojavayî ji bo derxistina hêzên rûsî piştgirîya leşkerî û siyasî pêşkêş kirin. Ev yek bi lêdana noqte û depoyên cebilxaneyê ku hin komên milîs ên girêdayî Îsraîlê lê bi cih bûne, ji bo jinavbirina Îranê û komên girêdayî wê, derket holê. Di vê planê de hêzên din ên navneteweyî cih girtin. Mînak dewletên wekî Fransa û Almanyayê bi temamî piştgirî dan vê pêvajoyê. Di encamê de yekemîn karê ku hatibû pêşbînîkirin di demeke kin de bi ketina HTŞ’ê li Şamê û rûxandina rejîma Esed bi dawî bû.”
‘KOMÊN CÎHADÎST ANÎN CEM HEV'
Altan destnîşan kir ku duyemîn erk û rola HTŞ'ê ya herî bingehîn komkirina hemû komên radîkal û cîhadîst ên Rojhilata Navîn û Asya Navîn di bin banekê de ye û got: "Pêşî li seranserê Sûriyeyê û piştre jî bi Îdlib û Tirkiyeya dagirker dagirtin. Piştî ku kesên li Idlibê li gorî pêvajoyê hatin perwerdekirin, bi pêşengiya El Nûsra rêxistineke sîwan a ji 11 koman a bi navê HTŞ’ê ava kirin. Bi vî awayî HTŞ wekî cerdevaniya îdeolojîk berpirsyariya hemû komên cîhadîst ên li Idlibê hat danîn. Li aliyê din Tirkiyeya dagirger nikaribû cerdevanekî ku kontrola tevahî komên di bin kontrola wê de pêk bîne hilbijêre. Ger dewleta tirk a dagirker van koman bixista bin kontrola xwe, wê bikariba pêşengiya êrışa 26-27’ê Mijdarê destpêkiribû bıkıra. HTŞ ku ji bejahiya Helebê li Idlibê bi cih bû, bi taybet piştî biryara di civîna Astanayê ya sala 2020’i de hat girtin, bi desteka ku ji hin hêzên rojavayî wergirtibû, xwe amade kir û xwe bi rêxistin kir ku di vê planê de cih bigire. Ev encam bi amadekariyên demdirêj bi pêş ket."
ÊRIŞÊN LI HEMBERÎ RÊVEBERIYA XWESR
Altan îşaret pê kir ku bi pêngava HTŞ’ê re, Tirkiye û hêzên paramîlîter ên ku piştgiriya wê dikin, hemwext li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êriş pêk anîn û got: “Ji roja destpêkê ve Tirkiye ne tenê ber bi Rêveberiya Xweser ve, li her derê ji bo kurd nebin xwedî statu tevdigere. Dema HTŞ’ê çalakî pêk anî, Tirkiyeya ku dixwest vê armancê pêk bîne jî ket nava tevgerê. Me sûcên li dijî mirovahiyê li Şehba û Til Rifatê dîtin. Mirov hatin revandin û qetilkirin. Ev êrişên li ser Minbicê jî berdewam kirin. Dixwazin Kobanê dagir bikin. Lê hesabên ku li Enqereyê hatin kirin bi rastiyên li meydanê re li hev nehat. Tirkiye nekarî bigihe vê armancê û asê maye. Tirkiye dixwaze beriya Trump were hin armancan pêk bîne. Ji ber vê jî dilezîne. Dema HTŞ'ê êriş pêk anî, Tirkiyeyê xwest bi rêya HTŞ'ê armancên xwe pêk bîne, lê hêzên navneteweyî destûr nedan. Koalîsyona navneteweyî gelek caran ragihandiye ku ew bi QSD’ê re li dijî DAIŞ’ê radiwestin. Ger li herêmê berxwedan nebûya dê her der bihata dagirkirin. Eger koalîsyona navneteweyî niha li Kobanê ye, ev bi saya berxwedana mezin a li Tişrîn û Qereqozaqê ye."
SÛRIYE NEGUHERÎ
Altan bal kişand ser xwepêşandanên dawî yên li Lazqiye, Tertûs, Hama û Şamê yên Sûriyeyê û êrişên HTŞ’ê yên li dijî wan û wiha dewam kir: “Niha bi HTŞ’ê re li ser Sûriyeyeke nû gengeşe tên kirin. Ji aliyê erdnîgarî ve Sûriye ne wekî Afganistanê ye. Rejîma BAAS’ê bi salan li dijî komên cuda yên etnîk û olî tundî bi kar anî. Li dijî vê li gelek cihan serhildan çêbûn. HTŞ hat, lê ev yek neguherî. Esad kesên ku pergalê qebûl dikirin diparast û zextê li erebên sunî dikir. HTŞ niha jî heman tiştî dike. Sûriyeyeke nû bi HTŞ'ê re nehat. Durzî HTŞ'ê ji Esad cuda nabînin. Durzî avakirina avahiyeke federal dixwazin. Li cihên wekî Lazqiye, Tartûs û Hamayê li dijî elewiyan komkujî hene. Ev êrişên HTŞ’ê nîşan didin ku tu cudahiya wan ji rejîma Baasê nîne. Ger wiha berdewam bike dê serhildan mezin bibin. Gel HTŞ'ê naxwaze.”
Altan ku got "Ne tesaduf e ku rejîm, Îran û Rûsya ji aliyê hêzên navneteweyî yên li Rojhilata Navîn, agirbesta li Lubnanê û destpêkirina şerê bi HTŞ'ê re lewaz bûn," û wiha pê de çû: "Rola bi pêşengiya Colanî li HTŞ'ê hatiye barkirin; wê tasfiyekirina komên radîkal be ku li Sûriyeyê hatine komkirin û paşê jî tasfoyekirina komên li herêmên Tirkiyeyê ye." Altan bilêv kir ku ger HTŞ li dijî komên bipere şer bike dê meseleyeke desthilata navxweyî rû bide û dibe ku di bin vê de bimîne û bieciqe."
RÊVEBERIYA XWESER Û PÊŞNIYAZÊN ÇARESERIYÊ
Altan bal kişand ser hevdîtinên gengaz ên di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HTŞ'ê de û diyar kir ku hemû hêz niha di rewşa çavdêriyê de ne. Altan îşaret bi wê yekê kir ku tenê di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşnûmeya çareseriya mayînde li Sûriyeyê heye û got: “Rêveberiya Xweser berê ji bo bidawîkirina aloziyên li Sûriyeyê pêşnûmeyek amade kiribû. Ev yek bi rejîma Esad re jî hat parvekirin. Pêşnûmeyek bi çareseriyên berfireh di her qadê de. Tevî ku Rêveberiya Xweser ne fermî be jî, em nûçeyên ku bi rêya hin welatan bi HTŞ’ê re di nava diyalogê de ye, digirin. Rêveberiya Xweser li dijî pirsgirêkên ku hatine jiyandin bi her kesî re di nava diyalogê de ye. Çareseriya kêşeyên li Sûriyeyê bi rêxistinên şêwaza Rêveberiya Xweser e. Dema em bi nûnerên Rêveberiya Xweser re diaxivin, dibêjin ku ew dikarin di çarçoveya berfirehkirina Rêveberiya Xweser de beşdarî hikûmeta nû ya Sûriyeyê bibin. Tirkiye dixwaze di ser HTŞ'ê re zexta PKK’ê çêbike. Tirkiye heta 30 kîlometreyan li her qadê amadekariyên dagirkeriyê dike. Hemû amadekarî di vê çarçoveyê de ne. Lê ev êriş û amadekarî rastî berxwedana Rêveberiya Xweser hatin."
HEVDÎTINÊN YEKITIYÊ
Altan da zanîn ku di van demên dawî de gelek bang û daxuyanî der barê yekîtiya neteweyî ya kurdan de hatine kirin û got: “Berê jî Rêveberiya Xweser bi ENKS’ê re danûstandin dikir. Bi hilweşîna rejîma Esad re danûstandin zêde bûn. ENKS ku beriya 26'ê Mijdarê siyaset û zimanekî cuda bi kar anî, piştî 26'ê Mijdarê dest bi bikaranîna zimanekî cuda kir. Bi bandor û talîmatên Tirkiyeyê ENKS bû du parçe. Endamên ENKS'ê li Sûriyeyê alîgirê beşdarbûna di hikûmeta nû ya Sûriyeyê de bi hevgirtina hemû partiyên kurdî yên li derdora Rêveberiya Xweser in. Lê rêveberên ENKS’ê yên li derve yên wekî Ebdulhekîm Başar di rewşeke cuda de ne û bi devê dewleta tirk diaxivin. Tişta ku ENKS bi gotinan dibêje û pratîkên wê li hev nakin. Vekirina nûnertiyên li herêmên dagirkirî bi nirxên kurdî re nagunce. Rêveberiya Xweser ne tenê bang li ENKS’ê kir, bang li hemû kurdan kir ku bikevin nava liv û tevgerê. Ji bo yekîtiya neteweyî ya kurd her tim bang hatin kirin ku hevdîtin bên kirin. Gotûbêj bi awayekî vekirî tên kirin. Bang li hemû kurdan tê kirin ku werin cem hev. Ev bang ne tenê ji bo kurdan, ji bo ereb, ermenî, asûrî û hemû gelên din e ku tevkariyê li vê çareseriyê bikin."
MA / Emrûllah Acar