MÊRDÎN - Di çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê de çalakvanan bal kişandin ser peyama Abdullah Ocalan û hat xwestin ku muxatab, peyama ji Îmraliyê hatiye esas bigirin.
Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakî, di roja 17’emîn de didome. Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) tê domandin. Welatiyên di danê sibehê de hatin cihê nobetê, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî berxwedana gele Kurd" berz kirin û pêşmalkên “Na ji şer re” li xwe kirin.
Rêxistinên Şirnexê û komek mela ji Amedê hatin serdana çalakiyê. Girseyê pankarta “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin” vekirin û li vir daxuyanî dan.
Ewil li ser navê meleyan ku ji Amedê hatibûn Abdulbarî Tiryakî axivî û bal kişand ser peyamên Încîlê û Tewradê û wiha got: “Kesên din ava civakê de fitne û fesadiyê pêş bixin, ew hevalên xerabiyê ne. Yên aştiyî û xweşiyê çêke ew qasidê xwedê ye. Divê mirov kesan li hev bîne û aş bike. Ev gelek bi xêr e. Ji ber vê yekê yên li çar aliyên Kurdistanê têdikoşin em wan pîroz dikin. Em kesên li vir nobedê digirin û li ber xwe didin em wan jî pîroz dikin. Em bawer dikin ev berxwedana wan dê bi ser bikeve. Gotineke ereban heye. Dibêje di tirs û xwe veşartinê de eybek mezin heye. Di pêşketin û serhildanê de şerefek mezin heye. Divê her kes baş zanibe ku bi tirs û xweveşartinê qeder nayê guhertin. Gelê Kurd jî gerek zanibe em ji bo aştiyê hatine vir. Em ji çar aliyê Kurdistanê ji bo aştiyê hatine vir. Kesên Tirkiyeyê bi rêve dibin dibêjin Kurd birayê me ne. Dibêjin li ser serê me cihê wan heye. Em jî dibêjin em li ser serê wan cih naxwazin. Em li ser erdê xwe cih dixwazin. Li şûna biçin Londra û Waşîntonê pirsgirêkê çareser bikin, bila biçin Kobanê û Qamişloyê pirsgirêkê çareser bikin. Kurdan heta niha kevirek neavêtiye kesî. Lê em li ser axa xwe mafê xwe diparêzin.”
Tiryakî, anî ziman ku duh ji Girava Îmraliyê jî peyam hatiye û qala xwişk û biratiyê dikin ev gelek girîng e.
Parlamenterê Mêrdînê Kamûran Tanhan jî axivî û wiha got: “Seyda got yên aştiyê dixwazin qasidê aştiyê bin. Heke Xwedê li me ferz kiribe û gotibe bibin qasidê aştiyê. Piştî 10 salan duh bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hat kirin. Peyama ewil a Rêber Abdullah Ocalan ev bû. Got ‘Li vî welatî û Tirkiyeyê em dixwazin şer bi dawî bibe.’ Me di deh salan de gelek şer dît. Gelek mirov hatin kuştin û gelek komkujî pêk hatin. Lê em hîn aştiyê dixwazin û em hîn li ser gotina xwe ya berê ne. Gelê kurd wekî her carê ji bo aştî û çareseriyê amade ye. Îro tişta ku li Kobanê, Qamişlo û cihêdin tên kirin, gel axa xwe diparêze. Em tenê li ser axa xwe bi rûmet jiyanek azad dixwazin. Wekî din em tiştekî naxwazin. Em dixwazin destê aştiyê li hewa nemîne. Peyama ku ji Îmraliyê hatiye gelek girîng e. Em dixwazin muxatab vê peyamê esas bigirin. Em dixwazin helwesta Zeynel Abîdîn û Mor Qayûb daniye, em dixwazin vê jiyana hevpar li hemû cîhanê belav bikin. Em dixwazin bi hevre bijîn û xwedî statu bin.”
Komê piştî daxuyaniyê bê navber dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir û çalakî bi dawî bû.