WAN - Li navçeya Seravê ya Wanê “Navenda Jiyanê ya Jinan” hate vekirin. Di vekirina navendê de jinan da diyar kirin ku dê xebatên xwe bidomînin û bi xebatên xwe bibin dengê jinan.
Navenda Jiyanê ya Jinan a Seravê bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Seravê hate vekirin. Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad (TJA) ên bajar û navçeyan û gelek kes tev li bernameya vekirinê bûn.
Hevşaredara Seravê Fîlîz Ozturk, di vekirina navendê de axivî û got dê ji bo jinan xebatên cuda bidin meşandin.
Seroka Kooperatîfa Xebat û Hilbêrîna Berhemên Cotkariyê ya Wanê Caziye Duman jî destnîşan kir ku ji sala 2019'an heta niha dixebitin û dê xebatên xwe jî berdewam bikin.
Hevseroka DBP'ê ya Wanê Gunul Uzunay jî bal kişand ser Navenda Jiyanê ya Jinan û da zanîn ku bi tayînkirina qeyûman destkeftiyên jinan tên xespkirin lê dê jin her bi xebatên xwe bibin dengê jinan.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî di bernameyê de axivî û da zanîn ku her destkeftiyên jinan tê hedef girtin û lê jin dê bi têkoşîneke bi rêxistinê berxwedana xwe bidomînin.
Piştî axaftinan, navend hate vekirin.