ENQERE - Hevdîtina di navbera Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî bi dawî bû.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê li ser pêşniyara Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi hevdîtinên bi partiyên siyasî re kir. Di vê çarçoveyê de şandeyê hevdîtina duyemîn bi Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî re kir. Hevdîtin, bi qasî 40 deqeyan domiya. Piştî hevdîtinê, Bahçelî bi şandeyê re wêne kişand û şande li ber derî oxir kir.
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan têkildarî hevdîtinê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û got ku hevdîtin baş derbas bûye.