Remzî Kartal: Ji bo baweriyê divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were

img

ENQERE – Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal anî ziman ku ji bo baweriya ku dewleta tirk dev ji siyaseta xwe ya sed salî berdaye divê azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk were.

Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder di 28'ê Kanûnê de çûn Girava Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê pêşniyarên Ocalan ên ji 7 xalan pêk dihat ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi raya giştî re hatin parvekirin û heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê jî di vê çarçoveyê de hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal têkildarî geşedanên dawî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
POLÎTÎKAYÊN 10 SALÊN DAWÎ TÊK ÇÛN
 
Remzî Kartal diyar kir ku divê pêvajoya ku hatiye destpêkirin baş were analîzkirin, geşedanên neteweyî  û navneteweyî bên fêmkirin û wiha axivî:  “Yanî bi biryarên ku di sala 2014’an de di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî de hatin girtin û ew biryar  xistin meriyetê, dewlet di bin navê Sîstema Hikûmetê ya Serokatiyê de ji nû ve hat organîzekirin û ji bo bigihêje armanca xwe li dijî kurdan şerê topyekûn da destpêkirin, hemû saziyên dewletê, daraz, rêveberî û muxalefetê piştgirî dan vê pêvajoyê û divê pêvajoya 10 salên dawî ya ku pergala hiqûqê hat binpêkirin û muxalefet jî bi tevahî piştgirî da vê pêvajoyê baş were analîzkirin. Pergalek ku Tirkiye ji aboriya bazara serbest hat veqetandin û di vê çarçoveyê de Bankeya Navendî veguherî navenda şerê taybet. Her wiha di van 4 salên dawî de hem li Tirkiye, hem li başûrê Kurdistanê û hem jî li Rojava şerek topyekûn hat meşandin, tecrîda mutleq a li Îmraliyê xistin meriyetê, li dijî partiyên siyasî, gel û çapemeniyê zext hatin meşandin. Ligel şerê topyekûn encamek bidest nexistin. Di warê leşkerî hêviya wan ya serkeftinê têk çû, di warê aborî de zirareke mezin dîtin. Di hilbijartinên dawî de tifaqa desthilatdar a ku AKP-MHP’ê temsîl dike bi têkçûneke mezin a siyasî re rûbirû man. Ez dixwazim vê yekê bi taybetî ji bo têgihîştina aborî destnîşan bikim. Li gorî lêkolîna ku di 40 salên dawî de di navbera salên 1980-2020’an de li ser pirsgirêka kurd di navbera salên 1980 û 2020’an de li ser pirsgirêka kurd hatiye meşandin û bi budçeya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ve hatiye aşkerakirin de ji bo şer bi mîlyaran dolar xerc kiriye. Ev hejmar di navbera 2020 û 2024’an de, ku şer bêhtir bi teknolojiyê hate meşandin, pir girîngtir bû. Ji xeynî vê ji bo şer gelek pere wek pereyên veşartî hatin xerckirin. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye nava krîzeke aborî ya pir mezin.”
 
TIRKIYE LI DERVEYÎ PLANAN HAT HIŞTIN
 
Kartal da zanîn ku Tirkiyeyê heta niha li gorî girîngiya xwe ya stratejîk û jeopolîtîk siyaset li herêmê û qada navneteweyî de siyaset dimeşand lê piştî têkçûna Sovyetê girîngiya xwe ya stratejîk winda kir û wiha got: “Dîsa geşedanên siyasî yên li Rojhilata Navîn -ango têkiliyên ku Îsraîl bi peymana Îbrahîm re bi welatên ereb re pêşxist- gihaştiye wê astê ku Tirkiye wek welatekî misilman ên ne ereb girîngiya xwe winda kiriye. Ji xeynî vê rêya stratejîk a enerjiyê ya ku ji Hindistanê dest pê dike, ji welatên ereb, Urdun, Îsraîl, Qibris û Yewnanîstanê derbasî Ewropayê dibe jî ji bo Tirkiyeyê windahiyeke cidî bû. Hêzên ku ev plansaz kirin Tirkiye ji wê planê dûr xistin.”
 
DI ŞERÊ ÎSRAÎL-FILISTÎNÊ DE ROLA TIRKIYEYÊ
 
Kartal anî ziman ku ji bo Tirkiye plana rêya enerjiyê vala derxe di 7’ê cotmeha 2023’an de bi rêya Hamasê li dijî Îsraîlê êriş da destpêkirin û wiha got: “Ji ber ku tê gotin ku nûnerên Hamas’ê di 5’ê cotmehê ji Tirkiyê derketine û piştî 2 rojan êriş pêk tê. Di vê astê de îdiayên cidî hene. Di Şerê Îsraîl-Filistînê de, Tirkiye ji ber bandora xwe ya li ser Hamasê wekî welatekî misilman, mîsyona ku dikare pirsgirêkan çareser bike li xwe bar kir. Bêguman ev mîsyon pêk nehat û guh nedan Tirkiyeyê. Her wiha têkiliyên wê yên bi Hamasê re ji bo Tirkiyeyê veguherî dezavantajeke mezin.”
 
‘TIRKIYE DI NAV TIRS Û XOFEKE MEZIN DE YE’
 
Kartal da zanîn ku Tirkiye di qada navneteweyî de pir tengav bûye û wiha pê de çû: “NATO li Yewnanîstanê hin baregehên leşkerî yên nû yên girîng da avakirin. Herî dawî li Qibrisê baregeheke leşkerî ya pir girîng û mezin ava kir. Yanî NATO di warê leşkerî de hewcedariya xwe ya bi Tirkiyê re gelekî kêm kiriye. Di vî warî de alternatîfek çêkir. Di vê nuqteyê de Tirkiye pozîsyona xwe ya bi hêz winda kir. Herêm ji nû ve tê dîzaynkirin. 100 sal berê li Lozanê pergala împaratoriya kapîtalîst Împaratoriya Osmanî ji hev belav kir. 22 dewletên ereb û Tirkiye ava kirin. Armanca wê ew bû ku aboriya xwe ya kapîtalîst bi pêş bixîne û di nava pergala netew-dewletê de bikeve bazarê. Di roja me de netew-dewletên heyî yên bi tevahî li ber aboriya cîhanî asteng û bend in. Ji bo derbaskirina vê sîstema nû ya ku van tine dike û li ser esasê ewlekariya Îsraîl li erdnîgariyê nîzameke nû diafirîne. Helbet Tirkiye di nava tirs û xofeke mezin de ye. Ji roja ku DAIŞ li Rojhilata Navîn ji aliyê hêzên navneteweyî ve derxistin holê, erka Tirkiyê hat dayîn ku komên selefî di ser Tirkiyê re bişîne Sûriyê, lê derket holê ku ev erkeke stratejîk nîne.”
 
NEÇAR MAN DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN
 
Kartal der barê geşedanên dawî yên li Sûriyeyê ev tişt anî ziman: “Rejîm li Sûriyê hilweşiyaye û planeke nû pêş dikeve.  Pêvajoyeke ku çeteyên girêdayî Tirkiyê û HTŞ organîze dike heye. Lê belê dema ku Tirkiye li benda wezîfe û roleke koordînekirina HTŞ bû, berovajî vê yekê derket holê ku ji bo koordînekirinê Erebîstana Siûdî hatiye wezîfedarkirin. Ev ji bo Tirkiyeyê tabloyeke neyînî ye. Dizane ku di vê pêvajoyê de dibe ku hêzên navneteweyî bi tevgera kurd re têkilî deynin û dizanin ku ji bo wan ev rewşeke neyînî ye. Beriya 10 salan di dema Bihara Ereban de DAIŞ li Sûriyê hat rawestandin û şoreşa Rojava dest pê kir. Haya wan ji vê yekê heye. Ji ber van geşedanên hundir û derve re têkildar guncav dît ku deriyên Îmraliyê veke, di kontrola xwe de bi Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan re diyalog û pêvajoyekê bide destpêkirin.”
 
PÊŞKETINA PÊVAJOYÊ
 
Kartal pêvajoya diyalogê ya salên 2013-2015 bibîrxist û diyar kir ku wê demê niyeta dewletê ya çareseriya pirsgirêka kurd nebû û wiha axivî: “Ji bo nefes bigire û ji bo şerek nû bide destpêkirin pêvajo meşand. Herî dawî bi destwerdana Erdogan pêvajo li aliyekê hiştin û mase hilweşandin. Lê niha, bêguman, şert û mercên cuda ne. Niha bi însiyatîfa xwe pêvajoyek dane destpêkirin. Ji bo vê jî xebatek heye ku bi tevahî li Tirkiyeyê, li Îmraliyê û bi hevdîtinên li wir, parlamento jî tê de cih bigire. Ji ber vê jî wisa xuya dike ku dixwazin pêvajoyeke ku Qendîlê ji holê rabike û bi bandortir bibe pêş bixin. Helbet tê fêmkirin ku beriya destpêkirina vê pêvajoyê bi Rêber Apo re pêvajoyeke cidî ya hevdîtinê hebû. Ji bo Rêber Apo bigihînin asta ku dixwestin gelek hewl dan, lê ji ber tecrûbeya wî ya di vî warî de û pêvajo bi awayekî cuda pêş ket. Kesê ku di nava derfetên kêm ên Îmraliyê de jî pirsgirêkan pir baş fêm dike. Rêber Apo baş dizane ku dewlet di çi tengasiyê de ye. Ji ber vê yekê ji bo ku di pêvajoya çareseriyê de tabloya ku derdikeve pêş û ji bo ku dewlet gavekê biavêje, ezmûna xwe herî zêde bi kar tîne. Ew tu carî firsendên ku tên pêşiya wî red nake. Loma jî di encama wan nîqaş û muzakereyên dijwar de ket nava pêvajoyeke wiha. Niha dixuye ku li Îmraliyê di navbera dewlet û Rêber Apo de çarçoveyek heye. Di serî de ji bo ku hikûmet di vê mijarê de bi tenê nemîne, muxalefet jî beşdarî pêvajoyê bibe, raya giştî were amadekirin û ev pêvajo bi awayekî guncav pêş bikeve, mijara parlementoyê nîqaş kirin. Di vê çarçoveyê de heyetê dest bi serdanên xwe kir. Li ser vê bingehê êdî pirsgirêk li ser plansaziya qanûnî ye. Loma jî ji pêvajoya berê cudatir e. Belê, berê jî li meclisê amadekariyên wiha dihatin kirin. Lê ji ber ku ne xwediyê armanceke rast a çareseriyê bû, nehat pêşxistin.”
 
‘TECRÎD NAYÊ QEBÛLKIRIN’
 
Remzî Kartal da zanîn ku ligel van pêşveçûnan dewamkirina tecrîdê nayê qebûlkirin û got, “Rêber Apo di tevahiya têkoşînê de her tim bi tevgera xwe re di nava diyalogê de bû. Wî her tim tevgera xwe li ser awayê ku xwe tevlî pêvajoyê dikir esas girt. Di pêvajoyên diyalogê yên berê de jî wisa bû. Niha Rêbertî wê careke din vê misoger bike. Ev pêvajo bi tecrîdê pêş nakeve. Pêwîste Rêber Apo hem bi tevgera xwe û hem jî bi raya giştî re têkiliyê deyne. Tecrîd nayê qebûlkirin.”
 
JI BO BAWERÎ BÊ DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN
 
Kartal diyar kir ku sedema pirsgirêka kurd ya herî mezin feraseta dewletê ya înkar û îmhayê ye û wiha got: “Niha ger di xala çareseriyê de bawerî çêbibe, divê dewlet baweriyê bide ku dev ji van polîtîkayan berdaye. Ji ber vê yekê divê nêzîkatiya li pirsgirêka kurd weke nêzîkatiya li Rêber Apo were nirxandin. Heger li ser Rêber Apo nêzîkatiyeke dewamkirina tecrîdê hebe, wê ji bo çareseriyê bawerî nemîne. Dê gelê mû tevgera me baweriya xwe bi dewletê neynin. Ne tenê rakirina tecrîdê her wiha ji bo gelê me bawer bike ku dewletê dev ji siyaseta xwa ya sedsale berdaye divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”
 
‘YEKEM AVÊTINA GAVÊN HIQÛQÎ YE’
 
Kartal destnîşan kir ku di pêvajoya diyalogê ya sala 2013’an de şoreşa Rojava pêk hat û wiha axivî: “Bi gotineke din, ev rejîma ku sed sal e siyasetên înkar û îmhayê dimeşîne, ji bo bidestxistina encaman di vî şerê li ser teknolojiyê de her tişt seferber kiriye. Loma jî di navbera dewleta niha û dewleta deh sal berê de ferq heye. Ji ber vê jî êdî dewlet nikare vê bêçareseriyê bidomîne. Dewlet di encama nîqaşên mezin û bazariyên mezin de, bi awayekî ku di bin kontrola xwe de, bi lihevkirin û nîqaşa bi Rêbertî re pêvajoyekê bi pêş xistiye. Ji bo pêşketina vê pêvajoyê gava yekem avêtina gavên hiqûqî ye. Ji ber çûn û hatina Îmraliyê hatin darizandin. Divê sibe tiştek neyê serê mirovan û ev pêvajo li ser bingeheke qanûnî bê pêşxistin. Ev pêşketinên heyî vê yekê pêwîst dike. Dewlet dê dîsa jî hewl bide ku bi qasî ku ji destê xwe tê kêm mafan bide. Lê têkoşînek tê meşandin. Lazim e wisa were fêmkirin. Heya ku ev yek pêk were, hêzên têkoşîna azadiyê wê têkoşîna xwe bidomînin. Ev pêvajoya têkoşînê di hundir, derve û navneteweyî de xwedî gelek pîvanan e. Her ku têkoşîn pêş bikeve, wê şert û mercên ku rê li ber çareseriyeke mayînde vekin, werin afirandin.”
 
Kartal da zanîn ku divê teqez tevgera azadiyê jî têkilî were danîn û were agahdarkirin û wiha got: “Konseya Rêveber a KCK'ê beriya niha helwesta xwe ji raya giştî re ragihandibû. Diyar kir ku ew ê her cure destekê bidin pêvajoya ku Rêber Apo pêş xistiye. Lê helbet di asta rêxistinî de bi PKK’ê re di hin mijarên ku wan eleqedar dike de têkilî çêdibe. Îhtîmal e ku di dema pêş de Rêber Apo bi hêzên dewletê yên ku pê re hevdîtinê dike re bikaribe formulên guncav pêş bixe.
 
MA / Firat Can Arslan
 

Sernavên din

29/01/2025
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin
10:19 Waliyê Sêrtê beriya biryara qeyûm xanenavka xwe amade kiriye
10:09 Biraziyê Ahmet Turk di êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest da
09:51 Hevserokên Giştî: Hîlekariya siyasî û demokrasî bi hev re nabin
09:32 Li rûyê qeyûm qîriyan: Qeyûm ji şaredariyê bicehime
09:24 Li Strazburgê mîtînga 15'ê Sibatê: Em ê azadiya Abdullah Ocalan biqîrin
09:23 Di 10 mehan de li 10 şaredariyan qeyûm tayîn kirin
09:07 'Divê Kurdî bibe zimanê fermî'
09:05 Dîmeneke balkêş: Kela Zêrîn
09:01 Ava Gola Wanê kêm dibe
09:00 ROJEVA 29’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:57 Li Sêrtê xespkirina îradeyê tê protestokirin
08:15 Wezareta Karên Hundir têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da
08:06 Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
28/01/2025
21:02 Berxwedana gel a li Bendava Tişrîn didome
20:22 Rojnamevan Pehlîvan hate binçavkirin
19:20 Êrişên li ser rojnamevanan hat protestokirin: Em ê dest ji rastiyê bernedin
16:15 Xelkê Amedê bertek nîşanî êrişan da: Kobanê têk naçe
16:02 Tirkiyeyê Çiyayê Garê bombebaran kir
16:01 Di 157’emîn meha Komkujiya Roboskê de daxwaza edaletê hat kirin
15:58 MSD çû serdana pêşengê Durziyan
15:48 Ji 50 welatan 650 jinan got: Rêveberiya Xweser nas bikin
15:38 DEM Partî bi rojeva Îmraliyê dadikeve qadê: Li 40 bajaran çalakî, li 3 bjaran mitîngên mezin
15:04 Encamnameya konferansa TJA’yê: Em ê konfederalîzma jinê ava bikin
14:29 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê bi AKP’ê re hevdîtinê bike
14:29 Di doza kuştina amûrsaz Akin de biryar nehat dayin
13:32 Bakirhan: Kurd jidil in, divê îktîdar gavên pêwîst biavêje
13:25 'Ji bo tayînkirina qeyûm hincetan çêdikin’
13:02 Dewleta tirk yek jê zarok 3 sivîl li Kobanê qetil kir
12:59 Balafirên şer derdora Bendava Tişrînê bombebaran kirin
12:52 Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn
12:45 Hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê parve kir: Divê Tirkiye ji prangayên xwe rizgar bibe
11:58 Stranên nîjadperest vekirin û girtiyê nexweş derb kirin
11:47 'Heke dewlet jidil be bila girtiyên nexweş berde’
11:17 Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş: Êrişeke li ser îradeya gelê Kurd e
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Cezayê hefsê dan Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş
11:05 Mazlum Ebdî: Me daxwazên xwe ji Şamê re gotin, li benda bersivê ne
10:26 Besê Hozat: Ji bo Rêber Apo bikare bang bike divê tecrîd bê rakirin
10:00 Abdullah Ocalan: Tekane vebijêrk paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk e
09:27 'Li hundir aştî, li derve jî şer nabe'
09:26 Ji ber mesrefan sewalkarî li ber qedandinê ye
09:03 Hewl didin ji projeyên ku Botanê tune dikin yeke din jî pêk bînin
09:02 'Pêkanînên antîdemokratîk wê bi ser nekevin'
09:00 Ji Dikana Piştgiriyê ya Hêviyê alîkarî ji bo 2 hezar malbatan
09:00 ROJEVA 28’Ê ÇILEYA 2025’AN
27/01/2025
16:24 Dewleta tirk li Ranyayê wesayîtek bombebaran kir:4 sivîl hatin qetilkirin
15:38 Li Depê çalakiya ‘Ji bo Rojava re statu ji gelan re azadî’ hat lidarxistin
14:57 Bernameya Enqereyê ya Platforma Parastina Bajar a Amedê diyar bû
14:30 Zextên li ser rojnamegeran dê li Amedê bên protestokirin
14:29 HSD'ê bîlançoya pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir
13:31 Dewleta tirk êrişî gundên Dihokê kir: 2 welatî hatin qetilkirin
13:01 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire
12:43 Doza Sereke ya JÎTEM’ê bi hinceta demborînê hat betalkirin
12:29 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva peyamên Abdullah Ocalan civiya
11:35 Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê dê li Enqereyê hevdîtinan bike
11:06 Dîrektorê ÎHR'ê: Li Îranê her roj 6 kes tên îdamkirin
10:39 Rojnameger Eylem Babayîgît: Dê nekarin bi me paşvegavê bidin avêtin
10:19 Hevserokê Giştî yê ESP’ê Çepnî: Biryar pir ji berê ve hatibûn dayin
10:18 Navenda ku qeyûm hilweşandibû dê dîsa bê vekirin
09:56 Siyasetmedaran xwesti îktîdar ‘jidil’ û ‘şefaf’ be
09:32 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Divê sosyalîst ji bo çareseriyê hewl bidin
09:04 Xwebûn bi manşeta ‘Mîmarê çareseriyê amade ye, lê dewlet?’ derket
09:03 Li Tişrînê tenduristvan hedef hatin girtin: Sûcê şer e
09:02 Berxwedêrên Tişrînê: Em rûmeta xwe diparêzin
09:00 ROJEVA 27’Ê ÇILEYA 2025’AN
26/01/2025
16:53 Ji bo pirtûka ‘Parastinên Bêsînor’ çalakiya roja îmzeyê hat lidarxistin
16:21 Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir
15:49 'Dijminên welat ew kes in ên ji bo rantê qeyûman tayîn dikin’
15:35 Li Zaxoyê malek hate bombebarankirin
15:04 KNK: Mîna 10 sal berê em careke din Rojava biparêzin
14:56 DAIŞ’ê êrişî Hesekê kir
14:48 Tirkiyeyê wesayîta pêşmergayan bombebaran kir
14:24 Balafirên şer Sirînê bombebaran dikin
14:02 ‘Yên êrişî Kobanê dikin dê aqûbeta DAIŞ’ê bijîn’
13:50 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 19’an de didome
13:39 Sarya Efrîn a YPJ'î: Xeyalên Tirkiyeyê li berxwedanê qelibîn
13:21 Bayindir ji AKP’ê re got: Çareserî, naskirina statûya Rojava ye
13:12 Ji Amedê bang kirin: Tişta li Xezeyê sûc çawa ji bo Tişrînê rewa dibe?
12:27 Rêveberiya Xweser: Ruhê Kobanê li Tişrînê didome
12:17 Hatina Trump dê bandoreke çawa li Rojhilata Navîn bike?
11:19 Ji 419 rêxistin û partiyan deklarasyon: Ji Rojava re statû, ji bo gelan azadî
11:14 DEM Partî: Serkeftina Kobanê pîroz be
11:04 Li Amedê serdegirtina malê
10:40 Eyşe Efendî: Li Bendava Tişrînê berxwedana Kobanê tê dubarekirin
10:10 Li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê greva birçîbûnê hat destpêkirin