Xelkê Kobanê li ser sînor çalakî li dar xist: Kurdistan yek e

KOBANÊ - Xelkê Kobanê çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin silav kir û gotin: “Kurdistan yek e.” 

Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorên Kobanê û Qamişloyê hatine destpêkirin, didomin. Xelkê Kobanê jî li ser sînor ev çalakî silav kirin. Li gel siyasetmedaran gelek kes tev li çalakiya li ser sînorê Kobanê û Pirsûs a Rihayê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Rojava û Bakur yek gele û yek doz e. Berxwedana gelê me yê Bakurê Kurdistanê silav dikin” hate hilgirtin û daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de alayên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin hilgirtin. 
 
‘KOBANÊ BÛ YEKITIYA KURDAN Û MIROVAHIYÊ’
 
Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa ve hat xwendin.
 
Ferhan Hec Îsa diyar kir ku Kobanê careke din pêşeroja wan diyar dike û wiha got: “Kobanê bi berxwedana xwe li tevahî dinyayê daye naskirin û bi yekitiya tevahî Kurdistanê Kobanê bû berxwedêr. Kobanê bû yêkitiya hemû mirovahiyê. Ew yekitî bi xwe re tevahî hêzên terorê tune kir. Hemû xebat û serketina Kobanê deng da cîhanê. Li Goristana Şehîd Dîcle bi sedan nasnameyên cuda yên Kurdistanî hene. Di nav muzexaneya malbatên şehîdan de dîmenê hevalên ji Dîlok, Amed, Pirsûs, Semsûr, Mahabad, Hewlêr, Silêmaniye û hemû bajarên Kurdistanê hene. Van hevalan di şexsê berxwedana Kobanê de yekitî ava kirin. Di şexsê van lehengan de yekbûna gelê Kurdistanê pêk hat.”
 
‘KURDISTAN YEK DENG E’
 
Bi domdarî Hec Îsa bal kişand ser têgehên “Kurdên Sûriyeyê û Kurdistana Tirkiyeyê” û ev tişt anî ziman: “Lê bila bizanibin ku Kurdistan yek reng û yek deng e. Ew jî bi berxwedana gelê Kobanê û berxwedana serxet û binxetê re çêbû. Ew berxwedana ku di sala 2014'an de pêk hat, bi piştgiriya hemû gelê Kurdistanê re çêbû. Bi taybetî jî gelê Bakur ji Pirsûsê heta Semsûr û Amedê her kes seferber bû û cihê xwe di nav berxwedanê de girt. Ji Kobanê rimrima azadiyê dihat.”
 
SPASIYA GELÊ BAKUR KIRIN
 
Di berdewamê de Hec Îsa li ser navê gelê Kobanê spasiya gelê Bakur kir û wiha pê de çû: “Em tenê spasiyê nakin, em wan ji dil û can hembêz dikin. Berxwedana wan ji dil û can silav dikin.  Bi hebûna hêza me û di şexsê sekna wan de berxwedan car din geş dibe. Mezinbûna Kobanê ji ber sekna wan e û bi sekna 1`ê Mijdarê re pêk hat. Dewletên ku Kurd nas nedikirin, îro Kurdan nas dikin. Gelê me yê Bakur û DEM Partî heta dawî li ber xwe dan, Ew bûn roj û li asîmanên hilhatin û şewqa xwe dan Kurdistanê. Bi helwesta gelê Bakur îro serkeftin misoger e. Em ji pêvajoyekê pir hesas derbas dibin. Divê em bi hev re vê qeyranê derbas bikin û bi hev re têbikoşin.
 
EM Ê DÎSA SERBIKEVIN
 
Çawa ku me di 26’ê Çileya 2015'an de serkeftin misoger kir, em dikarin carekê din bi deng dayîna Kobanê û hemû Kurdistanê serbikevin. Em gelê xwe yê Bakur silav dikin. Ew sekna ku bi banga seferberiyê re ref bi ref derbasî Kobanê bû, serkeftin misoger kiribû û em ê cardin bi wê seknê serbikevin. Roja serkeftinê ye, ji ber vê em ê serkeftinê misoger bikin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî Berxwedana gelê Kurd” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

01/02/2025
13:51 Li Sêrtê qeyûm hat protestokirin
12:06 Qeyûmê Êlihê 19 kesên din jî ji kar derxistin
10:38 Li Amerîkayê helîkopterek ket xwarê
10:33 Li Behra Egeyê li ser hev erdhej çêbûn
10:30 Li Cizîrê zarokek hat kuştin
10:22 Sabrî Ok: Ger şert û merc neguherin wê gav neyên avêtin
10:15 Karamûs: Abdullah Ocalan xwedî hêza çareserkirina pirsgirêkê ye
09:11 Li Gabarê lêgerîna li petrolê kaniya hezar salî ziwa kir
09:03 Li Iraqê di nava 4 mehan de 7 partî û saziyê kurd hatin girtin
09:01 ROJEVA 1'Ê SIBATA 2025'AN
31/01/2025
20:49 Der barê rojnamevanan de biryara tehliyeyê
19:53 Êrişî gundên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê tê kirin
18:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ger hûn çareseriyê dixwazin, dest ji sepandinên faşîst berdin
16:13 Gundên Zirganê tên bombebarankirin
16:09 65 rewşenbîrên Sûriyeyî banga ‘pergala nenavendî’ kirin
15:43 ‘Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê’ sibe dest pê dikin
15:24 Ji Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan bi girtiyên jin ên siyasî re hevdîtin kir
14:43 Serokwekîla Koma DEM Partiyê li Sêrtê diaxive
14:10 Li dijî xespkirina îradeyê banga têkoşîna hevpar
13:41 Şîna Zehra Sebatê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:41 Li Edeneyê ji bo kampanyaya ‘Ji bo aştiyê mîlyonek îmze’ bangewazî
13:39 Li Sêrtê li dijî qeyûm meş hat lidarxistin
13:15 Pispor: Îdia rast nîne, Zeydan 13 km’an dûrî cihê herêma qedexe bû
12:22 Îfadeya Îmamoglû bi dawî bû
12:20 Li Miksê protestoya rê: Esnafan dikanên xwe venekirin
12:17 Ji 7 bajaran welatiyan berê xwe dan Bendava Tişrînê
12:16 Li Sêrtê 6 binçavkirî hatin berdan
12:03 Malbatên xizmên xwe di şer de winda kirin ji bo pêvajoyê çi dibêjin?
11:01 Ji Elewiyan panela ‘aştiyê’: Peyama Abdullah Ocalan hate parvekirin
11:00 Rêveberê payebilind ê El Qaîdeyê li Sûriyeyê hate kuştin
11:00 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Daxwaza girtiyê nexweş Guler a erebeya astengdaran hat redkirin
10:16 Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî darvekirinê berpirsyartiyeke exlaqî ye
10:11 Hevserokê KNK’ê Karamus: Yekitî ji bo Kurdan mecbûriyete
10:01 Remzî Kartal: Heta sedemên çekdarbûnê ji holê neyên rakirin çek nayên berdan
09:40 'Meseleya kurd ne ew meseleye ku mirov wê daxîne asta çekê'
09:05 Prosedurên fermî yên ji bo 'Stargeha Jinan' temam bûn
09:02 Beriya bimire navê kiryar got: Kiryar serbest e, lê îdianame nehatiye amadekirin
09:01 Banga ji bo konsera 34'emîn salvegera NÇM'ê
09:00 ROJEVA 31’Ê ÇILEYA 2025’AN
30/01/2025
19:57 Li Wanê li dijî êrîşan daxuyanî
19:25 Meşa Dirêj di roja 10’an de gihîşt Parîsê
19:18 Li Sêrtê qeyûm bi meşeke girseyî hat protestokirin
18:34 Dersîm Dag serbest hat berdan
16:37 Ayşegul Dogan ji berdevkê AKP’ê re got: Bila tecrîd rabe
16:13 Ji bo Tişrînê li ser sînorê Nisêbînê nobet tê girtin
15:54 Gundên Girê Spî tên bombebarankirin
15:32 Li pêşiya Şaredariya Sêrtê daxuyanî tê dayin
15:26 Bertek nîşanî girtina Epozdemîr dan: Parastin di hedefê de ye
14:36 Qeyûmê Sêrtê servîsên ji bo gel hatibûn şandin jê stand
14:15 OHD’ê têkildarî 9 şaredariyên qeyûm lê hatine tayînkirin rapor amade kir
13:43 Saniye Yuksekdag hate definkirin
13:35 Li dijî êrişan meş hatin lidarxistin: Ev rê ne rêya çareseriyê ye
13:23 Omer Ocalan: Divê îktîdar dev ji zimanê neyînî berde
12:53 Doza Abdullah Zeydan hate taloqkirin
12:52 Berxwedana gel a li Sêrtê ya li dijî qeyûm didome
12:29 Doza Gerînendetiya Weşanê ya Nobedar hat taloqkirin
12:26 Parlamentera HDP’ê ya berê hate binçavkirin
11:41 Danişînên rojnameger Oruç û Kaya hatin lidarxistin
11:28 Çelenga reş danîn pêşiya wezaretê: Qeyûm tayînî tevahiya welêt hat kirin
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 Qedexeya derketina derveyî welat a rojnameger Gok nehate rakirin
11:23 Di doza rojnameger Boltan de dê mutalaa bê amadekirin
11:21 Xelkê Amedê: Bila statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin
10:32 Bi hinceta ‘fermana çalakiyê’ dest danîn ser xêza zayenda civakî
09:57 Dayikên Sêrtê: Yên çareseriyê dixwazin qeyûman tayîn nakin
09:56 Dibistana terikandî bû cîhê tiryakê!
09:48 Di dema sewqkirinê de 3 rojan xwarin nedan girtiyê nexweş
09:40 Şaredariyên Wanê bi hezaran zarok anîn gel hev
09:31 Ji bo akademîsyeniyê hat bajar lê dev ji dibistanê berda û bû esnaf
09:02 'Divê em ne li bendê bin ku ji devê dewletê çareserî derkeve'
09:01 Unsal: Bêyî gavek bê avaêtin banga 'çekdanînê' ne rast e
09:01 Amadekariyên mitînga Stenbolê: Divê Abdullah Ocalan karibe rola xwe bilîze
09:00 Xebatên 10 mehan ên Şaredariya Sêrtê ku hat xespkirin
09:00 ROJEVA 30’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:53 Rojnameger Toktaş hate girtin
29/01/2025
20:19 Rojnamevan Selek û Asker bi şertê kontrola edli hatin berdan
20:09 Li Amedê 2 kes hatin girtin
16:59 Bayindir li Sêrtê axivî: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
16:41 Werîşe Muradî: Têkoşîna me ji bo hemû mirovahiyê ye
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Qeyûm, derbeya siyasî ye
15:57 Xwişka Fîgen Yuksekdagê jiyana xwe ji dest da
15:51 Li Bismilê ‘Parka Jiyanê ya Jinê’ hat vekirin
15:12 Bakirhan ji qeyûm re got: Dizo ma tu şerm nakî?
14:55 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin
14:46 Protestoya li Sêrtê didome: Em ê li dijî vê zilmê li ber xwe bidin
14:33 Zambak ê piştî 30 salan hate berdan: Ez serbilind im
14:30 Li Cizîrê perwerdeya ‘Zayenda civakî’
14:23 MSD’ê bi Balyozxneya Swêdê re hevdîtin kir
14:06 Gel tevî êrişan jî 22 roj in li Tişrînê li ber xwe dide
13:56 ESP’ê bertek nîşanî êrişan da: Em bi hev re têbikoşin
13:36 Li Akdenîzê qeyûm hat protestokirin: Hesabên biçûk bi welêt didin windakirin
13:20 HSD: 27 çete hatin kuştin û birîndarkirin
13:09 Zirgan û Tişrîn hatin bombebarankirin
12:53 Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm zêde dibin
12:40 Danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan hate taloqkirin
11:47 DBP: Em ê berxwedana xwe mezintir bikin
11:34 21 wekîlan ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji YE’yê re name şandin
11:33 Hevşaredarên Sêrtê: Em biryarê nas nakin û paşvegavê naavêjin
11:14 DEM Partî: Li dijî zîhniyeta derbekar em bi hev re têbikoşin