NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya KNK’ê ku serdanên xwe yên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomîne, li Silêmaniyeyê çû serdana PDK-Î’yê.
Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku ev du heftene li Herêma Federe ya Kurdistanê bi aliyên siyasî û saziyên ragihandinê re hevdîtinan dike, îro li Silêmaniyê serdana Hizba Demokrata Kurdistan a Îranê kir. Di hevdîtinê de behsa girîngiya piştgiriya bi rojavayê Kurdistanê re û pêkanîna yekdengiya aliyên Kurdî ya ji bo lidarxistina konferansa şêwira neteweyî kirin.