AMED - Tehliyeya Mehmet Salih Erden ê 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, ji bo 6 mehan hate taloqkirin.
Mehmet Salih Erden ku 30 sal in girtî ye û li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin, diviyabû di 11’ê Çileyê de bihata berdan. Erden, duh li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ji ber zexta “poşmantiyê” qebûl nekiriye, tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatiye taloqkirin.
MEHMET SALIH ERDEN KÎ YE?
Mehmet Salih Erden di sala 1995’an de li navçeya Hezexê ya Şirnexê hate binçavkirin. Erden, li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) hate darizandin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Erden, di nava 30 salan de li girtîgehên Amed, Ordu, Sêrt, Erzirom, Oltu, Gunuşhane û hwd. hate ragirtin.
Erden, niha jî li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê tê ragirtin.