NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têkildarî helwesta dewletê ya nezelal a li dijî sekna wî ya siyasî ya ji bo çareseriya demokratîk gelek caran nîşan daye, bi salan berê hişyariya “cidiyetê” kiribû û got: “Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encamekî rast bi dest bixe.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 26 sal in li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Abdullah Ocalan, di hevdîtina 28’ê Kanûna 2024’an de ji bo çareseriya demokratîk deklarasyoneke ji 7 xalan pêk tê şand û careke din hêza xwe ya pratîk û teorîk a di çareseriya demokratîk de nîşan da. Abdullah Ocalan, di hevdîtina xwe ya bi Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan ên DEM Partiyî de diyar kir ku jinûve xurtkirina biratiya Kurd-Tirkan berpirsyartiyeke dîrokî ye, ji bo pêşerojê diyarker e, girîng û lezgîniyeke.
Abdullah Ocalan, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî bi ser keve, divê hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê nekevin nava hesabên teng û demkî û înîsiyatîfê li xwe bigirin. Rêberê PKK’ê, destnîşan kir ku dê Şandeya Îmraliyê vê nêzikatiya wî bi dewlet û derdorên siyasî re parve bike, di çarçoveya vê de amade ye ku gavên pozîtîf biavêje.
Lê belê Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî ku dewletê temsîl dikin, li rexekî li ser têgeha “aştiyê” girîngiya biratiya Kurd-Tirkan dikin û li rexa din jî li ser têgeha “tesfiyeyê” dijbertiya Kurdan dikin.
Sirri Sureyya Onder ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî. Onder, got ku dewleta ku Erdogan û Bahçelî temsîliyeta wê dikin di vê mijarê de hêj biryara xwe nedaye lewma pêvajoya li Tirkiyeyê hêj zelal nîne. Onder, destnîşan kir ku ji du meylên dewletê du nêzikatiyên cuda hene. Onder, got ku li hêla din Abdullah Ocalan ji bo rewşê “zelal” bike; ne şer, pevçûn û xetên sor ên di navbera gelan de dîwaran ava dikin, berevajî vê seknekî siyasî ya pêkvejiyanê esas digire raber dike.
Dewlet, li hemberî vê hewldana dîrokî ya Abdullah Ocalan ku nîşan da çareseriya wî ya demokratîk di astekî gerdûnî de ye, xwedî seknekî “zelal” nîne. Vê rewşê jî hişyariya Abdullah Ocalan a ji bo “cidiyetê” careke din bi bîr xist.
‘OCALAN NE KESEKÎ WISA YE KU WERE BIKARANÎN’
Abdullah Ocalan, di hevdîtina 15’ê Îlona 2013’an a bi Şandeya Îmraliyê re de têkildarî sekna dewletê wiha digot: “Li vê derê ez bi şandeyê re nîqaşên dijwar dikim. Ocalan ne kesekî wisa ye ku hûn bi kar bînin. Hafiz Esad kesekî biaqil bû. Bi salan yek carê jî pêşiya wesayîta min bi kar di anî negirt. Siyaset wiha tê kirin. Lê tu cidiyeta van nîne. Ez ji bo xwe tiştekî naxwazim. Daxwaza min ew e ku di şêwaz û nêzikatiyê de cidî bin. Heke hûn bi min re biaxivin, ez ji hêla siyasetê ve kesekî azad im. Heke tu bi mehkûmekê cezayê giran lê hatiye birîn re biaxivî, wê demê tu kesekî azadî. Nexwe tu naaxivî. Tenê kesên azad dikarin vê bikin. Ocalan, ji hêla siyasetê ve azad e.”
‘HEDÊ TU KESÎ NÎNE HEWL BIDE ME BI KAR BÎNE’
Abdullah Ocalan, têkildarî spekulasyonên medyaya îktîdarê ya piştî hevdîtina 28’ê Kanûna 2014’an hatine kirin jî wiha got: “Bila tu kes li ser navê Apo neaxive.” Rêberê PKK’ê, di 26’ê Hezîrana 2014’an di hevdîtina bi Şandeya Îmraliyê re de jî wiha got: “Em her tiştekî bi nivîskî bikin. Heta hewce bike bila dewlet îmze neke, ez ê îmze bikim. Bila zelal be ka ez li vir çi dibêjim. Ev, mecbûriyeteke. Nexwe ev rewş dê bişibe melevaniyên di hewza bêav de. Li ser navê min bi milyonan derew tên kirin. Em ê pêşiya van tevan bigirin. Em ê nekevin xefika tu kesî. Hedê tu kesî nîne hewl bidn me bi kar bînin. Divê her kes cidî be. Bi qasî hûn difikirin sed qet zêdetir em tevgereke cidî ne.”
DI PIRSGIRÊKA KURD DE HIŞYARIYA ‘CIDÎBÛNÊ’
Rêberê PKK’ê, di hevdîtina 15’ê Tebaxa 2014’an a bi Şandeya Îmraliyê re de careke din di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de hişyariya “cidîbûnê” li dewletê kir û wiha got: “Ji bo min cidîbûn girîng e. Divê dewlet cidî be. Heke dewlet cidî nêzî min nebe dê nekare encama rast bi dest bixe. Em dibînin ka meseleya Kurd xistine çi halî. Meseleya çûna destê hev heye. Meseleya çûna destê hev ji ewil dewletê da destpêkirin. Anku ji ewil wan destê xwe dirêj kir. Serokwezîr niha jî di axaftina xwe de dibêje ‘Me bi destê terorîstan negirtiye, em naçin destê wan.’ Gotinên wî rast nînin. Bi hefteyan ez li ser pirsa ‘Çima wiha difkirin, çima wiha diaxivin?’ fikirîm. Mirov hinek cidî dibe, rêzgir dibe. Em vê nêzikatiyê bi tu awayî qebûl nakin.”
MA / Ozgur Paksoy