NAVENDA NÛÇEYAN - Di navbera ELN’ê ku bi hikûmeta Kolombiyayê re hevdîtinan dike û komeke din a çekdar de şer derket. Di şerê heta niha de herî kêm 80 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Kolombiyayê di navbera Artêşa Rizgariyê ya Neteweyî (ELN) û Eniya 33’yemîn a Bloka Navendî (EMCB) de ku ji Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) veqetiyabûn û bi hikûmeta Kolombiyayê re peymana aştiyê îmze kir, şer derket. Hejmara kuştiyan derket 80 kesan. EMCB’ê di sala 2016’an de bi hikûmetê re lihev kir û weke partiya siyasî xebatên xwe didomîne. Di navbera EMCB û ELN’ê ku bi hikûmetê re muzakereyên aştiyê yên bêencam didomîne de li Herêma Catatumboyê şerê serdestiyê derket. Di şer de heta niha 80 kesan jiyana xwe ji dest dane.
DIBISTAN KETIN BETLANEYÊ
Hat zanîn ku ji ber şer zêdetirî 10 hezar kesan malên xwe terikandin. Her wiha walîtiyê ragihand ku ji ber pirsgirêka ewlehiyê li tevahiya Herêma Catatumboyê ji 20’ê Çileyê ve dibistan ketine betlaneyê.