NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de li gel ku biryara komkirinê nebû jî, polîsan 5 pirtûk desteser kiribûn. Bi ser re 37 roj derbas bûn û dadgehê hêj nû biryara komkirina pirtûkên behsa xeberê da.
Di 4’ê Kanûna 2024’an de polîsan di 8’emîn Fuara Pirtûkan a Amedê de bi ser stanta Weşanxaneya Aramê de girtin. Li gel ku tu biryarên komkirinê nebûn jî, polîsan dest danîn ser pirtûka Hatîp Dîcle ya “Rojnivîska Berxwedana Efrînê (Efrin Direniş Günlüğü)” û pirtûka Mahmût Aba ya “Dildarên Serkefinê”. Bi ser desteserkirina pirtûkan re 37 roj derbas bûn û hêj nû biryara komkirina pirtûkên behsa xeberê hate dayin. Di îdianameya pêşkeşî 2’yemîn Dadgeha Cezayên Sulhê ya Amedê hatiye kirin de hat gotin ku dema pirtûk hatin desteserkirin, tu biryarên komkirinê nebûn. Bi domdarî di îdianameyê de cih da nirxandina Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM) û îdiaya “Pesnê PKK û KCK’ê dide, çalakiyên wan baş nîşan didin û didin pejirandin” hate kirin. 2’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Amedê jî îdianame qebûl kir û ji bo tevahiya hejmarên pirtûkên behsa xeberê biryara desteserkirinê da.
Heman dadgehê, ji bo pirtûka Mekiye Derya Denîz a “Jinbûn (Kadın Olmak)” a ji Weşanxaneya Nameyê derketî, pirtûka Pîrhad Amed a “Wê Roj Bê” ya ji Weşanxaneya Helbestê derketî û pirtûka Huseyîn Kalkan a “Pirtûka Burhan: Min Ruhê Xwe li Wan Xakan Hişt (Burhan’ın Kitabı: Ruhumu O Topraklarda Bıraktım)” a ji Weşanxayena Avestayê derketî jî biryara komkirinê da.
Di madeya 25’emîn a Qanûna Çapemeniyê ya Hejmar 5187’ê de wiha tê gotin: “Dozgerê Komarê ji bo lêpirsînê dikare herî zêde ji her berhemekê dest deyne ser sê pirtûkên hatine çapkirin. Heke dereng mabe jî hêzên ewlekariyê dikarin dest deynin ser.” Lê tevî vê madeyê ku di biryara dadgehê de jî hatiye destnîşankirin, di 4’ê Kanûnê de li ser stantê 13 hejmarên pirtûka “Dildarên Serkeftinê” û 6 hejmarên pirtûka “Rojnivîska Berxwedana Efrînê” hatin desteserkirin.
MA / Abdurrahman Gok