NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên navneteweyî kir ku ji bo hemwelatiyên sûriyeyî yên li Kampa Holê bi dilxwazî vegerin malên xwe şert û mercên pêwîst ava bikin.
Komîteya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der barê vegera dilxwazî ya welatiyên Sûriyeyê yên li kampa Holê, daxuyaniyek da. Daxuyanî li kampa Holê ya li Kantona Cizîrê hat dayin. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Serokê Ofîsa Kar û Barên Penaber û Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed û ya bi Erebî jî ji hêla Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Meryem Îbrahîm ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hilweşandina rejîma Esed re Sûriye derbasî qonaxeke nû bû û hin dosyayên mirovî xwe ferz dikin. Bi domdarî hate gotin ku ji wan dosyayan ku barekî giran ê li ser milê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye jî dosyaya koçber û penaberan e.
‘EM AMADE NE JI BO VEGERÊ HEMÛ DERFETAN PÊŞKEŞ BIKIN’
Di berdewamê de wiha hate gotin: “Îro ku welat derbasî qonaxeke nû dibe, em radigihînin ku em rê li pêşiya welatiyên Sûriyeyê yên li Kampa Holê vedikin, bi awayekî dilxwazî vegerin warên xwe. Ev biryar di demeke berê de hatibû dayîn û di 5’ê Cotmeha 2020’an de me biryar da ku rê li pêşiya vegera wan vekin. Lê malbatên ku li Kampa Holê dimînin, ji ber hebûna rejîma Esed ditirsiyan vegerin. Lê bi hilweşandina rejîmê re êdî tu sedemên tirsê û mayîna wan li kampê nemane û em ê ji aliyê xwe ve hemû derfetan bidin û vegera malbatên ku dixwazin vegerin, bi awayekî ewle pêşkêş bikin."
BANGA JI BO HÊZÊN NAVNETEWEYÎ
Bi domdarî bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar hate kirin û wiha hate gotin: “Alîkariya welatiyên Sûriyeyê ku ji ber şerê li welat koçberî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûne û niha di kampên El Erîşe, El Mehmûdlî, Tiwêhîniye û Ebû Xeşeb de bimînin, bike. Her wiha em bang li NY û civata navneteweyî dikin. Helwesteke xurt ji bo mijara koçberên ji Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê nîşan bidin ku ew jî bi awayekî ewle vegerin herêmên xwe, bi garantiya navneteweyî ku wan biparêze û vegera wan ewle be.
Weke Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em tekez dikin ku erkên xwe yên mirovî û exlaqî yên têkildarî dosyaya koçber û penaberan didomînin.”