ŞIRNEX - Haci Elçî tevî ku astengdarê zêhnî bû jî 8 sal berê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Dayika Elçî, Belkis Elçî bertek nîşan da û got: "Nikare pêdiviyên xwe bicih bîne. Ma ev heq e?"
Di dema qedexeya derketina kolanan a di navbera 2015-2016’an a li navçeya Cizîra Şirnexê de de guleyek li serê Haci Elçî ket û bi giranî birîndar bû. Elçî, bi mehan li nexweşxaneyê hate tedawîkirin û piştre hate girtin. Danişîna biryarê ya Elçî di 17’ê Çileya 2020’ê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hate lidarxistin û bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbetê lê hate birîn. Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ji bo Elçî raporên “ji sedî 52 astengdarê zêhnî ye” û “Ji bo leşkeriyê guncav nîne” dabû lê tevî vê jî dadgehê ev rapor paşguh kir.
Parêzerê Elçî di sala 2018’an de ji Saziya Tipa Edlî (ATK) xwest ku têkildarî astengdariya miwekîlê wî raporê amade bike. ATK’ê di rapora xwe ya 11’ê Gulana 2018’an de got; “Ji hêla aqilî ve tu nexweşiyên wî nînin, ji hêla zêhnê ve kêmasî tune ye, tu hêma û belgeyên ku ev kes nezane encamên kiriyarên wî dê biçin tune ne (...)” Dadgehê jî rapora ATK’ê esas girt û cezayê muebbetê da.
Elçî, ji roja hatiye girtin heta niha li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê tê ragirtin. Pêdiviyên Elçî ji hêla hevalên wî yên qawîşê ve tên pêşwazîkirin. Malbata Elçî balê dikişîne ser astengdariya wî û daxwaza tehliyeya wî dike.
'DEMA JI DAYIK BÛYÎ ASTENGDAR BÛ’
Dayika Elçî, Belkis Elçî got ku kurê wê dema ji dayik bûyî astengdarê zêhnê bû û ev tişt anî ziman: “Tevî vê jî cezayê muebbetê dan wî. Li vir her tim bijîşkan lê dinihêrt. Me dibirin nexweşxaneyê û derzî bo dihat danîn. Piştre li Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat ragihandin. Dema li pêşiya mala me rûdinişt gule li serê wî ket. Bi giranî birîndar bû û bi mehan li Nexweşxaneya Mêrdînê hat tedawîkirin. Piştre birin Stenbolê. Piştre jî hate girtin. Astengdarê zêhnî û nexweşê epîlepsiyê ye. Ma girtina kesekî wiha heq e? Me mûçeyê astengdariyê yê kurê min digirt. Rapora wî heye. Rapora ku ji bo leşkeriyê guncav nîne heye. Li girtîgehê lal bûye, hevalên wî pêdiviyên wî bicih tînin. Me ev heq e? Ma qanûnek, hiqûqeke wiha heye? Ev zilm e.”
'DIXWAZIM WERE BERDAN’
Belkis Elçî, axaftina xwe wiha qedand: “Kurê min nikare li girtîgehê bijî. Dixwazim were berdan. Li Cizîrê her kes kurê min nas dike û dizane astengdar e. Nikare sexbêra xwe bike. Bi alîkariya hevalên xwe dijî. Her roj vedireşe, serê wî dizivire. Ev çi edalet e? Dema em diçin serdanê, jê pirsa ‘çawanî’ dikim. Tenê dibêje, ‘ez baş im, ez baş im.’ Nizane biaxive. Ji serê xwe birîndar bûbû lewma zehmetiyê dikêşe. Mirovekî wiha çawa tê girtin û çawa cezayê muebbetê didin wî? Tekane daxwaza min ew e ku vî cezayî betal bikin û kurê min berdin.”
MA / Zeynep Durgut