STENBOL - Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî bal kişand ser nîqaşên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Destkeftiyên gelê Kurd destkeftiyên çîna karker a Tirkiyeyê ne. Têkoşîna me ya ji bo vê duh jî zelal bû û îro jî sibe jî dê zelal be.”
Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî têkildarî hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û peyamên Abdullah Ocalan axivî.
Çepnî, diyar kir ku ji bo “pêvajoyeke” bitenduristin divê Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad be, girtiyên siyasî bên berdan, tayînkirina qeyûman bê bidawîkirin û êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên sekinandin. Çepnî, destnîşan kir ku gelê Kurd bedelên giran daye û wiha got: “Lê berxwedaneke pir mezin jî raber kir. Geşedanên li Rojhilata Navîn ev rastî nîşanî me da; ‘Heke hûn hêzeke demokrat, gelparêz bin û we xwe li ser vê bingehê rêxistin kiribe, her kes dê we muxatab bigire.’ Destekftiyên gelê Kurd ku encama vê têkoşînê ne, her wiha destkeftiyên gelên Tirkiyeyê û destkeftiyên çîna karker û kedkaran e.”
ÊRIŞÊN SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ
Çepnî, bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Tirkiye, tevgera Kurd ji bo xwe weke pirsgirêka man û nemanê dibîne. Li herêmê hêza herî birêxistinkirî gelê Kurd e. Rojava mînaka vê ye. Serdestên Tirkiyeyê ditirsin ku statûya Rojava were qebûlkirin. Ev meseleya silavdayînê jî ne tercîheke demokratîkbûnê ye. Ji bo berterafkirina xetereyan wiha dikin. Lê ew vê weke çekberdanê dibînin.”
‘TÊKOŞÎNA GELÊ KURD RÊ LI BER PÊVAJOYÊ VEKIR’
Bi domdarî Çepnî destnîşan kir ku sedema nîqaşên niha li ser pirsgirêka Kurd tên kirin, têkoşîna gelê Kurd e û ev nirxandin kir: “Têkoşîneke bi dehan saland idome heye. Tevî ewqas êrişên mezin jî xwe li ser pêyan girt. Ji bo ev pêvajo bi xwe re encamên baş bîne, divê mirov li gorî wê tevbigere. Bawer bikin heke em bo înîsiyatîfa AKP-MHP’ê bihêlin dê encamek jê çênebe. Bahçelî û Erdogan qala çekberdanê dikin lê em hêj sekn û helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di vê mijarê de nizanin. Deklarasyoneke ji 7 xalan pêk dihat hat eşkerekirin. Perspektîfeke çareseriyê derket holê. Em ji deklarasyonê wisa fêm dikin ku divê ev pêvajo were birêxistinkirin. Biqasî em dizanin, di hevdîtinê de erk û berpirsyartî li hemû aliyan hatine kirin.”
PIRSGIRÊKA KURD
Çepnî, anî ziman ku îktîdar her tim qala berdana çekan dike û axaftina xwe wiha qedand: “Ev meseleye bi tena serê xwe dê encamekî bi xwe re neyîne. Ji ber ku piştperdeyeke civakî, siyasî û dîrokî ya vê meseleyê heye. Em ê li gorî hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin bikarin şîroveyekê bikin. Lê dema mesele tenê anî ser berdana çekan, wê demê nîqaşa li ser çareseriya mutleq a pirsgirêka Kurd nabe. Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke dîrokî ye. Heta gavên demokratîkbûnê neyên avêtin, nîqaşên di vê mijarê de tên kirin jî rast nînin. Weke ESP’ê em li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo demokrasî û pêşxistina sosyalîzmê de pirsgirêka Kurd weke meseleyeke sereke dibînin. Ev, di heman demê de têkoşîneke li dijî şovenîzmê ye. Destekftiyên gelê Kurd di heman demê de destkeftiyên çîna karker a Tirkiyeyê ye. Ji bo vê jî têkoşîna me duh zelal bû, îro zelal e û dê sibe jî zelal be. Em, yekser kirdeya geşedanên heyî ne. Ji bo ev geşedan bêhtir civakî bibin, ji bo di nava çîna karker a Tirkiyeyê de belav bibe û wan tev li bike, em peywireke taybet li xwe digirin.”
MA / Melîk Çelîk